26 Kasım 2017 Pazar Saat 06:19
Ji ber heta ku jin xwe bi rêxistin neke
wê her tim bibe amûrek di destê dewletên faşîst û zilamê paşverû de. Lewma îro
jin li seranserê cîhanê bûye amûrek fihûş, kirîn û firotinê. Yanî sedî salane
rêxistinek dewletî û desthilatdar di civakê de hewl daye xwe bike hêza
îxtîdarê, xwe bi sazî bike û ji bo hebûna xwe bide parastin, hêza civakê ya
esasî û ya sereke jinê bi rê û rêbazên cuda bigire bin serweriya xwe, li gorî
zîhniyet, serwerî û desthilatdariya xwe reng bidiyê û bide meşandin. Bi vî
awayî hewl daye destwerdanê li cewhera jinê û hêza wê ya civakbûnê bike, her
wiha li gorî xwe yan berevajî bike yan jî tine bike. Yanî xwestiye jinek li
gorî xwe û bi toreyên namûsê ve terbiye bike. Lê belê di her wextî de li
hemberî zîhniyeta dewletê ya zilamtî, li hemberî vê zîhniyeta ku rastiya jinê
berevajî dike her tim pêşengên tevgera jin a ku têkoşînê dimeşîne, serhildanê
bilind dike, pêşengtî dike heqîqeta jinê parastiye. Lewra jin bûye temînata
nirxên ku koka xwe ji dîrok û civakê digirin.
Lê ya rastî di Rojhilata Navîn û Kurdistanê de hewl dane jin
bînin astek ku ji rastiya wê dûr bêxin, ji civakbûnê qut bikin û bînin rewşa ku
divê gerdûnê de ne xwedî xwe yê ti mafî ye. yanî weke ku ji hemû mafên gerdûnê
bêpar e, ango ne tişteke dide nîşandan. Di rastiyê de bi qasî ku zîhniyeta
desthilatdar a faşîst dixwaze jinê ji mafê wê yê xwezayî qut bike, jin jî li
hemberî vê zîhniyeta faşîzane bûye xwedî hêza têkoşînê û xwe bi rêxistinkirinê.
Yanî kêlî bi kêlî hewl dide li cihê ku lê winda kiriye careke din li wir bi
hêza xwe serbêxe û bibe xwedî vîn. Ji ber ji her kesî zêdetir jin xwedî vê
xwezayê ye û divê ji her kesî zêdetir jî jin li ser vê xakê têkoşînê bide
meşandin û vê xakê biparêzin. Lewra divê herî zêde jin li ser vê xakê pêşengtî
bike û nehêle ku ti gemariya desthilatdariyê li ser vê xaka Mezopotamya li gorî
dilê xwe bigire û xwe bi cîh bike.
Yanî bi taybet pêşkeftin û deskeftiyên ku jina kurd hem li
Kurdistanê hem jî li tevahiya cîhanê bi dest xistî û pêşengtiya wê kirî, di
heman demê de li tevahiya cîhanê jî bandorbûna xwe parastiye. Yanî jina kurd li
seranserê cîhanê hewl dide bibe hêza sereke ya pêşengtiya ji bo tevahiya jinan.
Jixwe di heman demê de panzehîra li hember avabûna netew dewletê ye û li hember
wê artarnatifeke pêşengtiyê ye. Ji ber vê yekê ye netew dewletên ku qeyraneke
kûr dijî ev qasî bi hovane êrîşî jinan, bi taybet jinên kurd dikin û hewldaneke
ku têkoşîna wê bifetisîne pêşxistine. Yanî li Rojhilata Navîn nêzikatiyên netew
dewletan ji bo jin her çiqasî bişibin hev jî, lê belê her yek li pey wî dîrokek
û pêkhateyek wî ya cuda jî heye. Yanî dewleta tirk jî xwedî qerektereke netew
dewleta hişk e, her wiha xwedî qerektereke tenêbûn û zilamtî ye. Lewma dema em
tiştên ku di van demên dawî de bi taybet vê sala dawî li Tirkiyê tê meşandin
dinêrin pêwîst e em di vê çerçovê de binirxênin, yanî bi taybet kiryarên ku li
ser civakê û jinê tê meşandin divê em pir bi kûrahî bigirin dest û analîz
bikin. Bi taybet ji dema OHAL’ê destpêkîrî û vir ve AKP’ê îxtîdara xwe ya 15
salan bi rêbazên cuda xiste meryetê û polîtîqeya xwe ya faşîzane li ser jinê bi
rengeke pir vekirî û faşîzane da meşandin. Bi taybet li Kurdistanê destkeftiyên
ku jinên kurd bi dest xistine bi faşîzantiyek herî hovane ve êrîşkirin. Lewma
divê ji her kesî zêdetir hêrs û nefreta jinê li hemder vê pergala faşizan
bilind bibe û serî hildin.
