• Türkçe
Sonuç yok
Tüm Sonuçları Göster
  • RUPELA GIŞTÎ
  • NÛÇE
  • ANALÎZÊN SIYASÎ
  • LÊKOLÎN
  • GOTAR
  • Hemû beş
    • Ji Edîtor
    • Jin
    • Perspektîfên Azadiyê
    • Rêze Nivîs
    • Rastiyên MIT
    • Hevpeyvîn
    • Ji Çapemeniya Derve
    • Nivîsên Azad
  • RUPELA GIŞTÎ
  • NÛÇE
  • ANALÎZÊN SIYASÎ
  • LÊKOLÎN
  • GOTAR
  • Hemû beş
    • Ji Edîtor
    • Jin
    • Perspektîfên Azadiyê
    • Rêze Nivîs
    • Rastiyên MIT
    • Hevpeyvîn
    • Ji Çapemeniya Derve
    • Nivîsên Azad
Sonuç yok
Tüm Sonuçları Göster
Turkçe
Anasayfa Beşên Nûçe

Bombebarana Tirkiye û İranê Li Ser Herêma Kurdistanê

Yayınlayan Lekolin
15 March 2020
Kategori: Nûçe
263 2
A A
Bombebarana Tirkiye û İranê Li Ser Herêma Kurdistanê
Facebook İle PaylaşınTwitter İle Paylaşın
FacebookX

11 Temmuz 2019 Perşembe Saat 11:12

NAVENDA NUÇEYAN- Bi êrîş û dagirkeriya Tirkiyê re, rejîma Îranê jî êrişên xwe li ser xaka Herêma Kurdistanê berdewam dike. Dewleta Tirk û Îranê di 10 rojan de bi dehan car êrişî gund û çiyayên Herêma Kurdistanê kirin. Di êrişên rejîma Îranê li herêma Bradost û Balekayetî de welatiyek jiyana xwe ji dest da û ji heman malbatê 2 kes bi giranî birîndar bun. Ji ber êrişan, xwezaya Kurdistanê û gundiyên herêmî zererekî mezin dîtin.

0

21

:” ”

:””

” “,

:” ”

Bi êrîş û
dagirkeriya Tirkiyê re, rejîma Îranê jî êrişên xwe li ser xaka Herêma
Kurdistanê berdewam dike. Dewleta Tirk û Îranê di 10 rojan de bi dehan car
êrişî gund û çiyayên Herêma Kurdistanê kirin. Di êrişên rejîma Îranê li herêma
Bradost û Balekayetî de welatiyek jiyan xwe ji dest da û ji heman malbatê 2 kes
bi giranî birîndar bun. Agahiyên ku ji herêmê tên diyar dikin ku, êrişên rejîma
Îranê li nêzî deverên sivîl berdewam dikin û gundiyên herêmê ketine nav tirsekî
mezin de.

Di nava 10 rojan de êrişên Tirkiyê û
Îranê li ser xaka herêma Kurdistanê wiha ne

-Dewleta
Tirk ya dagirker di 1’ê hezîranê de bi avêtina topan agir berda zeviyên devera
Kanîmasê. Her wiha gundên Sipêndarê, Kirî, Bêdoh, Berojê Kanîmasî û Dêrîşkê
hatine qedexekirin û nikarin biçin gundên xwe. Dîsa artêşa Tirk bi balafiran
çek û cebilxane ji bo leşkerên li herêmê datînin.

-Balafirên
şer yên Tirk di 2’yê Tîrmehê de derdora gundê Sêgirê ya dikeve devera Nihêla ya
ser bi Amêdiyê bi dijwarî bombebaran kir.

-Helîkopterên
dewleta Tirk ya dagirker di 2’yê Tîrmehê de, devera Çiya Dêl a bajarokê Sîdekan
a ser bi parêzgeha Hewlêrê bombebaran kirin. Deverên ku hatîn bombebaran kirin
nêzî gundiyanin û baregehên PDK’ê jî nêzî deverê hene. Ji ber bombebaranê agir
bi eraziyê deverê ketiye.

-Balafirên
şer yên dewleta Tirk, di 5’ê Tîrmehê de çiyayê Sadir yê nêzî gundê Qeletukan a
dikeve ser bajaroka Jarawa ya herêma Pişderê bombebaran kir. Têkildarî
zirer û ziyanên madî û canî ti agahiyek bidest neketiye.

