• Türkçe
Sonuç yok
Tüm Sonuçları Göster
  • RUPELA GIŞTÎ
  • NÛÇE
  • ANALÎZÊN SIYASÎ
  • LÊKOLÎN
  • GOTAR
  • Hemû beş
    • Ji Edîtor
    • Jin
    • Perspektîfên Azadiyê
    • Rêze Nivîs
    • Rastiyên MIT
    • Hevpeyvîn
    • Ji Çapemeniya Derve
    • Nivîsên Azad
  • RUPELA GIŞTÎ
  • NÛÇE
  • ANALÎZÊN SIYASÎ
  • LÊKOLÎN
  • GOTAR
  • Hemû beş
    • Ji Edîtor
    • Jin
    • Perspektîfên Azadiyê
    • Rêze Nivîs
    • Rastiyên MIT
    • Hevpeyvîn
    • Ji Çapemeniya Derve
    • Nivîsên Azad
Sonuç yok
Tüm Sonuçları Göster
Turkçe
Anasayfa Beşên Nûçe

HTŞ Çekên Kîmyewî yên Ji Ber Rejîma Esed Mane Kom Dike – NÛÇEYA TAYBET

ŞAM- HTŞ'ê ku destpêkê bi MÎT'ê re navend û biryargehên hevpar ava kir û piştre MÎT'ê li Şamê bi cih kir, niha jî bi talîmata MÎT'ê çekên kîmyewî yên ji Rejîma Baasê mane kom dike.

Yayınlayan Lekolin
18 January 2025
Kategori: Nûçe
255 5
A A
HTŞ Çekên Kîmyewî yên Ji Ber Rejîma Esed Mane Kom Dike – NÛÇEYA TAYBET
Facebook İle PaylaşınTwitter İle Paylaşın
FacebookX

Dewleta Tirk a dagirker ku êrîş û sûcên xwe yên şer ên li dijî Rojava zêde kirine, bi rêya MÎT’ê talîmata HTŞ’ê ya ku hewl dide li Şamê hikûmeteke nû ava bike, didomîne. Hate hînbûn ku HTŞ’ê ku destpêkê bi MÎT’ê re navenda hevpar ava kir û piştre tîmeke girêdayî MÎT’ê şand Şamê, niha jî bi talîmata MÎT’ê çekên kîmyewî yên ji Rejîma Baasê mayî kom kirine.

Li gorî agahiyên ku me bi dest xistine, rêveberên HTŞ’ê yên ne Ereb, rasterast di bin talîmata MÎT’ê de tevdigerin, di hefteya dawî de dest bi komkirina çekên kîmyewî yên ji rejîma berê ya Sûriyeyê mayî kirine.

Hate hînbûn ku Çekên Kîmyewî yên ku metirsiyeke mezin li ser gelê herêmê û welatên cîran çêdike, li şaxa ewlekariya kevn a li nêzî bajaroka Sansar a Humsê û li herêma Kefer Sûsê ya Şamê hatin komkirin.

Li gor agahiyên ku hatine bidestxistin hin çekên kîmyewî li gundê Yafur ê girêdayê navçeya Qetana ya Şamê hatine bicihkirin. Lê belê hat hînbûn ku bi talîmata rayedarên MÎT’ê yên li Şamê çekên kîmyewî ji Yafur derbasî bajarê Sermada yê Îdlibê ya 7 kîlometre û nîv dûrî deriyê sînor ê Bab El-Hawa kirine.

DI NAVBÊRA MÎT Û HTŞ’Ê DE PEYMANA DANÛSTANDINA ÇEK-CEBILXANE HAT ÎMZEKIRIN

MÎT’ê li aliyekê çekên kîmyewî yên ku ji Rejîma Sûriyê ya berê mane kom dike û li ser daxwaze MÎT’ê li herêmên diyarkirî hatine bicihkirin, li aliyê din jî li gorî madeyên ku amade kirine bi HTŞ’ê re peymanên çekan îmze dike.

Li gorî agahiyên ku me ji çavkaniyên pêbawer bi dest xistine, di 12’ê Çileya 2025’an de heyeta MÎT’ê ku di nav de fermandarên payebilind ên Hêzên Çekdar ên Tirk jî hene, bi Wezîrên Parastinê û Îstîxbaratê yên hikûmeta demkî ya Sûriyeyê re hevdîtin pêk anîne.

Hate hînbûn ku di hevdîtinê de di navbera MÎT û HTŞ’ê de peymana çekan hatiye îmzekirin. Di nav çekên ku Komara Tirk a dagirker dê di berdêla pere û petrolê de ji HTŞ’ê re veqetîne: alavên giran, tangên çêkirina Tirkiyê, top, kelûpelên zirxî û çekên navîn.

Her wiha hat hînbûn ku li hemberî van çekên hatine dayîn, dewleta Tirk a dagirker wê hin çekên kîmyewî yên ku HTŞ’ê berhev kiriye, bişîne Tirkiyê.

