06 Ağustos 2018 Pazartesi Saat 12:26
Kiryarên qirêj
û dijmirovahî yên çeteyên OSO dawî nabin. Komên OSO yên talanî û diziya,
senaiyê, mal û milkên Efrîniyan dikin, ji bo heta bifiroşin derve li navenda
Efrînê çend xaniyên kesên hatine koçber kirin weke depo bikar tînin. Hat
diyarkirin ku di van depoyan de tune tuneye, heta konteynirên çopê yên ji di
serî de Şaredariya Hatayê û bajarên din a li Tirkiyê anîne hatine dizîn û di
van depoyan de ji bo bifiroşin derve tên veşartin hene.
Çeteyên OSO yên
girêdayên dewleta tirk a dagirker ku ji aliyê Serokê Giştî ya AKP’ê û Serok
Komarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan ve wek e “Artêşa min a Kuvayî Milliye
hatibû pênasekirin, kiryarên xwe yên qirêj û dij mirovahî ya li Efrînê berdewam
dikin. Bê tirs û bê wijdan dizî, talanî, kuştin, revandin, xwestina fidyê,
tecewiz, tacîz, xirakirin û şewitandinê dikin. Gelê Efrînê êdî ji dest kiryarên
wan bê zar û nikarin tehemûl bikin.
HEMÛ AMÛRÊN
SINEAYIYÊ Û MAL Û MILKÊN HATINE DIZİN BI BUHAYEK ERZAN DIFIROŞIN
Li gor agahiyên
me ji heremê girt, çeteyên OSO hemû amûrên dikanên sineayê û kargehên li Efrîn,
navçe û gundewarên wê, yên berê hatine dizîn û yên hêj jî tên dizîn, ji bo
veşêrin û bifiroşin derve çend xaniyên Efrînî yên hatine koçberkirin weke depo
bikar tînin. Çavkanî destnîşan kir ku ev demeke çete amûrên sineatkaran ên
dikan û kargehan, her wiha ji sineayê jî jenerator, kompirês, çerx û hwd hemû
cure amûran yên berê û yên niha diziyê dewam dikin, di çend malên li taxa
Eşrefiyê yên nêzî Fabriqeya Kevir û Şikandina keviran yê bi nave Tirmenînî, de
diveşêrin. Wan amûrên hatine dizîn bi
buhayek pir kêm difşroşin derve. Hat destnîşankirin ku bi şerta ku yên van
amûran dikirin pêwîste bibe derveyê Efrînê.
KONTEYNIR Û
QASAYÊN ÇOPÊ Jİ HATINE DIZİN
Li gor çavkanî ragihand ku di van depoyên ku malên
dizî têde tên veşartin de hema bêje tune tune ye û da zanîn ku di nava van
amûran de bi dehan konteynir û qasayên çopê yên nû ku li hin taxan ji
Şaredariya Hatayê û bajarên din ên Tirkiyê anîbûn jî, hatine dizîn hene û bi
awayek perçeyên demir difroşin derve.
0
21
KO
:” ”
:””
” “,” ”
:KO
Navenda Lêkolînên Stratejîk a Kurdistanê
www.lekolin.com – www.lekolin.org – www.lekolin.net –
www.lekolin.info -www.navendalekolin.com -http://kursam.org/index.html-
http://kursam.net/index.html
0
21
TR
KO
:” ”
:””
” “,” ”
Navenda Lêkolînên Stratejîk a Kurdistanêwww.lekolin.com – www.lekolin.org – www.lekolin.net –
www.lekolin.info -www.navendalekolin.com -http://kursam.org/index.html-
http://kursam.net/index.html