01 Nisan 2011 Cuma Saat 08:08
Ji beriya niha Google Maps’ê li gorî bicihbûna Kurdan a çandî (jeo-çandî) û dîrokî ya li ser erdnîgariya Kurdistanê dijîn, xetên sînorê Kurdistanê kişand. Vê carê Google bi zarayê Soranî yê Kurdî dest bi weşanê kir.
Piştî danûstandinên saziya teknolojî û zanyariyan a Başûrê Kurdistanê ku li gel şîrketa mezin a Google bi zaravayê Soranî yê Kurdî Google’yê dest bi xizmeta bi Kurdî kir.
Ev projeye, ji aliyê saziya teknolojî û zanyariyan a Herêma Federal a Kurdistan û şîrketa Googleyê ve hate amadekirin û her wiha hat ragihandin ku di wî warî de, gelek xebatên din ên teknolojîk hatine amadekirin û dê di rojên pêşiya me de bikevin xizmeta bikarhênerên zimanê kurdî
Ew kesên ku dixwazin bi zimanê kurdî Gooleyê bikar bînin dikarin bi rêya navnîşanê “www.google.iq” xwe bigînin xizmetê.
Ji beriya niha jî, Google Maps’ê li gorî bicihbûna Kurdan a çandî (jeo-çandî) û dîrokî ya li ser erdnîgariya Kurdistanê dijîn, xetên sînorê Kurdistanê kişand. Di pênaseya nexşeya Kurdistanê de tê gotin ku Kurd ji Rojhilatê Tirkiyeyê re Kurdistana Bakûr, ji Bakûrê Iraqê Kurdistana Başûr, ji Bakûrê Rojavayê Îranê re “Kurdistana Rojhilat û ji Bakûrê Sûriyeyê re jî “Kurdistana Rojava tê gotin.
Ji bo dîtina sînorê Kurdistanê li ser nexşeya Google’yê hûn dikarin serdana http://maps.google.com/maps/ms?ie=UTF8& t=h& oe=UTF8& msa=0& msid=101640126860435170753.00048e850e000496e2f84
Navenda Lêkolînên Stratejîk a Kurdistanê
www.navendalekolin.com www.lekolin.org -www.lekolin.net – www.lekolin.info