05 Eylül 2018 Çarşamba Saat 08:21
Li Efrînê piştî
ku çalakiyên YPG/YPJ’ê li hember artêşa dewleta tirk, çeteyan û ajanan zêde bûn
metirsiyek mezin çêkir. Ji ber vê yekê Beşa Lêkolîn û Arşîfa çeteyên girêdayên dewleta tirk ên ku ji aliyê
Serokê Giştî ya AKP’ê Recep Tayyîp Erdogan ve weke “Artêşa Millî , “Kuvayî
Millî hatiye pênasekirin, bi riya belavkirina talîmatnameyekê endamên xwe
hişyar kir. Di
talîmatnameyê de metirsiya çeteyan a li hemberê zêdebûna çalakiyên YPG’ê zelal
dike.
‘Mezin dibin û
tên’
Talîmatnameya
ku ji aliyê Beşa Lêkolîn û Arşîfa çeteyên girêdayê dewleta tirk di rojên dawî
de bi zimanê erebî weke hişyarî li endamên xwe belav kiriye, ev tişt hatine
nivisandin: “Kurd bi armanca êrîşkirina ser Efrînê artêşa xwe mezin dikin û
hejmareke mezin ji ciwanan tevlî artêşa xwe dikin. Her wiha bi armanca
bidestxistina Efrînê amadekariya êrîşkirinê hene. Jixwe şehîd xistina hevalên
me yên dawî de her kes pê zane û malûmê we ye. Di heman demê de jî rêjîm
propogandayên operasyona Idlibê dike û bi riya raghandinê belav dike. Li gor hin agahiyên piştrast ku ji aliyê
çavkaniyên me yên bi ewleh ve dayî, di nava meha Îlonê (meha 9) de dê
operasyona Efrînê ji aliyê kurdan ve dest pê bike û kurd dibêjin ku dema
zivirandin û rizgarkirina Efrînê hatiye. Li ser vê esasî divê her endam û
alîgirên tevgera me ya azad li hember van agahiyan tedbîrên cidî bigirin.
‘Kurdên ji 15 salî û jortir ji Efrînê derbixin’
Berpirsiyar û
Fermandarê Firqa 23 ya Rewşa Lezgîn Ebû Hiseyin jî, bi dengê xwe talîmatê li
hêzên tevahî Efrînê dike û diyar dike ku ji ber çalakiyên hêza kurd YPG’ê her
çiqas diçe xûrtir dibe, ji bo alîkarî nedin wan wek e tedbîr kesên kurd ên ji
15 salî jortir ji Efrînê bên derxistin. Di dengê talîmatê de hişk hişyarî tê kirin û radigihîne ku dive
hemû endam bi awayek cidî li ser vê biryarî bisekinin.
Navenda
Lêkolînên Stratejîk a Kurdistanê
www.lekolin.com
– www.lekolin.org – www.lekolin.net – www.lekolin.info -www.navendalekolin.com
-http://kursam.org/index.html- http://kursam.net/index.html
0
21
KO
:” ”
:””
” “,” ”
:KO
‘Mezin dibin û
tên’ ‘Kurdên ji 15 salî û jortir ji Efrînê derbixin’Navenda
Lêkolînên Stratejîk a Kurdistanê