• Türkçe
Sonuç yok
Tüm Sonuçları Göster
  • RUPELA GIŞTÎ
  • NÛÇE
  • ANALÎZÊN SIYASÎ
  • LÊKOLÎN
  • GOTAR
  • Hemû beş
    • Ji Edîtor
    • Jin
    • Perspektîfên Azadiyê
    • Rêze Nivîs
    • Rastiyên MIT
    • Hevpeyvîn
    • Ji Çapemeniya Derve
    • Nivîsên Azad
  • RUPELA GIŞTÎ
  • NÛÇE
  • ANALÎZÊN SIYASÎ
  • LÊKOLÎN
  • GOTAR
  • Hemû beş
    • Ji Edîtor
    • Jin
    • Perspektîfên Azadiyê
    • Rêze Nivîs
    • Rastiyên MIT
    • Hevpeyvîn
    • Ji Çapemeniya Derve
    • Nivîsên Azad
Sonuç yok
Tüm Sonuçları Göster
Turkçe
Anasayfa Beşên Nûçe

Tevgera Azadî: Gavên Yekalî Hatin Avêtin, Desthilatdariyê Bersiv Neda

"Di sala 1'emîn a merasîma şewitandina çekan a 11'ê Tîrmehê de weke Tevgera Azadiyê em israra xwe ya li ser stratejiya têkoşîna siyasî demokratîk careke din destnîşan dikin. Neavêtina gavê ya desthilatdariya AKP-MHP'ê nêzîkatiya nerast a li pêvajoyê ye."

Yayınlayan Lekolin
10 July 2026
Kategori: Nûçe
247 8
A A
Tevgera Azadî: Gavên Yekalî Hatin Avêtin, Desthilatdariyê Bersiv Neda
Facebook İle PaylaşınTwitter İle Paylaşın
FacebookX

Rêveberiya Tevgerê bi wesîleya salvegera 1’emîn a merasîma şewitandina çekan de daxuyanî da. Daxuyanî bi vî rengî ye:

“Salvegera 1’emîn a merasîma şewitandina çekan a 11’ê Tîrmeha 2025’an e. Hevseroka Konseya Rêveber a KCK’ê Besê Hozat li gel 29 hevalên xwe par di 11’ê Tîrmehê de li pêşiya Şikefta Cesena ya dîrokî ya li nêzî Silêmaniyeyê çekên xwe şewitandin. Ev merasîma şewitandina çekan ku li pêşberî civateke girîng a rojnamevanan hate lidarxistin, ji aliyê tevahiya cîhanê ve ji nêz ve hate şopandin. Ji bo çareseriya siyasî demokratîk a pirsgirêka Kurd a li Tirkiyeyê weke gaveke girîng hate dîtin.

Rêber Apo di Banga Aştî û Civaka Demokratîk a 27’ê Sibatê de sedemên rûdana pirsgirêka Kurd û rê û rêbazên wê yên çareseriyê bi rengekî cewherî û balkêş diyar kir. Destnîşan kir ku li ser bingeha qebûlkirina hebûna Kurd dema çareseriya demokratîk hatiye. Ji bo pêkanîna vê jî bang kir ku PKK bê fesixkirin û dawî li têkoşîna çekdarî ya li dijî Tirkiyeyê bê anîn. Piştî vê bangê di 1’ê Adara 2025’an de me agirbest ragihand. PKK’ê di navbera 5-7’ê Gulanê de Kongreya xwe ya 12’emîn kom kir û biryar da ku PKK bê fesixkirin û têkoşîna çekdarî ya li dijî Tirkiyeyê bê bidawîkirin. Biryar wergirt ku ev bicihanîna van biryaran jî ji aliyê Rêber Apo ve bê kirin.

Hevseroka me ya Konseya Rêveber Besê Hozat û hevalên me, di çarçoveya vê biryarê de ji bo îrade û biryardariya guhertina stratejiyê û pejirandina stratejiya siyaseta demokratîk nîşan bidin, çekên xwe şewitandin. Ji bo îradeya bi biryar a li ser stratejiya siyaseta demokratîk bê nîşandan Hevseroka Konseya Rêveber Besê Hozat berpirsyarî ji vê komê re kir. Merasîma şewitandina çekan jî weke sembola guhertina stratejiyê hate kirin.

