19 Mayıs 2019 Pazar Saat 07:59
Di aliyê hukumetê de kijan demjimêrê çi
bibe ne diyare, ji ber ku Tirkiye di pêvajoyekî ku rojev dagirtî û her
demjimêrê tê guhertin de derbaz dibe.
Hukumeta AKP-MHP’ê ji bo rewşa li Tirkiyê
hinekî nerim bike li rêyên derketinê di gere. Ji bo xwe tehdîta herî mezin
hebun û mezinbûna PKK’ê û gelê Kurd dibîne. Ji ber wê sedemê jî hewil dide ku
ji derve de jî li Tevgera Azadiyê bide û dorpêç bike.
Dagirkeriya
Tirk Li Iraq û Başurê Kurdistanê Xwedî Dîrokek Dem dirêje
Li Iraq bi taybet Başurê Kurdistanê dîrokek
demdirêj ku digihije salên 1991 ya istixbareta Tirkiyê heye. Piştî wê ji salên
1997 heya 2018 bi taybet herêma di bin destê PDK’ê de li Bamernê, Şeladizê,
Batufa, Kanimasê, Kiribî, Sinekê, Sirî, Kubkê, Kumrî, Koxê Spî, Serê Zêr,
Geliyê Zaxo û Amêdiyê, Soran, Başîka, Kalaçola û her wiha li Hewlêr, Dihok,
Zaxo û Amêdiyê bi dehan baregeh û şubeyên MİT’ê tên dîtin. Li van baregeh û
şubeyan hemu alavên leşkerî yên sivik û giran têde hatine bi cih kirin, hemu
tevger û amadekariyên operasyonên li başur li van deran tên bi rêvebirin. Bê
navber gund, navçe û çiyayên Iraq û Başurê Kurdistanê ji sînorê di keve aliyê
Rojava heya Rojhilatê Kurdistanê bombebaran dike û heya niha bi dehan welatiyên
Kurdistanî jiyana xwe ji dest dane. Tirkiye, li başurê Kurdistanê tenê li
deverên di bin destê PDK’ê de sînordar nemaye û ev xebatên xwe derbazî herêmên
di bin destê YNK’ê dene jî dide meşandin. Tirkiyê di milê aborî û civakî de jî
Iraq û başurê Kurdistanê dagir kiriye. Li gorî daneyên herî dawî herî kêm hezar
351 şirket û bi hezaran karkerên Tirkiyê li Başurê Kurdistanê kar dikin.
Ji bo berdewamiya vê dagirkeriyê Erdoğan di
28 Nisanê de Wezîrê Karê Derve Mevlud Çavuşoglu şand Iraqê. Çavuşoglu li Bexda
bi hempişeyê xwe Muhammed Ali el-Hekim, Serokkomar Berhem Salih, Serok wezir
Adil Ebdulmehdî û gelek aliyên din yên siyasî re hevditin pêkanî. Çavuşoglu,
piştî seredana xwe ya Bexda derbazî Başurê Kurdistanê bu û bi berpirsên PDK’ê û
aliyên Tirkmenan re hevdîtinên ku ji çapemeniyê re girtî pêk anîn. Her çi qasî
naveroka hevditinan veşartî hatibe hiştin jî, lê mijara sereke hebuna PKK li
Şengal û Başurê Kurdistanê, pêşxistina têkiliyên aborî û di avakirina Iraqê de
alikariya Tirkiyê hatin niqaş kirin.
Piştî seredana Çavuşoglu çend roj û şunde
ji Wezareta parastinê ya Iraq û başurê Kurdistanê daxuyaniyên, ‘’Wezareta
Pêşmerge û Wezareta Parastinê ya Iraqê komisyonekî hevbeş ya parastina sînorên
Iraq û başurê Kurdistanê ji ber êrişên li ser Tirkiyê ava dikin’’, ‘’ Em destur
nadin ku axa me bibe cihê êrişên li ser welatên cîran’’ hatin dayîn. Li pey van
daxuyaniyan û şunde li meclisa Tirkiyê di bin rêveberiya Nunerê taybet yê
Serokkomariya Tirkiyê li Iraqê, ji bo çareserkirina pirsgirêka avê ya Iraqê
civînek hat li darxistin. Ji bo berdewamiya niqaşkirina van mijaran Serokwezîrê
Iraqê Adil Ebdulmehdî jî seredana Tirkiyê kir. Li gorî encamên ku di hevditinê
de derketîn holê mijara sereke ya Erdoğan berfireh kirina operasyonê li Başurê
Kurdistanê û ya Ebdulmehdî jî pêşxistin û berfirehkirina têkiliyên aborî û ji
nû ve avakirina Iraq’ê bu.
