Di 20’ê Tîrmehê de li gundê Perex ê girêdayê navçeya Duhok a Zaxoyê topbaranake dagirkeriya Tirk çêbû. Di encamê de zarokeke 1 salî ya bi navê Zehra jî di navê de 9 mirov ên pêkhateya Ereb bûn hatin qetilkirin û 25 kes jî birîndar bûn. Li gor nûçeyên di ragihandinan de di nava birîndaran de kesên rewşa wan di metirsiyê de jî hene. Em ser saxiyê ji malbatên şehîdan re dixwazin, ji birîndaran re jî şîfayê dixwazin.
Ew buyer ne buyereke ji rêzê ye û cara yekemîn jî nine. Heya niha bi dehan êrîşê bi vê rengî çêbûne û gelek zarok, jin şehîd ketine û gelek jî birîndar bûne. Ji bo vê jî pêwîstî bi nirxandineke cidî heye. Ev êrîş tesaduf bû an na? Ku ne tesaduf be ji bo çi cih û warekê ku însan ji bo seyranê diçinê hat topbarankirin? Li gor ku carekê din di 22 tîrmehê de dagirkeriya dewleta Tirk derdorê gundê Perexê bombebaran kir, ew ne tesadufe. Planeke kur heye. Em dixwazin li ser vê planî bisekinin û aşkere bikin.
Em dikevin sedsala Lozanê. Dagirkeriya Tirk sînorê dewleta xwe ya dagirker û qirker têr nabîne, dixwaze berfireh bike û xwe bigihîne tixûbê Împaratoriya Osmanî ya dagirker. Ji bo wê jî axa Başûrê Kurdistanê û Rojava yê Kurdistanê wek sînorê dewleta xwe ya xwezayî dibîne. Ji Idlibê heya Silêmaniyê aîdê xwe dibîne. Wiha pênase dike; “Ev ax berê yê me bû. Axa Mîsakî Mîllî bû, bi Peymana Lozanê ji destê me hatin girtin, em dixwazin careke din axa xwe bi dest bixin.”
Ev îdeayek nîne. Eger em li daxuyaniya kujerê gel, kujerê jin û zarokan dîktator Tayîp Erdogan binerin em ê vê rastiyê bibînin; dibêje; “Li Lozanê neheqî li me çêbû, wê axî ji destê me girtin. Yê ku Peymana Lozanê îmze kirî xayintiyê li me kirin. Pêwîste em vê axa xwe bi awayekî vegerînin.” Jixwe kujerê gelê Kurd Mustafa Kemal beriya Lozanê digot, ‘Misul Kurd in’. Dema ku Lozan çêbû û şûnde, got ‘Musul Tirke, kes nikare vê rastiyê biguherîne’.
Cihê ku komkujiya gele Ereb lê çêbû ciheke ku şer lê tuneye û li wê dere gerîlayên Azadiya Kurdistanê nîne. Ji sînorê dewleta Tirk a dagirker kîlometreyek û nîv dûre. Cihekê seyrangehê ye û balafirên keşfê ya dewleta Tirk a dagirker 24 seat li wê heremî digerin. Li gorî asta dîtinê balafirên keşfe, em dizanin ku ne mimkûn e ku nizanibin ew der cihekê seyrangehê ye û kesên li wir dimînin kesên sivîl in. Ya din jî kordînatên hemû cih û waran di deste dagirkeriya Tirk de hene. Em dixwazin bibêjin ku ev êrîş ne tesadûf bû.
Armanca dewleta Tirk a dagirker ew e ku dixwaze vê heremê bê mirov bike. Ji bo ku karibe bi rehetî çekên qedexekirî û yê kîmyewî bi kar bîne û piştre jî çeteyên xwe li wê heremî bi cih bike û guhertina demografik pêkbîne. Li Efrînê çi kir dixwaze li wê heremî jî pêk bîne. Kesên ku bi 10 hezaran li vê dere bi cîh bûye ji xwe re bike çete û bi riya wan heremên din ên Kurdistanê dagir bike.
Dewleta Tirk a dagirker wan sûcên mirovahiyê hemû jî qaşo bi hinceta “ewlekariya dewleta xwe” bi nav dike û îzah dike. Efrînê dagir dike dibêje ‘ez ji bo ewlehiya xwe dikim’, li Idlibê bi sed hezaran çete xwedî dike dibêje ‘ji bo ewlekariya xwe’, Serêkaniyê û Girê Spî dagir dike heman hincetî, rojane Rojava bi balafir û topan topbaran dike, Şengalê, Qendîlê, Mexmûrê Kanîmasî û Silêmaniyê êrîşên cur bi cur pêk tîne dibêje ‘ji bo ewlekariya xwe dikim’. Hêzên weke Amerîka, dewletên Ewropa jî dibêjin ku ‘pêwîste em pêwistiya ewlekariya dewleta Tirk ber çavan bigirin’. Bi vê rengî ew hêz ji xwe dibin şirîkê dewleta Tirk a kujer û destê wan jî di xwîna gelê Kurd û Ereb de heye.