Hevrêya me Besê Hozat ku berpirsyara koma ji 30 kesî bû, ji bo pêkhatina vê guhertina stratejîk got, weke ku Rêber Apo di banga 27’ê Sibatê de destnîşan kir, divê mercên hiqûqî û siyasî bi cih bêne anîn. Merasîma şewitandina çekan bû îlana wê yekê ku veger li stratejiya têkoşîna çekdarî nabe. Li pêşberî destnîşankirina vê îradeyê, diviyabû dewleta Tirk ji aliyê bicihanîna stratejiya têkoşîna siyasî demokratîk gavên hiqûqî û siyasî biavêtibûya. Lê belê salek e gavên bi vî rengî nehatine avêtin.

Di nava pêvajoya ji salekê de Tevgera me ya Azadiyê ji bo bicihanîna pêwîstiyên hiqûqî û siyasî gavên yekalî avêt. Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê hevalê Sabrî Ok ji raya giştî re ragihand ku gerîla vekişiyane derveyî sînorê Tirkiyeyê, cihên ku rîska şer lê hebûn terikandine. Ev daxuyanî ji bo wê yekê bû ku zemînê pêşkêşî dewleta Tirk bê kirin ku gavên siyasî û hiqûqî biavêje. Tevgera me ya Azadiyê bi berpirsyarî tevgeriya, lê belê dewletê ne gav avêt, ne jî ji bo çareseriya siyasî demokratîk zemîna civakî afirand. Têgihiştin û nêzîkatiyên neyînî yên berê li hemberî Rêber Apo û Tevgera me ya Azadiyê hatibûn afirandin, bi zanebûn hate dewamkirin.

Dem bi dem Serokkomar, Devlet Bahçelî û hin rayedarên AKP’ê daxuyaniyên xwedîderketin û rêveçûna pêvajoyê dan, lê belê ev gotin di pratîkê de pêk nehatin. Li gel ku salek di ser nîşandana îradeya şewitandina çekan derbas bû jî li qada siyasî û hiqûqî pêşketinek çênebû. Ev yek jî bû sedem ku li nava Kurdan û raya giştî ya Tirkiye û cîhanê li ser nêta desthilatdariyê fikar û guman çêbibin. Li gel van fikar û gumanan, di salvegera 1’emîn a şewitandina çekan de me di stratejiya têkoşîna siyasî ya demokratîk de israr kir, lê desthilatdariyê bi polîtîka û helwesta xwe besiv neda van hewldan û israra me.

Dema dawî nîqaş tê kirin ku qanûna çarçoveyê ya esasî bê derxistin an na, ku ev qanûn ji aliyê Rêber Apo ve hate pêşniyarkirin. Hem bersiv ji pêşniyarên maqûl ên Rêber Apo re nehate dayin, hem jî di vê mijarê de Tevgera me ya Azadiyê nehate agahdarkirin. Muxatabê destpêkê û sereke yê qanûna navborî Rêber Apo û Tevgera me ye, lê li gel vê yekê jî qala pêşnûme qanûneke yekalî tê kirin ku ev jî radixe pêş çavan ku nêzîkatiyeke cidî li pirsgirtêkê û pêvajoyê nayê nîşandan. Ya herî girîng jî; qanûna ku tê xwestin bê amadekirin, tenê dispêrin danîna çekan. Ev yek jî nîşan dide ku pirsgirêka sed salî bi rengekî rast nayê nirxandin. Ev qanûn beriya her tiştî divê bibe ew qanûn ku rewşa Rêber Apo û kadroyên pêşeng ên Tevgera me ya Azadiyê diyar bike û rêya çareseriya pirsgirêka Kurd destnîşan bike. Li gel vê rastiyê gotinên ku dibêje wê Rêberê me li derveyî vê bê hiştin, wê bê wateya sabotekirina pêvajoya aştî û civaka demokratîk. Gelê me jî Tevgera me ya Azadiyê jî gelek caran destnîşan kir ku nêzîkatiyeke dûrî mercên kar û jiyana azad a Rêber Apo wê neyê qebûlkirin. Di vê pêvajoyê de beriya her tiştî divê ev rastî bê zanîn.

