07 Ocak 2019 Pazartesi Saat 06:49
Em wek Lêkolîn.org ku xwe gihand
hin îfadeyên lêpirsîna endamên MÎT ku ji aliyê “Operasyona Şoreşger Şehîd
Sakîne ya HPG’ê hatibûn girtin de, MÎT û yekîneyên îstîxbaratê ya polîsan ku
di bajarên Kurdistanê li ser gel ji bikaranîn-firotina tiryakê bigire,
kesayetên sîxûrtî, ajan-kontra û tetikêşan çewa afirandiye derdixe holê. Yek ji
van Bayram Denîzhan ê ku di 14.02.1084’an de li navçeya Amed Exilê ji dayik
bûye ye.
Wek Lêkolîn.org mînaka herî baş a nirxandina “dewleta faşîzm
ji zarokên herî masum jî kûjerên destbixwûn diafirîne endamê MÎT’ê Bayram
Denîzhan ku kesayeta ji kişandina tiryakê, bi demê re firotina tiryak û madeyên
din heta derbasî ‘tetikêş’iya ên ku ajan-qontra ya çav-guhên îstîxbarata-polîsan
dibe, deşifre dike.
Bilindbûna qirêjiya Bayram Denîzhan dişibe ya Yeşîl
Tê gotin ku faşîzm ji zarokên
herî bêguneh jî qatilên dest bixwîn diafirîne. Kesên ji aliyê civakê ve hatiye
dûrxistin, yên bi kêrî tu karî nayê, di wateya civaknasiyê de tîpên lumpen, wan
wekî di tornayê de derbas bike perwerde dike û vediguhezîne kerî yên qatil. Ji
bo vê jî perçiqandina civakiyê bi kar tîne. Soza ku aramî, dewlemendî ‘bihûşta’
kesên din nikarin bijîn didin wan û kesayetek ku nafikire-lêpirsîn nake û ji
nirxên exlaqî dûr diafirîne. Bi afirandina kesayetên wisa re artêşeke ji
qatilan, wan dizivrîne makîneyek wêrankirinê. Li kuderê cîhanê dibe bila bibe
şerên li dijî civakan tên meşandin de bi demê re çewa têkiliyên civakan xira
dike, wisa xwezayê wêran dike, hawirdor û hin mirovan jî qirêj dike. Şerê li
dijî gelên Kurdistanê tê meşandin de jî encamên wiha derdikevin holê.
Îtîrafkar, nêçîrvanên kele, sîxûrvan û hwd ku mînakên bê nirx hiştin û qirêjiyê
ne teyisandina vê rewşî ne. Mahmût Yildirim ê bi navê kod Yeşîl mînaka vê ya
herî vekirî ye. Yeşîl ku bi eslê xwe ji navçeya Solhan a Çewligê ye di sala
1973’an de li Çewlik û derdora wê, piştre jî li Midûriye Herêma Tatwan a MÎT’ê
bi hejmara 1373/28 weke xebatkarê agahiyan a MÎT’ê xebitî. Bi muxbîrtiya xwe ku
ji bo dewletê xebatên baş meşand di sala 1977’an de ji aliyê MÎT’ê ve weke
xebatkarekî Tesîsên Ferrekrom a Elezîzê hat nîşandan û meaş jê re hat girêdan.
Piştî ku diçe leşkeriyê îstîxbarata Cendermeyan nas dike. Di sala 1989’an de ku
hem bi MÎT’ê re hem jî leşkeran re wek xebatkarê agahiyan dixebitî deşifre bû
têkiliya wî ji MÎT’ê hat qûtkirin û ji wê demî şûnde êdî weke endamê
îstîxbarata Cendermeyan (JÎTEM) re xebat domand.
Her çiqas dem derbas bibe aqtor
hatibin guherandin jî pêkanînên dewleta tirk a derbarê vê qadî de nayê
guherandin. Tetikkêşek, îhbarvanek tê bikaranîn, dema mîlada wê tije dibe wê
davêjin aliyekî û bê ku dem derbas bibe di cihê wê de yekî din digirin. Vaye
Bayram Denîzhan jî berhemekî vê diyalektîkê ye. Bayram Denîzhan wek zarokê
Hîkmet û Meviye di 14.02.1984’an de li navçeya Exil a Amedê tê dinê. Bi reqama 27949532584
a nasnameya TC de qeydkirî ye. Di malbateke pir bipirsgirêk de mezin bû.
