08 Mayıs 2011 Pazar Saat 16:58
Ji beriya niha Emerkê Serdar hevpeyvînek bi ANFê re kir û diyar kir ku di zimanê Kurdî de tîpên Kurdî nikarin ji hemû dengên Kurdî rave bikin û vê yekê rê li ber gotûbêjan vekir. Lê ev ne gotûbêja yekem e. Ev gotûbêj hema bêje ji salên 1900 ve dest pê kiriye. Cara yekeme ku zimanê Kurdî ew qas tê xwendin û dilsoziya bi Kurdî rê zêde dibe. Derbarê kêmbûna tîpên zimanê Kurdî de ANFê serî li nêrînên pisporên Kurdî da.
Emerkê Serdar derbarê vê mijarê de wiha gotibû “Alfabeya zimanê me hên nehati sererastkirin. Gelek zimanzan jimara tîpên me cûda-cûda nîşan didin û ew hên nehatine ser hizireke giştî. Di hêla rêziman de jî cûdahî hene. Di zimanê me de gelek deng hene, lê nîşanên wan di alfabeya me ya latînî de tune ye.
Lê Serokê PENa Kurd Zerdeşt Haco û Serokê Enstîtûya Kurdî ya Stenbolê Samî Tan û gelek rewşembîrên Kurd li hemberî vê yekê derdikevin û diyar dikin ku alfabeya Kurdî ya ku Celaddet Bedirxan danî (her çendî kêmanî têde hebe jî) êdî hatiye rewşek wisa ku bikaribe hemû dengên Kurdî rave bike. Ji Radyoya Dengê Emerîkayê Robîn Reşwan alîgirê guhertinan e û Zimanzanê Kurd Ezîzê Cewa jî bi awayek radîkal diyar dike ku divê Alfabeya Kurdî were guhertin. uyor.
DIVÊ ALFABEYA KURDÎ BÊ GUHERTIN
Zimanzan û Nivîskar Ezîzê Cewa: Zimanzan Ezîzê Cewo vê yekê wiha şîrove dike “Îro li ser astên cuda- cuda di derbarê pirsgirêkên bingehîn ên zimanê Kurdî de goftûgoyên cihêreng pêk tên. Ew goftûgo heya radeyekê pirsgirêkan destnîşan dikin, lê pirê caran jî ew bêtir ji xwe ra pirsgirêkan tînin, û ew pirsgirêk jî ne anegorî qanûn û normên zanista di derbarê zimên de tên nirxandin.
Ya din pirsa alfabê û rêzimana kurdî ye û di nav vê çarçeveyê de jî- pirsa Mîr Celadet Bedirxan.
Her weha transkrîptsîonên (tîpvegerî) wan ên li ser bingeha tîpên latînî hene. Êdî ji zûva di nav zimanzaniyê de hatiye pejirandin, ku ji bo lêgerînên zanistî tîpvegeriyên wî rengî bên bikarbînin. Li ser vê riyê û ji bo vê armancê alfabêyeke wisa ji bo Bedirxanê Mezin pergaleke pêkanînê bûye. Ew jî, dema ewî alfabê amade kiriye, merc û derfetên wê demê yên teknîkî hildaye ber çavan. Û wê demê jî merc û derfetên teknîkî pir bi sînor bûne.
Ji bilî vê û derveyî vê di cîhanê de zimanzaniya giştî (linguistic) pêş ketiye, di dîroka wê de gelek pisporên navbilind hebûne (Vilhêlm fon Hûmboldt, dê Sosyûr, Yêspêrson, Maks Myûlêr, Mêyê, Hyûbşman, Sêpîr, Şmîdt, Trûbêtskoy, Oratorskî û yê din), lê dîsa jî zimanzanî di ciyê xwe de nesekiniye û nasekine jî.
Lê hê jî ew gelana anegorî pêşveçûnên zanista di derbarê zimên de rêzimanên xwe pêş dixin û guhartinan dikinê. Her weha di dema Sovêtê de di nav sîstêma Akadêmiya zanistî de kurdzanî û, bi taybetî jî, zimanzaniya kurdî pêşketî ye. Zimanzanên sovêtî mîraseke mezin li dû xwe hiştine: Qanatê Kurdo, Çerkezê Beko, Îsahak Tsûkêrman, Yûliya Avalîanî, Kerîm Eyûbî, Îraîda Smîrnova, Zerê Yûsûbova, Rûslan Tsabolov û yên din. Û pirs û pirsgirêkên sereke yên rêzimana kurdî jî ji alfabêyê destpêka xwe hiltînin.
