21 Haziran 2011 Salı Saat 09:09
Serokê Enstîtuya Rojhilatzanî ya Akademiya Netewî ya Ermenîstanê Kurdolog Mexsîmê Xemo, piştî merasima li gorî kevneşopiya Êzidiyan a sê rojan, duh hat veşartin. Xemo beriya ku jiyana xwe ji dest bide, hevpeyvînek dabû ANF’ê.
Nivîskarê Kurd Xemo ku demek dirêj bû li ser zimanê Kurd xebatên zanîstî dimemşand, bi nexweşiya pençeşêrê re rû bi rû mabû û jiyana xwe ji dest da.
Serokê Enstîtuya Rojhilatzanî ya Akademiya Netewî ya Ermenîstanê Kurdolog Profesor Mexsîmê Xemo di sala 1934’ê de li gundê Çobanmaz ê herêma Aparan a Ermenîstanê ji dayîk bû. Piştî xwendina xwe ya li vir, li Zanîngeha Dewletê ya Êrîvanê hat pejirandin û piştî 5 salan bi serkeftî zanîngehê qedand. Di dema xwendekartiyê de, di pişka Kurdî ya Radoyaya Ermenîstanê de bêjerî kir.
Piştî ku di sala 1959 de dibistanê qedand, bû asîstanê Enstîtutuya Zanîstên Rojhilat a Lenîngradê. Piştî sê salan derbarê Kurdiya Behdînî ya Başûrê Kurdistanê de (Bamernê, Etruş) teza xwe amade kir û bû doktor. Xemo ji sala 1964’ê ve di Akademiya Netewî ya Ermenîstanê de dixebite. Beriya ku jiyana xwe ji dest bide, hevpeyvînek da ANF’ê û ew hevpeyvîn wiha ye:
ZIMANÊ KURDÎ DE PIRSKÊRÊKÊ AMOJGARÎ (PEDOGOJÎ) TÊNE SERERASTKIRIN
We li ser zimanê Kurdî xebatên girîng kirine, hûn dikarin ji me re qala pirtûkên xwe û der barê xebatên xwe yê entelektuel bikin?
-Xebatên min ji du aliyan ve girîngiya xwe nîşan dide. Yek ew e ev xebatên min şîrovekirina pirs û problemên Zimanzaniya Kurdî. Ya duwemîn li ser hîmê zimanê Kurdî diyarkirina zagonên nû wekî heta niha di zimanzaniya cîhanê de ne eyan in. Hur şirovekirina wan pirsan û wan qanunên ku min diyar kirine li ser hîmê zimanê Kurdî li gorî analîzên materyalên zimanê Kurdî qinyatên zimanê Kurdî ne. Ewana gelek girîng in ji bo hemû gelan kêrhatî ne. Ji ber ku Mexsimê Xemo derba pêşî ye ku ewiliyeke ewana hûr datîne. Yek ew e ku wekî berê pêşiya ku rêzimanên Kurdî ku li dereke nivîsîne divê bên guhestin. Li ser hîmê diyarkirinên min rêzimanên miletan wisa jî ya Kurdî divê bên guhestin, ji ber xelet in.
Berê ewilî rêziman. Qanûnên rêziman divê bi coreyeke din bê şirovekirin. Ji ber ku ew şirovekirinên ku îro di rêzimande hene ewana xeleti n. Ji ber wan xeletiyan di serê zarokan de dibistanê de runane. Mesela zarok dikare bipirse, bibêje çiye bend xeber û çiye hevok, riste. Ev herdu pirs pirsên herî girîng in di dersdayîna dibistanan de. Divê zarok, zarokên xwendevan bizanibe bend çiye, xeber çiye, hevok çiye. Bend xebera “ava sar , “pirtuka hewes , “qîza Kurd evana bend xeber in. “Nanê çukê belgê hewes “siyarê hepsê boz . Evana dîsan bend xeber in. Lê heye, av sar e, qîs bedewe, ez diçim ew kitabê dixwîne, ew bezî, nan dixwe, ewana hemû hevok in. Di aliyê rêziman de bend xeber çiye û hevok çiye bersiva van pirsan rêzimanê ku îro hene de şaş hatiye dayîn. Niha zimanzanên hemû welatan de ku Mexsîmê Xemo neşir kiriye bi zimanê Rusî dixwînin. Bi hezaran kîtep hene lê zarok nikarin bixwînin wana bigrin bavêjin. Ji ber rast nîne. Çiye fikir.
We li ser zimanê Kurdî we pirtûkek bi navê “metodên ser zimanê Kurdî nivîsandiye, hun hinekî dikarin derbarê naveroka pirtûkê û li ser gihiştina teoriya ku hun gihanê de agehî bidin?
