10 Mart 2010 Çarşamba Saat 14:57
0
21
TR
:” ”
:””
” “,” ”
” ”
Bi hest û ramanên jinên ku bedena wan bû xwelî, bi îdaya wan
jinên ku li ber giyotîna jî metaneta xwe parastin û serkeftinê winda
nekirin, bi hestên jinên gêrîla ku li
Beramberî hemû paşverûtî û desthilatdariyan têdikoşîn û bi rih, raman û
zanyariya Zîlan, Sema û Bêrîtanan ve we tevahî jinên kedkar yên cîhanê û hemû
jinên kurd yên ku sînga xwe dane ber bayê azdiyê silav dikin.
Em ber Dİ pêvajoya 100. 8 ê Adara 2010’ an de ne. ve 100. 8
ê Adarê tê wateya geşkirin, xurtkirin û bi hêzkirina tevger û têkoşîna jinan li
tevahî qadên jiyanê. Bi vê boneyê di serî em hemû jinên azadîxwaz û berxwedêr
ên ku keda wan di çand, felsefe û nirxên dayîka pîroz ya xwedawend parastin û
pêşvebirinê de çêbûye bi bîrtînin, têkoşîn û fedakariyên wan bi rêzdarî silav
dikin. Em hêvîdarin ku sedemîn 8 ê Adarê li gorayî mezin bûn û ermanca bi
hezara cangoriyên jin ên ku bi hêviya rojên azad ve hemû êş û jan dane ber çava
hati bê pîrozkirin. Ji ber ku em îro xwedî tevgereke ev çend bi heybet,
berfereh û xwedî vîna azad in, ev jî ermaca têkoşîna wan hemû jinên bi rûmet ên
ku serê xwe dan lê ji vîna xwe ya azad gav bi paşde ne avêti ne. Lewra bi rihê
jinên ku xwedî vîneke rûmetdariyê bûn têkoşîna xwe ya azad li hemû qadên
têkoşînê bilind kirin erka me ye û sedema têkoşîna me ye jî. Ji ber ku têkoşîna
jin û nirxên hevpar yên ku îro herî zêde em li ser têkoşîna xwe bilind dikin bi
ked û xwîna bi hezara jinên can fêda ve hatiye bi dest xistin û ji vê rûmetirîn
tiştekî din jî nîne. Ger îro bi milyonan jinên kurd û jinên cîhanê dadikev in
kolana û bi vîna xwe ya azad ve tevgera xwe bi rêxistin dikin, bi çalakiya xwe
ve dibin zimanê keda xwe, ev tê wateya ku cîhaneke bi reng û felsefa jinê ve jî
gengaz e. Bêguman ev jî bi yekîtî û rihekî yek girtî yê jinên têkoşer ve dikare
çêbibe. Bêyî ku yekîtî û rêxistineke me ya ku her roj bê mezin kirin hebe,
guherîn û veguherînên felsefa împeratoriya zilamê desthilatdar nayê ruxandin û
li cihê wê tû şêwayê demokrasiya bi reng û felsefa dayîka xwedawend jî nayê
avakirin. Yanî mîsogeriya serkeftina
têkoşîna me yekîtî û bi berferehî xwe bi rêxistin kirina jinan ne. Ger mifta
serkeftina têkoşîna azadî û demokrasiya civaka azad sincî-ramiyarî bi mîsogerî
xwe bi rêzistinkirin be, wê demê pêwîste ku em şev û rojên xwe bikin yek û wisa
bi xebitin da ku em encamekî erênî bi dest bixin. Bi vê rastiyê ve girêdayî
pêşwazîkirina 100. 8 ‘e Adara 2010’ an di asta herî bilind de li nirxên xwe yên
têkoşîna azadî û demokrasiya ku bi hest û ramanên jinên kurd ve tê afirandin
xwedî derketin û bilind kirin wê hebûna têkoşîna me deh qet mezintirîn
bike.
