• Latest
  • All
  • Haberler
  • Editörden
  • Araştırmalar
  • Makaleler
  • Politik Analiz
  • Dizi Yazı

Helbestvan û Parêzvanê Mafê Mirovan: Yunus Rauf Dildar

15 Mart 2020

Demokratik Toplum Sosyalizmi ve Öz Savunma

1 Temmuz 2025

Zilan’ın Fedailiği: Özgürlük Aşkının Manifestosu

30 Haziran 2025

Önder Apo’nun Manifestosu Ve Yaşanan Gelişmelere Etkisi

30 Haziran 2025

MİT ve HTŞ, Uyuşturucu Kaçakçılığında Baas Rejiminin İzinden Gidiyor!- HABER ANALİZ

28 Haziran 2025

Küresel ve Bölgesel Hegemonik Rekabetin Bir Yansıması

27 Haziran 2025

Emperyalist Savaşlar Ve Devrim İmkânları

26 Haziran 2025

Efrin’de El Emşat Çeteleri Yeniden Aktifleşiyor- ÖZEL HABER

25 Haziran 2025

‘Niyeti İyi Olan Bir Devlet, Kongre Sonrası İkinci Gün Komisyon Kurardı’

25 Haziran 2025

‘Doğu Kürdistan’da Alternatifi Olan Tek Güç PJAK’tır’

24 Haziran 2025

Şam’daki Kiliseye Yapılan Saldırı HTŞ Üyeleri Tarafından Yapıldı-ÖZEL HABER

23 Haziran 2025

Demokratik Ulusta Demokratik Komün Yaşamı

23 Haziran 2025

Yeni Ortadoğu’nun Kalıcı Kaos Düzeni ve Stratejinin Temel Ayakları

21 Haziran 2025
  • Hakkımızda
  • İletişim
  • Tüm Yazılar
  • Yorum İlkesi
  • Anasayfa
No Result
View All Result
Home Bölümler Kürdistan Tarihi ve Dili

Helbestvan û Parêzvanê Mafê Mirovan: Yunus Rauf Dildar

Lekolin by Lekolin
15 Mart 2020
in Kürdistan Tarihi ve Dili
Reading Time: 4 mins read
A A

19 Şubat 2012 Pazar Saat 08:53

Yunus Rauf ango Dildar, di 20 sibata sala 1918’an de li başûrê Kurdistanê bajarê Koysincakê ji dayik bû.

Her kes di nava jiyan û civakê de bi karê xwe û xebata ku daye meşandin, tê naskirin. Ger ku ev kar û xebat ji bo civakê bi fêde be û şûnewarekî hunerî û pîroz be, êdî xwedîyê wê jî pêre navdar dibe. Ew bi huner an jî karê xwe di dîrokê de dibe xwedî navekî bê mirin. Yunus Rauf ango Dildar jî yek ji van navdêrên kurd e. Dildar ku di 20’ê Sibata 1918’an de ji dayik bû, her çend çûbe ser dilovaniya xwe jî dê her tim bijî.

Bi minakan ji mirov dikare rave bike ku Selahedînê Eyyûbî bi comerdî û şervaniya xwe, Pêşewa Qazî Mihemed bi cesaret û zanîn û berxwedana xwe, Leyla Qasim û Mezlûm Doxan bi canfîdayî û berxwedana xwe ya dîrokî, Şêx Ûbeydullahê Nehrî bi siyasetmedariya xwe, Meryem Xan, Hesen Zîrek û M.Arifê Cizîrî bi deng û hunermendiya xwe tê naskirin.

