• Türkçe
Sonuç yok
Tüm Sonuçları Göster
  • RUPELA GIŞTÎ
  • NÛÇE
  • ANALÎZÊN SIYASÎ
  • LÊKOLÎN
  • GOTAR
  • Hemû beş
    • Ji Edîtor
    • Jin
    • Perspektîfên Azadiyê
    • Rêze Nivîs
    • Rastiyên MIT
    • Hevpeyvîn
    • Ji Çapemeniya Derve
    • Nivîsên Azad
  • RUPELA GIŞTÎ
  • NÛÇE
  • ANALÎZÊN SIYASÎ
  • LÊKOLÎN
  • GOTAR
  • Hemû beş
    • Ji Edîtor
    • Jin
    • Perspektîfên Azadiyê
    • Rêze Nivîs
    • Rastiyên MIT
    • Hevpeyvîn
    • Ji Çapemeniya Derve
    • Nivîsên Azad
Sonuç yok
Tüm Sonuçları Göster
Turkçe
Anasayfa Beşên Nûçe

PDK Ji Bo Hukumeta İrak û Tirkiyê Navbeyînkariyê Dike

Yayınlayan Lekolin
15 March 2020
Kategori: Nûçe
263 3
A A
PDK Ji Bo Hukumeta İrak û Tirkiyê Navbeyînkariyê Dike
Facebook İle PaylaşınTwitter İle Paylaşın
FacebookX

25 Haziran 2019 Salı Saat 13:07

HEWLÊR- Ji despêka 2019’an û vir de bi navbeyînkariya PDK’ê, di navbera Irak û dewleta Tirkiyê de deriyekî nû yê dîplomasiyê vebûye. Heya niha Serokkomarê Iraqê du caran û Wezîrê Karê Derve yê Tirkiyê jî du caran bi awayekî fermî hevdîtin pêk anîne. Di heman demê de Serokê herêma Kurdistanê despêkê li Bexda û paşê jî li Îstanbul bi rayedaran re hevdîtin pêk anî. Hat diyarkirin ku di hevdîtinan de, li ser gelek bazarên qirêj weke operasyonek hevbeş li Şengal, Qendîl û Mexmurê gihiştine encamê.

Ji despêka 2019’an û vir de bi navbeyînkariya PDK’ê, di navbera
Irak û dewleta Tirkiyê de deriyekî nu yê dîplomasiyê vebuye. Heya niha
Serokkomarê Iraqê du caran û Wezîrê Karê Derve yê Tirkiyê jî du caran bi
awayekî fermî hevdîtin pêk anîne. Di heman demê de Serokê herêma Kurdistanê
despêkê li Bexda û paşê jî li İstanbul bi rayedaran re hevdîn pêk anî.

 

Di 6 mehan
de 4 seredanên Fermî

Di heyama 6 mehan de di navbera hukumeta Iraq, Tirkiye û Herêma
Kurdistanê de 4 seredanên fermî pêk hatin. Ev vebuna rêya dîplomasiyê bi
daxwaza Tirkiyê û navbeyînkariya PDK’ê di navbera aliyan de pêk hat.

