KURDÎ
Sonuç yok
Tüm Sonuçları Göster
  • Anasayfa
  • Haberler
  • Polİtİk Analİz
  • Araştırmalar
  • Makaleler
  • Tüm Bölümler
    • Dizi Yazı
    • Kadın
    • Özgürlük Perspektifleri
    • Editörden
    • MİT Gerçekleri
    • Röportajlar
    • Dış Basından
    • Serbest Yazılar
KURDÎ
Sonuç yok
Tüm Sonuçları Göster

Gelê Celewlayê Ji PKK’ê Alîkarî Xwest

15 March 2020
Kategori: Serbest Yazılar
242 18
1.4k
GÖRÜNTÜLEME
Facebook İle PaylaşınTwitter İle Paylaşın

29 Mayıs 2012 Salı Saat 16:59

Rageşiya di navbera Herêma Kurdistan û Iraqê de berdewam dike. Kurdên li herêmên ji Başûrê Kurdistanê hatine veqatindin bi gefên Ereban re rû bi rû dimînin.

Rageşiya di navbera Herêma Kurdistan û Iraqê de berdewam dike. Kurdên li herêmên ji Başûrê Kurdistanê hatine veqatindin bi gefên Ereban re rû bi rû dimînin. Herî dawî Şaredarê navçeya Başûrê Kurdistanê Celewleyê ji bo parastina Kurdên li vê deverê bang li gerîlayên PKK’ê kir. Berdevkê PKK’ê ragihand ku ew amade ne li her derê Kurdan biparêzin.

Rageşiya di navbera Herêma Kurdistan û Bexdayê de zêde dibe. Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî gotibû ku welat nikare bi “dîkdatoriyê bê birêvebirin û dixwaze Serokwezîrê Şiî Nûrî El Malikî biçe. Barzanî di her carekê de peyamên ji bo serxwebûnê dide û li hemberî firotina balefirên F16 yên DYA yên ji bo Iraqê derketibû diyar kiribû ku dibe li hemberî Kurdan bi kar bînin. Serokkomarê Iraqê jî Celal Talabanî weke helwestek li hemberî desthilatiya Malikî, ragihandibû ku ew dikare îstîfaya xwe bide.

ŞAREDAR BANG LI PKK’Ê KIR

Şaredarê qezaya Celewle Enwer Hisên roja yekşema borî, ji televizyona NRT re gotibû ku “Hêzên Pêşmerge yên nêzîkî Celewle nikarin hevwelatiyên Kurd biparêzin û bang li “gerîlayên PKK kiribû ku hevwelatiyên kurd li Celewle ji destê grubên çekdar biparêzin.

PKK: EM AMADE NE KURDAN BIPARÊZIN

Berpirsê Karên Derve yê PKK’ê Ehmed Denîz di daxuyaniya da AKnewsê de ragihand ku ew amade ne li her derê Kurdan biparêzin. Deniz jî got “Li gelek deverên Kurdistanê hinek komên çekdar ên radîkal hene ku hemwelatiyên Kurd tehdît dikin bi armanca şerê navxweyî di nav gel de derxin, hawara ji Celewla hat jî vê rastiyê piştrast dike.

Denîz bang li Hikûmeta Iraqê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê kir ku pirsgirêkên li wan deveran çareser bikin daku biratiya di nav pêkhateyên wan herêman de biparêzin. Denîz bal kişand ser yekitiya Kurdan û got “PKK, parastina Kurdan hemûyan pêk tîne. PKK bi berpirsyariya xwe radibe û amade ye hevwelatiyên Kurd li her devereke Kurdistanê biparêze.

YAWER: DAXWAZ NE DI CIH DE YE

H er wiha, Berdevkê Wezareta Pêşmerge Cebar Yawer der barê vê banga şaredarê Celewleyê de gotibû “Li navçeyên kêşedar û şaregunda Celewle jî di nav de, tenê rê bo Hêzên Pêşmerge û Hêzên Iraqê tê dayîn ku welatiyan biparêzin û wiha berdewam kiribû ““Banga şaredarê Celewle ji çekdarên PKK re bo parastina welatiyên kulrd li Celewle ne li cih e û ne yasayî ye.

NÊÇÎRVAN BARZANÎ: ARMANCA ENFALÊ ÎRO JÎ DIDOME

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê di merasima ji bo 730 cenazeyên Kurdan ên ku ji gorrên komî yên di dema Komkujiya Enfalê de hatibûn qetilkirin, de axivî û diyar kir ku heta niha jî pirsgirêka Kurd li Iraqê nehatiye çareserkirin.

