• Türkçe
Sonuç yok
Tüm Sonuçları Göster
  • RUPELA GIŞTÎ
  • NÛÇE
  • ANALÎZÊN SIYASÎ
  • LÊKOLÎN
  • GOTAR
  • Hemû beş
    • Ji Edîtor
    • Jin
    • Perspektîfên Azadiyê
    • Rêze Nivîs
    • Rastiyên MIT
    • Hevpeyvîn
    • Ji Çapemeniya Derve
    • Nivîsên Azad
  • RUPELA GIŞTÎ
  • NÛÇE
  • ANALÎZÊN SIYASÎ
  • LÊKOLÎN
  • GOTAR
  • Hemû beş
    • Ji Edîtor
    • Jin
    • Perspektîfên Azadiyê
    • Rêze Nivîs
    • Rastiyên MIT
    • Hevpeyvîn
    • Ji Çapemeniya Derve
    • Nivîsên Azad
Sonuç yok
Tüm Sonuçları Göster
Turkçe
Anasayfa Beşên Nûçe

MÎT û HTŞ Di Ser DAIŞ’ê De Planek Mezin Pêk Tînin-NÛÇE TAYBET

NAVENDA NÛÇEYAN – Em weke Lekolin.org, planên ku ji aliyê MÎT'ê ve, bi hevkariya HTŞ'ê, bi rêya DAIŞ'ê li seranserê Sûriyeyê planên xwe yê ji bo mayîndekirina hebûna dewleta Tirk a dagirker li Sûriyeyê xistine meriyetê deşîfre dikin.

Yayınlayan Lekolin
28 May 2025
Kategori: Nûçe, Rastiyên MIT
243 18
A A
MÎT û HTŞ Di Ser DAIŞ’ê De Planek Mezin Pêk Tînin-NÛÇE TAYBET
Facebook İle PaylaşınTwitter İle Paylaşın
FacebookX

Dewleta Tirk a dagirker ku di 27’ê Mijdara 2024’an de bi êrîşên çeteyên HTŞ’ê ya li ser Helebê ket tevgerê, bi rêya çeteyên DAIŞ’ê ji bo ku hebûna xwe ya li herêmê mayînde bike piştgiriyek bêsînor dide çeteyan. Weke ku tê zanîn MÎT’ê rola herî girîng di avakirina Hikûmeta Sûriyeyê ya di bin serokatiya HTŞ’ê de liyîst û li Iraq û Sûriyeyê, DAIŞ’ê ji nû ve aktîv kir.

Li gorî agahiyên ku me wek Lekolin.org bi dest xistine, di nava mehên dawî de di navbera rayedarên MÎT, Rêveberiya Giştî ya Îstixbarata Şamê û Rêxistina Ewlekariya Neteweyî de civîneke veşartî hatiye lidarxistin. Di civînê de hat zanîn ku îstixbarata Tirkiyê ji bo tevgerên serkirdeyên çeteyên DAIŞ’ê di nav axa Sûriyê de hêsan bike talîmat daye.

MÎT, ji Serokê Dezgeha Îstixbarata Giştî ya Şamê re, Huseyîn Selama ku bi navê kod “Ebû Musab Şiheley” û serokê îstixbarata leşkerî “Ebû Nûr”, bal kişandin ser serkirdeyên DAIŞ’ê yên bi eslê xwe Tirk ku berê ji aliyê Tirkiyê ve hatibûn perwerdekirin, talîmat da ku tevgerên wan ên li parêzgehên Humus, Şam û Suweyda bi ewle bikin.

Di talîmatên ku Tirkiyê ji yekîneyên îstixbarata Şamê re şandiye, komeke fermandarên DAIŞ’Ê ku ji aliyê koalisyona  navdewletî û Amerîkayê ve tê xwestin, piştrast kir ku ji Tirkiyê di deriyê sînor yê Bab El-Hawa de derbasî Sûriyê dibin. Hate zanîn ku van çeteyan ji bo li bajaran êrîşan pêk bînin berê xwe dane Şam, Humus û Suweydayê.

Ev êrîş beşek ji planê ye ku DAIŞ li seranserê Sûriyê û deverên di bin kontrola Şamê de ne belav bûye ku armanca wan civaka navdewletî razî bikin ji bo hebûna metirsiyek hevbeş pêwîstî bi piştgirî û pejirandina “desthilatdariya nû” ya bi rêveberiya Heyet Tehrîr el-Şam heye.

Di rojên derbasbûyî de desthilatdariya Colanî bi Erdogan re hevdîtinek pêk anî. Di hevdîtinên ku li ser mijarên hevkarî û koordînasyona leşkerî hat gotûbêjkirin, hat ragihandin Tirkiye plan dike ku bi navê şerê li dijî DAIŞ’ê baregehên leşkerî yên nû li Sûriyê ava bike.