Piştî hilbijartinên İraqê, Serokkomarê Iraqê Berhem Salih cara
yekem di 3’ê Çile de bi awayekî fermî çu Enqerê û despêkê bi Serokkomarê
Tirkiyê Recep Tayip Erdogan re runişt. Piştî wê Wezîrê karê derve Mewlut
Çawuşoğlu di 28’ê Nîsanê de li Bexda bi Wezîrê Karê Derve Muhammed Ali
el-Hekim, Serokkomar Berhem Salih, Serokwezîr Adil Abdulmehdî û gelek rayedarên
din yên hukumetê re runişt. Çawuşoglu, piştre derbazî Hewlêr bu despêkê bi
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçirvan Barzanî, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrur
Barzanî û aliyên Tirkmen re hevdîtin pêk anî. Berhem Salih cara duyem di 28’ê
Gulanê de li Enqerê bi Erdogan re runişt. Di civînê de Wezîrê Karê Derve û
Berpirsê MİT’ê Hakan Fîdan jî amadebun. Çawuşoğlu di 10’ê Hezîranê de cara
duyem ji aliyê Nêçirvan Barzanî ve bi awayekî fermî ji bo merasîma sondxwarinê
hat vexandin. Çawuşoglu, li Hewlêr careke din bi Serokkomarê İraqê, Serokê
Parlemena İraqê Mehammed Halbusi, Nêçirvan Barzanî, Mesur Barzanî, Mesut
Barzanî û aliyên Tirkmen re hevdîtin pêk anî. Herî dawî Serokê Herêma
Kurdistanê Nêçirvan Barzanî di 20’ê Hezîranê de derbazî Bexda bu û bi rayedarên
hukumetê re civiya. Barzanî, paşê di 21’ê Hezîranê li Stenbolê bi Erdogan re
runişt. Hemu hevdîtinên ku di navbera hukumeta Başur, Iraq û Tirkiyê de hatîn
kirin ji çapemeniyê re girtî pêk hatin.

Li Paş Perdê
Bazarên Qirêj Hatin Kirin

Di hevdîtinên navbera hersê aliyan de li ser pêşxistina têkiliyên
aborî, siyasî, parastina sînoran, operasyonên li ser xaka Başur û gelek mijarên
din bazarên qirêj hatin kirin. Hat diyar kirin ku Tirkiyê, li beramberî
daxwazên hukumeta İraq û Başur, hinek daxwaz ji aliyan kirine. Bazara di
navbera aliyan de hatî kirin bi vî awayî ye

-Wê Tirkiye di, ji nuve avakirina Musilê û ji bo ew malbatên ku
zerer dîtine de her curê alîkariyê bike.

Li hemberî vê yekê

-Wê Tirkiye li Musil ê Konsolusxaneya xwe veke. 

-Tirkiye li aliyê Telafer deriyê sînor veke.

-Bi Iraqê re hevpar parastina sînorê İraq-Suriyê bike.

 

Li Ser
Pêkanîna Operasyonekî Hevbeş Li Hev Kirine

Hat diyar kirin ku, li ser daxwaza Tirkiyê ya operasyonekî hevbeş
bi alîkariya PDK’ê li Şengal, Qendîl Û Mexmur gihiştine encamên diyar. Her wiha
hat diyar kirin ku PDK’ê di çarçoveya mijarê de, zextên xwe li ser kampa
penaberan ya Mexmur’ê zêde kirine. Destur nayê dayîn ku şêniyên wargehê li
herêmê bi awayekî serbest çuyîn û hatinê bikin. Şêniyên ku ji bo nexweşxane û
pêdawistiyên jiyanê diçin bajarê Hewlêr li ser rêyan bi hinceta ‘’demê
nasnameyê derbaz buye’’ tên girtin û wenda kirin. Hat zanîn ku PDK’ê di nava 15
rojên dawiyê de 6 şêniyên ji Mexmurê li Hewlêr girtine û heya niha jî çarenusa
wan diyar nîne.

0

21

TR
KO

:” ”

:””

” “,

Navenda Lêkolînên Stratejîk a Kurdistanê

www.lekolin.com – www.lekolin.org – www.lekolin.net –
www.lekolin.info -www.navendalekolin.com -http://kursam.org/index.html-
http://kursam.net/index.html

0

21

TR

:” ”

:””

” “,

:” ”

 Di 6 mehan
de 4 seredanên FermîLi Paş Perdê
Bazarên Qirêj Hatin Kirin Li Ser
Pêkanîna Operasyonekî Hevbeş Li Hev KirineNavenda Lêkolînên Stratejîk a Kurdistanê