Ew sedemên ku dewleta Tirk a dagirker dibêje ne rast in. Dawiya bahaneyên wê nayê. Wê deme mafekê gelên heremê jî heye ku ji bo ewlekariya xwe ji êrîşên dewleta Tirk bikin, xwe biparêzin, mafê wan heye bersivên ku dewleta Tirk a dagirker jê fêm dike bidin. Dawiya hincetên wê nayê. Baş e ew 9 mirov kul i gundê Perex ê girêdayê Zaxo hatin qetilkirin çawa ewlekariya dewleta Tirk tehdîd dikirin? Ew Zehra yê 1 salî tehdîdet çewa dikir? Ev hemû derew in û van derewan ji bo plana xwe veşêre û raya giştî aresteyê cihê şaş bike pêş dixe. Mînak dibêje ku li ser sînorê min metirsî heye û pêwîste ez sînorê xwe yê Başûr ji Efrîn heya Sûleymaniye bi kurahiya 30 km pêşta bibim. Wê demê ew dîsa dibe sînorê dewleta Tirk, wê demê dikarê dîsa bêje ev têra min nake û pêwîste hêji pêşde herim. Dewleta Tirk dixwaze ji Efrîne heya Silêmaniyê Başûrê Kurdistanê weke destpêkekî bi tevahî dagir bike. Çawa ku li Efrîne dibistanê Tirkî vekirine û dest bi tirk kirina heremê kirin e, dixwaze vê li Başûrê Kurdistanê jî bike. Ji bo desthilatdariya xwe dixwazê gelê heremê hemû ji bo xwe bike kole. Ma Impratoriya Osmanî jî ne ew bû?
Gundê Perex di bin kontrola PDK de ye. Dema ku bûyer qewimî ragihandina PDK û hinek rêveberiyên Zaxo û Dihûk li cîhê ku dewleta kujer tewanbar bikin xwestin komkujiyê têxin stuyê PKK. Xwestin gerîlayên azadiyê sûcdar bikin. Rexmî ku kujerên dewleta Tirk a dagirker li ser sûc hatin girtin jî, ev nêzîkatî nîşan dan. Lê şûna wê xwestin PKK’ê û gerîlayên azadiyê bixin hedef. Lê rastî ew e ku PDK jî bi qasî dewleta Tirk a dagirker berpirsiyarê komkujiyê ye. Ji ber ku wan ya dewleta Tirk a dagirker anîn Başûrê Kurdistanê û bi cih kirin. Heya niha bi caran komkujiyên bi vê rengî çêbûn, lê xiyanetkarên malbata Barzanî dengê xwe dernexistin.
Însan ku carek li ber bayê xiyanê bikeve, ji nirx û exlaqê mirovahiyê dûr bikeve, wê li kuderê bisekine jî ne diyar e. Dewleta Tirk a dagirker dema ku Şêx Ebdulselam îdam kir, ma PKK hebû? Dema serhiladan Babanzadeyan çêbû û Osmanî yên dagirker li hember wê serhlidanê ewqas komkujî pêk anî, ma PKK hebû? Di vê mijarî de gelek tiştên ku mirov rêz bike hene, lê ji bo ku cihê me sînordar e, em ewqas dibêjin.
Raxmê ku ewqas delîl hene jî lê cardin hikumeta AKP-MHP a dagirker û faşist, hêj jî komkujiya ku li Perexê kirî qebûl nake. Dixwaze şêlû bike. Jixwe heya niha tu sûcên ku li hember gelê me kirî îtîraf nekiriye, li xwe mikûr nehatiye. Em jî ne li bendê ne ku li xwe mikûr werin. Lê kes nikare, xûyna destê wan paqij bike.
Li aliyê din jî sekin û helwesta CHP- İYİ Partî û mutefîkên xwe jî di vê bûyerî de careke din xwe şênber kirin. Berpirsê gelek komkujiyên şoreşger û Kurdan CHP û Serokatiya İYİ Partî ye. Bi qasî sicîlê Kemal Kiliçdaroglu, sicîlê Meral Akşener, Alî Babacan, Ahmet Davutoglu jî qirêje. Pêwîste tu hêviya gelê Kurd û gelê Tirk ji wan tunebe.