Yunus Rauf ango Dildar, di 20 sibata sala 1918’an de li başûrê Kurdistanê bajarê Koysincakê ji dayik bû. Şerekî cîhanê û avabûna Komara Mahabadê dît. Dildar kesek Helbestvan û parêzvanê mafên mirovan bû. Li paş xwe birek helbest, çêrok, ku di nav de Ey Reqîp jî heye hişt.
Yunus Rauf, di sala 1918’an de ango bidawîbûna 1’emîn Şerê Cîhanê li bajarê Koyê ku li ser sînorê Iraq û Îrana îro ye piştî 21 sal li ser koça dawî ya helbestkarê mezin yê kurdî û hemşeriyê xwe Hecî Qadirê Koyî hatiye dinê. Der barê helbestkarê hêja Yunus Dildar dibêjin ango ew yek ji wan helbestvanê navdar ê Herêma Federal a Kurdistanê ye û navê wî yê rast ji Yunis Reûf e, wek gelek nivîskarên kurd wî jî, ji xwe re nasnavek dîtiye “Dildar” bi salan bi vî navî hatiye naskirin.

Dildar, piştî 1’emîn Şerê Cîhanê ji dayik bûye û di şert û mercên gelek dijwar de bi malbata xwe re têkoşîna jiyanê daye. Dildar, di temenê çar saliyê de nexweşiyeke giran digire û piştî rabûna ji nava nivînan jî ji ber bandora nexweşiyê lal dibe. Bi awayekî ku heya dawiya jiyanê ji zimanê wî hinekî giran bû û nedikarî baş biaxive. Nexweşiya Dildar demekê li Kelha Hewlêr’ê di bin çavdêriya dixtorekî da tê çareser kirin. Beriya şerê cihanê malbata Dildar rewaşa wan a aborî gelek baş bû, lê ji ber rewşa sîstema leşkerî û kar bi destên dewleta Osmanî dewlemendiya Kurdistanê têk çû.
Dildar, dibistana xwe ya Seretahî di temenê xwe yê 9 saliyê deli bajarê Ranyayê, dibistana navîn jî li bajarê Hewlêrê xwendiye. Dildar, dema ku diplomeya xwe ji dibistana navîn distîne. Di heman demê de qeyda xwe li zanîngeha bexda ya beşa hiqûqê de çê dike. Helbestvan û parêzvanê mafên mirovan Yunus Rauf Dildar piştî qedandina zanîngehê çend salan parêzvantiyê dike.

Di despêkirina parêzertiyê divan salan de doza mirovên bê kes û belengazan diparêze, li dijî neheqî û zordestiyên li welat û li derveyî welat dengê xwe bilind dike û têkûşina xwe bi dilsoziyek germ ya navnetewî di meşine. Ji aliyek din ve lêkolîna wî ya li ser edebiyata cîhanê û rojhilatê zêdetir dibe, dîroka yewnan, Fransa, Tirkiyeyê û edebiyata van welatan gelek bala wî dikişîne. Li şûna parêzertiyê, ew wekî warê xebatê ji xwe re helbestvaniyê hildibijêre. Yunus Rauf Dildar di ciwantiya xwe de rastî diwan û nivisên navdarê wê demê yê binavê Hecî Qadirê Koyî, Bêkes, Pîremerd , Wefayî û Kurdî rast tê. Ji van hunermendan ji bandor dibe mereqdarê nivisa helbestan. Dildar helbesta xwe ya despêkê di sala 1935’ê dinivise û cara yekê di kovara Ronabî de tê çapkirin.

Di helbestvaniya Dildar de tamaya herî balkêş, bêguman tamaya welatparêzî û janên mirovatiyê ne. Kurdistan bûye kakilê tamaya afirandinên wî, bi taybetî helbestên wî yên bi navê Ey Reqîb û Kurdistan ji helbestiyê derketine, li ser zar û zimanê gel wekî kilam,stran heta roja îro jî tên gotin. Bi taybetî helbesta wî ya bi navê Ey Reqîb di nav gel de gelek belav bûye.