Wekî tevgera azadiyê a jinên kurd îsal ji bo ku ev têkoşîna
hîlaw (soylu) ya ku bi salane tê meşandin û her diçe xwe berferhtirîn dike,
wergerê têkoşîneke hişmendiya civaka zayend parêz guherînê û ev ji hemû cîhanê
re jî bibe mînakeke herî mengî, (îdal) amadakariyên pir alî hatin kirin. Dîsa
nîqaşên dorfeh hatin meşandin. Em hêvîdarin ku wê ev pêngava guherîn û
veguherîna civakî bibe sedema hêviya jiyaneke bi wate li gel hemû jinên
jankêşandî. Ji ber ku her em agahiya xwe kuştina jinekê dibihîzin rayek ji yê
dilê me bi wan re di qetê. Ji ber ya ku em hêjayî jinê dibînin ne xwe kuştin e
na, jiyaneke herî bi wate û rengî ne. Êdî dem hatiye ku şaxê vê jiyana bi reng
û vîna jina pîroz tovê xwe li her qadên jiyanê bi reşînê. Da ku bibe hêviya
hazaran jinên ku êdî bi feraseta zilamê desthiladar ve hatine fetisandin û her diçe
qesta canê xwe dikin. Ji bo ku em van agahiyên wiha ji ti jinan negirin bi
salaye ku wekî pêşengê vê têkoşînê em bi hemû hebûna xwe ve fedakirî dikin û
dinava têkoşîneke bê hempa de ne. Bêguman ti fedakarî û ked bê bersiv namîne.
Her çû ev têkoşîn wergeriya qadeke têkoşîna ku êdî ne tenê bi seda û bihezara
jin lê kom dibin. Ev qada têkoşînê wergeriya qadeke ku êdî milyon lê dicivin û
bi yek dengî, bi yek hestî ve qîr dikin û azadiya xwe dixwazin. Yanî bû qadeke
têoşînê ku êdî ne tenê li çiya li bajaran jî bi hezara pêşengên xwe gihandin.
Îro hemû qadên kurdîstanê bi vê têkoşîna jinan ve hatine xemilandin û herî zêde
tovê hizir û vîna azad lê tê çandine. Her ku diçe berhemê tovê hatî çandin
zêderîn dibe û li hemû aliyan belav dibe.
Bêguman hem weke
jinên kurd ên ku îro bûne xwedî ezmûnên têkoşînê ên bê hempa û wekî jinên ku
êdî ne tenê li yek qada têkoşînê li hemû qadên têkoşînê xwedî li nirxên xwe yên
dîrokî derdikevin, îro bi erkên gelekî girîngtir re rû bi rûne. Bi boneya 100. 8 ê Adarê em dixwazin
bêjin êdî yek ji qadên ku em jinên kurd herî zêde têkoşîna xwe tê de bilind
bikin qada xebata zimanê kurdiye, anku qada zimanê dayîkêye. Em wekî jinên ku
di nava vê qada têkoşîna nasnameya neteweyî de cî digirin bawer dikin ku ev
qada têkoşînê yek ji qadên ku herî zêde jin dikarin vegerin cewherê xwe dibînin
û dinirxînin. Ji ber ku ev yek ji qadên me yên xabatê yên herî bi wateye. Ji
ber vê rastiyê jî îro ji bo me mezintirîn çalakî, xwedî derkeftina li zimanê ku
çanda dayîka xwedawend pê hatî afirandi ne. Parastin û pêşvebirina zimanê kurdî
jî wê bibe bingehê zindîkirina çanda jiyana azad û wekheviya dayîka pîroz. Ji
ber dema ku em li rastiya dîroka jinê û dîroka ziman dinihêrin, em dibînin ku
hevşibîneke bê hempa heye. Dîrok û cewherê jinê jî bi hezaran salane ku tê
dagirkirin. , çand û hebûna zimanê kurdî jî bi heman kirinan re rûbirû ma ye.
Em ji bîr nekin ku ev zimanê herî kevnar yê vê axa pîroz ku îro tê qedexekirin
û qetilkirin yek ji çalakî û dîtinên jinê yên yekemîne. Ev bi hest, ked û xwîdana
hezaran heta milyonan salan hatiye afirandin û bi destxistin. Dîsa li
Kurdistanê heta roja me ya îro jî parêzvan û mamosteyên zimanê kurdî dayîk û
jinên kurd bûn. Ev ziman û çalakiya xwe ya yekemîn wekî nirxên civaka komînal,
wekhev û kolektîf parastin û hîna jî diparêzin. Ev têkoşîna herî bi rûmet
têkoşîna dayîkên me ye.