-Kitêbê de nivîsiye bend xeber ew e rêzeke xeberane ya ku diafire, çêdibe ji bona behskirina eleqetiya dû xeberan. Bo nimone eleqetiya ava sar eleqetiya av û sar. Hevok jî dibêje av sar e fikreke tomerî eyan dike. Cumle ew rêze cumleyane ku ya ku fikreke tumerî eyan dike ye. Lê çiye fikra tomerî kîjan eleqetî hene di orta xeber bend, xeberê de ne eyan e. Bona wê yekê nakevê hişê zara û zarok ji bîr dike, dikevî vî guhî û der diçe. Teoriya min ceribandiya bi zimanê Rusî hatiye çapkirin. Nan ew di xeber zimanê me de heye. Nanê ku em dixwin, ku heye hêlîn a çûkê, lê wekî din nav e jî. Nav mirovan nîşan dide nan jî tiştekî nîşan dide yanî nan em dixwin nîşan dide. Lê nan ê reş bend xeber e. Ewa nîşan dide. Heger xeber navê eşyane bend xeber navê duxabunekê dide eşyan e. Nanê reş ew cureyekî nan e.
Heger xeber navê eşyane navê mirovan e, bend xeber navê xuyabuneke eşyayê ne, navê xuyabuneke merivakê ye. Zarok dikare bibêje xeber zarok dikare bibêje xeber çêdibin di ziman de çawa navê eşya, lê bend xeber navê tipê eşya varyandê eşya xuyabuna eşya bi hezara bend xeber çêdibin, bi hezaran ew hezaran bend xeber navê xuyabuna eşyan e. Evana xeber yanî bend xeber, gelo hevok çawa tê çêkirin? Ev jî hevok heger xeber çêdibin çawa navê eşya, bend xeber navê xuyabunên eşya, hevok çêdibin çawa eslê çêbuna wan cura. Dema em dibêjin ‘nanê reş’ ew cureyekî nan e, lê dema em dibêjin nan reş e em testîk dikin ew cure ye .
Di zimanê me de xeber çêdibin weke navê eşya, bend xeber çêdibin weke navên xuyabunên eşya, lê hevok çêdibin testîqbuna wan curan. Ev teorî çêbûna rêzimana ziman e. Wisan jî rêzimana zimanê me ye. Niha herî di rêzimanan de binêrî tune ye. Ji ber bi erebî ye, ji ber wê çendê di serê zarokan de namîne. Curê lênêrindina zimanê Kurdî aliyê teoriyê de, pratikê de çi girîngî heye ev e.
Ez hesap dikim çiqas zimanzanên cîhanê hene rêzimanê hemu zimanan de gotî pîroz bikin, zimanê Kurdî weke ew qanun ser zimanê Kurdî ewilî hatiye diyarkirin, hesap bikin wekî zimanê Kurdî mecal daye ilm de wekî ewana bên kirin. Ev navekî bilind ji zimanê Kurdî re tîne.
Ji bo ez vê qanunê bibînim diviya gelek kur bibim, di zimanzaniyê de. Nav sî salên 70-80 girtî li ser ser rêzimana zimanê me dixebitim. Metodên taze formalên organizatsê Kurdan divê gazî Mexsîmê Xemo bikin. Bibêjin ka were nîşan bide. Jiber bi maqale û gotaran nabe. Gelek jornalên Kurdan de ez didim çi cure zimanê Kurdî li lîteraturî bona temamiyên Kurdî bên çêkirin. Rêzimana Kurdî kîjan rê çêbuna organîzastsiya perwerdekirina rêzimana Kurdî. Em çi cure gereke bi hev ra Kurd ziman bibînin wekî qanuna kîjan rast e. Qanun heye, rêze qanun qanuna zimanî heye. Tu dikarî bi min re heye. Ga, ka, ka, g k k sê curê xebera nîşan didin. Divê rast bê nîşankirin. Ez dixwazim bibêjim eva tiştê gerek e, li kêleka hev runin bicivin û civînên ziman hur gilî bê nîqaşkirin. Lê yên ku tevlî ziman dibe Elîxanê Memê wisan e ziman nizanin.
Pirsgirêka herî girîng a rojanebûna zimanê Kurdî çiye?
