• Türkçe
Sonuç yok
Tüm Sonuçları Göster
  • RUPELA GIŞTÎ
  • NÛÇE
  • ANALÎZÊN SIYASÎ
  • LÊKOLÎN
  • GOTAR
  • Hemû beş
    • Ji Edîtor
    • Jin
    • Perspektîfên Azadiyê
    • Rêze Nivîs
    • Rastiyên MIT
    • Hevpeyvîn
    • Ji Çapemeniya Derve
    • Nivîsên Azad
  • RUPELA GIŞTÎ
  • NÛÇE
  • ANALÎZÊN SIYASÎ
  • LÊKOLÎN
  • GOTAR
  • Hemû beş
    • Ji Edîtor
    • Jin
    • Perspektîfên Azadiyê
    • Rêze Nivîs
    • Rastiyên MIT
    • Hevpeyvîn
    • Ji Çapemeniya Derve
    • Nivîsên Azad
Sonuç yok
Tüm Sonuçları Göster
Turkçe
Anasayfa Beşên Nûçe

Li Girê Spî Û Serêkaniyê Koordinasyona Şam-MÎT- NÛÇE TAYBET

NAVENDA NÛÇEYAN- Dewleta Tirk ku di stratejiya xwe ya kontrolê ya li herêmên dagirkirî de ketiye qonaxeke nû, şandeyek dûyemîn a girêdayî hikûmeta Şamê bi rêya MÎT'ê şand Girî Spî û Serêkaniyê.

Yayınlayan Lekolin
25 July 2025
Kategori: Nûçe
250 8
A A
Li Girê Spî Û Serêkaniyê Koordinasyona Şam-MÎT- NÛÇE TAYBET
Facebook İle PaylaşınTwitter İle Paylaşın
FacebookX

Dema ku dewleta Tirk a dagirker derbasî qonaxeke nû ya stratejiya xwe ya kontrolê ya li herêmên dagirkirî yên Sûriye yê dibe, hat zanîn ku şandeya duyemîn a hikûmeta Şamê bi rêya MÎT’ê di meha Tîrmehê de şandiye Girê Spî û Serêkaniyê.

Li gorî agahiyên ku Lêkolîn.org bi dest xistine, di 9’ê Tîrmeha 2025’an de li gorî daxwaza MÎT’ê şandeyekê girêdayî Rêveberiya Şamê derbasî Girê Spî û Serêkaniyê bûye. Hat zanîn ku hemû belge û qeydên ku li deriyê kontrolê ya Girê Spî û Serêkaniyê hatiye bidestxistin, ji aliyê çeteyên girêdayî dewleta Tirk ve radestî şandeya Şamê hat kirin.

ROLA ŞAM’Ê Û RÊVEBIRINA MÎT’Ê

Weke ku Lekolin.org di nûçeya xwe ya taybet ya berî niha de dabû diyarkirin, her çend derbasbûna Şamê ji bo van herêman bi awayekî wekî pêvajoyek “normalîzekirinê” hatibe nîşandan jî, ev tevger di bingeha xwe de bi rêvebiriya MÎT’ê pêk hatiye. Navendên ku li Girê Spî û Serêkaniyê avakirina wan tê plankirin; noqteyên sîvil û leşkerî, yekîneyên îstixbaratê yên li deriyên sînor û ji navenda meclîsên herêmî pêk tê. MÎT bi van navendan armanc dike ku komên çete yên li herêmê ji nû ve birêxistin bike,  Şam’ê bike amûr û kontrola xwe bi sazî bike. Di qonaxa yekem de tê plankirin ku 700 kes derbasî Girê Spî û 600 kes jî derbasî Serêkaniyê bikin. Ev, hewildana niştecihbûnê ya stratejîk e ku armanca wê kûrkirina çavderiya rêveberî û leşkerî ye.

TALÎMATA MÎT A “HEYA KU XEBER JI ME NEYÊ GAV NEAVÊJIN”

Di şeva 10’ê Tîrmeh’ê de, Yekîneya Îstixbarata Şamê ji endamên meclîsên herêmî yên Girê Spî û Serêkaniyê re ragihand ku divê ew meclîsên xwe fesih bikin û girêdayî hikûmeta navendî bin û wek meclîsên serbixwe kar nekin. Lê, ev talîmat hîn nehatiye bi cih kirin. Hêmana balkêş a di vê xalê de, hişyariya ku ji nûnerên herêmî re ku  ji aliyê MÎT’ê ve hatî kirin a “heya xeberek ji me neyê gav neavêjin” bû. Ev gotin, bi awayekî eşkere diyar dike ku planên stratejîk ên Enqere yên li herêmê hîn bi dawî nebûne û avahiyên li qadê bi dema MÎT’ê tên birêvebirin. Meclîsên herêmî, rasterast ne ji Şamê; divê di bin çavdêriya MÎT’ê de xebatên xwe bidomîne. Ev hişyarî ne tenê tedbîrek e, mekanîzmeyek kontrolê ye ku rewşa demkî ya avahiyên herêmî diyar dike.

STRATEJIYA HEREMÊ Û PLANÊN NE HATÎ BI DAWÎKIRIN

Çavkaniyên me yên pêbawer piştrast kirin ku şandeya Hikûmeta Demkî ya Şamê serdana herêmên Cerablûs, Ezaz û Minbicê jî kiriye. Di hevdîtinên hatî kirin de hat zanîn ku dema ku bi berpirsên pêkhateyên herêmî yên ku ji aliyê MÎT’ê ve hatine avakirin re nîqaş hat kirin, piraniya rêveberên navborî ragihand ku ew entegre bûyîna nav pêkhateyên sazî yên girêdayî Hikûmeta Demkî ya Şamê pejirandine.