Ji ber pir kesan xapandiye her tim navnîşan
guherandiye
Di îfadeyên lêpirsîna endamên
MÎT’ê de derbarê Bayram Denîzhan de ev agahiyên balkêş derbas dibe: “Piştî
serdema zarokatiyek a pir xizaniyê de derbas bûyî de, bavê wî Hîkmet Denîzhan
ku tecawuzê zarokeke 12 salî kir, piştî hat binçavkirin û girtin, ev bûyer jî
li ser zêde bû. Li ser xizaniyê ku wek kurê sapiq Hiko jî zêde bû êdî li
derdorê nikare bigere. Demek dirêj li semta Fîskaya ya Amedê ku cihê xizaniyan
e di xaniyek biçûk de dimîne. Piştî dest bi îxbarvaniyê kir, bi tîmên înfazê re
hat danasîn û bi tevlî karên nemeşrû bû re semt û statuyê guherand. Ji semta
Fîskaya ku kesên xizan û nikarin debara xwe bikin, derbasî semta ku hineke din
statuya wê bilind e Kayapinar li taxa Medya, Cadeya Yilmaz Guney, derî no: 17,
daîre no:20 bû. Lê ji ber di heman demî de ya gelek mirovan xapandiye û tevlî
karên qirêj bûye her tim navnîşan guherandiye. Bayram Denîzhan zewicî û bavê 3
zarokan e. Hevjîna wî ya ku keçmama wî ye di nasnameyê de navê wê Asli ye. Lê
li hawirdorê wek Bêrîvan tê naskirin. Her çiqas têkiliya Bayram bi ferdên
malbatên ên din re zêde nemabe jî bi birayên xwe yên bi navê Suleyman û Şaban
re têkilî didomîn e.
‘Ji bo kurê bavekî ku tecawuzê zarokeke 12 salî kirî tune-tuneye’
Bavê Denîzhan, Hîkmet bi sûce
tecawuzê zarokeke 12 salî kiriye 12 sal ceza girtiye û hêj jî di Girtîgeha Tîpa
E ya Amedê de dimîne. Ji Denîzhan a ku di nava rewşeke wisa de mezin bûyî re jî
tune-tuneye. Navnîşana her cure xeyrî-meşrûtiyê ye. Navenda têkiliyên-mirov ên
ji hemû aliyên qirêj ku ji hemû saziyên dewletê bigire, îxbarvan, nêçîrvanê
kele, jibilê wê esrar, eroîn, tiryak, avakirina çeteya diziyê, mafyacitî,
îtîrafkarî û hwd in e. Pêla xirabiyê ya ku ji taxa Fîskaya ya Amedê dest pê
kirî her roja çû qat be qat zêde bû û dewam kir. Ji karkerê tiryakê, bi demê re
wî anî halê firoşkerê tiryakê. Vê yekê jî bi têkiliya polîs-îstîxbaratê û
îxbarvanê taxê şopand. Fîskaya, cihên kesên ku gundên wan hatî şewitandin û bi
zextê hatine koçberkirin her roj hêrsa hatî koh kirin e. Ciwanên şoreşger bi
çalakiyên bênavber vê hêrsa xwe didin der. Bersiva dewletê ya ji bo vê jî sîxûrtî,
ajantî, fêrkirina tiryakê û pêşxistina fihûşê ye.
Di taxê de wek îxbarvanek dest pê dike
Ji ber vê yekî Fîskaya semteke di
hedefa dewletê de ye. Ev rewş bi demê re ji bo Bayram Denîzhan dibe deriyê
debarê. Denîzhan di taxê de wek e îxbarvaneke tiştên ne di bin qontrola dewletê
de ye dest bi kar dike. Welatparêzan îxbar dike. Kesên ku derveyê wî tiryakê
difroşe gilî dike. Vê yekî, gilîkirina karên xeyrî meşrû yên din dişopîne. Di
encama van şixûlan de bi demê re tê halê kesayetek krîmînal û di navenda cîhana
krîmînal de cih digire. Bi vê re semt û statû derbas dike. Kûçeyên xizan ên
Fîskayayê terk dike û li Kayapinarê bi cih dibe. Li vir li ser xelekên zincirên
xirabiyê yê nû zêde dike.
‘Derbasî nêçîrvaniya ser-kelle dibe!’
Demîrhan, xwe wekî serbazekî
îstîxbaratê dide naskirin. Li ser karê tiryakvan, îxbarvan, xapandinê di
pêvajoya berxwedana rêveberiya xweseriyê de ‘nêçîrvaniya ser-kele’ jî zêde
dike. Di Fîskaya û Sûrê de di qetilkirina gelek ciwanan de rol dilîze. Ev rewş wê
zêdetir dikşîne nav çerxa dewlê. Êdî ne tiryakêş, tiryakfiroş, xapandin,
îxbarvanek basît e, dibe dest-ling, çav-guhê amirên polîsan ên di nava
îstîxbarata Polîs û Midûriyeta Şaxa Tekoşîna Bi Terorê re ya Midûriyeta Amedê
yên herî payabilind û eger pêwîst bike dibû celad.
