03 Ağustos 2011 Çarşamba Saat 15:37
Serokwezîr Tayyîp Erdogan ê ku ji bo leşkerê Israîlê Gilad Şalît ê ku beriya 5 salan ji aliyê Hamasê ve hate dîlgirtin kete dewreyê ji bo xebatkarê tenduristiyê û leşkerên ku ji aliyê HPG’iyan ve hatin dîlgirtin bêdengiya xwe didomîne.
Di 9’ê Tîrmehê de li ser riya Çewlik û Amedê leşkerên bi navê Abdullah Sopçeler, Zîhnî Koç û xebatkarê tenduristiyê Aytekîn Turhan ê ku ji aliyê HPG’iyanv e hatin dîlgirtin careke din mijara leşkerên dîlgirtî anîn rojevê. Wilatên din ji bo leşkerêndîlgirtî qeşametê radikin lê Tirkiye dikeve nava bêdengiyeke mezin. Lî cîhanê mînaka herî balkêş di bûyera dîlgirtina leşkerê israîlî Gîlad Şalît ê ku di 5’ê Hezîrena 2006’an de ji aliyê Hamasê ve hate dîlirtin de derket holê. Ji bo Şalît Israîl li cîhanê kete nava hewldaneke mezin. Di 2’yê cotmeha 2009’an de li beramberî dîmenên ku Şalît sax nişan dide 20 girtiyên jin hatin berdan. Di 2010’an de malbata Şalît û hezkiriyên wî ji ber ku dewleta Israîlê nakeve nava hewldanan şermezar bikin meşeke ku 12 rojan berdewam kir da destpêkirin. 10 hezar kes tevli meşê bûn.
Serokdewletên Fransa û Almanyayê ji bo ku ev pirsgirêk bê çareserkirin ketin dewreyê. Serokdewletê Fransayê Nicholas Sarkozy û Serokwezîra Almanyayê Angela Merkel di daxuyaniyên xwe yên hevpar de xwest Şalît bê berdan. Di 1’ê Tîrmeha 2010’an de Serokwezîrê Israîlê Binyamin Netanyahu daxuyand ku heke Gilad Şalît bê berdan dê hezar girtiyên filistinê bên bendan. Hamasê jî bersiva “hejmar girîng nîn e, kîjan dê bên berdan girîng e” da Netenyahû. Hamasê israr kir ku ji bilî hezar girtiyên ku dê bên berdan divê 450 girtiyên din jî bên berdan. Di navbera Israîl û Hamasê de bi navbeynkariya Misir û Almanyayê gelek caran hevdîtin pêk hat lê piştî ku Hamasê ji bo hin girtiyan ısrar kir û Israîlê destûr neda hevdîtin qût bûn.
Erdogan ji bo Şalît kete dewreyê
Li Tirkiyeyê leşkerên dîlgirtî nayên dîtin. Ji bo leşkerên dîlgirtî ne kesek dikeve nava helwdanan ne jî daxuyaniyek tê dayîn. Serokwezîr Erdogan ê ku ji bo leşkerên xwe nakeve nava hewldanan di rojên borî di çapemeniya Israîlê de hate weşandin ku ji bo leşkerên Israîlê ketiye dewreyê. Ev hewldanên Erdogan demeke dirêj di çapemeniya Israîlê de cih girt.
Berê jî di salên 1992, 1993, 1994, 1996, 2005 û 2007’an de 7 caran leşker ji aliyê PKK’ê ve hatin dîlgirtin û herî dawî jî di 9’ê Tîrmeha 2011’an de li nêzî gundê Fîsê ya navçeya Licê ya Amedê leşkerên bi navê Abdullah Sopçeler, Zîhnî Koç û xebatkarê tenduristiyê Aytekîn Turhan hatin dîlgirtin. PKK’ê heta niha 36 leşkerên ku dîl girtibû serbest berda. Lê Tirkiyeyê leşkerên xwe girt û heyetên ku çûne leşker anîne jî rastî lêpirsînan hatin û der barê wan de doz hatin vekirin.
Dîsa bêdengî heye
Tirkiyeyê di bûyera 8’emîn a leşkerên dîlgirtî de dîsa bêdengiya xwe didomîne. Dîsa rêxistinên sivîl ên civakî ketin nava hewldanan. Herî dawî Roj TV’ê dîmenên leşkerên dîlgirî weşand. Piştî van dîmenan nûnerên rêxistinên sivîl ên civakî daxuyandin ku ew ji bo hewldanan amade ne. Gotina Wezîrê Dadê yê berê Mehmet Alî Şahîn a “xwezî bimirana” a ku ji bo leşkerên di 22’ê cotmehê de 2007’an de li Oremarê ji aliyê HPG’iyan ve hatin dîlgirtin de bi kar anîbû hê jî di hafizeyan de ye. Ev nêzîkatî jî nîşan dide ku rayedar ji bo leşkerên ku di 9’ê tîrmehê de hatin dîlgirtin jî dê tiştekî nekin.-DÎHA
Navenda Lêkolînên Stratejîk a Kurdistanê
www.navendalekolin.com www.lekolin.org -www.lekolin.net – www.lekolin.info