• Turkish
  • العربية
  • Mal
  • Nûçe
  • Tişt
  • Lêkolîn
  • Analîza Siyasî
  • Rastiyên MIT
  • Hemû beş
    • Anketler
    • Anons
    • Röportaj
    • ji edîtorê
    • Herêmparêzî
    • Abor
    • Jin
    • Ciwanan
    • Ji Çapemeniya Derve
    • Dîrok û Zimanê Kurdistanê
    • Kî ye?
    • Daxuyaniyên Çapemeniyê
    • Hilbijartinên Çapemeniyê
    • Kronolojî
    • Belge
    • Series Text
    • Ji xwendevan
    • Perspektîfên Azadiyê
    • Mesajên Belaş
    • Teknolocî
    • Rastiyên MIT
Sonuç yok
Tüm Sonuçları Göster
  • Mal
  • Nûçe
  • Tişt
  • Lêkolîn
  • Analîza Siyasî
  • Rastiyên MIT
  • Hemû beş
    • Anketler
    • Anons
    • Röportaj
    • ji edîtorê
    • Herêmparêzî
    • Abor
    • Jin
    • Ciwanan
    • Ji Çapemeniya Derve
    • Dîrok û Zimanê Kurdistanê
    • Kî ye?
    • Daxuyaniyên Çapemeniyê
    • Hilbijartinên Çapemeniyê
    • Kronolojî
    • Belge
    • Series Text
    • Ji xwendevan
    • Perspektîfên Azadiyê
    • Mesajên Belaş
    • Teknolocî
    • Rastiyên MIT
Sonuç yok
Tüm Sonuçları Göster
Sonuç yok
Tüm Sonuçları Göster
Anasayfa Beşên Dîrok û Zimanê Kurdistanê

KCK: Hemû qadên jiyanê vegerînin perwerdeya Zimanê Kurdî

Yayınlayan Lekolin
15 Mart 2020
Kategori: Dîrok û Zimanê Kurdistanê
255 6
A A
KCK: Hemû qadên jiyanê vegerînin perwerdeya Zimanê Kurdî
Facebook İle PaylaşınTwitter İle Paylaşın
FacebookX

26 Eylül 2010 Pazar Saat 14:07

Komîteya Ziman û Perwerdê Ya KCK’ê encama boykotkirina dibistana silav kir û diyar rayedarên hikûmetê yên ku li xwe man heyirî gef li gel xwarin da ku zarokên xwe bişînin dibistanan,

Komîteya Ziman û Perwerdê Ya KCK’ê encama boykotkirina dibistana silav kir û diyar rayedarên hikûmetê yên ku li xwe man heyirî gef li gel xwarin da ku zarokên xwe bişînin dibistanan, lê gelê me yê fedakar paş ve gav neavêt û di helwesta xwe de israr kir û her rojeke din zêdetir tevlî boykotê bû. Komîteyê got “Em bang li hemû gelê xwe dikin ji bo ku em bigihîjin armancên xwe, divê hemû qadên jiyanê wergerînin qadên perwerdeya bi zimanê kurdî . Her wiha Komîteyê ji dayîk, zarok, jin û ciwanan xwest ku pêşengiyê ji van hemû cure çalakiyan re bikin.

Komîteya Ziman û Perwerdê Ya KCK’ê di derbarê bi encambûna boykotkirina dibistanan de daxuyaniyek da û diyar kir ku di encama têkoşîneke sî salan de gelê kurd bûye xwedî çandeke serhildan û berxwedanê û gihîştiye qonaxa çareseriyê û wiha berdewam kir “Li hember vê dewleta tirk hêj jî di helwesta xwe ya înkar û tunekirinê de bi israr e û naxwaze berxwedana gelê kurd bibîne .

MODELA GELÊ ME XWESERIYA DEMOKRATÎK E

Kometeyê bal kişand ku êdî gelê kurd hêviyên xwe yên çareserkirina pirsgirêkê ji dewletê qut kir û ket nav lêgerînan û got Di vî warî de Xweseriya Demokratîk ji xwe re wek model diyar kir. Gihîşt wê biryarê ku civaka xwe bi destê xwe ava bike .

JI BO AVAKIRINA CIVAKEKE XWESER Û DEMOKRATÎK XALA PERWERDEYE

Komîteya Ziman û Perwerdê Ya KCK’ê bal kişand li ser girîngiya ziman û perwerdeya bi zimanê zikmakî û wiha berdewam kir “Ji bo avakirina civakeke xweser û demokratîk xala perwerdeyê cihekî girîng digire. Yek ji mafên bingehîn ên mirov jî mafê perwerdeya bi zimanê dayîkê ye. Her pergal, ji bo ku xwe mayînde û domdar bike welatiyên xwe li gor feraset û bîrdoziya xwe perwerde dike. Mirov bi kîjan zimanî bê perwerdekirin li gor wê ferasetê tevlî civakê dibe û jiyana xwe berdewam dike .

