• Türkçe
Sonuç yok
Tüm Sonuçları Göster
  • RUPELA GIŞTÎ
  • NÛÇE
  • ANALÎZÊN SIYASÎ
  • LÊKOLÎN
  • GOTAR
  • Hemû beş
    • Ji Edîtor
    • Jin
    • Perspektîfên Azadiyê
    • Rêze Nivîs
    • Rastiyên MIT
    • Hevpeyvîn
    • Ji Çapemeniya Derve
    • Nivîsên Azad
  • RUPELA GIŞTÎ
  • NÛÇE
  • ANALÎZÊN SIYASÎ
  • LÊKOLÎN
  • GOTAR
  • Hemû beş
    • Ji Edîtor
    • Jin
    • Perspektîfên Azadiyê
    • Rêze Nivîs
    • Rastiyên MIT
    • Hevpeyvîn
    • Ji Çapemeniya Derve
    • Nivîsên Azad
Sonuç yok
Tüm Sonuçları Göster
Turkçe
Anasayfa Beşên Nûçe

Li Qampa Riha’yê Perwerdeya Îstîxbarat a Veşartî – NÛÇE TAYBET

NAVENDA NÛÇEYAN – Li Qampa Riha ya Tirkiyê, dûrxistina ciwanên Sûriyê ji malbatên wan û perwerdeya leşkerî û îstîxbaratê, pîvaneke nû ya polîtîkayên dagirkeriyê derdixe holê.

Yayınlayan Lekolin
28 November 2025
Kategori: Nûçe
248 13
A A
Li Qampa Riha’yê Perwerdeya Îstîxbarat a Veşartî – NÛÇE TAYBET
Facebook İle PaylaşınTwitter İle Paylaşın
FacebookX

Dewleta Tirk a ku di navbera salên 2014-2017’an de li qampên bi navê koçberên Sûriyê yên li Hawar Kilîs, Riha û Dîlok’ê bi sedan çeteyên DAIŞ’ê rêxistin kir û êrîşî axa Rojava kir, di pêvajoyên pêş de jî dest bi şopandina stratejiyeke nû kir. Di çarçoveya vê stratejiyê de hat zanîn ku dewleta Tirk ku li ser xebatên îstixbaratê disekine, bi destê MÎT’ê taybetî qampên perwerdeya îstixbaratê ya li Riha hatî avakirin, armanc dikin ku ciwanên Sûriyê ji gelek herêmên Sûriyê bi taybetî jî herêmên Rêveberiya Xweser a Demokratîk a Rojava  re rêkin.

Li gorî agahiyên ku me wek Lekolin.org bi dest xistine, navenda perwerdeya ciwanan a ku Tirkiyê li Kampa Rihayê ava kiriye, bûye qada ku ciwanên Sûriyê ji malbatên xwe tên veqetandin û rastî perwerdeya leşkerî û îstixbaratê tên. Ev pêkhate beşek ji plana zêdekirina bandora dewleta Tirk a dagirker li Sûriyê û berfirehkirina tora xwe ya îstîxbaratê ya ji herêmên Rêveberiya Xweser e.

BERNAMEYA PERWERDEYA HEVBEŞ A Bİ HTŞ RE

Li gorî agahiyên ku me bidestxistî, ciwanên ku anîne kampê ji malbatên xwe tên veqetandin, telefonên wan tên girtin û qeydên wan ên şexsî tên lêkolînkirin. Hesabên wan yên medya ya civakî û danûstandinên wan ên berê têne lêkolîn kirin. Destûr tê dayîn ku hefteyê carekê bi malbatên xwe re hevdîtinê bikin, lê ev hevdîtin di bin qontrolên tund de pêk tên.

Perwerdeya ku ji aliyê leşkerên Tirk ve tê dayîn, armanc dike ku bi HTŞ’ê re avahiyeke rêxistinkirî ava bike û li qadê kapasîteya îstîxbarata Tirkiyê zêde bike. Hat diyarkirin ku her kesê ku beşdarî pêvajoya perwerdeyê bûye, tevlî bernameya îstîxbarat û hizrînê bûne.

BEŞEK CÛDA JI BO JİNAN

Yek ji xalên balkêş jî di nava qampê de avakirina beşeke cuda ji bo jinan e. Li gorî agahiyên ku me girtî, ev rewş diyar dike ku jin wê di xebatên îstîxbaratê de jî bên bikaranîn. Tê pêşbînîkirin ku jin bi rêya têkiliyên civakî ji bo berhevkirina agahiyan bên nirxandin.

