• Türkçe
Sonuç yok
Tüm Sonuçları Göster
  • RUPELA GIŞTÎ
  • NÛÇE
  • ANALÎZÊN SIYASÎ
  • LÊKOLÎN
  • GOTAR
  • Hemû beş
    • Ji Edîtor
    • Jin
    • Perspektîfên Azadiyê
    • Rêze Nivîs
    • Rastiyên MIT
    • Hevpeyvîn
    • Ji Çapemeniya Derve
    • Nivîsên Azad
  • RUPELA GIŞTÎ
  • NÛÇE
  • ANALÎZÊN SIYASÎ
  • LÊKOLÎN
  • GOTAR
  • Hemû beş
    • Ji Edîtor
    • Jin
    • Perspektîfên Azadiyê
    • Rêze Nivîs
    • Rastiyên MIT
    • Hevpeyvîn
    • Ji Çapemeniya Derve
    • Nivîsên Azad
Sonuç yok
Tüm Sonuçları Göster
Turkçe
Anasayfa Beşên Nûçe

MÎT Li Hesekê Ji Bo Têkbirina Îstîkrarê Li Ser Kare- NÛÇEYA TAYBET

NAVENDA NÛÇEYAN - Dewleta Tirk a dagirker ku hewl dide li Sûriyê serweriya xwe zêde bike, li Hesekê ya di bin kontrola Rêveberiya Xweser de, ji bo têkbirina îstîkrarê, MÎT û îstîxbarata HTŞ’ê xistiye dewrê.

Yayınlayan Lekolin
20 April 2025
Kategori: Nûçe
255 3
A A
MÎT Li Hesekê Ji Bo Têkbirina Îstîkrarê Li Ser Kare- NÛÇEYA TAYBET
Facebook İle PaylaşınTwitter İle Paylaşın
FacebookX

Dewleta Tirk a dagirker, piştî hilweşîna Rejîma Esed, ji bo zêdekirina serweriya xwe li Sûriyê û tunekirina destkeftiyên Kurdan, li bajarê Hesekê yê di bin kontrola Rêveberiya Xweser a Demokratîk a Rojava de, ji bo têkbirina aramiyê, MÎT û îstîxbarata HTŞ’ê xistiye tevgerê.

Ji çavkaniyên pêbawer ên ku me agahî jê wergirtine, di hefteya duyemîn a Nîsanê de, li Şamê civîneke veşartî hat lidarxistin. Di vê civînê de, Serokatiya Îstîxbarata Hikûmeta Heyet Tehrîr El-Şam (HTŞ), du fermandarên leşkerî yên dewleta Tirk a dagirker û komek nûnerên eşîrên ji Hesekê beşdar bûn. Di civîna ku nêzî du saet û nîvan dom kir de, hat zanîn ku êrîşên ji bo têkbirina îstîkrarê li Hesekê û gundên derdorê hatine plan kirin. Ev êrîş dê bi koordînasyona MÎT’ê, bi riya endamên eşîran, li dijî baregehên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) û hêzên Koalîsyonê bêne kirin.

BI NAVÊ “MERTALA CEZÎRÊ” RÊXISTINEKE LEŞKERÎ BÊ AVAKIRIN

Li gorî agahiyên ku me bi dest xistine, di civînê de biryar hat dayin ku li ser rêyên gundan êrîş li dijî QSD’ê bêne kirin û rêxistineke leşkerî ya bi navê “Mertala Cezîrê” bê avakirin. Ev rêxistin dê bi seferberkirina ciwanên di nav eşîran de û endamên ku ji QSD’ê veqetiyane, bê xurtkirin. Herwiha, tê plan kirin ku li dijî QSD’ê, bi hinceta “girtin û zindankirina” pêkhateyên Ereb, serhildaneke sivîl û leşkerî bê destpêkirin.

Di çarçoveya vê planê de ku armanc ew e ku kontrola QSD’ê li herêmê qels bike û bandora Tirkiyê li Bakur-Rojhilatê Sûriyê zêde bike, navên kesên ku MÎT’ê di nav eşîran de erkdar kirine wiha ne: Şêx Zamil El Sebîî, Şêx Hisên Emîn, Şêx Mehmûd El Madî, Şêx Sêf El Cerba, Şêx Ibrahîm Hebeş, Şêx Şaîş El Milhim, Şêx Ekrem El Meşhedanî, Şêx Mihemed Diyab û Şêx Mihemed El Hiso.