QSD WÊ JI ÊRÎŞAN BERPIRSIYOR WERE GIRTIN

Li gorî agahiyên ku me bidestxistî, talîmatên MÎT’ê yên di civînê de di nav de çêkirina gotûbêjeke ya medyayî û ewlehiyê ku QSD’ê, bêyî agahiya koalîsyona navneteweyî ji bo veguhestina çeteyên DAIŞ’ê ji “kampên veşartî” yên li bakur û rojhilatê Sûriyeyê ji herêmên di bin kontrola Şamê de wê sûcdar bike. Bi vî awayî wê tevliheviya medyayê çêbibe û QSD ji êrîşan berpirsyar were dîtin.

Weke Lekolin.org, em nav û wêneyên serkirdeyên çeteyên DAIŞê yên ku 8 mehan ji aliyê MITê ve hatin komkirin û di 17’ê Gulan’ê de bi rêya deriyê sînor yê Bab El Hawa ya li aliyê Sûriyê ji Tirkiyê derbasî Sûriyê bûyîn parve bikin.

Nav û wêneyên Serkirdeyan ku bi eslê xwe Tirkin wiha ne:

–Hemdusin Turk, 1988 li Amed/Qulp ji dayîkbûye.

-Demîr Aydemîr, 1990 li Amed ji dayîkbûye.

-Mehmet Bekel, 1985 li Konya ji dayîkbûye.

-Kenan Ûzgûn, 1996 li Amed/Farqin ji dayîkbûye.

-Amîr Ûnayî, 1995 li Van ji dayîkbûye.

Wek ku me berê jî dabû diyarkirin, bi dehan caran hatiye belgekirin ku MÎT li ser veguhestina komên çeteyan disekine û alîkariya çeteyên DAIŞ’ê dike. MIT, ji bo berjewendiyên dewleta Tirk a dagirker hemû qûrnaztiyên ji destê wan tê dike û alikariya HTŞ’ê dike ku bi awayekî mayînde Suriyeyê birêve bibe. Armanca wan tenê lewazkirina hebûna QSD’ê ye. Ji ber vê yekê, wek kiryarên wî yên berê û yên niha jî, ji ber hemû aloziyên ku li Sûriyê çêdikin, QSD’ê tewanbar dikin.

Her wiha malpera me Lekolin.org di nûçeya xwe ya taybet a 9’ê Gulan’ê de diyar kir ku piştî ku DYA’yê zextên li ser hikûmeta HTŞ’ê yên ji bo derxistina çeteyên biyanî yên li Sûriyeyê zêde kir, MIT ket tevgerê ku di 28’ê Nîsan’a 2025’an de hin çeteyên DAIŞ’ê yên bi eslê xwe ji Tirkiyeyê û biyanî ku li Bakurê Sûriyeyê ne, li çolên Sûriyeyê bi cih bûne. Navenda Çapemeniyê ya QSD’ê ragihand ku êrîşên çeteyên DAIŞ’ê yên li herêmê zêde bûne.

Bi vê plana ku di bin çavdêriya MÎT’ê de tê kirin, tê xwestin ku çalakiyên DAIŞ’ê li hin herêmên Sûriyeyê bi piştgiriya lojîstîk û îstîxbaratê ji nû ve bên zindîkirin. Piştre, operasyonên leşkerî yên li dijî DAIŞ’ê ku ji aliyê Heyet Tehrîr el-Şam ve hatin organîzekirin, bi armanca ku ew rêxistineke ku di şerê li dijî terorê de wek hêzek pêbawer were nîşankirin. Ev yek nîşanî me dide ku di van pêvajoyan de, bi taybet li başûrê Sûriyê, tevgera DAIŞ’ê dibe ku hîn zêdetir zêde bibe.

OPERASYONÊN LI HELEB Û EL-MEYADÎN HATÎ PLANKIRIN

Malpera me Lekolin.org di nûçeya xwe ya taybet a 20’ê Gulan’ê de perdeya êrîşên dawî yên li Sûriyê vekir û herwiha bal kişand ser rola DAIŞ’ê ya di van êrîşan de. Dema ku nakokiyên navxweyî yên HTŞ kûrtir dibin, hikûmeta HTŞ hewl dide ku bi êrîşên DAIŞ’ê yên aktîfkirî re rewabûnê bi dest bixe.

Weke ku tê zanîn di rojên dawî de ji nişka ve êrîş li dijî Navenda Ewlekariya Giştî ya hikûmeta Şamê li bajarên Heleb û El-Meyadîn li rojhilatê gundewarê Dêrazorê hatine kirin. MÎT’ê berpirsyariya rasterast a êrîşan avêt ser DAIŞ’ê. Piştre Heyet Tehrîr el-Şam ragihand ku wan “operasyonên ewlehiyê” li dijî DAIŞ’ê dane destpêkirin; Ev tevger jî ji beşek ya vê planê tê dîtin.

