• Türkçe
Sonuç yok
Tüm Sonuçları Göster
  • RUPELA GIŞTÎ
  • NÛÇE
  • ANALÎZÊN SIYASÎ
  • LÊKOLÎN
  • GOTAR
  • Hemû beş
    • Ji Edîtor
    • Jin
    • Perspektîfên Azadiyê
    • Rêze Nivîs
    • Rastiyên MIT
    • Hevpeyvîn
    • Ji Çapemeniya Derve
    • Nivîsên Azad
  • RUPELA GIŞTÎ
  • NÛÇE
  • ANALÎZÊN SIYASÎ
  • LÊKOLÎN
  • GOTAR
  • Hemû beş
    • Ji Edîtor
    • Jin
    • Perspektîfên Azadiyê
    • Rêze Nivîs
    • Rastiyên MIT
    • Hevpeyvîn
    • Ji Çapemeniya Derve
    • Nivîsên Azad
Sonuç yok
Tüm Sonuçları Göster
Turkçe
Anasayfa Beşên Analîz Siyasî

Helwesta Başûrê Kurdistanê ji Şoreşa Rojava re Çiye?

Di pêvajoya Şerê Cîhanê ya Sêyemîn de hêzên hegemon careke din biryara ji nûve dizaynkirina Rojhilata navîn dane. Kurdistan navendeke esasiye di avakirina “Rojhilata Navîn ya nû” de.

Yayınlayan Lekolin
9 December 2024
Kategori: Analîz Siyasî
258 5
A A
Helwesta Başûrê Kurdistanê ji Şoreşa Rojava re Çiye?
Facebook İle PaylaşınTwitter İle Paylaşın
FacebookX

Bi taybet gelê Kurd, bi giştî gelên herema Rojhilata Navîn di demên dîrokî re derbas dibin. Li coğrafyaya Rojhilata Navîn a dînî, mezhebi û etnîkî, guhertin û veguhertinên mezin çêdibin. Nexşeyên heremê ji nû ve tên avakirin. Nexşeyên sed sal berî niha hatibûn çêkirin xira dibin. Dewletên ku sed sal berî niha hatibûn avakirin hildiweşin. Tirsa hilweşandina dewletên statukoparêz yên mane ji her demê zêdetir bûye. Netewdewletên hişk, nijatperest, mezhebperest û yekperest bi tayê mirinê ketine.

Ji bo mirov bikaribe aloziyên îro yên ku dewlet û gelên Rojhilata Navîn di nav de ye fêm bike pêwîste mirov hinek li dîrokê vegere.

Wek tê zanîn nexşeya siyasî ya Rojhilata Navîn di dema Şerê Cihana Yekemîn de hate avakirin. Gelê Kurd û gelên heremê di Şerê Cîhanê ya Yekemîn de bûn qurbaniyên siyaseta hegemonên wê demî Rus, İngîlîz û Fransiyan. Di encama peyman û lihevkirinên wê demê gelê Kurd bê statu hat hiştin. Kurd di nav çar dewletan de hatin parçekirin û parvekirin. Ji ber siyaseta parçekirin û parvekirinê ji sed salî zêdetire gelê Kurd di nav êş, azar û zahmetiyên mezin de jiyan kirin. Gelê Kurd ji bo azadiya xwe bi dest bixe li çar parçeyên Kurdistanê her tim di nava tekoşînê de bûn. Dewletên dagirker jî ji bo gelê Kurd tune bikin her tim siyaseta qirkirinê dan meşandin.  Di vê sedsala derbasbûyi de heta niha yên ji vê rewşê sûd girtin bêgûman hêzên hegemon bûn.

Di pêvajoya Şerê Cîhanê ya Sêyemîn de hêzên hegemon careke din biryara ji nûve dizaynkirina Rojhilata navîn dane. Kurdistan navendeke esasiye di avakirina “Rojhilata Navîn ya nû” de. Bi şerê Îsraîl û Hamasê re pêvajo veguherî qonaxeke nû. Şerê wekaletan veguherî şerê dewletan û dewleta Sûriye hilweşiya. Şîrovekarên siyasî dibêjin di dorê de İran û Tirkiye hene!

Li Başûrê Kurdistanê gelê Kurd di şerê Kendavê ya 2’yan de di dema hilweşandina Rejîma Saddam û  Baas’ê 2003’yan li Iraq’ê destkeftiyên xwe xurt kirin û statu bidestxistin. Li Suriyeyê jî rejîma Baas û Beşar Esad ji sala 2011’dan ve bi gelê Kurd û gelê heremê re di nava şer û pevçûnan de ye. Gelê Rojavayê Kurdistanê û Bakur û Rojhilatê Suriyeyê bi salane bi şêwazeke Defacto xwe birêve dibin. Bi hilweşandina rejîma Baasê re îhtîmaleke pir mezine ku li Rojavayê Kurdistanê jî statuya Kurdan “fermî” bibe. Bi vî awayi li du parçeyên Kurdistanê Gelê Kurd dibe xwedî statû, îradeya xwe bi dest dixin û xwe birêve dibin. Lê dewleta dagirker û faşîst a Tirk dixwaze pêşî li azadî û statuya Rojava bigire û Kurdan di qirkirinê re derbas bike. Ji bo vê yekê hemû derfet û îmkanên xwe bi kar tîne. Di serî de çeteyên DAIŞ’ê, hemû çeteyên bê axlaq li dijî gelê Rojavayê Kurdistanê bi kar tîne.

