KURDÎ
Sonuç yok
Tüm Sonuçları Göster
  • Anasayfa
  • Haberler
  • Polİtİk Analİz
  • Araştırmalar
  • Makaleler
  • Tüm Bölümler
    • Dizi Yazı
    • Kadın
    • Özgürlük Perspektifleri
    • Editörden
    • MİT Gerçekleri
    • Röportajlar
    • Dış Basından
    • Serbest Yazılar
KURDÎ
Sonuç yok
Tüm Sonuçları Göster

Dengdan û Erêkirina Kuştina Xwe

5 May 2020
Kategori: Genel
256 17
1.5k
GÖRÜNTÜLEME
Facebook İle PaylaşınTwitter İle Paylaşın

Dengê me di vegotina kesayet, bawerî, raman û hestên me de amûra herî bi bador e.  Dengê me ne tiştek ji rêzê û vala ye. Dengê me, daxwaz, hêvî û baweriyên me vedibêje di hilbijartinan de. Lewma divê em bizanin em dengê xwe didin çi û bersiva dengê me li me çawa vedigere.

Em di serdemekî naverok bi pir têgînan hatî valakirin, berovajîkirin de dijîn. Hîma bingehîn a hişmendiya vê serdema me xwe dispêre desthilatî û îxtîdarê. Lê piraniya desthilatdariyên tên ser îxtîdarê herî zêde peyva demokrasiyê bi kar tînin. Wekî çespandina demokratîkbûna xwe jî hilbijartinan nîşan didin û di encama hilbijartinan de dengên digirin wekî rewa nîşandana hemû siyaset, polîtîka û kiryarên xwe dibînin û kiryarên xwe bi dengê me derdixin paqijiyê.

Lê gelo em dengê xwe didin çi, li rastî çi tên? An divê em dengê xwe nedin çi? Ger em dengê xwe nedin tiştên em naxwazin, em ê bêdengiyê bibijêrin. Nexêr!

Wê demê ez dengê xwe nadin kuştina xwe. Bi dengê xwe kuştina xwe erê nakim û kiryarên kujerê xwe di bin navê dengan û hilbijartinan de rewa nadim nîşan.

Ez dengê xwe nadim ên haşayiyê li hebûna min a dîrokî, civakî, çandî û fizîkî tînin. Ez dengê xwe nadim ên welat, ax, demborî, ziman û çanda min tine dihesibînin. Min naxin cihê mirovan û li hember hemû mafên min ên  mirovî zilm, zor û înkarê pêk tînin.

Ez dengê xwe nadim ên bi dev dibêjin em birane û ji bo tinebûna min hemû xaka min dagir dikin. Min dikujin, bi termê min dilîzin, goristanên gora min di nav de xira dikin, nahêlin ez termê kuştiyên xwe ji kolanan rakim û bi rojan her awayê bêrêziyê li hemberî hemû pîroziyên min dikin. Ez deng nadim ên zarokên min ên mîna Ceylan, Oxur Kaymaz û Mihemed di temenê bihara wan de bi tang û topên ku bi baca ji min girtin û kuştina wan wekî egera heyîna xwe, kujerên wan leheng û qehreman dibînin.

Ez deng nadim ên hizir û ramanên min qedexe û xeter dibînin, ji bo wê min digirin, di girtîgehan de êşkence dikin, bi beden, rûmet û xîreta min dilîzin û dixwazin ez haşayiyê li xwe bînim. Ez deng nadim ên ku ji derveyî haşayî li xwe anînê ti mafê jiyanê nadin min, jiyanê hemûyê li min dikin girtîgeh, di wan girtîgehan de dixwazin hemû hebûna min birizînin.

Ez deng nadim ên li ser vê cîhana ku têra jiyankirina her zindî dike mafên min ên jiyankirinê ji dest min digirin. Xaka min dagir dikin, gund û zozanên min vala dikin, tax û bajarên min didin ber tang û topan, li kolanan pêl li termên zarokên min dikin. Ên min neçarî penaberî û derberderiyê dikin, ji cih û warê min derdixin, min feqîr û hejar dikin, dixwazin min bi birçîbûnê terbiye bikin û radest bigirin.