Ev biryar nîşan didin ku MÎT, pêvajoya girêdana avahiyên li herêmên dagirkirî, bi Şamê re li ser bingehê herêmî digre dest. Bi taybetî jî pêkhateyên wê yên li Serêkaniyê û Girê Spî heya niha bi temamî entegrasyona wê ya li Şamê nepejirandiye, ev jî nîşan dide ku dewleta Tirk li van herêman li dijî Rêveberiya Xweser planên qirêj pêşdixe yan jî van planan hîn bi dawî nekiriye.

ENTEGRASYONA XÛYAYÎ, ÇAVDÊRÎYA RASTÎN

Bi rêya vegûhestina belgeyan û danûstandinên teknîkî yên li  deriyên sînor, hat zanîn ku deriyên sînor yên di navbera Tirkiye û Şamê de wê bi awayekî koordînekirî wê ji nû ve bên sererastkirin. Ev dergeh ne tenê lojîstik û bazirganî; di warê sewqiyata leşkerî û îstixbaratê de jî xwedî girîngiyek stratejîk in. Her çend xuya ye ku pêvajoya entegrasyonê ya xûyayî wek ku Şamê derdixe pêş jî, stratejiyek kontrolê ya pir qatî heye ku MÎT tê de xwedî çavderiya rastîn e.

Pêşketinên li Girê Spî û Serêkaniyê wek pêkhateyên pêvajoyeke ku ne tenê rewşa rêveberiyên herêmî, stratejiyên herêmî, têkîliyên dîplomatîk û bertekên navneteweyî ji nû ve pênase dike, dinirxîne.

Navenda Lêkolînên Stratejîk A Kurdistanê

Etiketler: Dagirkeriya TirkGirê SpîhtşMITSamSerekaniye
Önceki yazı

Ji Sala 1993’an Ve Agirbest û Lêgerîna Çareseriya Pirsgirêka Kurd -3

Sonraki Haber

Cihên Ku Elewî Hatine Revandin Aşkere Dikin – NÛÇE TAYBET

Benzer Haberler

KCK: Gelê me yê Rojava wê destketiyên xwe li ser xeta Rêber Apo biparêze û bi pêş ve bibe!
Nûçe

KCK: Gelê me yê Rojava wê destketiyên xwe li ser xeta Rêber Apo biparêze û bi pêş ve bibe!

19 July 2026
Hevkariya MÎT’ê Bi Îranê Re û Planên wê yên Derbarê Eşîran de – NÛÇE ANALÎZ
Lêkolîn

Hevkariya MÎT’ê Bi Îranê Re û Planên wê yên Derbarê Eşîran de – NÛÇE ANALÎZ

16 July 2026
KCK: Em ê hesreta berxwedêrên 14’ê Tîrmehê pêk bînin!
Nûçe

KCK: Em ê hesreta berxwedêrên 14’ê Tîrmehê pêk bînin!

13 July 2026
Sonraki Haber
Cihên Ku Elewî Hatine Revandin Aşkere Dikin – NÛÇE TAYBET

Cihên Ku Elewî Hatine Revandin Aşkere Dikin - NÛÇE TAYBET

Nivîsên Ku Derdikevin Pêş

  • Em Toreke din a Sîxûrên MÎT û Parastinê Aşkere Dikin- NÛÇE TAYBET

    Em Toreke din a Sîxûrên MÎT û Parastinê Aşkere Dikin- NÛÇE TAYBET

    587 Paylaşım
    Paylaş 235 Paylaş 147
  • Öcalan: Kürtler Arasında Kan Dökülmesin

    671 Paylaşım
    Paylaş 268 Paylaş 168
  • KÜRDİSTAN’DA COĞRAFYA VE KÜLTÜR

    568 Paylaşım
    Paylaş 227 Paylaş 142
  • Hevkariya MÎT’ê Bi Îranê Re û Planên wê yên Derbarê Eşîran de – NÛÇE ANALÎZ

    501 Paylaşım
    Paylaş 200 Paylaş 125
  • KCK: Em ê hesreta berxwedêrên 14’ê Tîrmehê pêk bînin!

    501 Paylaşım
    Paylaş 200 Paylaş 125

KCK: Gelê me yê Rojava wê destketiyên xwe li ser xeta Rêber Apo biparêze û bi pêş ve bibe!

Şoreşa 19’ê Tîrmehê: Hafizeya Gel, Destkeftî û Dersên Ji Bo Pêşerojê

Kalkan: Mifteya Aştiyê Îmraliyê Ye, Divê Rêya Siyasetê Were Vekirin

Hevkariya MÎT’ê Bi Îranê Re û Planên wê yên Derbarê Eşîran de – NÛÇE ANALÎZ

Mîrateya Hz.Birahîm, Kurd, Cihû û Li Rojhilata Navîn Lêgerîna Aştiya Demokratîk

Di Germahiya Tîrmehê De Azadî

  • DERBAR DE
  • PEYWENDÎ
  • HEMÛ NIVÎS
LÊKOLÎN

© NAVENDA LÊKOLÎNÊN STRATEJÎK A KURDISTANÊ 2025

Tekrar hoşgeldiniz!

Hesaba giriş

Şifrenizimi unuttunuz?

Tüm alanlar zorunludur

Şifrenizi sıfırlamak için lütfen kullanıcı adınızı veya e-posta adresinizi girin.

Oturum aç

Add New Playlist