• kurdî
  • العربية
  • Anasayfa
  • Haber
  • Makale
  • Araştırma
  • Politik Analiz
  • MİT Gerçekleri
  • Tüm Bölümler
    • Anketler
    • Duyurular
    • Röportaj
    • Editörden
    • Ekoloji
    • Ekonomi
    • Kadın
    • Gençlik
    • Dış Basından
    • Kürdistan Tarihi ve Dili
    • Kim Kimdir?
    • Basın Bültenleri
    • Basından Seçmeler
    • Kronoloji
    • Belge
    • Dizi Yazı
    • Okuyucudan
    • Özgürlük Perspektifleri
    • Serbest Yazılar
    • Teknoloji
    • MİT Gerçekleri
Sonuç yok
Tüm Sonuçları Göster
  • Anasayfa
  • Haber
  • Makale
  • Araştırma
  • Politik Analiz
  • MİT Gerçekleri
  • Tüm Bölümler
    • Anketler
    • Duyurular
    • Röportaj
    • Editörden
    • Ekoloji
    • Ekonomi
    • Kadın
    • Gençlik
    • Dış Basından
    • Kürdistan Tarihi ve Dili
    • Kim Kimdir?
    • Basın Bültenleri
    • Basından Seçmeler
    • Kronoloji
    • Belge
    • Dizi Yazı
    • Okuyucudan
    • Özgürlük Perspektifleri
    • Serbest Yazılar
    • Teknoloji
    • MİT Gerçekleri
Sonuç yok
Tüm Sonuçları Göster
Sonuç yok
Tüm Sonuçları Göster
Anasayfa Bölümler Kürdistan Tarihi ve Dili

KCK: Divê Gelê Kurd Tevlî Banga Tzpkurdî Bibe

Yayınlayan Lekolin
15 Mart 2020
Kategori: Kürdistan Tarihi ve Dili
255 2
A A
KCK: Divê Gelê Kurd Tevlî Banga Tzpkurdî Bibe
Facebook İle PaylaşınTwitter İle Paylaşın

20 Şubat 2011 Pazar Saat 16:32

Komîteya Ziman û Perwerdeyê ya KCK’ê bi rasthatina salvegera 21’ê Sibatê, Roja Zimanê Dayîkê ya Cîhanê daxwiyaniyek da û got

Komîteya Ziman û Perwerdeyê ya KCK’ê bi rasthatina salvegera 21’ê Sibatê, Roja Zimanê Dayîkê ya Cîhanê daxwiyaniyek da û got “Di heman demê de em bang li gelê me û hemû xwendekaran dikîn da ku tevlî banga TZPKurdî bibin û roja 21’ê Sibatê hemû dibistanan boykot bikin. Komîteyê bang li navnetewî UNESCO jî kir û xwest ji bo Kurdî bibe zimanê perwerdeyê divê bikeve nav hewldanan.

Komîteya Ziman û Perwerdeyê ya KCK’ê diyar kir ku divê gelê Kurd piştgirî bide biryara TZPKurdî û got “belê dewleta Tirk îro jî bi hukumeta AKP’ê siyaseta xwe ya înkar û tunekirinê bi awayekî hêj xapînok, hûr û kûrtir dide meşandin. Dema ku siyasetmedarên Kurd xwestin parastina xwe bi kurdî bikin, nehiştin û ji bo zimanê Kurdî gotin: zimanê nayê zanîn. Dema Kurd bi zimanê xwe perwerde xwestin, gotin: Ha ji we re qursên ziman, ma ne bes e. Komîteyê diyar kir ku divê bi dirûşima “Zimanê me hebûn û vîna me ye daxwaza ziman were bilindkirin.