Belê ev tê wateya ku
jin pispor û zimanzanên herî mezin yên li ser vê axa pîrozin. Ev jî têgîna jin ji zimên fêm nakin ji ber wê çendê
tevlîbûna wan ya ji xabata ziman re kême vala derdixîne. Ma dema dayîkên me bi
hezarên sala ev zimanê xwe yê rûmetê parastin, her çû pêşxistin û anîne roja me
hemû zimanzan bûn?. Na bêguman ne zimanzan bûn. Lê bi hestên xwe yên bi wate û
rast teqîn ve tevgeriyan û her yek bûne parezgeheke herî pîroz ya ziman û çanda
kurdewarî. Ji bo ku ev bê fêmkirin û kirin jî di serê pêşî de pêdivî bi hestek
kur yê welatparêzî heye. Zanebûn û pisporî pişt wê re tê. Jixwe ji bo ku mirov
li ziman û çanda xwe xwedî derkeve ne pêwîste ku her yek ji me zimanzanek li
gorayê pîvanên ku niha herî zêde derdikevine pêş be. Li vir ya girîng ew ku
mirov rêzdarî û hezkirina xwe ya li beramberî çand û zimanê xwe winda nekiri
ne. Em di vê baweriyê de ne ku ev hezkirin, rêzdarî û cewher di hemû dayîkên me
û jinên kurd de heye. Lewre ev qada xebatê ya herî bi wate lewaz hiştin, bi
hejmareke kêm ve tevlî bûn bi serê xwe
wekî pirsgirêkeke. Bi taybatî jî di demeke ku em risteke stratîjîk didin qada
têkoşîna zimên rista pêşngtiya jina kurd bi nasnameyake rêxistinî hîna zêde
derkevtina pêş gelekî watedare. Yanî em di pêvajoyeke wisa de ne ku pêdivî bi
şoreşeke ziman ya dorfereh heye û bêgumane ku pêşengiya vê şoerşê jî ji jina
kurd tê xwestin. Ji ber ku em hemû jî baş dizanîn ku êdî çaraseriya pirsgirêka
kurd di ziman de xitimye. Lê em jî bi îdane ku vê xitimandinê derbas bikin û ji
bo ku zimanê kurdî bibe zimanê hîndekariyê têkoşîneke mezin û bi encam bidin.
ji ber ku ev mafê me yê herî xwezayî ye. Heta ev maf neye bi dest xistin jî em
ê nikaribin bêjin ku xeteriyên li ser zimanê me rabûne. Rêber APO ev xeterî bi
kuranî nirxînd û mafê zimanê dayîkê wekî “hebûn û mafê herî bingehîn ê
kolektîf binavkir. Lê rastiyeke ku dewlet jî ji vê yekê re ne amadeye, lewra
pêvajo xitimî. Ji ber vê yekê em jî li ser vî mafî bi israr û bibiryar in. lewre
azadî û ziman du tiştên wisa bi hev ve girêdayîne ku, tu carî bêyî hev nayên
hizirîn. Civaka ku zimanê wê hate qedexekirin, cîhan û malê cîhanê hemû jî yê
wê civakê bê bêwate ye lewre êdî ew civak nikare azad bijî. Di cîhana me û
welatê me de bi hezara mînakên wiha hene.
Ji rewşa heyî jî diyar ku her diçe çand û zimanê me bi
xeteriyên cidî re rû bi rû dimîne. Bi taybetî jî her ku têkoşîna azadiyê bi hêz
dibe, li Beramberî vê têkoşînê dijmin jî vala nesekine û her roj bi polîtîkayên
cihê re dixwazin ku vê têkoşînê pûçbikin û bê bandor bikin. Bi taybetî jî piştî
salên 90 an ku gelê me pêl bi pêl koçber kirin, ji ax û warên wan qutkirin da
ku bikaribin gelê me ji hêz bixin û bi fişivînin. Ji bo ku ev pêk bê, ji wê
rojê û heta niha dewleta tirk bi hemû hêza xwe ve li ser gelê me dek û dolaban
dide meşandin. Hinek caran bi rêka tarîqtan hinek caran jî bi rêka siyaseta xwe
ya înkar û tinekirinê vê hişmendiya xwe li ser civaka me disepane. Lê ya ku
herî zêde encam jê girtin polîtîkaya perwerdehî bû. Bi qedexekirina zimanê me
re civaka me neçarî pejirandina vê pergalê kirin. Bi vê rêkê ve di serî de
zarok û ciwan di bin navê perwerdekirinê de ji hizir û ramanên kurdewarî dur
xistin, bi çand û felsefeyeke li gorayî xwe gihandin. Bi demê re jî gelek ji
wan ciwanên kurd wergerandin amûrê pişaftin û xwe pişaftinê.