Li vê derê pirsa, gelo hukumeta Iraq û
Başurê Kurdistanê ji bo çareserkirina pirsgirêkên xwe yên aborî û civakî heya
çi astê çavê xwe ji dagirkeriya Tirkiyê li ser xaka Iraqê re bigire? derdikeve
holê.
Di Nava
Nakukiyan De Hewildanên Avakirina Hikumetê
Niha Iraq ji, di rewşekî ji ya Tirkiyê
cudatir de nîne. Li ser hilbijartina
dema 4’an Parlamentoya Iraqê re ku 329 parlamenter hatin hilbijartin re salek
derbas bû, lê piştî salakê hîn hikûmeta di bin serokatiya Adil Ebdulmehdî de
temam nebûye. Di 3’yê Îlonê de Parlamentoya Iraqê yekemîn civîna xwe pêk
anîbû lê, di civîna yekem de nekarîn serokê parlamentoyê û cîgirên wî
hilbijêrin û runiştina yekem bi dawî anîn. Di runiştina 4’emîn ya 2’yê Gulanê
de Dr. Berhem Salih bi piraniya dengan bû Serokkomarê Iraqê. Serokkomar ji bo
avakirina hukumetê jî, Adil Ebdulmehdî erkdar kir. Piştî ku Ebdulmehdî hat
erkdarkirin jî, ji bo temam kirina hukumetê parlemento gelek caran kom bu, lê
ji ber nakukiyên di navbera aliyan de her carê runiştin yan hat taluq kirin yan
jî bi dawî hat kirin. Heya niha jî nakukiyên aliyan li ser Wezareta Dadê,
Wezareta Hundirîn, Wezîrê Parastinê û gelek wezaretên din berdewam dikin. Bi
heman şêweyî li başurê Kurdistanê jî rewşekî cudatir ku bikare hukumetê ava
bike û pirsgirêkên gel çareser bike nîne. Di ser hilbijartinên giştî yên
Parlementoya Kurdistanê re 8 meh derbaz dibin, lê hîn ne karîne hukumetê avabikin.
Gelek wezaretên ku pêwist bû xizmeta gel bikin hatine rawestandin, rêjeya bê
kariyê her meh bilind dibe, welat di aliyê av û ceyranê de bi giştî zehmetiyan
di kişîne.
Partiyên Kurd yên Başurê Kurdistanê, piştî
hilbijartinê ji bo avakirina hukumetê du caran li hev hatin û hevpeyman imze
kirin, bi dehan caran bi hevre runiştin lê ne karîn pirsgirêkên di navbera xwe
de çareser bikin. Herî dawî di 5’ê Gulanê de navbera YNK-PDK û bi razîkirina
Tevgera Goran re hevpeymanekî nu hat îmze kirin. KDP’ê di vê hevpeymanê de hemu
meqamên bilind ku bi kare hukumetê di bin destê xwe de bigire, girt.
Li gorî hevpeymanê, wê du alîkarên
serokatiya herêmê werin hilbijartin. Ji vana wezîrê yekem ji bo YNK’ê, wezîrê
duyem jî Tevgera Goran were hiştin. Li gorî vê hevpeymanê meqamên ku PDK’ê
girtîne jî wihane Alîkarê Serokatiya Parlemenê, Wezîrê Karê Hindir, Wezirê
Çavkaniyên Xwezeyî, Wezirê Tendurustiyê, Wezirê Perwerdê, Wezirê Bajêrvanî û
Turizmê, Wezirê Peywendî û Gihandinê, Wezirê Şehîd û Enfalkiryan, Wezîrê
Elektirîkê, Wezirê Karê Dînî , Wezîrê Ofîsa Karên Derve û Berdevkê Hukumetê.