-Zimanê Kurdî de problema herî çetîn ew e wekî gerekî zimanê Kurdî ve pêşek zan mijul bibin. Mirovên wisa ne pêşek zan wekî dixtorê ku nikarin mirovan biqelişin û nexweşiyan xilas bikin mirov dimire. Problema herî mezin ew e ku di nava me Kurdan de gelek zimanzan hene lê nînin. Gazî van mirovan dikin ku ne zimanzan in. Pere didin nizanim kîjan mirovan dibêjin here Amedê. Lê divê ew mirov herin ku bikarin nîqaş bikin. Divê kadroyên ku bikaribin bixebitin hebin. Li vir Ermenîstanê konferansên ilmî tên kirin, mêrivên nîv xwendî tên mirov şerim dike hene. Lê yên mîna Elîxan diçin Kurdistanê.
BANDORA ZIMANÊN BIYANÎ NIKARIN ZIMANÊ KURDÎ BIDIN GUHERTIN
Asimilasyona li ser Kurdan û bandorkirina zimanan li ser zimanê Kurdî hun çawa dinirxînin?
-Helbet tesîra zimanê Tirkî, Erebî û Farisî li vir jî Ermenî heye. Lê ew tesîr nikare zimanê Kurdî bide guhertin. Gelek peşpurde dike pêşde birina zimanê Kurdî. Gelek riyên ne baş tîne pêşiya zimanê Kurdî. Gelek şepirze dike zimanê Kurdî. Lê nikare zimanê Kurdî ji ber zimanê Kurdî zimanê 30-40 milyon Kurd e. Mirov hene mesela li Ermenistanê kilamên me didin xebatê.
DIVÊ ZIMANÊ KURDÎ LI SER HÎMÊ BEHDÎNÎ BÊ ÇÊKIRIN
Tesîra zimanê erebî ji ber belavbuna dînê mihemed ji ber dînê Îslamê li Kurdistanê tesîrbunek ji zimanê erebî heye. Lê dîsan sazbenda zimanê Kurdî ew kuçkê (ocax) zimanê Kurdî ku dişixule erê. Navenda zimanê Kurdî temamiya nahiya Goran, Kermanşah, Mihabat hetanî Qamişloyê wê derê tu tişt nikare hucimê ser zimanê Kurdî bike. Ji ber her dû giranê û milê Behdinan milê herî paqij in di zimanê Kurdî de. Ji ber wê çendê Kurdên Soran ê Silêmaniyê û Ermenîstanê ji hev fam nakin. Lê bona wê yekê Konferansa orta miletiyê de min rabû xeber da. Wekî hîmê zimanê Kurdî niha çiqas zimanzan hene dibêjin zimanê me yê literaturî ye. Min cara yekem da eyankirin divê zimanê Kurdî li ser hîmê zimanê Behdînî bê çêkirin. Zimanê Kurdî yê hem miletî. ji ber ew zarav ji aliyê hemu kurmanca ve tê famkirin. Îcar Soran qayîl nînin wekî zimanê kurmancî bê dayîn. Ji bona wê dîvê Mexsîmê Xemo di dîwana ziman de be. Di dîwanekî de ku ez baxivim. Ji bo ez him û bilindbuna ziman diyar bikim.
Standartkirina zimanê Kurdî çawa dikare çêbibe?
-Zaravê behdînana divê bê hildan wekî zimanê literaturiyê. Grametîka me şirove kir divê li ser qinyatê zaravê Behdînî bên çêkirin. Di dibistanên bilind e. Temam sîstem ev bê wê ev ziman di nav 20 salan de bigehe standbuna xwe. Pirsa ku tu didî min di meqeleyekî min yê Rusî de hatiye neşirkirin ji ber ez gelekî hur li ser van pirsan disekinim û sekinîme. Ev cilda akedemiya netewî de sale carekê tê neşirkirin xebateke giranbiha ye her sal derdikeve. Ermeniyan gelek payê wê daye.
LI AMEDÊ HIKÛMETEK LI HEWLÊRÊ HIKÛMETEK DIN
Di rojnameya Ermeniyan de hatiye neşîrkirin. Ji derveyî pirsên ilmî teorî wisan jî pirs hatine yên zimanzaniyê û aliyê pratîkî gelek girîng e ji bo miletê Kurd. Ev meqele derheqa wê yekê deye wekî zimanê cimeta gelê Kurd gereke bibê xwediyê tomerî yê lîteraturiyê. Yan na wê hêdî her du ziman durî hev bikevin. Wê dû miletî çêbibin. ji ber ku wisan jî ji hev fam nakin. Soranî û Kurmanî hev fam nakin. Ew çiqas here wê durî hev bikevin. Rojnameyek divê bi dû zimana neşir bibe. Mîlyonan tê xerçkirin ji bo pirtûkan. Ji bo dakumenta hikumetî. Wê li Amedê hikumetek bê çêkirin li Hewlêrê hikumetek dinê. Ji hev fam nakin ji bona wê yekê ji bo qelsî neyê çêkirin divê li ser hîmê zaravê behdînanî ji bo herduyan famdariye bila zaravê Behdînan be. Ez nabêjim bila zaravê Çobanmazê gundê me be. Ez dibêjim wisan e. Zaravê Behdînan bila bibê hîmê zimanê Kurdî miletî giştî. Wê demê wê li ser mezelê min zêr bikin. Kurdî werê. Ji bo ev pirtûka min ya li ser diyarkirina tîpên Kurdî ji Fransa, Elmanya û gelek cihan pê hesiyan e hatine. Gotin esse divêm wergerînin zimanê Frensî.