Hêzên mezin ên modernîteya kapîtalîst jî bêdengiya xwe parastin. Em bizanin ku dewleta Tirk a dagirker wek kuçikek har tevdigere lê em bizanin zincîra wê di destê hêzên kapîtalîst de ye. Piştgiriya NATO cesaretê dide dewleta Tirk a dagirker, sardana Îsraîl ji bo dewleta Tirk teşwiqkirinek e.
Em Kurd bi pêvanperweriya xwe tên zanîn, ji ber vê yekî ger mêvanên te di axa te an jî di herêma te de hatibe kûştin, ew kûştina te ye. Ji ber vê yekî divê Kurd jî wekê gelê Ereb ên li her derê Iraqê rabûn ser piyan, xwepêşandan kiribûna. Rabûnek çêbû lê kême. Gelek daxuyaniyên girîng hatin dayîn lê ew têrê nake. Pêwîste gelê me li hember dewleta Tirk a dagirker bi rêxistinî rabin ser piyan.
Îro gerîlayê Kurdistanê bihost bihost çiyayên Kurdistanê di bin êrîşên kîmyewî, bombeyî taqtîk nuklerî, bombeyên fosfor, balafir, teyare, bi xwîn û keda xwe diparêzin. Îro ala rûmet û şerefê di destê gerîlayê Kurdistanê de ye. Wekê civaka Kurd a azadîxwaz Zehra yê yek salî û kesên ku jiyana xwe ji dest dane mêvanê xwe dibînin, em wê êrîşê li ser xwe dihesibînin. Ew di mala me de hatin kûştin û em ê tola wan hilînin, bila gumana tu kes nebe.
Li Rojava ciwanek bi navê Ezîzê Ereb sala 1983’an de tevlî nava refê PKK’ê bû û piştre jî berê xwe da bakurê Kurdistanê. Ji bavê xwe re nameyek nivisand. Got; “Bavo ku te bizanibûya dewleta Tirk bi serê Kurdan çi tîne, wileh wê tu jî hatibûya Bakurê Kurdistanê û bi gerîla re li dijî dewleta Tirk şer kiribûya”. Rêheval Ezîz, di sala 1986’an de li Botanê şehîd ket. Pêvajoya li dijî DAÎŞ’ê û dewleta Tirk a dagirker de jî, gelek ciwanên Kurd û Ereb di xeta Ezîzê Ereb de bi hev re di mewziyan de şer kirin, birîndar bûn û şehîd ketin. Êdî xwîna Kurd û Ereb ji bo azadiyê tevlîhev bû. Yê ku vê zilmî li gelê Kurd û Ereb dike, dewleta Tirk a dagirker e. Ne tenê li Sûriyê û Iraqê, li Libya û gelek cihên din zilma xwe dimeşîne. Cawa Osmanî xwe efendiyê Rojhilata Navîn û gelê Rojhilata Navîn didîtin, niha dewleta Tirk a dagirker û şefê wê Erdogan jî dixwaze heman tiştî bike. Ev teqez e, pêwîste em weke gelê Kurd û Ereb bi şoreşgerên Fars, Tirk, Aşûrî bibin yek û li hember van têkoşînek mezin bikin. Ji ber ku êşa me mezin e û bi komkujiya Perex êşa me mezintir bû.
Sala 2020 dagirkeriya Tirk û çeteyên xwe, êrîşek li ser zarokên Efrînê ye ku xwe li Şehba girtibûn kirin. 10 zarok di dema lîstika xwe de di baxçê mektebê de hatin kuştin. Cenazeyên zaroka li erda nexweşxanê rêz kiribûn û paçek avêtibûn ser wan. Dayikek hat û ew paç rakir, kurê xwe naskir. Bi êşeke mezin û serhildêr kurê xwe hejand û bang kurê xwe kir ” Hemûdê…Hemûdê….Hemûdê rabe Hemûdê”…. Lê Hemûdê û 9 hevalên xwe ranebûn, ji ber ku ji milê dagirkeriya Tirkan ve hatibûn şehit xistin.
Roja ku li Perexê komkujiya Tirkan çêbû, dayikek di hembêza xwe de zaroka wê hebû. Ji seyarê daket, lez dikir ku zaroka xwe bighîne nexweşxane. Li wê derê erkdarek zaroka wê ji destgirt ji ber ku Zehra şehit ketibu. Ew dayik jî çi got min nikaribu fêhm bikim, lê qîra xwe weke dayikê Hemûdê bû. Ew qîra dayîka Hemûdê û qîra dayîka Zehra gerek ji bo me bibe soza tolhildanê û divê hemû kesên xwedî wijdan li hember vê komkujiyê dengê xwe bilind bikin.
Bahaddin KEMAL
Kürdistan Stratejik Araştırmalar Merkezi