28 Temmuz 2018 Cumartesi Saat 10:27
Hukumeta Îranê 700 milyon dolar ji bo pêşxistina zeviyên
petrola parêzgeha Rojhilatê Kurdistanê Îlamê cuda kiriye. Ev biryar di civîna
pêncşema borî ya berpirsên hukmî yên parêzgeha İlamê de hatiye dayîn.
Di demekî ku xizanî û bê karî li Rojhilatê Kurdistanê zede
bûye Hukumeta Îranê bazara xwe ya li ser petrola Kurdistanê zêde kiriye. Parêzgarê
(Walî) Îlamê Qasim Silêmanî Deştekî, ragihand ku di encumena bilind a aborî ya
Îranê de biryar hatîye dayîn ku 700 milyon dolar butçe ji bo pêşxistina zeviyên
petrola Îlamê were veqetandin.
Her wiha Qasim Silêmanî Deştekî, diyar kir ku ev budçe bi
taybet ji bo pêşxistina bîrên hevbeş ên petrola bi Iraqê re ye.
Deştekî her wiha da xuyakirin ku tenê ji sedî 4 vê budceyê ji
bo pêşxistina parêzgeha Îlamê hatiye terxankirin.
Serokê DYA’yê Trump ve li ser nîqaşên çekên nukleerî ya Îranê daxuyaniyeke
gefxwarinê dabû û destnîşankiribû ku eger Îran derbarê çekên nuklerî de paşde
gav navêje ew dê di hêla aborî de ambargoyek hişk pêk bîne û dê nehêle
bazirganiya petrola xam û xazê bi tu welatî re bike.
Navenda Lêkolînên Stratejîk a Kurdistanê
www.lekolin.com – www.lekolin.org – www.lekolin.net –
www.lekolin.info -www.navendalekolin.com -http://kursam.org/index.html-
http://kursam.net/index.html
0
21
TR
KO
:” ”
:””
” “,” ”
0
21
:” ”
:””
” “,” ”
www.lekolin.com – www.lekolin.org – www.lekolin.net –
www.lekolin.info -www.navendalekolin.com -http://kursam.org/index.html-
http://kursam.net/index.html