Hat ragihandin ku ev kes berê gelek caran ji aliyê serokên eşîran ve hatine hişyarkirin ku têkiliyê bi dewleta Tirk re daneynin. Tê meraqkirin ka serokên eşîran dê çawa bersivê bidin berdewamkirina têkiliyên van kesan bi dewleta Tirk a dagirker re.

Navenda Lêkolînên Stratejîk A Kurdistanê

Etiketler: HesekehtşMertala CezirêMITQSDSam
Önceki yazı

ENKS Divê Êdî Biryara Xwe Bide!

Sonraki Haber

Gelo Tirkiyê Senaryoya Idlibê Li Iraqê Dixe Meriyetê?- NÛÇE ANALÎZ

Benzer Haberler

KCK: Gelê me yê Rojava wê destketiyên xwe li ser xeta Rêber Apo biparêze û bi pêş ve bibe!
Nûçe

KCK: Gelê me yê Rojava wê destketiyên xwe li ser xeta Rêber Apo biparêze û bi pêş ve bibe!

19 July 2026
Hevkariya MÎT’ê Bi Îranê Re û Planên wê yên Derbarê Eşîran de – NÛÇE ANALÎZ
Lêkolîn

Hevkariya MÎT’ê Bi Îranê Re û Planên wê yên Derbarê Eşîran de – NÛÇE ANALÎZ

16 July 2026
KCK: Em ê hesreta berxwedêrên 14’ê Tîrmehê pêk bînin!
Nûçe

KCK: Em ê hesreta berxwedêrên 14’ê Tîrmehê pêk bînin!

13 July 2026
Sonraki Haber
Gelo Tirkiyê Senaryoya Idlibê Li Iraqê Dixe Meriyetê?- NÛÇE ANALÎZ

Gelo Tirkiyê Senaryoya Idlibê Li Iraqê Dixe Meriyetê?- NÛÇE ANALÎZ

Nivîsên Ku Derdikevin Pêş

  • KÜRDİSTAN’DA COĞRAFYA VE KÜLTÜR

    KÜRDİSTAN’DA COĞRAFYA VE KÜLTÜR

    570 Paylaşım
    Paylaş 228 Paylaş 143
  • Hevkariya MÎT’ê Bi Îranê Re û Planên wê yên Derbarê Eşîran de – NÛÇE ANALÎZ

    502 Paylaşım
    Paylaş 201 Paylaş 126
  • Öcalan: Kürtler Arasında Kan Dökülmesin

    671 Paylaşım
    Paylaş 268 Paylaş 168
  • Em Toreke din a Sîxûrên MÎT û Parastinê Aşkere Dikin- NÛÇE TAYBET

    588 Paylaşım
    Paylaş 235 Paylaş 147
  • Devlet Bahçeli Kimdir?

    627 Paylaşım
    Paylaş 251 Paylaş 157

KCK: Gelê me yê Rojava wê destketiyên xwe li ser xeta Rêber Apo biparêze û bi pêş ve bibe!

Şoreşa 19’ê Tîrmehê: Hafizeya Gel, Destkeftî û Dersên Ji Bo Pêşerojê

Kalkan: Mifteya Aştiyê Îmraliyê Ye, Divê Rêya Siyasetê Were Vekirin

Hevkariya MÎT’ê Bi Îranê Re û Planên wê yên Derbarê Eşîran de – NÛÇE ANALÎZ

Mîrateya Hz.Birahîm, Kurd, Cihû û Li Rojhilata Navîn Lêgerîna Aştiya Demokratîk

Di Germahiya Tîrmehê De Azadî

  • DERBAR DE
  • PEYWENDÎ
  • HEMÛ NIVÎS
LÊKOLÎN

© NAVENDA LÊKOLÎNÊN STRATEJÎK A KURDISTANÊ 2025

Tekrar hoşgeldiniz!

Hesaba giriş

Şifrenizimi unuttunuz?

Tüm alanlar zorunludur

Şifrenizi sıfırlamak için lütfen kullanıcı adınızı veya e-posta adresinizi girin.

Oturum aç

Add New Playlist