Êdî bi karên milyonan dolar ve mijûl dibe…
Bi endamên îstîxbaratê yên
polîsên TEM ên Midûriyeta Polîsan a Amedê re têkiliyên xûrt datîne. Bi taybetî
dibe tahsîldarê kesê ku xwe wekî bi navê Mehmet ku qodê Dede lê hatî kirin wek
berpirsiyarê polîsan a Miduriyeta Ewlekariyê ya Amedê de cih digire. Mehmet bi
navê qod Dede wek e kurê jinbava Musteşarê Ewlekariya Cemawerî ya MÎT’ê yê berê
Muhamed Dervîşoglu tê nasîn. Mehmet niha li Midûriyeta Polîsan a Mêrsînê
peywirdar e. Denîzhan, êdî di cihê bûyerên di taxê de şopandin û îxbarkirinê bi
karê milyonan dolar ve mijûl dibe. Midûriyeta Polîsan a Amedê qadekî îhtîsasê
ya nû ava dike. Di operasyonên ‘teror’ de îlan dike ku di komputur û teknîkên
endamên rêxistinê de lîsteya ku alîkariya rêxistinê dike hatiye bidest ketiye.
Piştre jî ev lîste di medyaya hawuzê de tê pivdan û bi rojan tê bikaranîn.
Piştî rayagiştî hat avakirin jî di bin navê ‘karsazên xiyanet’ de binçavkirinan
pêk tîne. Bi operasyona binçavkirinê re jî dewama (mesaî) Bayram Denîzhan jî
dest pê dike. Şefê polîsan Mehmet ku kurê jinbava endamê Musteşarê MÎT’ê ya
berê Muhamed Dervîşoglu ye, di ser Bayram Denîzhan de bi xizmê karsazan re
têkilî datîne. Piştî van jî ji reqamên 500 hezar euro an jî dolaran tê
behskirin. Piştî êdî pere diaxivin û pere dihatin dayîn kesên ku di medyaya
hawuz de weke xayînên xayînan dihatin nasandin jinûve nasnameya karsazeke
dewletê yên paqij bi wan didan qezanckirin û vedigeriyan malên xwe. Yên di vê mijarî de guman dike, bi rehetî
dikarin li demên dawî de ku bi dehan operasyonan de çend kes hatine girtin,
çend kes hikum xwarine binêrin. Eger derbarê vê mijarî de yek girtî û
hikûmxwaribe hebe em dê tiştên hatî nivisandin weke îftîra bihesibînin.
Kesên ku karên wan li cem saziyên dewletê heyî navenda serhildanê
Denîzhan e
Em vala vala nabêjin li cem
Bayram Denîzhan tune tuneye. Em bidomînin. Denîzhan, jibilî îhbariyê, firotina
tiryakê, têkilî bi malbatên hatine binçavkirin re danîn û serbest berdan re, bi
hin karên din re jî mijûl dibe. Kesên ku karên wan li saziyên dewletê yên wek e
Walîtî, Qeymakamtiyê, Miduriyeta Nifûsê û hwd heyî navenda serlêdanê Denîzhan
e. Eger pere hebe karê ku Bayram nikaribe çareser bike tune ye. Mînak di
wîlayên Kayapinar 30 metre nêzî mizgeftê û ligel di yasayan de sedî sed qedexeye
jî eger pere biaxive ji kargeha cihê alkolê re ruxsat derxistin ji bo wî ne
zahmet e. Dikarin bi sedan mînakên wiha rêz bikin. Bêguman dema vê dike jî ya
malbata Endamê Meclîsa AKP’ê Galîp Ensaroglu jî es derbas nake.
Bi 12 hezar 500 TL’yî rapora sixte derdixe!
Van karan ji Nexweşxaneya Leşkerî
ya Amedê derxistina raporên sixte (çuruk) re derdixe lutkeyê. Di organîzeya
îtîrafkarê berê ku di dawiya salên 1990’an de pir navê wî derbas dibe Murat
Îpek ku hêj jî di nexweşxaneyê de dixebite, bi 12 hezar û 500 TL’yî ji her kesî
re rapora sixte (çuruk) derdixe. Pereyên ji vir tên girtin di navbera bijîşkên
îmzeya wan heyî, îtîrafkarên navberkartiyê kirine û Denîzhan de tê
parvekirin.
Wek encam Bayram Denîzhan,
seruvena ku ji îxbariya taxê destpêkir her roja diçe hin xirabiyên nû li ser
zêde dike û didomîn e. Yanî xirabiyên li jor hatî qalkirin hemû karên ku pere
di nav de hebe ji bo Denîzhan tune tune ye.
Navenda Lêkolînên Stratejîk a Kurdistanê
www.lekolin.com – www.lekolin.org – www.lekolin.net –
www.lekolin.info -www.navendalekolin.com -http://kursam.org/index.html-
http://kursam.net/index.html