Etiketler: araştırmakurdiKurdishkurdistanLekolinPDKTurkishTürkiye
Önceki yazı

TC’nin ayda 422 TL’ye mahkum ettiği milyonlar-lükse 5.5 milyar TL saçanlar

Sonraki Haber

DTK Ve BDP’den Çağrı: Öcalan’ın Özgürlüğü İçin Kürtler Amara’ya Aksın

Benzer Haberler

‘Qanûneke Ku Ji Rêbertî Heta Bi Şervanan Her Kesî Tevlî Siyaseta Demokratîk Dike, Divê Bê Derxistin’
Nûçe

‘Qanûneke Ku Ji Rêbertî Heta Bi Şervanan Her Kesî Tevlî Siyaseta Demokratîk Dike, Divê Bê Derxistin’

20 July 2026
KCK: Gelê me yê Rojava wê destketiyên xwe li ser xeta Rêber Apo biparêze û bi pêş ve bibe!
Nûçe

KCK: Gelê me yê Rojava wê destketiyên xwe li ser xeta Rêber Apo biparêze û bi pêş ve bibe!

19 July 2026
Hevkariya MÎT’ê Bi Îranê Re û Planên wê yên Derbarê Eşîran de – NÛÇE ANALÎZ
Lêkolîn

Hevkariya MÎT’ê Bi Îranê Re û Planên wê yên Derbarê Eşîran de – NÛÇE ANALÎZ

16 July 2026
Sonraki Haber
DTK Ve BDP’den Çağrı: Öcalan’ın Özgürlüğü İçin Kürtler Amara’ya Aksın

DTK Ve BDP'den Çağrı: Öcalan'ın Özgürlüğü İçin Kürtler Amara'ya Aksın

Nivîsên Ku Derdikevin Pêş

  • KÜRDİSTAN’DA COĞRAFYA VE KÜLTÜR

    KÜRDİSTAN’DA COĞRAFYA VE KÜLTÜR

    571 Paylaşım
    Paylaş 228 Paylaş 143
  • Hevkariya MÎT’ê Bi Îranê Re û Planên wê yên Derbarê Eşîran de – NÛÇE ANALÎZ

    502 Paylaşım
    Paylaş 201 Paylaş 126
  • Öcalan: Kürtler Arasında Kan Dökülmesin

    671 Paylaşım
    Paylaş 268 Paylaş 168
  • Em Toreke din a Sîxûrên MÎT û Parastinê Aşkere Dikin- NÛÇE TAYBET

    588 Paylaşım
    Paylaş 235 Paylaş 147
  • Devlet Bahçeli Kimdir?

    627 Paylaşım
    Paylaş 251 Paylaş 157

‘Qanûneke Ku Ji Rêbertî Heta Bi Şervanan Her Kesî Tevlî Siyaseta Demokratîk Dike, Divê Bê Derxistin’

KCK: Gelê me yê Rojava wê destketiyên xwe li ser xeta Rêber Apo biparêze û bi pêş ve bibe!

Şoreşa 19’ê Tîrmehê: Hafizeya Gel, Destkeftî û Dersên Ji Bo Pêşerojê

Kalkan: Mifteya Aştiyê Îmraliyê Ye, Divê Rêya Siyasetê Were Vekirin

Hevkariya MÎT’ê Bi Îranê Re û Planên wê yên Derbarê Eşîran de – NÛÇE ANALÎZ

Mîrateya Hz.Birahîm, Kurd, Cihû û Li Rojhilata Navîn Lêgerîna Aştiya Demokratîk

  • DERBAR DE
  • PEYWENDÎ
  • HEMÛ NIVÎS
LÊKOLÎN

© NAVENDA LÊKOLÎNÊN STRATEJÎK A KURDISTANÊ 2025

Tekrar hoşgeldiniz!

Hesaba giriş

Şifrenizimi unuttunuz?

Tüm alanlar zorunludur

Şifrenizi sıfırlamak için lütfen kullanıcı adınızı veya e-posta adresinizi girin.

Oturum aç

Add New Playlist