Nêçîrvan Barzanî diyar kir ku ev kesên hatine enfalkirin, tenê ji ber sedemekê hatine enfalkirin, ew jî ew e ku ji ber k u Kurd bûn. Barzanî destnîşan kir ku dewleta Iraqê ava bû û vir ve tenê êş, şîn û nexweşî daye Kurdan û bal kişand ser têkoşîna Kurdan a li hemberî rejîma Baasê.

Nêçîrvan Barzanî bal kişand ser rewşa îro ya Herêma Kurdistanê û diyar kir ku heta niha jî pirsgirêka Kurd li Iraqê çareser bûye. Barzanî got “Armaca sereke ya Enfalê valekirina bajar û navçeyên Kurdistanê bû û wiha domand “ Tiştên li bajar û navçeyên Sadiye, Celewle, Kerkûk diqewimin, berdewama heman siyaseta erebkirinê ye. Her wiha, li hemberî helwesta hikûmeta Malikî banga hişyariyê li Kurdan kir.

KURD BI EREBKIRINÊ RE RÛ BI RÛ NE

Navçeya Celewla ya ser bi parêzgeha Diyale ye, gelek caran dikeve ber êrişên grûpên çekdar ên radîkal û di encam de gelek hevwelatiyên Kurd jiyana xwe ji dest dane û çendîn kes jî birîndar bûne. Hêjayê gotinê ye ku piştî hilweşîna rejîma Beas a Seddam Huseyîn gelek bajar û navçeyên Kurdistanê yên weke Mûsil, Şengal, Mexmûr, Kerkûk, Xaneqîn, Celewle, bi rêveberiya Iraqê ve hatine girêdan û her tim Kurd li rastî êrîş û zextan tên û bi polîtîkayên erebkirinê re rû bi rû ne.-ANF/Hewler

Navenda Lêkolînên Stratejîk a Kurdistanê

www.navendalekolin.com www.lekolin.org -www.lekolin.net – www.lekolin.info

Paylaş202Paylaş126
Önceki yazı

Roj TV’den ‘Korsan Sinyallere’ İlişkin Açıklama

Sonraki Haber

AKP’nin 12 Eylül’ü Seven Tarafı

Son HABERLER

Serbest Yazılar

Hz. Musa’dan Önder APO’ya Önderliksel Bir Kıyas

Yayınlayan Lêkolîn
1 December 2025
0
1.7k

Tarihe yön veren kişiler midir,...

Daha fazla okuDetails

Sonbahar Ve İsyan

29 November 2025
1.6k

Hafıza, Umut ve Yeniden Doğuş

15 May 2025
1.6k

Gittiği Yerde Güzellikler Bırakan Fedai…

4 July 2024
1.7k

Öne Çıkan Yazılar

  • MİT ve Parastin’ın Yeni Ajan Ağını Deşifre Ediyoruz!- ÖZEL HABER

    848 Paylaşım
    Paylaş 339 Paylaş 212
  • ‘Önderliğinden Savaşçısına Kadar Demokratik Siyasete Katılımı Sağlayacak Bir Yasa Çıkarılmalı’

    510 Paylaşım
    Paylaş 204 Paylaş 128
  • MİT’in İran İle İş birliği Ve Aşiretler Üzerindeki Planları- HABER ANALİZ

    572 Paylaşım
    Paylaş 229 Paylaş 143
  • Bir Devrimin Sessiz Gücü

    505 Paylaşım
    Paylaş 202 Paylaş 126
  • Emperyalist Komploya İlişkin Bazı Notlar

    12899 Paylaşım
    Paylaş 5160 Paylaş 3225

Önder Apo: Hukuki Ve Yasal Sürecin Başlaması İçin Herkes Elinden Geleni Yapmalıdır

Suriye Sahilinde MİT Faaliyetleri: Radar, İletişim ve Askeri Altyapı – ÖZEL DOSYA

Bir Devrimin Sessiz Gücü

‘Önderliğinden Savaşçısına Kadar Demokratik Siyasete Katılımı Sağlayacak Bir Yasa Çıkarılmalı’

KCK: Rojava Halkımız Kazanımlarını Rêber Apo Çizgisinde Koruyup Geliştirmesini Bilecektir!

19 Temmuz Devrimi: Bir Halkın Hafızası, Kazanımları ve Geleceğe Dair Dersler

Kürdistan Stratejik Araştırmalar Merkezi | Lekolin

© 2025 Kürdistan Stratejik Araştırmalar Merkezi

KÜRDİSTAN ARAŞTIRMALAR MERKEZİ

  • Hakkımızda
  • İletişim
  • Yorum İlkesi

Takip Et

Tekrar hoşgeldiniz!

Hesaba giriş

Şifrenizimi unuttunuz?

Tüm alanlar zorunludur

Şifrenizi sıfırlamak için lütfen kullanıcı adınızı veya e-posta adresinizi girin.

Oturum aç