09 Ocak 2011 Pazar Saat 15:40
Di dawiya sedsala 19 û destpêka sedsala 20’ê de bi sedan mîsyoner û diplomat hatin Kurdistanê û geriyan. Wêneyên Kurdistanê yên wê çaxê hatine kişandin, hema bêje hemû ji aliyê Rojavayiyan ve hatine kişandin. Em wêneyên dêrek kevnar a li Çiyayê Cûdî ku ji beriya 102 salan ji aliyê Bell ve hatiye kişandin diweşînin.
Gerok û diplomatê navdar ê Înglîz Getrude Bell, di destpêka sedeya 20. de hema bêje li her bihostek a xaka Mezopotamyayê geriya û yek ji wan gerokan e. Bell jiyana Xirîstiyanên herêmê û bermayên dîrokî kir belge û gelek wêneyên erdnîgariya Kurdistanê kişand. Herwiha ji Kurdistanê bandor bû.
Em wêneyên dêrek kevnar a li Çiyayê Cûdî ku ji beriya 102 salan ji aliyê Bell ve hatiye kişandin diweşînin. Kesên ku dixwazin piraniya albûma wêneyan bibînin, dikarin serdana vê navnîşana (www.gerty.ncl.ac.uk) bikin.
Serdar Eroglu
Navenda Lêkolînên Stratejîk a Kurdistanê
www.navendalekolin.com www.lekolin.org -www.lekolin.net – www.lekolin.info