• Türkçe
Sonuç yok
Tüm Sonuçları Göster
  • RUPELA GIŞTÎ
  • NÛÇE
  • ANALÎZÊN SIYASÎ
  • LÊKOLÎN
  • GOTAR
  • Hemû beş
    • Ji Edîtor
    • Jin
    • Perspektîfên Azadiyê
    • Rêze Nivîs
    • Rastiyên MIT
    • Hevpeyvîn
    • Ji Çapemeniya Derve
    • Nivîsên Azad
  • RUPELA GIŞTÎ
  • NÛÇE
  • ANALÎZÊN SIYASÎ
  • LÊKOLÎN
  • GOTAR
  • Hemû beş
    • Ji Edîtor
    • Jin
    • Perspektîfên Azadiyê
    • Rêze Nivîs
    • Rastiyên MIT
    • Hevpeyvîn
    • Ji Çapemeniya Derve
    • Nivîsên Azad
Sonuç yok
Tüm Sonuçları Göster
Turkçe
Anasayfa Beşên Nûçe

HTŞ û MÎT’ê Fîtîla Êrîşê li ser Dûrziyan Pêxistin – NÛÇEYÊN TAYBET

NAVENDA NÛÇEYAN - MÎT û HTŞ’ê ku demek dirêj e li dijî gelê Dûrziyan ên ku meclîsa xwe ya leşkerî ava kirine û rêveberiyek xweser dixwazin planên qirêj çêdikin, fîtîla êrîşê pêxistin.

Yayınlayan Lekolin
30 April 2025
Kategori: Nûçe
256 2
A A
HTŞ û MÎT’ê Fîtîla Êrîşê li ser Dûrziyan Pêxistin – NÛÇEYÊN TAYBET
Facebook İle PaylaşınTwitter İle Paylaşın
FacebookX

Li navçeya Şamê Ceramana yê ku piraniya Durzî lê dijîn ji duh şev (28ê Nîsanê) ve bûye qada pevçûnên tund. HTŞ û MÎT ku demek dirêj e ji bo êrîşên li ser herêmên Suweda û Ceremana plan dikin ku piraniya Durzî lê dijîn, di şeva 28ê Nîsanê de fitîla êrîşê pêxistin.

Malpera me Lekolin.org di Nûçeyên Taybet ên 7’ê Adara 2025’an û 13’ê Adara 2025’an de planên qirêj ên dewleta dagirker a Tirkiyeyê ya li dijî herêmê bi rêya MÎT’ê û hevrêziya bi HTŞê re eşkere kiribû. Li gorî agahiyên ku me li Lekolin.org bi dest xistine, di hefteya dawî ya Sibatê de li Sefaretxaneya Tirkiyê ya li Şamê civînek di navbera rayedarên MÎT’ê û fermandarên HTŞ’ê de pêk hatiye.

Di civînê de, rayedarên MÎT’ê ev talîmat dan fermandarên HTŞ’ê: Divê HTŞ serweriya xwe li ser herêma Suwedayê û gundewarên wê ava bike û pêşî li belavbûna Durzî bo herêmên din bigire, û kaosek çêke ku mudaxeleya hêzên Ewlekariya Giştî yên girêdayî HTŞ’ê li herêmê ferz bike.

Di çarçoveya van planên MÎT û HTŞ’ê de, piştî ku tomareke dengî ya ku rexne li Pêxember Muhammed digirt li ser medyaya civakî belav bû, fîşeka êrîşên xwînî pê ket. Hat îdîakirin ku tomara dengî ya melayekî Durzî ye. Lêbelê, melayekî bi navê Merwan Kiwan di vîdyoyekê de ku li ser medyaya civakî weşand got ku deng ne ya wî ye û ev tohmet armanc dike ku di navbera gel de nakokiyan derxe.

Li gel vê yekê, çeteyên DAIŞ’ê yên girêdayî MÎT’ê û komên cîhadîst ên radîkal ên biyanî yên di nav HTŞê de êrîşek kirin, pêşî li Hums û Şamê êrîşî xwendekarên bi eslê xwe Durzî kirin, dû re jî êrîşî bajarê Ceremana yê Suwedayê kirin. Hat hînbûn ku di êrîşên ku heta niha berdewam kirine de zêdetirî 17 Durzî hatine kuştin û 12 kes jî birîndar bûne.

Serokatiya olî ya Durzî li Ceremana tomara dengî şermezar kir û her wiha ‘êrîşa çekdarî ya neheq’ a li ser taxê jî şermezar kir. Serokatiyê ku bang li dewletê kir, xwest ku bûyer bi zelalî ji raya giştî re were zelalkirin.

Grûbên siyasî, civakî û leşkerî yên li Suwedayê ji bo çareserkirina aloziyên li Ceremana û herêmên din civînek bi beşdariyeke berfireh li dar xistin. Di civînê de rêkeftineke agirbestê hat kirin û hat gotin ku kesên ku xeletî kirine dê hesab bidin. Lêbelê, kêmtir ji saetekê piştî vê daxuyaniyê, çeteyên cîhadîst dîsa dest bi êrîşa li ser deriyê Ceremana kirin. Di heman demê de, çeteyan dest bi êrîşên tund li ser herêmên Sahnaya û Thalaa yên Siwêdayê kirin.

