31 Ağustos 2018 Cuma Saat 11:54
Hat diyarkirin ku piştî qirîza aborî ya Tirkiyê dewleta Tirk mûçe
li ser çeteyên ku heyanî niha mehane mûçe dida komên çeteyan qut kir. Piştî
qutbûna mûçeyan û piştî ku çeteyan di nava Efrînê de her tişt dizîn û talan
kirin êdî tiştekî ku bidizin û jê pere derbixin nema. Berê de jî ku revandina
sivîlan dihat kirin û fidye dihat xwestin, niha ji bo vê hinekê din pêş bixin,
bi pêşengtiya ENKS’yiyan rêbazekê nû peyda kirin e.
Hinceta nû ji bo revandin û fidyê xwestinê ya çeteyan çi ye?
Çavkaniyekî ji heremê ragihand ku çeteyên girêdayên dewleta Tirk vê
carê rêbazeke nû ji bo revandin û xwestina fidyê ji xwe re peyda kirine. Li gor
agahiyan çeteyan bi ser hin malan de digirin û kesekî ji malê bi hincetên ku ew
kes berê tevlî bernameyeke televezyonê bûye an tevlî şahî û çalakiyeke PYD`ê
bûye an jî endamekî PYD`ê serlêdanan wan kiriye digirin. Piştî demekê ji
girtina wan çete ji malbatên wan fidyê bi buhayên pir mezin dixwazin. Hate
diyar kirin ku çete di dema girtinê de ferq naxin navbêra jin û zilaman kî
bikeve destê wan digrin û dibin. Ji ber ku malbat neçar dimînin jin û ciwanên
xwe rizgar bikin her tiştê xwe didin çeteyan.
ENKS`ê van kesan nîşanî çetan didin û wan tawanbar dikin
Li gor agahiyan, ENKS`ê ji çeteyan re dibin rênîşandar û wan kesan nîşan
didin. ENKS`yî hin kesan ji ber
pirsgirêkên berê di navbera wan û malbatan de didin girtin û hin kesan ji ber
ku rastiya ENKS`ê baş nasdikin didin girtin. Lê hate îdeakirin ku sedema herî
bingehîn kesên welatparêz û bi hinceta endamên PYD’ê ne nîşanê çeteyan didin û
çete wan direvîn in.
Li
gor çavkaniyên heremê, di rojên dawî de ji ber van hincetan bi pêşengtiya
ENKS’yiyan 28 kes hatine r
evandin û fidye ji malbatan tên xwestin.
0
21
TR
KO
:” ”
:””
” “,” ”
Navenda Lêkolînên Stratejîk a Kurdistanê
www.lekolin.com – www.lekolin.org – www.lekolin.net –
www.lekolin.info -www.navendalekolin.com -http://kursam.org/index.html-
http://kursam.net/index.html
0
21
KO
:” ”
:””
” “,” ”
:KO
Hinceta nû ji bo revandin û fidyê xwestinê ya çeteyan çi ye?ENKS`ê van kesan nîşanî çetan didin û wan tawanbar dikinNavenda Lêkolînên Stratejîk a Kurdistanêwww.lekolin.com – www.lekolin.org – www.lekolin.net –
www.lekolin.info -www.navendalekolin.com -http://kursam.org/index.html-
http://kursam.net/index.html