Komîteyê got “Mirov, bi şoreşa ziman bû mirov û mirovahiya xwe pêşxist. Êdî bi pêşketina ziman û çandê re tevahî gelên cihanê bi zimanê xwe yên dayîkê bûn xwedî nasname. Li Hîlala Zêrîn(binarê Zagros û Torosan) bi çanda neolîtîkê zimanê Aryenan gelek pêş dikeve. Jixwe çanda neolîtîkî piştî li vir pêşdikeve, gav bi gav li hemû cîhanê belav dibe. Gelê Kurd jî yek ji wan gelan e ku çanda neolîtikê di asta herî jor de jiyan kiriye. Hûrî ku weke dapîr û bapîrên kurdan tên pejirnadin, di pêşketina mirovahiyê de roleke gelek girîng lîstine. Di heman demê de ji ber erdnigariya Kurdistanê, bûne xwedî dewlemendiyeke diyar. Ji ber vê dewlemendiya Kurdistanê, tu caran êrîş li ser Kurdan kêm nebûne. Gelek caran li ser gelê Kurd tevkujiyên mezin hatine kirin.

PEYMANA LOZANÊ PEYMANEK NAVNETEWÎ YE

Komîteya Ziman û Perwerdeyê ya KCK’ê ba kişand ser qirkirin û tevkujiya neteweya Kurd û got “Her çiqasî di dirokê de li ser gelê Kurd êrîş û tevkujî hatine kirin jî lê weke êrîş û tevkujiyên piştî peymana Lozanê rolekî xirab nelîstine. Peymana Lozanê, peymaneke navnetewî ye û projeyeke moderniteya Kapîtalîst a Ewrûpayê ye. Bi vê peymanê hem Kurdistan kirin çar parçe û hem jî piştgiriya siyaseta înkar û tunekirinê heta dawî kirin. Bêguman her dewleteke dagirker ev siyaset bi awayekî cuda meşandiye.

Komîteyê diyar kir ku Saddam heta ku têk çû jî bi kîmyabaranan, înfalan tevkujiyeke gelek mezin li ser gelê Kurd dimeşand û got “ Bêguman ev hemû jî li ber çavên cîhanê dikirin û herkesî li vê hovîtiyê temaşa dikir.

Daxwiyaniya Komîteya Ziman û Perwerdeyê ya KCK’ê wiha didome:

Dewleta Sûryê bi şewitandina sinemaya Amûdê, kembera Ereb, tevkujiya Qamişloyê ya 12’ê Adarê re ev siyaset dimeşand. Heta di destûra bingehîn a Suryê de hê jî gelê Kurd weke netewe nayê naskirin.

Dewleta Îranê bi darvekirina Qazî Mihamed, kuştina Qasimlo û darvekirinên endamên PJAK’ê re xwest îradeya gelê Kurd teslîm werbigre. Hê jî vê siyasetê dimeşîne. Herî dawî dema gelê Kurd daxwaza perwerdeya bi Kurdî kir, bi darvekirina hevalê Hêmin(Hisnî Xizirê) bersivek da. Bi vê xwest vê peyamê bide: Dema hûn daxwaza perwerdeya bi Kurdî bikin, emê we darvebikin.

ÎNKAR Û TUNEKIRIN DI ASTA JOR DE TÊ MEŞANDIN

Komîteyê bal kişand ku siyaseta înkar û tûnekirinê di asta herî jor de, ji aliyê dewleta Tirk ve tê meşandin û wiha domand “Dewleta Tirk pişaftineke wisa meşand ku êdî gihîşt asta xwepişaftinê. Jixwe destpêkê bi awayekî eşkere hebûna Kurdan û zimanê Kurdan înkar kir û ji Kurdan re got: Tu tune yî, ji xwe gelê ku tunebe zimanê î jî tune ye. Heta ew siyaset anîn astek wisa ku wekî qedera gelê kurd bi gelê me dane bawerkirin. Gelê me jî êdî serê xwe li ber qederê tewandibû û hêdî hedî diheliya. Ji ber vê yekê jî zimanê Kurdî êdî ji nava refên zimanên zindî derdiket û bi lez û bez ber bi mirin û zimanên mirî ve diçû. Lê bi têkoşîna Tevgera Azadiyê re, ev hate berovajîkirin. Lê belê dewleta Tirk îro jî bi hukumeta AKP’ê siyaseta xwe ya înkar û tunekirinê bi awayekî hêj xapînok, hûr û kûrtir dide meşandin. Dema ku siyasetmedarên Kurd xwestin parastina xwe bi kurdî bikin, nehiştin û ji bo zimanê Kurdî gotin: zimanê nayê zanîn. Dema Kurd bi zimanê xwe perwerde xwestin, gotin: Ha ji we re qursên ziman, ma ne bes e.