Di Rojhilata Navîn de dewleta herî zêde li dîjî destkeftî û statuya Kurdan disekine dewleta dagirker û qirker ya Tirkiyê ye. Dewleta Tirk a dagirker hebûna gelê Kurd ji bo hebûna xwe xeter dibîne. Li ser esasê tunebûna Kurdan dewleta faşîst avakirine. Ji ber vê yekê ji sed salî zêdetire hewl dide Kurdan tune bikin. Ne tenê Kurdên di nav “sînorên Tirkiyê de” Kurdên parçeyên din jî dema dawa mafê xwe û azadiyê dikin, dixwazin wan tune bikin.

Xweserî yan jî xwerêvebiriyên sîyasî ya gelê Kurd bi tu şêwazekî qebûl nakin û azadiya Kurdistanê ji bo “ewlehiya netewa Tirk” xeter dibînin, di gelek nirxandinên siyasî de hebûna Kurdên azad wek “xeta sor” bi nav dikin.

QEBULKIRINA HEBÛNA KURDAN!

Dewleta Tirk a dagirker, di sala 1992’yan de statuya siyasî ya Defacto li Başûrê Kurdistanê bi şertê ku partiyên Başûrê Kurdistanê li dijî PKK’ê şer bikin û dijminatiya PKK’ê bikin bê dilê xwe qebûl kir. Digot; “Ez ê PKK’ê ji holê rakim, statuya Kurdan li tu ciyekî nahêlim.” Siyaseta dewleta dagirker bi qasî ku bikaribe Kurdan bi Kurdan bide kuştin “hebûna Kurdan qebûl dikir.” Ev siyaseta wan heta roja me ya îro jî berdewam dike.

Pêwendiyên dewleta Tirk bi malbata Barzaniyan û PDK’ê re li ser vî esasiye. Bi salan dewleta tirk malbata Barzaniyan li dijî Tevgera Azadiya Kurdistanê bi kar anîn, heta niha jî bikar tînin. Malbata Barzaniyan xwe bi vê siyaseta Tirkan ve girê dane. Li Başûr, Rojava û Bakurê Kurdistanê bi dewleta dagirker re tevdigerin. Di gotin û kiryarên xwe de, ziman û argûmanên dewleta Tirk bi kar tînin.

Barzaniyên ji bo şermezarkirina çalakiya gerîlayên azadiya Kurdistanê yên li hember makîneya qirkirina Kurdan “Tusaşê” kirin ketin pêşbaziyê, li hemberî qirkirina Kurdên Rojava xwe kerr dike. Tenê xwe kerr nekir, bi rêxistina ENKS’ê, dezgeya “xêrxwaziya Barzaniyan” li heremên dagirkirî wek Efrîn, Şehba, Til Rifat û gundewarên wê bi dewleta Tirk û çeteyên wî re tevgeriya. Bûn şirîkên qirkirina kurdên Rojava. PDK helwestê xwe li gor berjewendiya dewleta dagirker a Tirk diyar dike. Di van rojan de careke din hat dîtin ku ew û dewleta Tirk li dijî şoreşa Rojava di heman sengerê de cîh digirin.

Pêwîste bi giştî gelê Kurd, bi taybet gele Başûrê kurdistanê ji xwe bipirse! Çi îşê “dezgeya xêrxwazî ya Barzaniyan” li Afrîn û heremên dagirkirî heye? Li Rojavayê Kurdistanê Di şerê man û nemanê de PDK piştgiriya kê dike? ENK-S û malbata barzaniyan li pey çi ne?

Derheqê şerê Sûriye û Rojavayê Kurdistanê li dinyayê hema hema herkesî daxuyanî dan û helwestên xwe diyar kirin. Yek gotinekî baş, yan jî helwestekî netewî niştimanî ji deve Barzaniyan û hevkarên wan derneketin.

Hemû dinya li ser şerê Suriye û şoreşa Rojavayê Kurdistanê diaxive, analîzan dikin, helwestên xwe diyar dikin, lê partî û siyasetmedarên Başûrê Kurdistanê di nav bêdengiyê de ne. Sedema vê bêdengiyê çiye? Ji kê û ji çi ditirsin?