Meqamên din yên bê bandor ku mane, di navbera YNK’ê û Tevgera Goran de hatin
parve kirin. Li gorî biryarê, wê PDK du meqamên di destê xwe de radestî
pêkhateyên Tirkmen, Ermenî, Xiristiyan û Asurî bike. Her çi qasî ku hukumet di
navbera partiyan de hatibe parve kirin jî, nakukiyên di navbera aliyan de dawî
lê nehatine. Wisa xuya dike ku bi vî şêweyî parvekirina meqamên hukumetê dawî
li krîza siyasî, aborî û civakî ya herêmê nayîne berovajî wê pirsgirêkan hîn
kurtir bike. Ji ber ku tiştekî hatî guhertin nîne. Kes û aliyên ku civak
xistiye di nava krîzê de bi heman şêweyî disan li ser karin.
Ev rewşa aloz û belav ya Iraq û başurê
Kurdistanê di hêle ku Iraq weke welat tavîzan bide welatên derve di serî de jî
Tirkiyê.
Çavgirtina
Ji Dagirkeriya Tirkiyê Re Dawîkirina Desthilatdariya Xwe Ye
AKP-MHP’ê nexşerêya çareseriya Demokratîk
ya ji bo hukumetê û aliyên siyasî hatî pêşniyar kirin, li ber çav negirt û
şansê rizgarbuna xwe ya dawiyê ji destê xwe dike. Wisa diyar dike ku hukumeta
AKP-MHP wê di siyaseta xwe ya hindir û derve de israr bike û dawî li tinebuna
xwe bîne. Eger ku hukumeta Iraq û Başurê Kurdistanê mil bidin milê hukumeta
AKP-MHP’ê û çavê xwe ji dagirkeriya xaka Iraq û başurê Kurdistanê re bi girin,
wê bi tinebuna rejîma AKP-MHP’ê re dawî li desthilatdariya xwe jî bînin. Dagirkeriya
Tirkiyê buye sedema, mirina bi dehan kesî valebûn û xirabûna bi sedan gundên
Başurê Kurdistanê. Gundên ku vala nebûne jî jiyana wan di bin metirsiyê deye û
mecburî koça ber bi bajaran dikin. Ev ji diyar dike ku dagirkeriya Tirkiyê ya
xaka Iraq û başurê Kurdistanê, yek ji sedemên herî bingehîn pirsgirêkên siyasî,
aborî û civakî yên Iraq û başurê Kurdistanê ye. Bi taybet piştî çalakiyên
gerîllayên gerillayan, serkeftina stratejiya HDP û têkçûna rewşa aborî ya
Tirkiyê, artêşê Tirk êrişên xwe li Başurê Kurdistanê zêde kirin. Encama
hevdîtinên herî dawî ku di navbera herdu aliyan de pêk hatin, wisa xuya dike ku
daxwazên wan ji hevdu nagirin. Ji ber ku Iraq di xwaze hîn zêdetir di aliyê
aborî de têkiliyên xwe bi Tirkiyê re pêş bêxe. Ji bo van pêşxistina van
têkiliyan jî Iraq û başurê Kurdistanê çi ji çav bêxin wê di pêşerojê de diyar
bibe.
Çîçek BOTAN
Kürdistan Stratejik Araştırmalar Merkezi
www.lekolin.com – www.lekolin.org – www.lekolin.net –
www.lekolin.info -www.navendalekolin.com -http://kursam.org/index.html-
http://kursam.net/index.html
Dagirkeriya
Tirk Li Iraq û Başurê Kurdistanê Xwedî Dîrokek Dem dirêje Di Nava
Nakukiyan De Hewildanên Avakirina HikumetêÇavgirtina
Ji Dagirkeriya Tirkiyê Re Dawîkirina Desthilatdariya Xwe Ye