Komîteya Ziman û Perwerdeyê ya KCK’ê wiha berdewam kir:

“Yanê bi kurtasî hê jî li ser zimanê Kurdî qedexe didomin. Jixwe heta zimanê Kurdî bi awayekî fermî nebe zimanê perwerdehiyê dê cihê xwe di nava cîhana zimanên gerdûnê de negire. Ji ber vê jî gelê Kurd êdî gihiştiye wê zanebûnê ku êdî pergala xwe perwerdeyê bixwe avabike. Jixwe di pratîkê de gav bi gav vê yekê pêktîne. Çalekiyên ji bo jiyana duzimanî gavavêtina avakirina pergala xwe ye.

Divê dewletên dagirker û pergala modernîteya kapîtalîst guh bide daxwazên gelê Kurd ên xwezayî. Gelê Kurd tiştekî zêde naxwaze. Tenê dixwaze weke her gelekî li cîhanê bi zimanê xwe perwerde bibîne, li gorî çanda xwe azad bijî. Di vir de eger dewletên dagirker dixwazin bi gelê Kurd re aş bibin û di navava aşitîyekî de bijîn, divê berî her tiştî dev ji siyaseta xwe ya înkar û tunekirinê berdin û astengiyên di pêşiya ziman û çanda Kurdî de jî ji holê rakin. Eger pergala modernîteya kapîtalîst jî dixwaze li hemberî Kurdan xwe paqij derxe, divê berovajî peymana Lozanê tevbigere û ji bo gelê Kurd bighe mafên xwe yên xwezayî bikeve nava liv û tevgerê. Jixwe li gorî peymanên wan bi zimanê dayikê perwerde dîtin, mafê herî xwezayî ye. Lê heta niha ne li gorî qanûn û peymanên xwe li gorî berjewendiyên xwe nêzîkî gelê Kurd dibin.

ZIMANÊ ME HEBÛN Û VÎNA ME YE

Gelê Kurd gihiştiye wê bawerî û zanebûnê ku êdî dê ji dewletên dakirker û pergala modernîteya kapîtalîst tu hêvî û bendewariyan neke. Dê di nava xweseriya demokratik de pergala xwe ya ziman û perwerdeyê bi hêza xwe avabike. Em bang li gelê xwe dikin ku têkoşîna xwe bi durişmeya : Zimanê me hebûn û vîna me ye. bilind bikin û pergala xwe ya ziman û perwerdehiyê ava bikin. Ji bo bilindkirina vê têkoşînê em bang li jin, ciwan û rewşenbîrên kurd dikin da ku rolên xwe yên pêşengtiyê bilîzin. Di heman demê de em bang li gelê me û hemû xwendekaran dikîn da ku tevlî banga TZPKurdî bibin û roja 21’ê Sibatê hemû dibistanan boykot bikin

DIVÊ UNESCO BIKEVE NAVA HEWLDANAN

Komîteya Ziman û Perwerdeyê ya KCK’ê bang li rêxistina navnetewî UNESCO jî kir û got “Her wisa em bang li UNESCO dikin da ku bi boneya Roja Zimanê Dayîkê, guh bide daxwazên gelê Kurd û ji bo zimanê Kurdî bibe zimanê perwerdeyê bikeve nava hewldanan û bi vî awayî li pişt bîryara xwe bisekine.