Hûn herî zêde di kijan waran û babetan de zimanê Kurdî xurt û dewlemend dibînin?
DEWLEMENDIYA ZIMANÊ KURDÎ
-Zimanê Kurdî ji bo neweta Kurd gelek aliyan ve dewlemend e. Dizanî çima. Zimanê her miletekî şiklê wê cimetê ye. Çi cure cimet heye zimanê wî ewqase. Zêde na. Kîmya, fizî wekî din. Zimanê Îngilîzî hene kultirê mezin hene derheqa tErmenolojîya fizîkê de. Fizîk ji bona me pêşde neçûye. Kîmya pêşde neçuye gelek dereceyên îlmî de pêşde neçûye. Ji bona wê helbet niha aliyê teknîkî de Îngilîzî dewlemende yan Kurdî. Lê jibona me Kurdan zimanême gelek dewlemende behre . Ji bona wê jî ji ber ew qase ziman çiqas Kurd hene.
Kurd jî karê xwe dizanin. Ji bo ziman bibe fermî di meclîsê de dengê xwe gelek partiyên Kurdan bilind bikin û bibêjin ew qas milêtê me gelek e. Ger meclîs qayîl bibe wê bidin yan zehmet ê. Gel jî divê name binivîse ji bo organîza Îngilîzî ya orta miletiyê ya Brukselê binivîse û bibêje bi milyona Kurd hene. Lê ji ber Tirkan re dest nade ji ber ku Kurd dibêje ez naxwazim dersa te bidim ez dixwazim hikumeta min hebe. Oftonomiye Kurdî jî çêbibe wê tirkiye nivî bibe. Çi dewlemendî hene di Kurdistanê de ye.
Hun dikarin ji me re hinekî qala asta wêjeya Kurdî bikin, hinekî ji me re şirove bikin? Asta roja iroyîn çava dibînin û ji bo pêşketina wêjeya Kurdî çi pêşniyaran dikin?
ASTA WÊJEYA KURDÎ
-Edebiyata Kurdî ya îro hirmeteke ji bo cimeta me. Ehmedê xanî mem û zîn. Qîmetê nivîsandina wî nagehijê qîmetê mariyantê cimetê. Folklora me dewlemende, aliyê sitîla me de. Gelekin tragetya lîteratura Sovyetê, ilahiya Ermeniyan. Dema ya Kurdan dixwînin dibêjin ev e Ermeniya yan Kurd e. Mesela tragetya hejara gelekî hindikin. Tragetya lîteratura miletiyê. Wekî lîteratura me yanî eleqetiyê lîteratura me û ya Ermenî bi hevve girêdayî ye. Edebiyata Kurdî pêşdeçuye niha lê gelek pirîmitîv, geleke lê aliyê ziman de noksan e. Divê mirovên aqil binivîsin. Li Sovyetê, Ermenîstanê kê ji diya xwe dibû dixwest poyet (helbestkar) binivîsta lê nedibû. Gelek poyetên me hene. Lê ne poyent in. Gelek pirtukên wan hene lê ne nivîskarin. Li vir tenê na li gelek cihan wisan e.
merem û niyeta min ewe ku ez bi metoda xwe ya teze rêzimana zimanê Kurdî wekî bi min re hebuye. Teoriya cumlê û bend xeberê bi zimanê Rûsî neşirbune. Lê çawa wekî kîtêb çawa min Rêzimana Kurdî bi metoda xwe ya Kurdî min çêkir di emrê xwe de ez ê bigehim niyet û meremê xwe. Şixulekî gelekî mezin e. Lê niha na ji ber dijminê min gelekin li vir dijminê zimanzana gelekin li vir. Mirov nikare rexneyê xwe bike. Gelek hene ji min hez nakin kurmancê me jî.
Tiştên ku min dixwest ez bibêjim min hemu gotin.
Mexîmê Xemo Kî ye?
