18 Ağustos 2017 Cuma Saat 14:46
Her ku
diçe jî, di qadên jiyan, civak, xweza û li seranserê cihanê de qeyrana pergalê
kûrtir dibe. Li vê demê, êdî pergal nema dikare xwe veşêre – hişmendiya
baviksalarî bi awayekî eşkere tola vê binketina xwe dîsa ji jin digire. Qaşo
jin pîroz dikin û rêz didine, lê belê di bin her yek ji hevokên pîrozkirin û
rêzdayîna jin de felsefeyeke kûr ya kolekirin û dîlgirtinê tê meşandin. Jina ku ifadeya dayîka pîroz, cinet li jêr
lingê wê ye – di bin van pênaseyan de, herî zêde bê nasname tê kirin û her
kêliya jiyana wê bi xeteriyê re rû-bi-rû ye. Ser wê jina pîroz bi her awayî
tundî û zextên ku hişê mirovan dicemidîne, tê meşandin, her ku diçe maskeya
pergala zilamê desthilatdar dikeve û rastiya wan ya di mijara jin de ronî dibe.
Bi her şêwazê ve jin, bedena wê, denge wê, fikrên wê û hwd. tê istismarkirin.
Weke bere, ev kiryarên zayendîparêz veşartî nayên kirin, di vê serdemê taybet
bi destwerdana Rojhilata Navîn bêdadî û zextên ser jinan vekirî tên kirin. Di asta cihanî de, di van sal û demên dawî de
rêjeya bûyerên tacîz û tecawizê ber bi jor ve diçe. Ev rêje vê dide nîşan ku
pergal bi şikandina îradeya jin hewl dide ku hemû binketinên xwe ya pergalî û
hişmendiya xwe ya ku ji demokrasiyê bêpare pîne bike, ango hêza xwe ya dawî ji
wê derê digire.
Mînaka herî ber çav ya kiryarên vê zihniyeta cihanî li
Tirkiyê jî bi awayekî eşkere xwe dide der. Ger li bajarê Tirkan Sakaryayê,
jinekî ducanî ku ji ber hovîtiya DAIŞ’ê xwe sipartiye wî welatî, tev bi zarokên
xwe tê işkence kirin, tecawîz kirin û di dawî de tê kuştin, hûnera pergala heyî
ya zayendîparêziya kapîtalîzmê li hemberî jin xwe dide der. Qaşo edaleta
Tirkiyê li gor zagonên pêşketî yê Ewrûpa ye. Ger ku li Edenê zarokek 13 salî bi
tecawîzkarê xwe re tê zewicandin, heta bi awayekî eşkere ji milê malbata xwe ve
tê firotin, hişmendiya dewleta faşîst Tirkiyê ku bi navê îslamiyet xwe dide
nîşandan, tê raber kirin. Di zindanan de
jin û zarok bi tacîz û tecawizê li wan gef tê xwarin, desthilatdariya AKP’ê
zihniyeta ku di demên ’80 de di zindanan dimeşandin careke din dixe meriyetê.
Bûyerên bi vî rengî li hemberî jin ne kêm in, heya ku ev zagon û hişmendî hebe
jî, bêgûman yê kêm nabin, berovajiyê vê – her roj dijwartir, kûrtir û hovtir
dibe. Bi guhertina rewşa siyasî-leşkerî li Tirkiyê, ango rewşa OHAL’ê, zagon û
dem û dezgehên dadê bi destê AKP’ê hatine cemidandin û yên ku di van dem û
dezgehan de cih digirin hemû jî alîgirên AKP’ê ne û zagon li gor daxwaza
Erdoğan tên meşandin. Cemidandina van dem û dezgahan rê ji bona alîgirên AKP’ê
vekiriye ku xeyala derketina DAİŞ’ê li Tirkiyê jî jiyanî bikin. Erdoğan ku ji
endamên Exwan û Mislmîne di van demên dawî, hema hema hemû şopên laikbûnê li
Tirkiyê gav bi gav radike û li şûna wê nifşeke li gor xeyalên xwe dixwaze
biafirîne. Ne dûr ji Erdoğan e ku demeke din derkeve ser dikê û xwe weke
pêxemberekê bi nav bike. Eroğan îro ne tenê bi çarenûsa jin dilîze û
destkeftiyên jin yê di siyaset, qada jiyan û demokrasiyê de asteng û sînordar
nake, hemen demê de hemû destkeftiyên gelên Tirkiyê yê demokrasiye jî ji ber van xeyalên xwe desteser dike. Bi
sistkirina cezayên ji tecawîzkaran re û guhertina zagonên zewacê, rê li ber bê
exlaqiyeke asta jor di nava civakê de vekiriye.
Berî de jî, ev hişmendî di axaftinên diktatorê Tirkiyê
Erdogan, hat dîtin – “Jin herî zêde dayîk e. Jina karker koleya pergala
kapîtalîzm e. Jin bi hilweşandina fikra malbatê nayê azad kirin. Divê jin herî
kêm 3 zarokan bîne dinyê . Bi wan gotinan bi awayeke ron rûyê Erdoğan derdikeve
pêşberê cîhanê, lê belê kes naxwaze vê rastiyê bi nav bike. Niha jî, Erdogan
gotinên xwe ên faşîzan dixe pratîkê. Feraseta Erdoğan ya ku bi navê îslamê xwe
dide der, herî derba xedar ya li çanda İslamê daye. Bi awayekî faşizan islamê
weke çekekê li hemberê jin û civakê bi kar tîne. Bi vî awayî, pergala zilamê tecawîzkar û
desthilatdar di şaxsê Erdoğan de dixwaze jin di şaxsê jina kurd, jina Rojhilata
Navîn, bê îrade, bê hêz, bê nirx bike, da ku li beramberî pergalê ranebe, nebe
hêza çareseriya aloziya cîhanî. Şerê taybet di milê pergala nû ya Eroğan li
hemberê jin tê meşandin, jin li Tirkiyê di nava rewşeke wisa de ne ku her kêlî
dibe, ji ber cil û bergê xwe, şêwazê meşa xwe ango heya ji ber ku dikene bi
lêdan û kûştinê re rû bir û bimîne.