Navenda Lêkolînên Stratejîk a Kurdistanê

www.navendalekolin.com www.lekolin.org -www.lekolin.net – www.lekolin.info

Etiketler: araştırmakurdiKurdishkurdistanLekolinTurkishTürkiye
Önceki yazı

YPG: Li Efrînê 3 dagirker hatin kuştin

Sonraki Haber

SURİYE GÜNDEMİNDE DÜNYA DENGELERİ VE KÜRTLER

Benzer Haberler

Tanrıça Kültürüne Yüreğini ve Zihnini Dayayan Kürt Asıllı Hitit Kraliçesi Puduhepa
Kadın

Tanrıça Kültürüne Yüreğini ve Zihnini Dayayan Kürt Asıllı Hitit Kraliçesi Puduhepa

13 Nisan 2021
Tarih Şimdidir-Kürdistan Tarihine Özlü Bir Bakış-15
Kürdistan Tarihi ve Dili

Tarih Şimdidir-Kürdistan Tarihine Özlü Bir Bakış-15

15 Mart 2020
Tarih Şimdidir-Kürdistan Tarihine Özlü Bir Bakış-14
Kürdistan Tarihi ve Dili

Tarih Şimdidir-Kürdistan Tarihine Özlü Bir Bakış-14

15 Mart 2020
Sonraki Haber
SURİYE GÜNDEMİNDE DÜNYA DENGELERİ VE KÜRTLER

SURİYE GÜNDEMİNDE DÜNYA DENGELERİ VE KÜRTLER

Öne Çıkan Yazılar

  • HÜDA PAR’ın Resmi Sitesi Hacklendi

    HÜDA PAR’ın Resmi Sitesi Hacklendi

    533 Paylaşım
    Paylaş 213 Paylaş 133
  • JİTEM ve Hizbulkontra’nın Sahneye Sürülmesi

    521 Paylaşım
    Paylaş 208 Paylaş 130
  • Önder APO, Hizbulkontracıların Serbest Bırakılmalarına Ne Demişti?

    524 Paylaşım
    Paylaş 210 Paylaş 131
  • Asena Meral’in Seçim Oyunu

    555 Paylaşım
    Paylaş 222 Paylaş 139
  • Demokratik Cumhuriyet ve Demokratik Ulus Paradigması Doğru Anlaşılmalıdır

    525 Paylaşım
    Paylaş 210 Paylaş 131

Önerilenler

HÜDA PAR’ın Resmi Sitesi Hacklendi

JİTEM ve Hizbulkontra’nın Sahneye Sürülmesi

Çökertme Politikasının Maşası: Üniformalı Kadın Ve Çocuk Katilleri

Önder APO, Hizbulkontracıların Serbest Bırakılmalarına Ne Demişti?

Devlet, Hükümet Nerede?- BÖLÜM 2 SON

  • Hakkımızda
  • İletişim
  • Tüm Yazılar
KÜRDİSTAN ARAŞTIRMALAR MERKEZİ

© 2020 Kürdistan Stratejik Araştırmalar Merkezi

© 2020 Kürdistan Stratejik Araştırmalar Merkezi

Sonuç yok
Tüm Sonuçları Göster
  • Araştırmalar
  • Basın Bültenleri
  • Basından Seçmeler
  • Belgeler
  • Dizi Yazı
  • Dış Basından
  • Duyurular
  • Ekoloji
  • Ekonomi
  • Gençlik
  • Haberler
  • Kadın
  • Kim Kimdir?
  • Kronoloji
  • Kürdistan Tarihi ve Dili
  • Makaleler
  • Okuyucudan
  • Özgürlük Perspektifleri
  • Politik Analiz
  • Röportajlar
  • Serbest Yazılar
  • Teknoloji

Tekrar hoşgeldiniz!

Hesaba giriş

Şifrenizimi unuttunuz?

Tüm alanlar zorunludur

Şifrenizi sıfırlamak için lütfen kullanıcı adınızı veya e-posta adresinizi girin.

Oturum aç