-Balafirên
şer yên dewleta Tirk ya dagirker di 9’ê Tirmehê de, pişta gundê Şeraniş a
Mesihiyan ku dikeve ser bajaroka Derkarê bombebaran kir. Çavkaniyên herêmî diyar
kirin her wiha çiyayê Xantûr ye dikeve jora gund jî hatiye bombebaran kirin.

-Rejîma
Îranê di 10’ê Tîrmehê de gundên Telan, Şikene û Male Mela yên herêma Biradost a
girêdayî Hewlêrê topbaran kirin. Di vê bombebaranê de, top li ber malekê ket û
ji heman malbatê kesek şehîd bû û 2 kes birîndar bûn.

-Rejîma
Îranê, dîsan di 10’ê Tîrmehê de gundên Alan girêdayî bajarokê Çoman, Kendeşîn,
Berdesoran, Binarê Çixê Derê, Gomê Çiledar ên herêma gundên Gunderoj û binarê
çiyayê Helgurt yên ser bi herêma Balekayetî topbaran kirin.

-Rejîma
Îranê, îro careke din dest bi topbarana deverên gundên Wezî, Berdesoran,
Alane û Xelane ên ser bi bajaroka Çoman a Hewlêrê tên topbaran kirin.

 

Bombebarana Rejîma AKP’ê Û Îranê Ziyanek
Mezin Gihandiye Xwezaya Herêmê

Demeke
dirêje xaka Başurê Kurdistanê bi alîkariya PDK’ê ji aliyê dewleta Tirk ya dagirker
ve tê bin pê kirin û hema bêje her roj bombebaran dike, talan dike. Dewleta
Tirk bi dagirkirinê re zererekî mezin digihîne gund, çiya û bi giştî xwezayî
Herêma Kurdistanê. Piştî dagirkirina Tirkiyê, rejîma Îranê jî dest bi topbarana
deverê kiriye û zirarekî mezin di gihîne can, mal û milkên gundiyên herêma
Biradost û Balakayetî. Heya niha ji ber topbara rejîma Îranê welatiyek jiyana
xwe ji dest daye, ji heman malbatê du kes birîndar bune.

Berdevkê
parastina şaristanî ya Soran Beyar Mehyedîn beriya niha ragihandibun ku, ‘’ji
ber topbarana artêşa Tirk, z
iyanek mezin gihandiye
xwezayê. Bi giştî ji ber bomberanê heya niha 239 milyon û 100 hezar dînar zerer
çêbûye.

Tirkiye û Îran Topbaran Dike, Hukumeta Herêmê
Mafdar Dibîne

Tenê ji despêka 2019’an heya niha bi sedan
car gund û çiyayên herêma Kurdistanê ji aliyê dewleta Tirk ya dagirker û rejîma
Îranê ve hatiye topbaran kirin. Heya niha gelek welatiyan jiyana xwe ji dest
daye û ziyanekî mezin ya maddî ditine. Lê her carê li hemberî êrişan Hukumeta
Herêma Kurdistanê, zerera can û malê xelkê herêmê ji nedîtî ve tê û êrişkaran
mafdar dibîne.

Kabîneya
nû ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ku piştî 283 rojan di 10’ê Tîrmehê de ava bû,
têkildarî topbarana rejîma Îranê ya herêma Biradost û Balakayetî daxuyaniyek
nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de hêzên Kurdistanî hatin sucdar kirin û hat
ragihandin ku,
“Em careke din dibêjin ku Hikûmeta
Herêmê li herêmê faktoreke pêkanîna aramiyêye û rêz dide sînorên cîranê xwe. Em
rê nadin û bi ti awayî qebûl nakin herêma me ji bo êrîşkirina li ser cîranan û
têkdana ewlekariya wan were bikaranîn.’’

