• Türkçe
Sonuç yok
Tüm Sonuçları Göster
  • RUPELA GIŞTÎ
  • NÛÇE
  • ANALÎZÊN SIYASÎ
  • LÊKOLÎN
  • GOTAR
  • Hemû beş
    • Ji Edîtor
    • Jin
    • Perspektîfên Azadiyê
    • Rêze Nivîs
    • Rastiyên MIT
    • Hevpeyvîn
    • Ji Çapemeniya Derve
    • Nivîsên Azad
  • RUPELA GIŞTÎ
  • NÛÇE
  • ANALÎZÊN SIYASÎ
  • LÊKOLÎN
  • GOTAR
  • Hemû beş
    • Ji Edîtor
    • Jin
    • Perspektîfên Azadiyê
    • Rêze Nivîs
    • Rastiyên MIT
    • Hevpeyvîn
    • Ji Çapemeniya Derve
    • Nivîsên Azad
Sonuç yok
Tüm Sonuçları Göster
Turkçe
Anasayfa Beşên Analîz Siyasî

PDK Hevkariya Xwe Ya Bi Dewleta Tirk a Dagirker Re Li Xwe Mikûr Hat– NUÇE ANALIZ

HEWLÊR – PDK a ku li Başûr û Rojavayê Kurdistanê de hevkarî û xiyaneta xwe ya dide êrîşên dewleta Tirk a dagirker, bi lidarxistina civînan a bi alîgirên xwe re bi awayek vekirî li xwe mikûr hat.

Yayınlayan Lekolin
9 September 2024
Kategori: Analîz Siyasî, Nûçe
256 6
A A
PDK Hevkariya Xwe Ya Bi Dewleta Tirk a Dagirker Re Li Xwe Mikûr Hat– NUÇE ANALIZ
Facebook İle PaylaşınTwitter İle Paylaşın
FacebookX

Dewleta Tirk a dagirker ku di êrîşên xwe yên dagirkirî ya li Başûrê Kurdistanê û li Heremên Parastina Medyayê her ku diçe asê dimîne, PDK bi kiryarên sîxûrtî, xiyanetê nefesê dide yê. Ji bo ku van êrîşên dagirkirinê û qirkirina gelê Kurd a dewleta Tirk a dagirker rewa bike, serî her cûre rêbaz û hewildanan dide. Derket holê ku nûnerên PDK’ê di civînên xwe yên bi alîgir, endamên xwe û her wiha şêniyên herêma Behdînan bi zorê kom dike de, hevkarî û xiyaneta xwe mikûr hat.

Têkilî û hevkariya PDK û dewleta Tirk a dagirker ku her tim bi taybetî di nav alîgirên wê de ji bo xwe paqij bikin înkar dikirin bûye mijara nîqaşê, bi taybet ji sala 2018’an û şûnde di êrîşên dagirkerî ya li ser heremên Parastina Medya û Rojava de bi awayek aşkere hevkariyekê ku ji asta xiyanetê jî derbas bûye û temamî ketiye bin banê dewleta Tirk a dagirker, êdî tu guman nehiştiye.

PDK a ku bi taybet di nava 6 salên dawî de bi her awayî bûye pêşkeşê mayînê ya dewleta Tirk a dagirker, îstîxbarata Parastin a girêdayê xwe jî kiriye şaxekê MÎT’ê ya li Başûrê Kurdistanê. Ji destpêka sala 2024’an ve dewleta Tirk a dagirker ku êrîşên xwe yên li ser Başûrê Kurdistanê derxistiye asta herî jor, bi destê PDK’ê gundan dide valakirin û ji bo xetekê dagirkirinê ava bike amadekariyên bingeha êrîşên dagirkirinê ya nû bi hemû lez û beza xwe didomîne.