Herî dawî şeva borî li ser rêya balafirgeha navneteweyî ya Helebê di navbera hêzên ewlehiyê yên girêdayî HTŞ û komên çeteyên girêdayî dewleta Tirk de pevçûn derketin. Çavkaniyên nêzî HTŞ û MÎT’ê îdia kirin ku pevçûn di navbera hêzên girêdayî hikûmeta Şamê û çeteyên DAIŞ’ê de rû dane.

Navenda Lêkolînên Stratejîk A Kurdistanê

Etiketler: AmedBab El HawaDAISHalebhtşMITQSDROJAVASamSURIYESuweydaWan
Önceki yazı

HTŞ Bi Talîmatên MÎT’ê DAIŞ’iyan Di Navendên Ewlekariyê yên Ku Rejîma Baas Bûn De Bi Cih Kir-NÛÇEYA TAYBET

Sonraki Haber

Planên Qirêj ên MÎT û Çeteyan Ji bo Nevegera Efrîniyan Berdewam Dike – NÛÇE TAYBET

Benzer Haberler

KCK: Gelê me yê Rojava wê destketiyên xwe li ser xeta Rêber Apo biparêze û bi pêş ve bibe!
Nûçe

KCK: Gelê me yê Rojava wê destketiyên xwe li ser xeta Rêber Apo biparêze û bi pêş ve bibe!

19 July 2026
Hevkariya MÎT’ê Bi Îranê Re û Planên wê yên Derbarê Eşîran de – NÛÇE ANALÎZ
Lêkolîn

Hevkariya MÎT’ê Bi Îranê Re û Planên wê yên Derbarê Eşîran de – NÛÇE ANALÎZ

16 July 2026
KCK: Em ê hesreta berxwedêrên 14’ê Tîrmehê pêk bînin!
Nûçe

KCK: Em ê hesreta berxwedêrên 14’ê Tîrmehê pêk bînin!

13 July 2026
Sonraki Haber
Planên Qirêj ên MÎT û Çeteyan Ji bo Nevegera Efrîniyan Berdewam Dike – NÛÇE TAYBET

Planên Qirêj ên MÎT û Çeteyan Ji bo Nevegera Efrîniyan Berdewam Dike – NÛÇE TAYBET

Nivîsên Ku Derdikevin Pêş

  • Em Toreke din a Sîxûrên MÎT û Parastinê Aşkere Dikin- NÛÇE TAYBET

    Em Toreke din a Sîxûrên MÎT û Parastinê Aşkere Dikin- NÛÇE TAYBET

    587 Paylaşım
    Paylaş 235 Paylaş 147
  • Öcalan: Kürtler Arasında Kan Dökülmesin

    671 Paylaşım
    Paylaş 268 Paylaş 168
  • KÜRDİSTAN’DA COĞRAFYA VE KÜLTÜR

    568 Paylaşım
    Paylaş 227 Paylaş 142
  • Hevkariya MÎT’ê Bi Îranê Re û Planên wê yên Derbarê Eşîran de – NÛÇE ANALÎZ

    501 Paylaşım
    Paylaş 200 Paylaş 125
  • KCK: Em ê hesreta berxwedêrên 14’ê Tîrmehê pêk bînin!

    501 Paylaşım
    Paylaş 200 Paylaş 125

KCK: Gelê me yê Rojava wê destketiyên xwe li ser xeta Rêber Apo biparêze û bi pêş ve bibe!

Şoreşa 19’ê Tîrmehê: Hafizeya Gel, Destkeftî û Dersên Ji Bo Pêşerojê

Kalkan: Mifteya Aştiyê Îmraliyê Ye, Divê Rêya Siyasetê Were Vekirin

Hevkariya MÎT’ê Bi Îranê Re û Planên wê yên Derbarê Eşîran de – NÛÇE ANALÎZ

Mîrateya Hz.Birahîm, Kurd, Cihû û Li Rojhilata Navîn Lêgerîna Aştiya Demokratîk

Di Germahiya Tîrmehê De Azadî

  • DERBAR DE
  • PEYWENDÎ
  • HEMÛ NIVÎS
LÊKOLÎN

© NAVENDA LÊKOLÎNÊN STRATEJÎK A KURDISTANÊ 2025

Tekrar hoşgeldiniz!

Hesaba giriş

Şifrenizimi unuttunuz?

Tüm alanlar zorunludur

Şifrenizi sıfırlamak için lütfen kullanıcı adınızı veya e-posta adresinizi girin.

Oturum aç

Add New Playlist