Bê gûman hest û helwesta gelê Başûrê Kurdistanê pir bi nirxe. Li Başûr welatparêziyeke pir xurt û kûr heye. Li dijî dagirkeriyê helwesta gelê kurd ji partiyên Başûr pir pir li pêştire.

Di vê demî de bi taybet gele me yê Başûr, Bakûr û Rojhilatê Kurdistanê bê dudilî pêwîste piştgiriya şoreşa Rojavayê Kurdistanê bikin. Hêz bidin Rojava û Rojava ji êrîşên dagirker û çeteyên wî biparêzin. Dem dema xurtkirina yekitiya Netewî û hevgirtina gelê Kurd e.

Bi taybet gelê Başûrê Kurdistanê pêwîste bi hemû hêza xwe li şoreşa Rojava xwedî derkeve. Şoreşa Rojavayê Kurdistanê ji bo parastina destkeftiyên Başûrê Kurdistanê jî derfeteke mezine. Hêvîdarin tu kes hesabên biçûk nekin!

Hîwa AZAD

Navenda Lêkolînên Stratejîk A Kurdistanê

 

Etiketler: Başurê KurdistanDewleta Tirk a dagirkerEfrinENKSHalepkurdistanMalbata BarzaniRojhilata NavinŞehbaŞoreşa Rojava
Önceki yazı

Ji Dewleta Tirk a Dagirker û Çeteyên HTŞ’ê Êrîşên Hevpar -NÛÇE ANALÎZ

Sonraki Haber

DAIŞ Bi Destê Dewleta Tirk a Dagirker Ve Hat Zindîkirin – DOSYA TAYBET

Benzer Haberler

Şoreşa 19’ê Tîrmehê: Hafizeya Gel, Destkeftî û Dersên Ji Bo Pêşerojê
Analîz Siyasî

Şoreşa 19’ê Tîrmehê: Hafizeya Gel, Destkeftî û Dersên Ji Bo Pêşerojê

19 July 2026
Mîrateya Hz.Birahîm, Kurd, Cihû û Li Rojhilata Navîn Lêgerîna Aştiya Demokratîk
Analîz Siyasî

Mîrateya Hz.Birahîm, Kurd, Cihû û Li Rojhilata Navîn Lêgerîna Aştiya Demokratîk

15 July 2026
Di Germahiya Tîrmehê De Azadî
Analîz Siyasî

Di Germahiya Tîrmehê De Azadî

14 July 2026
Sonraki Haber
DAIŞ Bi Destê Dewleta Tirk a Dagirker Ve Hat Zindîkirin – DOSYA TAYBET

DAIŞ Bi Destê Dewleta Tirk a Dagirker Ve Hat Zindîkirin - DOSYA TAYBET

Nivîsên Ku Derdikevin Pêş

  • Em Toreke din a Sîxûrên MÎT û Parastinê Aşkere Dikin- NÛÇE TAYBET

    Em Toreke din a Sîxûrên MÎT û Parastinê Aşkere Dikin- NÛÇE TAYBET

    587 Paylaşım
    Paylaş 235 Paylaş 147
  • Öcalan: Kürtler Arasında Kan Dökülmesin

    671 Paylaşım
    Paylaş 268 Paylaş 168
  • KÜRDİSTAN’DA COĞRAFYA VE KÜLTÜR

    568 Paylaşım
    Paylaş 227 Paylaş 142
  • Hevkariya MÎT’ê Bi Îranê Re û Planên wê yên Derbarê Eşîran de – NÛÇE ANALÎZ

    501 Paylaşım
    Paylaş 200 Paylaş 125
  • KCK: Em ê hesreta berxwedêrên 14’ê Tîrmehê pêk bînin!

    501 Paylaşım
    Paylaş 200 Paylaş 125

KCK: Gelê me yê Rojava wê destketiyên xwe li ser xeta Rêber Apo biparêze û bi pêş ve bibe!

Şoreşa 19’ê Tîrmehê: Hafizeya Gel, Destkeftî û Dersên Ji Bo Pêşerojê

Kalkan: Mifteya Aştiyê Îmraliyê Ye, Divê Rêya Siyasetê Were Vekirin

Hevkariya MÎT’ê Bi Îranê Re û Planên wê yên Derbarê Eşîran de – NÛÇE ANALÎZ

Mîrateya Hz.Birahîm, Kurd, Cihû û Li Rojhilata Navîn Lêgerîna Aştiya Demokratîk

Di Germahiya Tîrmehê De Azadî

  • DERBAR DE
  • PEYWENDÎ
  • HEMÛ NIVÎS
LÊKOLÎN

© NAVENDA LÊKOLÎNÊN STRATEJÎK A KURDISTANÊ 2025

Tekrar hoşgeldiniz!

Hesaba giriş

Şifrenizimi unuttunuz?

Tüm alanlar zorunludur

Şifrenizi sıfırlamak için lütfen kullanıcı adınızı veya e-posta adresinizi girin.

Oturum aç

Add New Playlist