Bi van rastiya tevan ve girêdayî û bi hatina 100. 8 ê Adarê
re jinên kurd dikarin ku dest bi seferberiyekê bikin û pêşiya ramiyariyên
dewletê yên pişaftinê bigirin. Bila dayîk û jinên kurd dakev in kolanan û bêjin
em dayîkin dixwazin zarokên xwe bi zimanê xwe mezin bikin. Dema ku zarokên me
bi zimanê me nayên perwerde kirin, xerîb bûneke mezin dikeve navbera dayîk û
zarokan. Ji ber ev rastiyeke zarok bi çi zimanî biaxifin bi wê felsefa jiyanê
ve mezin dibin û wisa têş digirin. Ya girîngtirîn jî dayîk û jinên kurd ji bo
ku bi zimanê biyanî nizanin her roj li avahiyê dewleta ku bi temamî encamê
feraseta zilamê desthilatdare bi heqaretan re rû bi rû diminin. Dîsa li cihên
ku herî zêde nêzîkatiya mirovayatî lê bê raberkirin li nexweşxanan û sûkan jî
dayîkên me bi heman kirinan re rû bi rû dimînin. Ev yek ji şêwazê şidetê yê
herî dijiware ku ev jî bi rêka çand û ziman ve li ser jinan tê meşandin û
domandi ne. Ma kî derûniya dayîkek kurd ya ku dema diçe avahiyeke fermî û bi
kirinên wiha re rû bi rû di mînê fêm dike û wate didiyê. Na yên ku herî kur vê
hestê jiyan dikin diyîk bi xwe ne. Ji bo vê sedemê û bi boneya sedemîn 8 ê
Adarê re dîsa bi destpêkirina pêngaveke nû ya li dijî şidet û çanda dest
avêtina zilam a 5000 sal ev mijar jî xistina rojavê gelekî girîng e. Ango dema
meş, mitîng, şahî, panêl û hwd hatin kirin dayîk û jinên kurd dikarin ku vê
mijarê jî wekî yek ji pirsgirêkên esasî ya ku jin her roj pê re rû bi rû
dimînin dest nîşan bikin û bixin rojava
raya giştî de. Di heman demê de jinên kurd êdî pêdiviya xwe herî zêde bi
vê qada têkoşînê bibînin lê xwedî derkev in û her jineke kurd xwe bike mertalek
li pêşiya polîtîkayên pişaftin û xwe pişaftinê. Ji ber ku her diçe zarokên
kurda ji çand û zimanên xwe dûr dikevin. Ev jî dibe xeteriyeke mezin ji bo
pêşeroja civaka me. Em hemû jî dizanin ku pêşeroja dayîkan ya herî bi wate û
hemû cîhana dayîkan zarokên wan e. ji bo ku ev pêşeroj ji wan neyê sitandin
divê têkoşîneke bi hêz li beramberî vê çandê bidin. zarokên xwe bi ziman û
çanda xwe ve mezin bikin. Ev erk yek ji erkên dayîka yên herî bi rûmete. Rêber
APO got: “ziman bedene, ziman çande, ziman erdnîgariye ji vê hevokê jî diyare
ku ger dayîk dixwazin li bedena zarokên xwe xwedî derkevin bila têkoşîna zimanê
xwe bi hêzi bidin. Em bawer dikin ku êdî divê her jinek û dayîkeke kurd bi
zanabûna ku ez çendî zarokên xwe bi çand û zimanê xwe mezin bikim wê ew çend
pêşeroja min zelal bibe nêz bibe û tevbigere. Ji bo ku ev bêkirin jî pêwîste ku
jinên kurd hemû daxwaz, duruşma û pankartên xwe bi kurdî nivîsînin, biqîrin û
ya herî esasî jî hemû daxuyaniyên xwe bi kurdî bi nivîsînin û bi xwênin.
Bi baweriya ku wê jinên kurd hemû qadên têkoşînê bi zimanê
kurdî û çanda kurdî ve bixemilînin ez têkoşîna tevahî jinan ya rasteyê û
tevlîbûna wanan ya ji çalakiyan re silav dikim. Ez hêvîdarim ku wê hemû qadên
jiyanê her wisa bi rengînî û felsefa jiyanê ya jinan hatî xemilandin ve bi
mînin. Ez jî bi baweriya ku wê rojekê ev rengê jinê li tevahî vê cîhana ku bi
çanda deshiladar a ku encama hişmendiya zilamê şer xwaze bi xemilînê bibe rengê
vê cîhanê yê mayîn de.
Batûfa Çekdar
Navenda
Lêkolînên Stratejîk a Kurdistanê
www.lekolin.org
– www.lekolin.net – www.lekolin.info