Eger di wê alfabêyê da, ya ku di Yekîtiya Sovêtê de li ser bingeha tîpên latînî hatibû amdekirin (Erebê Şemo), çend tîpên zêde hebûn, lê alfabêya ku Bedirxan amadekirye, di wê de pênc tîp têrê nakin. Û ev jî ji hêlekê va nivîs û saziya ferhenga zimanê kurdî nivîşkan û lewaz dike, lê ji hêla dinê va xwendina kurdî ya rast dijwartir dike
Wek ku tê zanîn, di zimên de ew deng divê bibin xwedî tîp, ên ku, dema di p`eyvê de bi tîpeke din tên guhartin, wateya wê peyvê tê guhartin, ango ew dibe peyveke din, an jî bêwate dibe. Dengên weha di zimanzaniyê de fonêm (navdeng) tên navkirin.
ker- ker, ber- ber, bir- bir, girik- girik, ro- ro
par- par, pê- pê, paç`- paç
Eger alfabêya zimanekî li ser pirênsîpên zanista di derbarê zimên de wisa hatibe sazkirin, ku her navdengek xwedî tîpekê be, wê demê hem xwendin û nivîsandina wî zimanî hêsatr û rasttir dibe, hem jî qanûnên zimên ên hindurîn bin pê nabin.
Serokê PEN’a Kurdî Zerdeşt Haco: : Ez di wê baweriyê de me, ku ji bo qonaxa niha alfabêta Mîr Celadet Bedirxan ji bo Kurmanciya Bakur cih gitiye.
Ji me hemûyan re diyar bûye, ku erê rast e, ne hemû dengên Kurmanciya Bakur bi alfabêta Mîr Celadet Bedirxan hatine nîşankirin, belê kontekst biryarê dide û em bê dijwarî dikarin nivîsên bi vê alfabêtê -nivîskar ji kîjan devera Kurdistanê be jî- xweşik bixwînin û têbigihin.
Ez bawer dikim, ku gengeşiya li ser vê mijarê ji bo vê qonaxê û ji bo Kurmanciya Bakur tijî gengeşî bûye û dem hatiye, ku em serê xwe bi pirsên din ên lingustîka kurdî biêşênin, bo mînak mijara diyalektologî.
WEKÎ ZIMANEKÎ ZINDÎ, KURMANCÎ JÎ HER DEM DI NAV GUHERÎNÊ DE YE
RADYOYA DENGÊ EMÎREKA BEŞA KURDÎ ROBÎN REŞVAN: Bi dîtina min kêşeya Kurdan ya alfabê ne gelek mezin e. Alfabeya Celadet Bedîrxan li nav zimên cîhê xwe girtiye û ji aliyê piraniya Kurmancîzaran ve tê karanîn.
Lê, divê em jibîr nekin ku ziman tiştekî zindî ye û tim li gorî guherînên cîhanê û li gorî pêdiviya qisekeran diguhere. Tenê zimanên mirî yên wekî Hîtîtî, Sumerî û hwd. naguherin jiber ku qisekerên wan nemane.
Wekî zimanekî zindî, Kurmancî jî her dem di nav guherînê de ye û bixwazî, nexwazî ew jî diguhere û guherîn tiştekî pir xwezayî û kêrhatî ye. Şert û mercên serdema amadekirina alfabeyê û serdema me ya teknolojî û înternetê ne wekî hev in. Tiştên ku wê gavê nedihatin zanîn yan jî ne hewce bûn, pir normal e ku di jiyana me ya îroyîn de peyda bin.
Divê, em bi awayekî nerm û maqulane nêzîkî zimên bibin û alfabeta xwe li gorî hewcedariyên îro nû bikin. Ez bawer dikim ku eger Mîr Celadet niha sax bûya, wî jî bi vê yekê qayil bibûya. Rêz û hezkirina me jibo Mîr Celadet gelek e û ez ji kanîn û zanîna wî guman nakim. Lê, di heman demê de bawer dikim ku di alfabeya wî de hîn guherîn pêdivî ne.