Di sala yekemîn a merasîma şewitandina çekan a 11’ê Tîrmehê de bi navê Tevgera Azadiyê em israra xwe ya li ser mijara stratejiya têkoşîna siyasî demokratîk careke din destnîşan dikin. Li gel salek di ser fesixkirina PKK’ê û bidawîkirina têkoşîna çekdarî re derbas bûye, neavêtina gavê ya ji aliyê desthilatdariya AKP-MHP’ê nêzîkatiya rast a li pêvajoyê nîne. Eşkere ye ku di tecrûbeyên çareseriya şer de em nêzîkatiya herî maqûl nîşan didin. Tê zanîn ku em vê yekê di çarçoveya bicihanîna jiyana demokratîk û azad a gelên me de dikin. Berpirsyariya me hemûyan e ku Tirkiyeyeke demokratîk ava bikin ku gelên me li ser bingeha entegrasyona demokratîk bi rengekî azad lê bijîn. Gelê Kurd û tevahiya gelên Tirkiyeyê ji bo afirandina Tiriyeyeke bi vî rengî divê berpirsyariyên xwe ji her alî ve bi cih bînin. Em jî li gorî berpirsyariya xwe ya ji bo gelên xwe, di çarçoveya manîfestoya civaka demokratîk a Rêber Apo de em ê berpirsyariya xwe ji niha û pê ve jî bi cih bînin.”

Navenda Lêkolînên Stratejîk A Kurdistanê

Etiketler: 11ê TirmehAKP-MHPAşitîAzadîÇek şewindandinPêvajoRêber APOTIRKIYE
Önceki yazı

Rewşa Dawî ya Îranê û Pêşbîniyên Gengaz

Sonraki Haber

Manîfestoya Civaka Demokratîk a Komûnal – BEŞA 5

Benzer Haberler

Hevkariya MÎT’ê Bi Îranê Re û Planên wê yên Derbarê Eşîran de – NÛÇE ANALÎZ
Lêkolîn

Hevkariya MÎT’ê Bi Îranê Re û Planên wê yên Derbarê Eşîran de – NÛÇE ANALÎZ

16 July 2026
KCK: Em ê hesreta berxwedêrên 14’ê Tîrmehê pêk bînin!
Nûçe

KCK: Em ê hesreta berxwedêrên 14’ê Tîrmehê pêk bînin!

13 July 2026
Em Toreke din a Sîxûrên MÎT û Parastinê Aşkere Dikin- NÛÇE TAYBET
Nûçe

Em Toreke din a Sîxûrên MÎT û Parastinê Aşkere Dikin- NÛÇE TAYBET

9 July 2026
Sonraki Haber
Manîfestoya Civaka Demokratîk a Komûnal – BEŞA 5

Manîfestoya Civaka Demokratîk a Komûnal - BEŞA 5

Nivîsên Ku Derdikevin Pêş

  • Em Toreke din a Sîxûrên MÎT û Parastinê Aşkere Dikin- NÛÇE TAYBET

    Em Toreke din a Sîxûrên MÎT û Parastinê Aşkere Dikin- NÛÇE TAYBET

    586 Paylaşım
    Paylaş 234 Paylaş 147
  • Öcalan: Kürtler Arasında Kan Dökülmesin

    671 Paylaşım
    Paylaş 268 Paylaş 168
  • Manîfestoya Civaka Demokratîk a Komûnal – BEŞA 5

    501 Paylaşım
    Paylaş 200 Paylaş 125
  • KCK: Em ê hesreta berxwedêrên 14’ê Tîrmehê pêk bînin!

    501 Paylaşım
    Paylaş 200 Paylaş 125
  • Devlet Bahçeli Kimdir?

    627 Paylaşım
    Paylaş 251 Paylaş 157

Hevkariya MÎT’ê Bi Îranê Re û Planên wê yên Derbarê Eşîran de – NÛÇE ANALÎZ

Mîrateya Hz.Birahîm, Kurd, Cihû û Li Rojhilata Navîn Lêgerîna Aştiya Demokratîk

Di Germahiya Tîrmehê De Azadî

KCK: Em ê hesreta berxwedêrên 14’ê Tîrmehê pêk bînin!

Andok: Em Qanûnek Yek alî Qebûl Nakin

Manîfestoya Civaka Demokratîk a Komûnal – BEŞA 5

  • DERBAR DE
  • PEYWENDÎ
  • HEMÛ NIVÎS
LÊKOLÎN

© NAVENDA LÊKOLÎNÊN STRATEJÎK A KURDISTANÊ 2025

Tekrar hoşgeldiniz!

Hesaba giriş

Şifrenizimi unuttunuz?

Tüm alanlar zorunludur

Şifrenizi sıfırlamak için lütfen kullanıcı adınızı veya e-posta adresinizi girin.

Oturum aç

Add New Playlist