• kurdî
  • العربية
  • Anasayfa
  • Haber
  • Makale
  • Araştırma
  • Politik Analiz
  • MİT Gerçekleri
  • Tüm Bölümler
    • Anketler
    • Duyurular
    • Röportaj
    • Editörden
    • Ekoloji
    • Ekonomi
    • Kadın
    • Gençlik
    • Dış Basından
    • Kürdistan Tarihi ve Dili
    • Kim Kimdir?
    • Basın Bültenleri
    • Basından Seçmeler
    • Kronoloji
    • Belge
    • Dizi Yazı
    • Okuyucudan
    • Özgürlük Perspektifleri
    • Serbest Yazılar
    • Teknoloji
    • MİT Gerçekleri
Sonuç yok
Tüm Sonuçları Göster
  • Anasayfa
  • Haber
  • Makale
  • Araştırma
  • Politik Analiz
  • MİT Gerçekleri
  • Tüm Bölümler
    • Anketler
    • Duyurular
    • Röportaj
    • Editörden
    • Ekoloji
    • Ekonomi
    • Kadın
    • Gençlik
    • Dış Basından
    • Kürdistan Tarihi ve Dili
    • Kim Kimdir?
    • Basın Bültenleri
    • Basından Seçmeler
    • Kronoloji
    • Belge
    • Dizi Yazı
    • Okuyucudan
    • Özgürlük Perspektifleri
    • Serbest Yazılar
    • Teknoloji
    • MİT Gerçekleri
Sonuç yok
Tüm Sonuçları Göster
Sonuç yok
Tüm Sonuçları Göster
Anasayfa Bölümler Politik Analiz

Kî Dizên Petrola Sûrî Ne…?

Yayınlayan Adnan Mustafa
5 Eylül 2020
Kategori: Politik Analiz
246 18
A A
Kî Dizên Petrola Sûrî Ne…?
Facebook İle PaylaşınTwitter İle Paylaşın

Bê guman pêşxistin û geşedana projeyan li ser xaka Sûrî di dema niha de pir xeter e. Lê aliyê wê a erênî wek gaveke din ber bi aliyê piştgiriya istiqrar û aramiya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûrî û Sûrî bi giştî ye. Di vê çarçovê de dema em li lihevkirina di navbera Hêzên Sûriya Demokrat û Kompaniya petrolê ya Emerîkî Delta Cresent Energy de pêk hatiye binêrin, dê were dîtin ku dikeve çarçoveya pêşxistina aramiya herêmê û çareseriya siyasî, piştî derbasbûna derdora 30 rojî li ser vê lihevkirinê gelek nêrînên cûda derketin hole. Hin nêrîn dijber û hin nerînên alîgir derketin. Nerîn û aliyên dijber ên herî li pêş Tirkî û Rejîma Sûrî bûn. Ên ku wek dizî û îxaneta xaka Sûrî nirxandin û li ser wê bingehê gelek tewanbariyên xwe kirin. Heya ku gihîşt asta aliyê Kurdî bi îxanet û dizî bi nav kirin.

Lê di heman demê ku Kurd bi dizî û îxanetê de tewan bar kirin, ger em vegerin dîroka van her du dewletên dagirkerên axa Kurdistanê, dê were dîtin ku gelek xêr û bêrên vê xakê dizî û talan kirine û gelên vê herêmê ji mafên wan ên asayî merhrûm kirine. Mînaka wê jî Dewleta Sûrî ya ku rojane 440 hezar bermîl ji petrola Herêma Bakur û Rojhilatê Sûrî derdixist, nîvê wê debara pêwîstî û ihtiyaca xwe pê dikir û nîvê din jî difrot bazarên cîhanî. Di heman demê de gelên herêma ku bi petrolê zengîne wek herêmên Dêrîk, Rimêlan û gelên Dêra Zorê ji pariyê jiyanê bê par bûn. Di heman çarçovê de jî Dewleta Tirk di deh salên dawî de bi riya rêxistina “DAÎŞ” a tundrew û çeteyên wê petrola herêmê didizî lê kêlek wê jî diziya binesaziya sazî û dezgehên Sûrî û wan veguhest hundir Tirkî. Di nav de jî kargeh û fabirîqeyên Bajarê Helebê û alavê derxistina petrolê yên derdora Bajarê Dêra Zorê dikir. Ma gelo ev giştî wek diziyê nayê dîtin?! Yan ew vê yekê nabînin?!