Wek mînak:
Tîpên dudengî wek ç, k, p, r and t hem nerm têne levkirin, hem jî req (hişk) û dive ev di alfabeya de were nîşan dan. Divê em bînin bîra xwe ku hemî Kurmancîaxêf bi zikmakî zimanê xwe dayikê nizanin û dû re destbi hînbûna wî dikin. Jibo zarokên Kurd ku li dervayê welêt dijîn û zimanê xwe fêr dibin cihê nekirina wan tîpên behskirî dibe arîşeyeke girîng.
Her wiha, gelek kesên biyanî (taybetî li Amerîkayê) hene ku hînî Kurmancî dibin û gelek dijwar dibînin ku ev tîpên navborî ji hevdu nayên cihê kirin. Ev yek dibe astengek mezin li ber wan.
Dîsa, tîpên wek e, h û x jî xwediyê dengên cihê ne, loma dive ev cudabûn jî di nivîsînê de were nîşan dan.
Nivîskarê hêja, Baran Rizgar di berhemên xwe de bi kişandina xeteke cihêbûna dengan îşaret dike û bi dîtina min jî ev yek di cîh de ye. Divê hejmara tîpên Kurdî wekî niha 31 bin lê dive dengên cihê di nivîsînê de bi awayekî eşkere werine cuda kirin.
Çend xalên din jî hene ku hewceyî nîqaş û guherînên nû ne lê ez naxwazim gotinên xwe dirêjtir bikim. Di dawiyê de gotina min ev e ku divê em xwedî li ziman, alfabe û rewşenbîrên xwe derkevin. Lê, di heman demê de bizanibin ku wekî zimanên cîhanê Kurmancî jî diguhere û ew jî hewceyî guherînê ye, taybetî di ware peyîv û qayideyên nû de.
Divê em baş bizanin ku bi qasî ku Celadet Bedirxan serbilindiya me ye, Erebê Şemo jî ronahiya zimanê me ye û her di jî gelek xebatên hêja jibo vî zimanî kirine.
SEDEMÊ GOTÛBÊJAN PARÇEBÛNA KURDAN E
Serokê Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê û Nivîskarê Rêzimana Kurd Samî Tan: Nîqaşên der barê alfabeya kurdî de ji mêj ve di nav zimanzan û lêkolînerên kurdî de hene. Ev rewş hinek têkildarî parçebûna kurdan û zimanê kurdî ye. Xebatên li ser alfabeya kurdî ya latînî, ji sê navendan hate meşandin Şam, Ermenistan û Başûrê Kurdistanê, ji ber mecrên siyasî derfetên pêkanîna xebateke hevpar nebûn. Kurdên başûr zû dest ji alfabeya latînî vekêşan, xebatên li Ermenistan û Şamê ji du milan ve hatin meşandin.
ALFABEYA HAWARÊ JI ALIYÊ PIRANIYA KURDAN VE TÊ BIKARANÎN
Ji van her du xebatan a kurdên Sovyetê zêde teng û herêmî ma, lê xebata Celadet Bedirxan, nemaze piştî geşbûna têkoşîna bakurê Kurdistanê belav bû û cihê xwe girt. Ligel ku hinek kêmasiyên wê hene jî alfabeya Hawarê îro ji hêla piraniya kurdan ve tê bikaranîn.
Li Bakurê Kurdistanê nîqaşên li ser alfabeyê di salên 90î hatin kirin û bi dawî bûn. Êdî kêm kes meseleya alfabeyê nîqaş dikin. Li gorî baweriya min nîqaşeke wiha êdî ne pêwîst e. Jixwe alfabeya tu zimanî ne tekûz e û tu alfabe nikare hemû dengên di zimanekî de nîşan bide. Heke em bibêjin bila alfabeya me hemû dengên di zimanê me de nîşan bide divê hejmara tîpên kurdî ji 40î zêdetir be. Lê tiştekî wiha ne pêkan e. Lewre jî ez dibêjim, alfabeya Hawarê cihê xwe girtiye û têra zimanê me jî dike, ne pêwîst e ku nîqaşeke bi vî rengî bikin.