Di dawiyê de, ev helbesta di sala 1946’an dema Komara Mehabadê tê ava kirin, dibe sirûda vê dewletê û heta niha jî wek sirûda kurdan ya neteweyî tê bang kirin. Ey Reqîb bi soranî ye, lê piştre hat wergerandin bi kurmancî ye.

piştî şerê cihanê yê dûye mîn helbestên Dildar li ser bingehek gelek demokrat û mirovhez tên nivîsîn. Dildar ji aliyê din ve jî di bin bandora edebiyata fransî de jî maye, ji helbestên La Fontaine, La Martine wergerandiye zimanê kurdî. Çend kurteçîrok jî nivîsîne û di kovara Gelawêj de hatine weşandin, ji wan gelek berhem ji wekî destnivîser mane. Helbestên Dildar ango destnivîsa wî bixwe bûn û niha ji li cem birazîyên wî mane piştî salên dûr û dirêj bi hevkariya birayê wî Mecîd Reûf û nivîskarê hêja Ebdulxaliq Ellaedîn li sala 1983’an de hatin weşandin. Beriya wê dîwana wî carekê li sala 1961’an de carekê ji di sala 1971an li çapxaneya Kurdistanê li Hewlêr hatiye weşandin.

Helbestvan û parêzvanê mafên mirovan Yunus Rauf ango Dildar Helbestvanê me yê mezin bi vê kulê zêde nejiya û di sala 1948’an de ango di tamenê ciwantiya xwede 30 salî ku bi trajediyan de çû ser dilovaniya xwe û li goristan herî mezin ya bajarê Hewlêrê tê veşartin.

Helbestek ji helbestên Yunus Rauf Dildar Ey Reqîb di salên 1949 dema Komara Mihabat tê avakirin dibe merşa netewî ya Komara Mihabat, Ey raqîb bi Zimanê Kurdî bi zaravayê soranî tê nivîsin û paşê bi zaravayên din yê kurdî tê wergeran din û bi gelek zimanê biyanî ji ev hatiye wergerandin.-DÎHA

EY REQÎB

Ey reqîb her, maye qewmê kurd ziman

Naşikê û danayê topên zeman

Kes nebên kurd dimirin

Kurd jîn dibin

Jîn dibin qet nakeve ala kurdan

Jîn dibin qet nakeve ala kurdan

Lawê kurd rabûye ser piyan wek şêran

Ta bi xwîn nexşîn bike tacî jiyan

Kes nebên kurd dimirin

Kurd jîn dibin

Jîn dibin qet nakeve ala kurdan

Jîn dibin qet nakeve ala kurdan

Em xortên Medya û Keyxusrew in

Dînîman û ayînman kurd û Kurdistan

Kes nebên kurd dimirin

Kurd jîn dibin

Jîn dibin qet nakeve ala kurdan

Jîn dibin qet nakeve ala kurdan

Em xortên rengê sor û şoreş in

Seyr bike xwîna diyan me da rijan

Kes nebên kurd dimirin

Kurd jîn dibin

Jîn dibin qet nakeve ala kurdan

Jîn dibin qet nakeve ala kurdan

Lawên Kurd tev hazir û amade ne

Canfîdane canfîda, tev canfîda

Kes nebên kurd dimirin

Kurd jîn dibin

Jîn dibin qet nakeve ala kurdan

Jîn dibin qet nakeve ala kurdan

Hewler-Emer Îke/Ezîz Koyluoglu

Navenda Lêkolînên Stratejîk a Kurdistanê

www.navendalekolin.com www.lekolin.org -www.lekolin.net – www.lekolin.info

Tags: araştırmakurdiKurdishkurdistanLekolinTurkishTürkiye
Share237Tweet148
Previous Post

Halk İnisiyatifi’nden ‘Özgürlük Nöbeti’ne katılım çağrısı

Next Post

KADINA DAYATILAN BURAM BURAM KÖLELİK VE SONSUZ ESARET!

Lekolin

Lekolin

Next Post

KADINA DAYATILAN BURAM BURAM KÖLELİK VE SONSUZ ESARET!

  • Hakkımızda
  • İletişim
  • Tüm Yazılar
  • Yorum İlkesi
  • Anasayfa
KÜRDİSTAN ARAŞTIRMALAR MERKEZİ

© 2025 Kürdistan Stratejik Araştırmalar Merkezi