0

21

TR
KO

:” ”

:””

” “,

Navenda Lêkolînên Stratejîk a Kurdistanê

www.lekolin.com – www.lekolin.org – www.lekolin.net –
www.lekolin.info -www.navendalekolin.com -http://kursam.org/index.html-
http://kursam.net/index.html

0

21

TR
KO

:” ”

:””

” “,

Di nava 10 rojan de êrişên Tirkiyê û
Îranê li ser xaka herêma Kurdistanê wiha ne Bombebarana Rejîma AKP’ê Û Îranê Ziyanek
Mezin Gihandiye Xwezaya HerêmêTirkiye û Îran Topbaran Dike, Hukumeta Herêmê
Mafdar DibîneNavenda Lêkolînên Stratejîk a Kurdistanê

Etiketler: araştırmakurdiKurdishkurdistanLekolinTurkishTürkiye
Önceki yazı

Göç, zoraki iskân ve Kürdistan’daki demografik yapının değiştirilmesi-8

Sonraki Haber

KÜRDISTAN HALK İNISIYATIFI’NDEN 27 KASIM ÇAĞRISI

Benzer Haberler

‘Qanûneke Ku Ji Rêbertî Heta Bi Şervanan Her Kesî Tevlî Siyaseta Demokratîk Dike, Divê Bê Derxistin’
Nûçe

‘Qanûneke Ku Ji Rêbertî Heta Bi Şervanan Her Kesî Tevlî Siyaseta Demokratîk Dike, Divê Bê Derxistin’

20 July 2026
KCK: Gelê me yê Rojava wê destketiyên xwe li ser xeta Rêber Apo biparêze û bi pêş ve bibe!
Nûçe

KCK: Gelê me yê Rojava wê destketiyên xwe li ser xeta Rêber Apo biparêze û bi pêş ve bibe!

19 July 2026
Hevkariya MÎT’ê Bi Îranê Re û Planên wê yên Derbarê Eşîran de – NÛÇE ANALÎZ
Lêkolîn

Hevkariya MÎT’ê Bi Îranê Re û Planên wê yên Derbarê Eşîran de – NÛÇE ANALÎZ

16 July 2026
Sonraki Haber
KÜRDISTAN HALK İNISIYATIFI’NDEN 27 KASIM ÇAĞRISI

KÜRDISTAN HALK İNISIYATIFI'NDEN 27 KASIM ÇAĞRISI

Nivîsên Ku Derdikevin Pêş

  • KÜRDİSTAN’DA COĞRAFYA VE KÜLTÜR

    KÜRDİSTAN’DA COĞRAFYA VE KÜLTÜR

    572 Paylaşım
    Paylaş 229 Paylaş 143
  • Hevkariya MÎT’ê Bi Îranê Re û Planên wê yên Derbarê Eşîran de – NÛÇE ANALÎZ

    503 Paylaşım
    Paylaş 201 Paylaş 126
  • Öcalan: Kürtler Arasında Kan Dökülmesin

    671 Paylaşım
    Paylaş 268 Paylaş 168
  • Mîrateya Hz.Birahîm, Kurd, Cihû û Li Rojhilata Navîn Lêgerîna Aştiya Demokratîk

    498 Paylaşım
    Paylaş 199 Paylaş 125
  • Em Toreke din a Sîxûrên MÎT û Parastinê Aşkere Dikin- NÛÇE TAYBET

    588 Paylaşım
    Paylaş 235 Paylaş 147

Hêza Bêdeng a Şoreşê

‘Qanûneke Ku Ji Rêbertî Heta Bi Şervanan Her Kesî Tevlî Siyaseta Demokratîk Dike, Divê Bê Derxistin’

KCK: Gelê me yê Rojava wê destketiyên xwe li ser xeta Rêber Apo biparêze û bi pêş ve bibe!

Şoreşa 19’ê Tîrmehê: Hafizeya Gel, Destkeftî û Dersên Ji Bo Pêşerojê

Kalkan: Mifteya Aştiyê Îmraliyê Ye, Divê Rêya Siyasetê Were Vekirin

Hevkariya MÎT’ê Bi Îranê Re û Planên wê yên Derbarê Eşîran de – NÛÇE ANALÎZ

  • DERBAR DE
  • PEYWENDÎ
  • HEMÛ NIVÎS
LÊKOLÎN

© NAVENDA LÊKOLÎNÊN STRATEJÎK A KURDISTANÊ 2025

Tekrar hoşgeldiniz!

Hesaba giriş

Şifrenizimi unuttunuz?

Tüm alanlar zorunludur

Şifrenizi sıfırlamak için lütfen kullanıcı adınızı veya e-posta adresinizi girin.

Oturum aç

Add New Playlist