TÎPÊN C. BEDIRXAN AMADE KIR TÊRÊ NAKIN
Helbestvan Bariye Bala: Wek helbestvanek, ez jî bi Emerîkê Serdar re hemfikir im. Rastî ew tîpên C. Bedirxan ji bona zimanê kurdî amede kiriye têra bikaranîna peyivên kurdî nake. Ez dikarim mînaka wiha bidim “mer a canawer e, “mer amûrê kolandinê ye. Ev peyivana bê bêhnok wek hev tên xwendin herd jî wek hev dibe amûrê kolandinê. Peyiva “ker an “ker bê bêhnok ji hev nikare bê tê derxistin. Peyva “tu û “tu jî wek mînakên nikare bê bêhnok jihev bê cudakirin. Mînakên bi rengî pirin. Ji bo wê jî pêşniyarê min jî weke em alafba 1920 Amakulov û Çamîlov diyarkiribûn esas bigirin, bes ser bingeha tîpê latinî.
DIVÊ MIJAR JI NÛ VE BÊ GENGEŞEKIRIN
Helbestkar û Nivîskar Newaf Mîro: Ev mijareke li gorî ditina min jî grîng e. Em dizanin li ser mijara zimên welatê serbixwe beşek ji hatina xwe ji bo hêsankirina zimên terxan dikin. Lê em dizanin zimanê kurdî hêjî ji bo xelkê me,ango ji bo kurdan bi xwe lukseke. Chendku zimanê nebe zimanê fermî û yê perwerdê,dibe yê bêkêr mixabin.
Helbet ez jî di wê dîtinê de me, ku ji nû ve ev mijar bête gengeşekirin. Her chend keda nemir C.Bedirxan cihê rêzgirtinê ye jî,lê pêwiste Elfabeya kurdî ji nûve di ber chava re were derbaskirin.
Ez ne hew ji bo dengên kêm,yan jî tîpên kêm,wûsa jî,ji bo hêsan kirin û herkandina nivis û xwendinê ji nûve di ber chava re were derbaskirin.
Ez hêvîdar im ev mijar di nava zimanzan û hîndkara were gengeşekirin, û biencamkirin.
TÎPÊN KURDÎ TÊRA HEMÛ DENGAN DIKIN
Ji Stenbolê Rojnamevan û Nivîskar Salihê Kevirbir: Bi ya min tevî ku di bikaranîna çend dengan de pirsgirêk û alozî hene jî, alfabeya kurdî têra hemû dengên zimanê kurdî dike. Jixwe ji roja ewil heta niha alfabeya kurdî ya latînî ku danerê wê celadet bedirxan e, bi veguherînan heta roja me ya îroyîn hatiye.
Di destpêkê de em di berhemên bedirxaniyan de dibînin ku hinek tîp bi awayeke din hatine bilêvkirin. Bo nimûne, di wan berheman de peyva “kurd wekî “qurd peyva “kurdistan wekî “qurdistan hatiye nivîsandin. Lê bere bere ev vegotin guheriye û teşeya xwe ya îroyîn wergirtiye.
Helbet alfabeya kurdî-latînî ya Erebê Şemo û Îsahak Marogûlovê Asûrî ku di sala 1929-an de hatiye tekûzkirin û di serî de rojnameya “riya teze , tevahiya berhemên kurdên me yên kafkasyayê pê hatine nivîsandin jî, xwediyê rol û girîngiyeke mezin e. Lê belê nayê wê wateyê ku ew alfabe bibe alfabeya bingehîn a kurdî.
Jixwe ji dêvla gotina “divê filan alfabe, rabe û bêvan alfabe bikeve şûna/cihê wê , divê di nav wan alfabeyan de standardbûnek were peydakirin.
Lewre jî bi ya min heke di vî warî de standardbûnek were kirin, divê ev standardkirin, kamilkirin û tekûzkirin li ser alfabeya bedirxaniyan were kirin.- ANF
Rahmî Yagmûr
Navenda Lêkolînên Stratejîk a Kurdistanê
www.navendalekolin.com www.lekolin.org -www.lekolin.net – www.lekolin.info