Di serî de heremên Behdînan û Bradost gelek heremên Başûrê Kurdistanê gel li dijî êrîşên dagirkeriyê ya dewleta Tirk a dagirker dengê xwe bilind dikin û bertek nîşan didin. Li ser vê esasî PDK a ku li ser perspektîvên MÎT’ê dikeve nav liv û tevgerê dest bi rêzecivînan a di nava alîgir, endam û bi zor-zextan gel tînin civînan re, kiriye.

“IRAQ MUÇEYÊN ME NADE, TURKIYE WÊ BIDE”

Nûnerên PDK’ê ku ji bo van êrîşên dewleta Tirk a dagirker rewa nîşan bidin, li heremên wek e Behdînan, Bradost ku herî zêde li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker û hevkariya PDK’ê xwedî helwest û bi bertek in, destpêkê bi endam û alîgirên xwe û piştre bi zorê dixwazin gel re civînan çêbikin. Li ser vê esasî kom hatine avakirin û li ser her yekê van koman nûnerekê PDK’ê yên wek ê Elî Ewnî, Waliyê Duhokê ya PDK’ê yî û ku li Enqere perwerdeya MÎT’ê dîtiye Elî Tatar, her wiha li ser navê Parastinê jî Hemîd Derbendî, Azad Berwarî, Şêrzad Munzur hene.

Di van civînan de nûnerên PDK’ê ku adeta pesin û rewakirina dagirkirina dewleta Tirk a dagirker propagandayê dikin, wiha dibêjin: “Divê em bi Tirkiyê ve werin girêdan wê sîstemeke federalî bidin me. Ji ber ku her çiqas bi salane em bi Iraqê ve girêdayîne û federaliya me heye jî navenda Iraqê mûçeyên (meaşên) me jî nadin. Lewma eger Başûrê Kurdistanê bi temamî bi Tirkiyê ve were girêdan ev pirsgirêka me namîne.”

Bi rengek vekirî tê xuya kirin ku artêşa Tirk a dagirker û mitînger û hevkarê wê balbata Barzanî – PDK ê têkiliyên wan bi hev re buye girêkekî ku venabe ji hev. Li başûrê Kurdistanê mêtîngerî û dagirkeriya herî bingehîn kû tê pêkanîn bi destê malbata Barzanî – PDK’ê ye.

ÊDÎ JI XIYANETVANIYA XWE RE TU GUMAN NEHIŞTIN

Malbata Barzanî – PDK bi leystokên qirêj û xapandina gelê Başur, êdî baş xuya dike ku qet têkiliya wan bi xeta kurdistanî ve tuneye, di van çend mehên dawî de di êrîşên dagirkeriyê yên dayî destpêkirin li Başurê Kurdistanê êdî baş û zelal diyar kirin ku ji xeta Kurdistanî derketine. Di çarçoveya êrîşên ku li herêmên parastina medyayê de li beramberî Gerilayên Azadiyê hatî destpêkirin de li ser bingehê têkiliyên MÎT û PDK ê ji Zaxo heya Silêmaniyê li herêmên wekî Bradost û Behdînan zêdetirî 300 gund ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve hatine valakirin û dagirkirin. Dewleta Tirk a dagirker di navbera salên 1993-94 an de li Bakurê Kurdistanê siyaseta dagirkeriyê da meşandin, gundan şewitandin û valakirin. Niha heman dagirkerî li Başurê Kurdistanê tê meşandin. Li başurê Kurdistanê bi hevkariya PDK ê dagirkeriya Tirk di encama bombebarandinan de nêzîkî 175 gund zêdetir bi temamî hatine vala kirin.

Dagirkeriya dewleta Turk a li Başurê Kurdistanê divê siyaseta wê baş were fêmkirin. Ev dagirkerî li beramberî hebuna gelê Kurd bi tevahî tê meşandin. Mînaka siyaseta dagirkeriya dewleta Tirk a “parçe bike, rêvebibe” mînaka herî diyar niha li başûrê Kurdistanê tê meşandin.