Desthilatdariya AKP jî bi rewşa OHAL’ê firsend dîtiye hedefa
pergalê ya hişmendiya baviksalarî serwer bike. Erdoğan dibêheje ku em ê nifşeke
nû biafirînin. Rast e, bi salan e Erdoğan bi xeyala wê ye ku selteneta xwe
damezirîne û di heremên xwe de jî jinan bihewîne. Di vê demê de, hema hema kê
behs ji siyaset û dadê dike roja din li girtîgehê ne. Lê belê, bi sedan jin
hatine kuştin, tecawizkirin û bi işkence re rû-bi-rû man, lê zagon bêdeng û
dadgeh bê helwest man. Ji xwe ya ku Erdoğan jî dixwaze ev yek e. Ji bona xeyala
nifşê nû ev yek pêwîst e. Hemû mil û hêzên ji bona desthilatdariya xwe xeter
dibîne yan yê li girtîgehan wan birizîne, yan jî yê mecbur bike ku welat biterikînin. Yên dimînin jî weke ku dixwaze
wan bimeşîne. Taybet jî ji bona rejîma nû ya Erdoğanî pêwistî bi civakek ku jin
di nav de tenê bi rista dayîk ango amûra zêdekirina nifşê ku ew dixwazin be. Ji
ber wê jî di van deman de li hemberê bûyerên dij bi jin diqewimin bêdeng
dimînin û zagon cemidandine. Gor xûya dike li Tirkiyê qonaxeke nû ya
çewisandin, paşveçûnê li benda jinan e. Ne kolan, mal, cihên kar êdî ji bona
jinan weke qadên ewle ne. Her kêlî nûçeyeke kûştin, tecawiz û xwe kûştina jinan
tên belavkirin. Rayedar û aqilmendên AKP’ê jî derdikevin û dibêjin çima jin
cilên guncav xwe nekin, çima jin zilam tehrîk dikin û bi van gotinan li van
kiryaran her ku diçin, zêde dikin. Ji xwe kûjer û tecawizkar hemû jî yan xwe
weke şizofren nişan didin yan jî dibêjinn me jê hes dikir û ji ber wê me kûşt.
Ger di welatekî ev rewş tê qebûl kirin, qet bertekek li beramberî vê nayê nîşan
dan, heta ku her kes mafê xwe dibîne heman qirêjahî bike, wê demê mirov dikare
bibîne ku dewlet û pergala zayendîparêz di astekî jor de pêkanînên xwe yê
şidetê kedîkirina civakê li ser jin dide
meşandin. Ji ber ku ewqas alozî, tevlîhevî û pirsgirêkên hindurîn û derve tên jiyankirin, ne xema kesê
ye. Ger ku zarok tên kuştin, ger ku dayîk werin işkence kirin, ger ku jinên
ciwan tên tacîz kirin yan ger ku li ser bedena jin qirêjahiyên herî hovane pêk
tên, ev hemû encamê siyaset û bê zagoniya ku desthilatdarî sûçdaran bi wan
diparêze ye. Rewşa OHAL’ê hem dihêle ku êrîşen ser jin zêde bibin (Mirov dizane
ku di serî jin û ciwan tên hedefkirin.), hem jî dihele ku ev rewş ber bi normal
destgirtinek biçe. Êdî pergal har bûyî, çi sibê, disibê biqewime, ne diyar e –
ji bo jin tê wateya ku divê xwe amade bike ji bo êrîşên ji wan hovtir û bê
exlaqtir. Şerê hezaran salan navbera hişmendiya zilamê desthilatdar û
hişmendiya jin dayîkê ber bi qonaxeke nu diçe. Yan ev pergala tecawizkar yê bi
hezaran salên dîtir serweriya xwe bi têgîna faşist ya di serî de li jin bixin
bidomîne, yan jî pergalekî demokratîk û azadîxwaz bi derketineke bi hêz ya
jinan yê çarenûsa van şeran di warê demokrasiye de bizivirîne. Lê divê mirov
bizanibe ku ji bona cihaneke azad berdel û têkoşîneke mezin tê xwestin. Şerên
xwînîn ku heya niha tên meşandin hemû berhem û encama azweriya dethilatdariya
hişmendiya baviksalar ya zilam bû, lê gotina jinan di vê mijarê de dikare vê
hişmendî û siyaseta bi xwîn hilweşîne. Çarenûsa vê serdemê di warê demokrasiyê
de tenê bi derketina jin dikare ku mîsoger be. Bendewariya azadî û aştiyeke
cihanî ji bona nifşê mirovan, ji hişmendiya zayendîparêz û faşîzma
desthilatxwaziyê kirin şaşitya herî mezin ya vê demê ye. Dema wê hatiye ku jin
êdî dest bavêjin vê rewşê û gotina xwe bikin û helwesta xwe bi navê demokrasi û
azadiyê diyar kin.
Koçber Yıldız
Navenda Lêkolînên Stratejîk a Kurdistanê
www.lekolin.com – www.lekolin.org – www.lekolin.net –
www.lekolin.info -www.navendalekolin.com -http://kursam.org/index.html-
http://kursam.net/index.html