ERDOGAN GOT LI VÎ WELATÎ TENÊ YEK NASNAME HEYE!

Komîteyê diyar kir ku dewleta tirk jî li gor vê ferasetê polîtîkaya xwe ya bişaftinê berdewam dike. Tevî ku di nav sînorên Tirkiyeyê de gelek netew dijîn jî pergala perwerdeya xwe li gor yek netewî saz kiriye û hemû ziman û nasnameyên gelên din ên ku di nav sînorên Tirkiyeyê de dijîn qedexe kiriye û wiha domand “Jixwe di rojê dawî de jî serokwezîr Erdoğan got li vî welatî tenê yek nasnameya bingehîn heye. Û îşaret bi nasnameya tirkîtiyê kir û dest nîşan kir ku divê li beramberî gotina tirkîtiyê nerazîbûn jî çênebin .

RAYEDARÊN HIKUMETÊ GEF LI ZAROKÊN KURD XWAR

Komîteyê ragihand ku divê bêzanîn ku li hember van polîtîkayan gelê me êdî xwedî helwesteke zelal e û got “Bi feraseta Xweseriya Demokratîk doza nasname, çand û zimanê xwe dike. Di vî warî de ev pênc salên dawîn in bi awayekî bi rêk û pêk xebatên rêxistinkirina zimanê kurdî dimeşîne. Ji bo ku zimanê kurdî bibe zimanê fermî û perwerde pê bê dîtin çalakiyên cur be cur dike. Lê dewlet her ji nedîtî ve tê û li hember van daxwaziyan xwe nebihîstî dike û wiha berdewam kir “Îsal jî gelê me dîsa bi destpêka dibistanan re di pêşengiya TZPKurdî de ket nav hewldanan. Ji bo ku zimanê kurdî bibe zimanê perwerdeyê biryara hefteyek boykotkirina dibistanan girt. Gelê me wekî boykotkirina zagona bingehîn a AKP’ê xwedî li vê biryarê jî derket. Bi meş, daxuyanî û çalakiyên cur be cur tevlî boykotê bû. Li gelek herêmên Kurdistanê dibistanên tirk ên ku wek makîneyên bişaftinê kar dikin vala hiştin. Dewleta ku ji vê helwestê çavtirsandî bû li hember vê xwe ranegirt û êrîşî çalakiyên gel kir. Rayedarên hikûmetê yên ku li xwe man heyirî gef li gel xwarin da ku zarokên xwe bişînin dibistanan. Lê gelê me yê fedakar paş ve gav neavêt û di helwesta xwe de israr kir û her rojeke din zêdetir tevlî boykotê bû. Heta serokwezîr Erdogan neçar ma ku bersiv bide van daxwaziyan û bi gotinên eşkere gef li gelê kurd xwarin û careke din rastiya xwe ya di neçareserkirina pirsgirêka kurd de raxiste ber çavan. Lê divê dewleta tirk û serokwezîrê wê Edoğan vê rastiyê baş bibîn ku gelê kurd wekî her mijarê de di mijara perwerdehiya bi zimanê dayîkê de jî ne bê altarnatîf e. Yanî ger dewlet biryardariya gelê kurd ya boykotê rast nexwînê û pêwîstiyên wê bi ci neyînê dê kurd biryara xwe bidin û pergala xwe ya perwerdehiyê ava bikin .

Komîteya Ziman û Perwerdê Ya KCK’ê daxuyaniya xwe de helwesta gelê kurd ya jibo perwerdeya bi zimanê zikmakî û wiha berdewam kir:

Em vê tevlîbûna xurt a gelê xwe ya boykotê silav dikin û ji bo vê sekna watedar wan pîroz dikin. Em bang li hemû gelê xwe dikin ji bo ku em bigihîjin armancên xwe, divê hemû qadên jiyanê wergerînin qadên perwerdeya bi zimanê kurdî. Saziyên xwe, kuçe û taxên xwe, malên xwe bikin wek dibistan û perwerdeya zarokên xwe. Bi feraseteke azad û demokratîk civaka xwe bi destên xwe ava bikin. Di vî warî de ger ku dewlet gavên berbiçav neavêje em ê bi çalakiyên cuda pergalê kilît bikin. Pêlên boykotê di hemû dibistanan de, di saziyên dewletê de, bi kurtasî li her deverên jiyanê belav bikin. Ta ku rayedarên dewletê ji bo çareseriya pirsgirêka kurd naçar bimînin û bikevin nav hewldanan û heta ku em mafê xwe yên perwerdeya bi zimanê xwe bigirin em ê bi awayên cur be cur çalakiyên xwe her berdewam bikin. Di vî warî de divê jin û dayîkên kurd, ciwanên kurd pêşengiya hemû çalakiyan bikin.Bi reng û dengên xwe, bi fedakarî û berxwedêriya xwe, bi dînamîzma ciwaniya xwe, bi hêza xwe ya şoreşger tevlî vê pêvajoyê bibin.