Aras ŞAHO

Navenda Lêkolînên Stratejîk A Kurdistanê

 

Etiketler: Dewleta Tirk a dagirkerDihokhevkarîhewlerixanetMITParastinPDKQadên Parastina MedyaYNK
Önceki yazı

Dewleta Tirk A Dagirker Di Şerê Dijî Gelê Kurd De Hevkaran Çêdike

Sonraki Haber

MIT Û Parastin Di Qadên Gerîlayan De GPS Bi Cih Dikin-NÛÇEYA TAYBET

Benzer Haberler

KCK: Gelê me yê Rojava wê destketiyên xwe li ser xeta Rêber Apo biparêze û bi pêş ve bibe!
Nûçe

KCK: Gelê me yê Rojava wê destketiyên xwe li ser xeta Rêber Apo biparêze û bi pêş ve bibe!

19 July 2026
Şoreşa 19’ê Tîrmehê: Hafizeya Gel, Destkeftî û Dersên Ji Bo Pêşerojê
Analîz Siyasî

Şoreşa 19’ê Tîrmehê: Hafizeya Gel, Destkeftî û Dersên Ji Bo Pêşerojê

19 July 2026
Hevkariya MÎT’ê Bi Îranê Re û Planên wê yên Derbarê Eşîran de – NÛÇE ANALÎZ
Lêkolîn

Hevkariya MÎT’ê Bi Îranê Re û Planên wê yên Derbarê Eşîran de – NÛÇE ANALÎZ

16 July 2026
Sonraki Haber
MIT Û Parastin Di Qadên Gerîlayan De GPS Bi Cih Dikin-NÛÇEYA TAYBET

MIT Û Parastin Di Qadên Gerîlayan De GPS Bi Cih Dikin-NÛÇEYA TAYBET

Nivîsên Ku Derdikevin Pêş

  • Em Toreke din a Sîxûrên MÎT û Parastinê Aşkere Dikin- NÛÇE TAYBET

    Em Toreke din a Sîxûrên MÎT û Parastinê Aşkere Dikin- NÛÇE TAYBET

    587 Paylaşım
    Paylaş 235 Paylaş 147
  • Öcalan: Kürtler Arasında Kan Dökülmesin

    671 Paylaşım
    Paylaş 268 Paylaş 168
  • KÜRDİSTAN’DA COĞRAFYA VE KÜLTÜR

    568 Paylaşım
    Paylaş 227 Paylaş 142
  • Hevkariya MÎT’ê Bi Îranê Re û Planên wê yên Derbarê Eşîran de – NÛÇE ANALÎZ

    501 Paylaşım
    Paylaş 200 Paylaş 125
  • KCK: Em ê hesreta berxwedêrên 14’ê Tîrmehê pêk bînin!

    501 Paylaşım
    Paylaş 200 Paylaş 125

KCK: Gelê me yê Rojava wê destketiyên xwe li ser xeta Rêber Apo biparêze û bi pêş ve bibe!

Şoreşa 19’ê Tîrmehê: Hafizeya Gel, Destkeftî û Dersên Ji Bo Pêşerojê

Kalkan: Mifteya Aştiyê Îmraliyê Ye, Divê Rêya Siyasetê Were Vekirin

Hevkariya MÎT’ê Bi Îranê Re û Planên wê yên Derbarê Eşîran de – NÛÇE ANALÎZ

Mîrateya Hz.Birahîm, Kurd, Cihû û Li Rojhilata Navîn Lêgerîna Aştiya Demokratîk

Di Germahiya Tîrmehê De Azadî

  • DERBAR DE
  • PEYWENDÎ
  • HEMÛ NIVÎS
LÊKOLÎN

© NAVENDA LÊKOLÎNÊN STRATEJÎK A KURDISTANÊ 2025

Tekrar hoşgeldiniz!

Hesaba giriş

Şifrenizimi unuttunuz?

Tüm alanlar zorunludur

Şifrenizi sıfırlamak için lütfen kullanıcı adınızı veya e-posta adresinizi girin.

Oturum aç

Add New Playlist