Dİ DERBASBÛNÊN SÎNOR DE QİLFA QAÇAXÇÎTİYÊ

Li gorî zanînên ku ji çavkaniyên pêbawer me bi dest xistî ji me re radigîne ku, kesên ku ji Tirkiyê derbasî Sûriyê dibin, di bin navê “qaçaxçîtîyê” de ji sînor tên derbaskirin, bi vê awayî ku werin girtin, da ku peywendiyên wan ên istixbaratî veşartî bimînin. Bi vê rêbazê hat zanîn ku hin kesên li qampê derbasî herêmên Rêveberiya Xweser hatine kirin û li gorî armancên MÎT’ê dixebitin.

PLANA Bİ RÊYA CİWANAN DERBASÎ HERÊMÊN RÊVEBERİYA XWESER BÛYÎN

Armanca sereke ya vê stratejiya Tirkiyê, piştgirîkirina hêzên leşkerî bi kapasîteya xwe ya istixbaratî û bidestxistina bandorê li herêmên cuda yên Sûriyê ye. Bi taybetî herêmên Rêveberiya Xweser di navenda vê planê de ne. Derdixe holê ku Qampa Rihayê ne tenê bûye qada stargehê, di heman demê de bûye navenda polîtîkayên îstîxbaratî û bandorî yên Tirkiyê.

Navenda Lêkolînên Stratejîk A Kurdistanê

Etiketler: Dewleta TirkhtşîstixbaratjinMITRêveberiya XweserUrfa
Önceki yazı

Bê Îstîqrariya CHP’ê

Sonraki Haber

Payîz û Serhildan

Benzer Haberler

KCK: Gelê me yê Rojava wê destketiyên xwe li ser xeta Rêber Apo biparêze û bi pêş ve bibe!
Nûçe

KCK: Gelê me yê Rojava wê destketiyên xwe li ser xeta Rêber Apo biparêze û bi pêş ve bibe!

19 July 2026
Hevkariya MÎT’ê Bi Îranê Re û Planên wê yên Derbarê Eşîran de – NÛÇE ANALÎZ
Lêkolîn

Hevkariya MÎT’ê Bi Îranê Re û Planên wê yên Derbarê Eşîran de – NÛÇE ANALÎZ

16 July 2026
KCK: Em ê hesreta berxwedêrên 14’ê Tîrmehê pêk bînin!
Nûçe

KCK: Em ê hesreta berxwedêrên 14’ê Tîrmehê pêk bînin!

13 July 2026
Sonraki Haber
Payîz û Serhildan

Payîz û Serhildan

Nivîsên Ku Derdikevin Pêş

  • Em Toreke din a Sîxûrên MÎT û Parastinê Aşkere Dikin- NÛÇE TAYBET

    Em Toreke din a Sîxûrên MÎT û Parastinê Aşkere Dikin- NÛÇE TAYBET

    587 Paylaşım
    Paylaş 235 Paylaş 147
  • Öcalan: Kürtler Arasında Kan Dökülmesin

    671 Paylaşım
    Paylaş 268 Paylaş 168
  • KÜRDİSTAN’DA COĞRAFYA VE KÜLTÜR

    568 Paylaşım
    Paylaş 227 Paylaş 142
  • Hevkariya MÎT’ê Bi Îranê Re û Planên wê yên Derbarê Eşîran de – NÛÇE ANALÎZ

    501 Paylaşım
    Paylaş 200 Paylaş 125
  • KCK: Em ê hesreta berxwedêrên 14’ê Tîrmehê pêk bînin!

    501 Paylaşım
    Paylaş 200 Paylaş 125

KCK: Gelê me yê Rojava wê destketiyên xwe li ser xeta Rêber Apo biparêze û bi pêş ve bibe!

Şoreşa 19’ê Tîrmehê: Hafizeya Gel, Destkeftî û Dersên Ji Bo Pêşerojê

Kalkan: Mifteya Aştiyê Îmraliyê Ye, Divê Rêya Siyasetê Were Vekirin

Hevkariya MÎT’ê Bi Îranê Re û Planên wê yên Derbarê Eşîran de – NÛÇE ANALÎZ

Mîrateya Hz.Birahîm, Kurd, Cihû û Li Rojhilata Navîn Lêgerîna Aştiya Demokratîk

Di Germahiya Tîrmehê De Azadî

  • DERBAR DE
  • PEYWENDÎ
  • HEMÛ NIVÎS
LÊKOLÎN

© NAVENDA LÊKOLÎNÊN STRATEJÎK A KURDISTANÊ 2025

Tekrar hoşgeldiniz!

Hesaba giriş

Şifrenizimi unuttunuz?

Tüm alanlar zorunludur

Şifrenizi sıfırlamak için lütfen kullanıcı adınızı veya e-posta adresinizi girin.

Oturum aç

Add New Playlist