Wek gotinên pêşiyan “Derziya di çavên xelkê de dibînin, lê şûjinê di çavên xwe de nabînin”. Lê hêza ku di deh salên dawî de 11 hezar şehîd û pakrewanan da, ne tenê parastina Bakur û Rojhilatê Sûrî, parastina nasnameya Sûrî û binesaziya civakî ya pêkhateyan kir. Lê li kêlek wê ev hêza tekane ku xwedî projeyek rastî vîn û daxwaza hemî pêkhateyên Sûrî tê, di avakirina Sûriyeke pêşerojê de a bi navê projeya Rêveberiya Xweser tê naskirin, ji aliyê hin derdoran bi têkilî danîna aliyên derve re û pêkanîna ajindeyên derveyî daxwaza gelên Sûrî û dizîna petrola Sûrî tê tewanbarkirin.

Bê guman van tewanan ti rastiyeke wê tune ye, dûrî heqîqetê ye û nakeve berjewandiya pêşeroja Sûrî. Lê belê ya balkêş ku dijbertiya hin alî ji vê lihevkirinê re sînorên daxuyaniyên çapamenî derbas kir û derbasî qonaxa bi riya karanîna hin kaxizên xwe afirandina nearamî û ne istiqrara li ser hemî xaka Sûrî bû. Ji aliyên ku herî pêş Îran û Rusya bûn ku bi riya karanîna kaxiza eşîrên Ereb, zemînê kiryarên nearamî destpêkirin. Bi wateyeke din afirandina hin kaxizên di destên Rejîma Sûrî, ji bo binxistina pirojeya Rêveberiya Xweser e.

Lê tecrûbeya Bakur û Rojhilatê Sûrî di tûnekirina terorî ya ku “DAÎŞ”ê nûnertiya wê dikir, rûxmî hin kêmasiyên ku heya roja îro derketin bi komkirina tevahî pêkhateyên herêmê li derdora projeya xwe, hemî pilanan bin xist. Mînaka wê jî civîna ku di 29’ê Tebaxê li bajaroka Zibiyan a gundewarê Dêra Zorê li darketibû û tê de hemî pirsgirêkên herêmê ku bi sedema hin kesayetên li paş ebayên eşîrtî xwe parastin di rojên borî de tê re derbas bû, hatin nîqaşkirin û di civînê de tekez kirin ku berjewendiyên wan û berjewendiya herêmê ( herêmê di destên hêzên QSD`ê de) ji hemî tiştî giringtir e. Hin şêx û rûsipiyên eşîran ên ku li civînê hazir bûn derbarê hebûna xwe di herêma Rojhilatê Firatê û negengaziya mudaxeleya herêma Rojavayê Firatê ji karên wan ên hundirîn re tekez kirin.

Yanî ji ber qonaxa ku Sûriye tê re derbas dibe, pirojeyên ku bi vî awayî pêk tên bi hemî erênî û neyîniya wê ji aramî û çaraseriya Sûrî re dibe destek û wek qonaxeke nû tê dîtin. Heya astekê rastî biryarên Civînên Ceneva yek û biryara Encûmena Ewlekariya Navdewletî ya 2254 ya qonaxa veguhestin û çaraseriya li tevahî Sûrî tê.

Li gorî nêrîn û analîzên gelek aliyên siyasî derbasbûna Kampaniya Delta Cresent Energy ya petrolê zemînek ji bo derbasbûna kompaniyên Ewropî ji bo pêkanîna pirojeyan li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dide avakirin. Li ser wê esasê li gorî agahiyên ji kesên nêzî Rêveberiya Xweser hin aliyên heremî û navdewletî hewil didin bi riya kompaniyên xwe yên xizmetguzarî, bazirganî û pêkanîna pirojeyan li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê roleke xwe bilîze. Sedemên ku rê li pêşiya van kompaniyan vekir, ji ber awartebûna Herêma Bakur û Rojhilatê Sûrî ji Yasayên Cesar ve û ji ber aramiya ewlehiya herêmê ya ku di salên borî de bi ked û bedelên giran ên hêzên “QSD”ê hatiye avakirin.

