• Türkçe
Sonuç yok
Tüm Sonuçları Göster
  • RUPELA GIŞTÎ
  • NÛÇE
  • ANALÎZÊN SIYASÎ
  • LÊKOLÎN
  • GOTAR
  • Hemû beş
    • Ji Edîtor
    • Jin
    • Perspektîfên Azadiyê
    • Rêze Nivîs
    • Rastiyên MIT
    • Hevpeyvîn
    • Ji Çapemeniya Derve
    • Nivîsên Azad
  • RUPELA GIŞTÎ
  • NÛÇE
  • ANALÎZÊN SIYASÎ
  • LÊKOLÎN
  • GOTAR
  • Hemû beş
    • Ji Edîtor
    • Jin
    • Perspektîfên Azadiyê
    • Rêze Nivîs
    • Rastiyên MIT
    • Hevpeyvîn
    • Ji Çapemeniya Derve
    • Nivîsên Azad
Sonuç yok
Tüm Sonuçları Göster
Turkçe
Anasayfa Beşên Lêkolîn

Navên DAIŞ’î Yên Ku Bi Çeteyên Dewleta Tirk Re Êrîşî Minbic û Kobanê Dikin – NÛÇEYA TAYBET

MINBIC - Di nava bi hezaran çeteyên DAIŞ'ê yên ku di bin maskeya SMO ya dewleta Tirk a dagirker êrîşî Minbic û bejahiya Kobanê kirin de cih girtin, em navê 415 kesan bi wêneyên wan ve deşîfre dikin. Armanca DAIŞ’iyan piştî Minbicê dagirkirina Kobanê ye.

Yayınlayan Lekolin
13 December 2024
Kategori: Lêkolîn, Nûçe
272 8
A A
Navên DAIŞ’î Yên Ku Bi Çeteyên Dewleta Tirk Re Êrîşî Minbic û Kobanê Dikin –  NÛÇEYA TAYBET
Facebook İle PaylaşınTwitter İle Paylaşın
FacebookX

Ji 27’ê Mijdarê ve êrîşên çeteyên girêdayî dewleta Tirk a dagirker li ser xaka Bakur û Rojhilatê Sûriyê berdewam dikin. Dewleta Tirk a dagirker çeteyên DAIŞ’ê yên ku di bin maskeya Artêşa Neteweyî ya Sûriyeyê Azad (ASA) de kom kiribûn, fînanse dikir û birêxistin kiribû, li bejahiyê bi cih anî û ji hewayê bi balafirên şer û bêmirov ve bomberdûmaneke dijwar kir.

Tevî ku Fermandarê Giştî yê QSD’ê Mazlûm Ebdî ragihand ku ji roja Sêşemê ve ji bo şer û pevçûnên li Minbicê agirbest ragihandine, lê êrîşên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên ASA’yê yên li dijî herêmên gundewarên rojavayê Kobanê, Qereqozak û Tişrînê didomin.

DEWLETA TIRK DIXWAZE BI DESTÊ DAIŞ’Ê MINBIC Û KOBANÊ DAGIR BIKE 

Nêzîkî 220 çeteyên DAIŞ’ê yên di bin navê ASA de bi piştgiriya dewleta Tirk a dagirker hewl dan ji herêma Xendûra bikevin navenda Minbicê, di encama kemîna hêzên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê de gelek çete hatin kuştin. Di qarta flaşa ser çeteyê DAIŞ’ê yê bi nave Haşim Yusif Mihemed Selîm el Îcelî de ku tê gotin di nava çeteyên hatine kuştin de bû nav û wêneyên 415 çeteyên DAIŞ’ê yên di êrîşê de cih girtine û talîmata piştî dagirkirina Minbicê wê çawa êrîşê bejahiya Kobanê jî bikin derket holê.

Li gorî talîmatên ku di flaşbelek a li ser çeteyê kuştî, tê diyarkirin ku dema ku hêzên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê qels bibin, wê 220 komên çeteyên DAIŞ’ê ber bi Pira Qereqoza ve biçin û bi desteka balafirên bêmirov û bêfirokevan wê pêşî nuqteya Ceedet El Semawat were dagirkirin û çekên weke obus û hawanan wê werin bicihkirin. Hate diyarkirin ku ew ê gundê Xerûs ê ku destpêka serê pirê ye dagir bikin, “Koma Rakirina Dronan” saz bikin û ber bi bajarokê Sirrîn ve biçin. Hate nivîsandin ku piştî dagirkirina bajarokê Sirrîn dê bi dorê gundên di navbêra Sirrîn û Kobanê yên wek e gundên Bîra reş, Kelhîda, Fecira Jorîn, Yarmeqz, El Şehame, Qolê, Mûçik, Denqîza Mezin, Yeîqoy, Til Xezal, Qere Merzê, Dendoşan, Corat û Hefyan dagir bikin.

HELWESTA KOALISYONÊ YA JI BO VAN DAIŞ’YAN ÇI BE? 