Serokê Beşa Kurdzaniyê li Estîtuya Rojhilatzaniyê ya Akademiya Ermenîstanê ya miletiyê û dîktorê îlmên fîlologî Profesor Mexsimê Huseynê Eliyê Xemo 7’ê îlona sala 1934’an li Ermenîstanê li navçeya Aparan li gundê Avşînê (çobanmaz)ê tê dinê. Piştî li dibistana gundê Çinar-Saxkahovît ê li sala 1951’an de nêzî salekê wekî katibê şêwra gundê Elegez û Çamuşvana biçûk dixebite. Piştî wê di sala 1954’an de di Fakulteya Zimanên Biyanî li Zanîngeha Yêrevanê a dewletê de tê pejirandin û di sala 1959’an de zanîngehê diqedîne.
Di nav salên xwendinê de Mexsimê Xemo wekî du salan (1958-1959) li Radyoya Komîteya Ermenîstanê de wekî dîktorê axaftina Zimanê Kurdî kar dike. Li heman demê di van van du salan de jî Yêrêvanê mehela Sarîtaqê li dibistana 47’an û dersxaneyên zimanê Kurdî de ji bo zarokên Kurd teşkîl dike û li wir dersên Zimanê Kurdî dide. Pahîza sala 1959’an li Lênîngiratê de ji bo aspîrantura Estutuya Rojhilatzaniyê tê qebulkirin, li gel wê dersa Zimanê Kurdî dide Kurdzanên ciwan. Sala 1962’an de Aspiranturayê xilas dike, dîsêrtiya xwe bi ser nivîsa “ Zaraveya Kurdên Behdînan li Kurdistana Iraqê (bamernê Atrîş dinivîse û di sala 1966’an vê xweyî dike û di pileya kandîdadê zanîstên fîlologyayê distîne.
Ji sala 1964’an heyan niha Mexsîmê Xemo wekî xebatkarê zanistî li Beşa Kurdzaniyê ya Estutuya Rojhilatzaniyê li Akademiya Ermenîstanê a Zanîstî de dixebite. Di salên 1964- 1981’an de xebatkarê zanistiyê biçuk buye, salên 1981-195’an de xebatkarê zanistiyî mezin, salên 1995-2004’an de xebatkarê zanistiyî pêş bû.
Mexsîmê Xemo sala 1990’î de dîsêrtiya xwe bi sernivîsa “ Binaxêd Frazêolojiya Zimanê Kurdî li bajarê Moskovayê de amade dike û di dereca doktorê zanîstên fîlologiya yê distîne. Lê sala 1997’an wekî profesor tê qebulkirin.
Di nav salên xebatên zanistî de profesor Mexsîmê Xemo xwendevanê pênûsa bi ber û bereket bûye nêzî 120 pirtûk û gotarên zanîstî nivîsîne, evana bi çend zimanan ( Kurdî, Rusî, Ermenî) hatine çapkirin. Ji karên girîngtirîn ên Mexsimê Xemo “ferhenga Kurdî-Rusiye Frazbendî (frazêlogî), “Zaravê kurdên Behdînan li Kurdistana Iraqê, “Zimanê Kurdî û lîteratûra, Binaxêd Frazêoloiya Zimanê Kurdî , “Problema dêfinîsiayê zimanzaniyê da, Riya Sazbûna Zimanê Kurdî hemmiletiyî lîteraturî , Problema Prozêsa Sazbûna strûktûra ziman bal merivaye , problema daxwazê zimanzaniyê da ye.
Di Zanîngeha Yêrevanê a dewletê bi navanê Fakulteya Rojhilatzaniyê de Profesor Mexsimê Xemo tevahî salên 1968-1975’an de wekî mamosteyê Zimanê Kurdî xebitiye. Sala 1993-2000 li Zanîngeha Yêrêvanê Fakulteya Kurdzaniyê de wekî dêkan “ Davît Anhaxt) xebitiye û heman demê dersên zimanê kurdî daye.
Profesor Zimanzan Mexsimê Xemo ji sala 1995’an heya niha li Enstutuya Rojhilatzaniyê ya Akademiya Ermenîstanê li wekî Serokê Beşa Kurdzaniyê xebat kiriye.
Profesor û Zimanzan Mexsimê Xemo beşdarî gelek konferans, sempozyom û civînên zanistî bûye û wî derbarê problemên zimanzaniya kurdî de nêrînên xwe aniye ziman.-ANF
Hêlîn Cûdî – Rahmî Yagmûr
Navenda Lêkolînên Stratejîk a Kurdistanê
www.navendalekolin.com www.lekolin.org -www.lekolin.net – www.lekolin.info