Dîsa bangewaziya me ji bo hemû rewşanbîr û derdorên demokrat, bila êdî bibin perçeyekdî têkoşîna gelê kurd û vê têkoşîna rûmetê hevpar bikin. Her wiha ji niha û şûn de risteke girîng jî dikeve ser milê mamosteyên kurd ên di nava pergala dewletê de xwedî pişene jî. Lewra ger bi hezara mamosteyên kurd yekîtiya xwe avabikin û bikevin nava hewldaneke bidest xistina mafê perwerdehiya bi zimanê dayîkê, wê hewl dana wan bandoreke erênî çêbike û dewlet neçar bimîne ku di destûra xwe ya bingehîn de sererastkirinan çêbike. Li ser vî esasî em bang li hemû mamosteyên kurd dikin û dibêjin bila bi rihê yekîtiya netewyî tevbigerin û hestên têkoşîna gelê xwe parvebikin.-ANF

Navenda Lêkolînên Stratejîk a Kurdistanê

www.navendalekolin.com www.lekolin.org -www.lekolin.net – www.lekolin.info

Etiketler: araştırmakurdiKurdishkurdistanLekolinTurkishTürkiye
Önceki yazı

Rojaciwan’dan Sanal Etkinlik

Sonraki Haber

17 ARALIK OPERASYON RÖVANŞI

Benzer Haberler

Tanrıça Kültürüne Yüreğini ve Zihnini Dayayan Kürt Asıllı Hitit Kraliçesi Puduhepa
Dîrok û Zimanê Kurdistanê

Tanrıça Kültürüne Yüreğini ve Zihnini Dayayan Kürt Asıllı Hitit Kraliçesi Puduhepa

13 Nisan 2021
Tarih Şimdidir-Kürdistan Tarihine Özlü Bir Bakış-15
Dîrok û Zimanê Kurdistanê

Tarih Şimdidir-Kürdistan Tarihine Özlü Bir Bakış-15

15 Mart 2020
Tarih Şimdidir-Kürdistan Tarihine Özlü Bir Bakış-14
Dîrok û Zimanê Kurdistanê

Tarih Şimdidir-Kürdistan Tarihine Özlü Bir Bakış-14

15 Mart 2020
Sonraki Haber
17 ARALIK OPERASYON RÖVANŞI

17 ARALIK OPERASYON RÖVANŞI

Öne Çıkan Yazılar

  • Mudaxeleyek Têgehî Di Rastiya Kurdan De: Rastiya Judenrat û Wêdetirê Mêtîngeriyê – 1

    Mudaxeleyek Têgehî Di Rastiya Kurdan De: Rastiya Judenrat û Wêdetirê Mêtîngeriyê – 1

    494 Paylaşım
    Paylaş 198 Paylaş 124
  • MÎT Hêzek Taybet Di Nav Firqeya 66’emîn û 86’emîn De Ava Dike – NÛÇE TAYBET

    503 Paylaşım
    Paylaş 201 Paylaş 126
  • MÎT û Parastîn Xetek Leşkerî ya “Yek Laş” Ava Dikin – ANALÎZA NÛÇEYAN

    535 Paylaşım
    Paylaş 214 Paylaş 134
  • Bê Desthilatî û Bê Pere Bi Sosyalîstî Jiyankirin-2

    495 Paylaşım
    Paylaş 198 Paylaş 124
  • Bê Desthilatî û Bê Pere Bi Sosyalîstî Jiyankirin – 1

    494 Paylaşım
    Paylaş 198 Paylaş 124

Önerilenler

Mudaxeleyek Têgehî Di Rastiya Kurdan De: Rastiya Judenrat û Wêdetirê Mêtîngeriyê – 1

Bê Desthilatî û Bê Pere Bi Sosyalîstî Jiyankirin-2

Bê Desthilatî û Bê Pere Bi Sosyalîstî Jiyankirin – 1

MÎT Hêzek Taybet Di Nav Firqeya 66’emîn û 86’emîn De Ava Dike – NÛÇE TAYBET

Planên Qirêj ên MÎT û Çeteyan Ji bo Nevegera Efrîniyan Berdewam Dike – NÛÇE TAYBET

  • Hakkımızda
  • İletişim
  • Tüm Yazılar
KÜRDİSTAN ARAŞTIRMALAR MERKEZİ

© 2020 Kürdistan Stratejik Araştırmalar Merkezi

Tekrar hoşgeldiniz!

Hesaba giriş

Şifrenizimi unuttunuz?

Tüm alanlar zorunludur

Şifrenizi sıfırlamak için lütfen kullanıcı adınızı veya e-posta adresinizi girin.

Oturum aç

Add New Playlist