Tevî ku beriya niha bi wêne, dîmen û belgeyan hatibû eşkerekirin ku endamên payebilind û çeteyên DAIŞ’ê yên ku bi hezaran mirov qetil kirin û sûcên li dijî mirovahiyê yên weke talan û destavêtin kirin, radestî komên çete yên girêdayî ASA’yê yên ku girêdayên dewleta Tirk a dagirker in bi perspektîfa MÎT’ê derbasî Sûriyê bûne, deşifre bûne. Rûxmê vê hêzên Koalisyonê ya pêşengtiya wê Amerîka dike ku bi îdeaya li dijî DAIŞ’ê ew li Sûriyê ne dê helwestek çawa nîşan bide tê meraq kirin.

NAVÊN ÇETEYÊN DAIŞ’Ê YÊN DI NAVA KOMÊN ASA DE HATINE BICIHKIRIN

Navên 415 çeteyên DAIŞ’ê yên ku ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve di nav komên ASA yên Ehrar El Şerqîyê, Cêyş el Şerqîyê, Sultan Murat, Sultan Silêman Şah, Lîwa Semerqend, Nûredîn Zenkî, Firqa 20, Lîwa 313, Firqa 51, Ceyş el Nuxbê de hatine bicihkirin di linka jêrde ye;

Navên DAIŞ’î Yên Ku Bi Çeteyên Dewleta Tirk Re Êrîşî Minbic û Kobanê Dikin-Lekolin.org

Fırat Ali/Aras Şaho

Navenda Lêkolînên Stratejîk A Kurdistanê

 

Etiketler: ABDDagirkeriya TirkDAIShtşKOBANEMinbicMITNATOROJAVASurî
Önceki yazı

DAIŞ Bi Destê Dewleta Tirk a Dagirker Ve Hat Zindîkirin – DOSYA TAYBET

Sonraki Haber

Gelo HTŞ Tenê Beşek Ji Nû Ve Dizayna Rojhilata Navîn e? JI EDITOR

Benzer Haberler

KCK: Gelê me yê Rojava wê destketiyên xwe li ser xeta Rêber Apo biparêze û bi pêş ve bibe!
Nûçe

KCK: Gelê me yê Rojava wê destketiyên xwe li ser xeta Rêber Apo biparêze û bi pêş ve bibe!

19 July 2026
Hevkariya MÎT’ê Bi Îranê Re û Planên wê yên Derbarê Eşîran de – NÛÇE ANALÎZ
Lêkolîn

Hevkariya MÎT’ê Bi Îranê Re û Planên wê yên Derbarê Eşîran de – NÛÇE ANALÎZ

16 July 2026
KCK: Em ê hesreta berxwedêrên 14’ê Tîrmehê pêk bînin!
Nûçe

KCK: Em ê hesreta berxwedêrên 14’ê Tîrmehê pêk bînin!

13 July 2026
Sonraki Haber
Gelo HTŞ Tenê Beşek Ji Nû Ve Dizayna Rojhilata Navîn e? JI EDITOR

Gelo HTŞ Tenê Beşek Ji Nû Ve Dizayna Rojhilata Navîn e? JI EDITOR

Nivîsên Ku Derdikevin Pêş

  • Em Toreke din a Sîxûrên MÎT û Parastinê Aşkere Dikin- NÛÇE TAYBET

    Em Toreke din a Sîxûrên MÎT û Parastinê Aşkere Dikin- NÛÇE TAYBET

    587 Paylaşım
    Paylaş 235 Paylaş 147
  • Öcalan: Kürtler Arasında Kan Dökülmesin

    671 Paylaşım
    Paylaş 268 Paylaş 168
  • KÜRDİSTAN’DA COĞRAFYA VE KÜLTÜR

    568 Paylaşım
    Paylaş 227 Paylaş 142
  • Hevkariya MÎT’ê Bi Îranê Re û Planên wê yên Derbarê Eşîran de – NÛÇE ANALÎZ

    501 Paylaşım
    Paylaş 200 Paylaş 125
  • KCK: Em ê hesreta berxwedêrên 14’ê Tîrmehê pêk bînin!

    501 Paylaşım
    Paylaş 200 Paylaş 125

KCK: Gelê me yê Rojava wê destketiyên xwe li ser xeta Rêber Apo biparêze û bi pêş ve bibe!

Şoreşa 19’ê Tîrmehê: Hafizeya Gel, Destkeftî û Dersên Ji Bo Pêşerojê

Kalkan: Mifteya Aştiyê Îmraliyê Ye, Divê Rêya Siyasetê Were Vekirin

Hevkariya MÎT’ê Bi Îranê Re û Planên wê yên Derbarê Eşîran de – NÛÇE ANALÎZ

Mîrateya Hz.Birahîm, Kurd, Cihû û Li Rojhilata Navîn Lêgerîna Aştiya Demokratîk

Di Germahiya Tîrmehê De Azadî

  • DERBAR DE
  • PEYWENDÎ
  • HEMÛ NIVÎS
LÊKOLÎN

© NAVENDA LÊKOLÎNÊN STRATEJÎK A KURDISTANÊ 2025

Tekrar hoşgeldiniz!

Hesaba giriş

Şifrenizimi unuttunuz?

Tüm alanlar zorunludur

Şifrenizi sıfırlamak için lütfen kullanıcı adınızı veya e-posta adresinizi girin.

Oturum aç

Add New Playlist