Ji ber dema ku em li kiryarên ku têne meşandin temaşe dikin
ti roj nîne ku dilê me bi qetilkirina jinekê neşewite, ji ber wê divê ti tiştek
li pêşîya hêrsa jinan nebe astenk. Ji ber ku êdî roj ew roje ku jin hemû
pergalên desthilatdariyê ji holê rake ye. Ji ber dema mirov di milekê de asta ku
azadiya jin gihiştiyê dinêre dibe cihê şanazî û kêfxweşiyê, lê di aliyê din de
jî dema ku jinek tê qetilkirin û ew hêrsa vê pergala faşîzan a qetilkirinê
hilweşîne dernakeve holê di mirovan de xemgînî û hêrsê dide avakirin. Yanî di
milekê de, di nava şeran de weke ganîmetên şer jin tên firotin, tecawîzkirin û
bi hovane tên qetilkirin, di milê din de qaşo di navenga medeniyetê de jinên ku
tên qetilkirin hene. Yanî bi hezaran rêbazên ji derveyî qanûnên mirovatiyê jin
tên qetilkirin. Weke daleqandin, şewitandin, kevirkirin, kêrkirin û gelek
rêbazên ji van hîn hovtir. Lê li hemberî vê hovêtiyê kesek dengê xwe nake ji
ber ku li hemû qadan zihniyet heman zihniyete. Zîhniyeta dewletên faşîst ango
zîhniyeta zilamê zorba, yanî li hemberî jinê zihniyet heman tişte. Yanî kuştina
jinê kirine mafeke rewa ji bo xwe. Lewma divê ji vir û şûnde jin serî hildin ji
ber êdî jin jî bi qasî zîhniyeta faşizan, heta ji wî hîn zêdetir xwedî vê mafê
jiyanê ye û ne muhtacê kesê ye ku were wê biparêze. Ji ber êdî hêza jin bi xwe
ya wê biparêze heye û têra wê heye. Lewma êdî jin ne muhtacê ti kesê ye ku hema
kî bixwaze bi çi rengî jinê bi rêve bibe dê bikaribe bibe. Yanî divê êdî zîhniyeta desthilatdar bizanibe ku jin ne
ew jina berê ye di bin siya wî de ye û kengê bixwaze bibêje bêdeng be, dê
bêdeng be, bêje zarokan çêbike dê zarokan çêbike, bêje hîn zêdetir zarokan
çêbike heta ku mirina wê jê tê de hebe dê zarokan çêbike, bêje hez bike dê hez
bike, bêje bizewice dê bizewice û bêje bimire dê bimire. Weke ku her tim mafê
wê mirine. Heta yê ku herî zêde mirina wê jî dixwaze yê herî nêzî wê ye. Yanî
jin bi urf û adetên tûreyan hatin şkandin, heta di wextê xwe yê herî xweşik ê
jiyanê de hatin şkandin.
Dilê wan hatin şkandin, hêviyên wan hatin şkandin, xeyalên
wan hatin şkandin. Her wiha afrîneriyên wan hatin şkandin, fikir û jiyana wan
hate şkandin. Bi wan re zarokên wan hatin şkestin, herî zêde hêviyên wan hatin
şkandin. Yanî şkestina jinê bi hezarî salan e berdewam dike, bi her awayî ev
pargala şkandinê roj bi roj li ser jinê tê meşandin û hîn zêdetir giran dibe.
Her wiha roj bi roj yan yek yek yan jî bi komî jin tên qetilkirin, bi wî rengî
jî pergala zilamê despot hewl daye jinê bigire bin sermayedariya xwe. Her wiha
ji rengê wê derbêxe û bê cewher bihêle. Êdî jina ku bi sedî salan e ku faşîzma
dewletan û zilamên despot hewl dane bi hemû rengên wê ve bigirin bin serweriya
xwe û ji rûmeta wê dûr bêxin, serî hildaye û bi pêşengtiya jina kurd di gelek
merheleyan re derbasbûne, bûne xwedî xweserbûn, îrade, azadî. Êdî rewşa xwebûnê
bi vîna xwe bi dest xistine. Bi vî awayî a niha tişta herî esas li hemû qadan
jin û civaka ku hatiye perçiqandin gihandina hêza wê ya cewherî û kirina xwedî
bawerî ye. Ji ber divê jin êdî ji xwe bawer bikin ku ne muhtacê ti kesî ye.
Heta ku divê bizane hêza wê têrê heye ku pergala dewletên faşîst û zilamên
despot jî bi xwe re bide guhertin.
Ji ber ku Rêbertî dibêje “zilamê ku herî ji xwe bawer û
dibêje ku kes nikare xwe li ber hewayê min bigire, lê di rastiyê de nikare bi
qasî kêliyek jî xwe li hember jina ku xwe bi rêxistin kiriye bigire, lê bila
jin tenê ji xwe bawer be . Ji ber jin di hêla temsîlkirina dûrûstbûn,
xweşikbûn, rêgezên azadiyê girtin û cewherîbûnê di xwe de gihandiye asta ku
civakê jî bide guhertin. Ji ber jin di her warî de xwedî cesareteke bê sînor e.
Jiyan Bahar
Navenda Lêkolînên Stratejîk a Kurdistanê
www.lekolin.com – www.lekolin.org – www.lekolin.net –
www.lekolin.info -www.navendalekolin.com -http://kursam.org/index.html-
http://kursam.net/index.html