 

Ednan Mistefa

 

Navenda Lekolînên Stratejîk A Kurdistan

Önceki yazı

HEWLER’DE KDP DENETİMİNDE  ENGİZİSYON UYGULAMALARI-SON BÖLÜM

Sonraki Haber

TC’nin İşgal Pratikleri-4

Benzer Haberler

JİTEM ve Hizbulkontra’nın Sahneye Sürülmesi
Politik Analiz

JİTEM ve Hizbulkontra’nın Sahneye Sürülmesi

17 Mart 2023
Çökertme Politikasının Maşası: Üniformalı Kadın Ve Çocuk Katilleri
Politik Analiz

Çökertme Politikasının Maşası: Üniformalı Kadın Ve Çocuk Katilleri

16 Mart 2023
Önder APO, Hizbulkontracıların Serbest Bırakılmalarına Ne Demişti?
Politik Analiz

Önder APO, Hizbulkontracıların Serbest Bırakılmalarına Ne Demişti?

15 Mart 2023
Sonraki Haber
İstihbarat ve Türk Devlet Geleneği –DOSYA 1

TC’nin İşgal Pratikleri-4

Öne Çıkan Yazılar

  • Apoculuk, Sosyalizmi Eylem Ve Pratik Yaşam Düzeyinde Ele Alıyor

    Apoculuk, Sosyalizmi Eylem Ve Pratik Yaşam Düzeyinde Ele Alıyor

    510 Paylaşım
    Paylaş 204 Paylaş 128
  • HÜDA PAR’ın Resmi Sitesi Hacklendi

    540 Paylaşım
    Paylaş 216 Paylaş 135
  • JİTEM ve Hizbulkontra’nın Sahneye Sürülmesi

    529 Paylaşım
    Paylaş 212 Paylaş 132
  • Önder APO, Hizbulkontracıların Serbest Bırakılmalarına Ne Demişti?

    532 Paylaşım
    Paylaş 213 Paylaş 133
  • Asena Meral’in Seçim Oyunu

    557 Paylaşım
    Paylaş 223 Paylaş 139

Önerilenler

Apoculuk, Sosyalizmi Eylem Ve Pratik Yaşam Düzeyinde Ele Alıyor

HÜDA PAR’ın Resmi Sitesi Hacklendi

JİTEM ve Hizbulkontra’nın Sahneye Sürülmesi

Çökertme Politikasının Maşası: Üniformalı Kadın Ve Çocuk Katilleri

Önder APO, Hizbulkontracıların Serbest Bırakılmalarına Ne Demişti?

  • Hakkımızda
  • İletişim
  • Tüm Yazılar
KÜRDİSTAN ARAŞTIRMALAR MERKEZİ

© 2020 Kürdistan Stratejik Araştırmalar Merkezi

© 2020 Kürdistan Stratejik Araştırmalar Merkezi

Sonuç yok
Tüm Sonuçları Göster
  • Araştırmalar
  • Basın Bültenleri
  • Basından Seçmeler
  • Belgeler
  • Dizi Yazı
  • Dış Basından
  • Duyurular
  • Ekoloji
  • Ekonomi
  • Gençlik
  • Haberler
  • Kadın
  • Kim Kimdir?
  • Kronoloji
  • Kürdistan Tarihi ve Dili
  • Makaleler
  • Okuyucudan
  • Özgürlük Perspektifleri
  • Politik Analiz
  • Röportajlar
  • Serbest Yazılar
  • Teknoloji

Tekrar hoşgeldiniz!

Hesaba giriş

Şifrenizimi unuttunuz?

Tüm alanlar zorunludur

Şifrenizi sıfırlamak için lütfen kullanıcı adınızı veya e-posta adresinizi girin.

Oturum aç