Piştî hevdîtinê hat hînbûn ku rayedarên MÎT’ê ji bo amadekariya fermandarên bi erebî û îbranî dizanin li Navenda Operasyonê ya Enqereyê û di nava Hêzên Çekdar ên Tirkiyeyê de talîmat şandine.

Hate hînbûn ku endamên MÎT’ê yên amadekirî û fermandarên TSK’ê dê li du nuqteyan li gundê Cebata Elxeşeb a Qunetra û li nêzî gundên Xan Denûn û Kenakir ên li ser xeta Derayê bi cih bibin.

ODEYÊN GUHDARKIRINÊ Û ÇALAKIYÊ HATIN AVAKIRINA

Hate hînbûn ku MÎT’a ku bi desteka HTŞ’ê li du herêman odeyên çalakî û guhdarkirinê yên veşartî ava kir, amûrên teknîkî yên asta bilind bi cih kir.

Hat diyarkirin ku MÎT bi xwe jî dê li odeyên ku li nêzî xeta Îsraîlê hatine çêkirin, tevgerên Îsraîlê yên li herêmê bişopîne û li ser xeta sînor cîhazên teknîkê yên Îsraîlê guhdar bike. Her wiha hat hînbûn ku di odeyên hatine avakirin de 4 rayedarên girêdayî Hamasê jî amade bûne.

Navenda Lêkolînên Stratejîk A Kurdistanê 

Etiketler: Dagirkeriya TirkErebhtşKurdMITQunetraSam
Önceki yazı

Em Tîma MÎT’ê ya li Şamê Eşkere dikin – NÛÇEYA TAYBET

Sonraki Haber

Dîroka Dewleta Tirk Dîroka Komkujiyan e!

Benzer Haberler

KCK: Gelê me yê Rojava wê destketiyên xwe li ser xeta Rêber Apo biparêze û bi pêş ve bibe!
Nûçe

KCK: Gelê me yê Rojava wê destketiyên xwe li ser xeta Rêber Apo biparêze û bi pêş ve bibe!

19 July 2026
Hevkariya MÎT’ê Bi Îranê Re û Planên wê yên Derbarê Eşîran de – NÛÇE ANALÎZ
Lêkolîn

Hevkariya MÎT’ê Bi Îranê Re û Planên wê yên Derbarê Eşîran de – NÛÇE ANALÎZ

16 July 2026
KCK: Em ê hesreta berxwedêrên 14’ê Tîrmehê pêk bînin!
Nûçe

KCK: Em ê hesreta berxwedêrên 14’ê Tîrmehê pêk bînin!

13 July 2026
Sonraki Haber
Dîroka Dewleta Tirk Dîroka Komkujiyan e!

Dîroka Dewleta Tirk Dîroka Komkujiyan e!

Nivîsên Ku Derdikevin Pêş

  • KÜRDİSTAN’DA COĞRAFYA VE KÜLTÜR

    KÜRDİSTAN’DA COĞRAFYA VE KÜLTÜR

    570 Paylaşım
    Paylaş 228 Paylaş 143
  • Hevkariya MÎT’ê Bi Îranê Re û Planên wê yên Derbarê Eşîran de – NÛÇE ANALÎZ

    502 Paylaşım
    Paylaş 201 Paylaş 126
  • Öcalan: Kürtler Arasında Kan Dökülmesin

    671 Paylaşım
    Paylaş 268 Paylaş 168
  • Em Toreke din a Sîxûrên MÎT û Parastinê Aşkere Dikin- NÛÇE TAYBET

    588 Paylaşım
    Paylaş 235 Paylaş 147
  • Devlet Bahçeli Kimdir?

    627 Paylaşım
    Paylaş 251 Paylaş 157

KCK: Gelê me yê Rojava wê destketiyên xwe li ser xeta Rêber Apo biparêze û bi pêş ve bibe!

Şoreşa 19’ê Tîrmehê: Hafizeya Gel, Destkeftî û Dersên Ji Bo Pêşerojê

Kalkan: Mifteya Aştiyê Îmraliyê Ye, Divê Rêya Siyasetê Were Vekirin

Hevkariya MÎT’ê Bi Îranê Re û Planên wê yên Derbarê Eşîran de – NÛÇE ANALÎZ

Mîrateya Hz.Birahîm, Kurd, Cihû û Li Rojhilata Navîn Lêgerîna Aştiya Demokratîk

Di Germahiya Tîrmehê De Azadî

  • DERBAR DE
  • PEYWENDÎ
  • HEMÛ NIVÎS
LÊKOLÎN

© NAVENDA LÊKOLÎNÊN STRATEJÎK A KURDISTANÊ 2025

Tekrar hoşgeldiniz!

Hesaba giriş

Şifrenizimi unuttunuz?

Tüm alanlar zorunludur

Şifrenizi sıfırlamak için lütfen kullanıcı adınızı veya e-posta adresinizi girin.

Oturum aç

Add New Playlist