Îsraîl, ku ji dema hilweşîna rejîma Beşar Esed di Kanûna 2024an de li başûrê Sûriyeyê, bi taybetî li herêmên Suweda, Deraa û Quneytrayê, di çalakiyeke leşkerî ya dijwar de ye, hîn daxuyaniyek fermî derbarê van êrîşan de nedaye û bersiva wê ya li ser erdê mijara meraqê ye.

Meha borî, êrîşên herî mezin ên komkujî ji dema hilweşîna rejîma Esed ve li dijî Elewiyan li herêmên peravê welêt hatin kirin. Malpera me Lekolin.org di analîza xwe ya Nûçeyan a 12ê Adara 2025’an de eşkere kiribû ku komkujiyên li bajarên peravê Sûriyê yên li dijî gelê Elewî hatine kirin, ji aliyê General Aslan ê bi nasnav Halîl Paşa ve ku bi eslê xwe ji Rihayê ye û yek ji berpirsên heremê yên MÎTê ye û komên çete yên di komkujiyan de beşdar bûne ve hatine kirin. Di êrîşan de zêdetirî 3 hezar sivîlên Elewî hatine kuştin.

Navenda Lêkolînên Strarejîk A Kurdistanê

Etiketler: CeremanaDAISDurzîElewihtşİsrailMITSamSuweyda
Önceki yazı

Qampa Holê û Sîxûrtiya Jinên DAIŞ’î

Sonraki Haber

Li Rojhilata Navîn Guhertinên Stratejîk û Hewildanên Statukoparêziyê – 1

Benzer Haberler

KCK: Gelê me yê Rojava wê destketiyên xwe li ser xeta Rêber Apo biparêze û bi pêş ve bibe!
Nûçe

KCK: Gelê me yê Rojava wê destketiyên xwe li ser xeta Rêber Apo biparêze û bi pêş ve bibe!

19 July 2026
Hevkariya MÎT’ê Bi Îranê Re û Planên wê yên Derbarê Eşîran de – NÛÇE ANALÎZ
Lêkolîn

Hevkariya MÎT’ê Bi Îranê Re û Planên wê yên Derbarê Eşîran de – NÛÇE ANALÎZ

16 July 2026
KCK: Em ê hesreta berxwedêrên 14’ê Tîrmehê pêk bînin!
Nûçe

KCK: Em ê hesreta berxwedêrên 14’ê Tîrmehê pêk bînin!

13 July 2026
Sonraki Haber
Li Rojhilata Navîn Guhertinên Stratejîk û Hewildanên Statukoparêziyê – 1

Li Rojhilata Navîn Guhertinên Stratejîk û Hewildanên Statukoparêziyê - 1

Nivîsên Ku Derdikevin Pêş

  • Em Toreke din a Sîxûrên MÎT û Parastinê Aşkere Dikin- NÛÇE TAYBET

    Em Toreke din a Sîxûrên MÎT û Parastinê Aşkere Dikin- NÛÇE TAYBET

    587 Paylaşım
    Paylaş 235 Paylaş 147
  • Öcalan: Kürtler Arasında Kan Dökülmesin

    671 Paylaşım
    Paylaş 268 Paylaş 168
  • KÜRDİSTAN’DA COĞRAFYA VE KÜLTÜR

    568 Paylaşım
    Paylaş 227 Paylaş 142
  • Hevkariya MÎT’ê Bi Îranê Re û Planên wê yên Derbarê Eşîran de – NÛÇE ANALÎZ

    501 Paylaşım
    Paylaş 200 Paylaş 125
  • KCK: Em ê hesreta berxwedêrên 14’ê Tîrmehê pêk bînin!

    501 Paylaşım
    Paylaş 200 Paylaş 125

KCK: Gelê me yê Rojava wê destketiyên xwe li ser xeta Rêber Apo biparêze û bi pêş ve bibe!

Şoreşa 19’ê Tîrmehê: Hafizeya Gel, Destkeftî û Dersên Ji Bo Pêşerojê

Kalkan: Mifteya Aştiyê Îmraliyê Ye, Divê Rêya Siyasetê Were Vekirin

Hevkariya MÎT’ê Bi Îranê Re û Planên wê yên Derbarê Eşîran de – NÛÇE ANALÎZ

Mîrateya Hz.Birahîm, Kurd, Cihû û Li Rojhilata Navîn Lêgerîna Aştiya Demokratîk

Di Germahiya Tîrmehê De Azadî

  • DERBAR DE
  • PEYWENDÎ
  • HEMÛ NIVÎS
LÊKOLÎN

© NAVENDA LÊKOLÎNÊN STRATEJÎK A KURDISTANÊ 2025

Tekrar hoşgeldiniz!

Hesaba giriş

Şifrenizimi unuttunuz?

Tüm alanlar zorunludur

Şifrenizi sıfırlamak için lütfen kullanıcı adınızı veya e-posta adresinizi girin.

Oturum aç

Add New Playlist