Ez dengê xwe nadim ên zimanê min tine dihesibînin. Ji ber axaftina bi zimanê min, gotina stran û awazekî bi zimanê min, li xwekirin û berkirina cil û bergek ji ra û rîşên çanda min ji derveyî girtin û kuştinê ti mafên din layîqî min nabînin. Deng nadim yên min mîna lawirekî bi kevilê xwe digere, bi zimanê xwe daxive jî nabînin.

Deng nadim ên wekî jinekê kuştina min, tecawîzkirina min, destdirêjiya li ser beden, hest, raman û heyîna min dirêjkirinê mafên xwe dibînin, yên van kiryaran dikin xelat dikin û binpêkirina xîret û kerameta hebûna min bi gotinên “tewşî fitratê ye” erê dikin û berê kujer û tecawîzkaran didin min.

Deng nadim ên min bêhêvî dihêlin, xwe dixin şûna çavkaniya hebûna min û kuştina min a bi her awayî ji xwe re rewa dibînin. Deng nadim ên bêrêziyê li hemberî baweriya min dikin û êrişî hemû nirxên min ên manewî dikin. Deng nadim ên berê min ji roj û ronahiyê vedigerînin tariyê, deriyên pêşerojên azad û xweş ên di xeyalên min de digirin û dixwazin min fêrî bindestî û benîtiyê bikin. Ji van hemûyan re dibêjim NA! Ez ê bi dengê xwe çi tiştên hûn dikin erê nekim, qirêjî, zordestî, bêmafî û faşîzma we erê nekim. Lê ez bêdeng jî namînim.

Ji ber dengê min vîn û rûmeta min e. Dengê min çeka xwe vegotina min e. Dengê min rêzdarî û hezkirina min a li hember hebûna min e. Dengê min ez im, ez xwe nadim dizîn, xwe nafiroşim, xwe nakim kole, xwe nadim destên min ji minbûnê dûr dixin û hemû heyîna xwe li ser tinebûna min didin rûnişkandin.

Ez ê dengê xwe bidim ên min mirov dibînin. Wekî her mirovî hebûna welatê min, dîroka min, civaka min, çanda min, zimanê min, azadiya min, vîn û baweriya min egera jiyan û têkoşîna xwe dibînin. Ez ê dengê xwe bidim ên ji bo bi van nirxên mirovan dikin mirov dixwazin hundirê têgîna demokrasiyê dagirin û hatina girtin, kuştin, derbederkirinê digirin ber çav. Ji bo azadî, demokrasî, wekheviya mirovan têdikoşin û ji bona vê berdêl didin wekî min. Bi kurtasî, ez ê dengê xwe bidim xwe.

Paylaş212Paylaş133
Önceki yazı

Türkiye’de Kadın Olmak Çok Zor

Sonraki Haber

Ahlaksızlıkta Sınır Tanımayan AKP-MHP Faşizmi

Son HABERLER

Duyurular

Sayın Okurlarımıza Duyuru

Yayınlayan Lêkolîn
27 October 2025
0
1.6k

Değerli Okurlarımız, Sizlere daha iyi...

Daha fazla okuDetails

Kalkan: Özgürlük ve Demokratik Entegrasyon Yasaları Çıkarılmalı

18 July 2025
1.5k

İktidarsız Ve Parasız Sosyalistçe Yaşamak-2

7 June 2025
1.6k

Çağrının Tarihsel-İdeolojik Sosyolojik Ve Politik Anlamı- BÖLÜM 1

15 March 2025
1.7k

Öne Çıkan Yazılar

  • MİT ve Parastin’ın Yeni Ajan Ağını Deşifre Ediyoruz!- ÖZEL HABER

    842 Paylaşım
    Paylaş 337 Paylaş 211
  • MİT’in İran İle İş birliği Ve Aşiretler Üzerindeki Planları- HABER ANALİZ

    562 Paylaşım
    Paylaş 225 Paylaş 141
  • Demirtaş: Önder Apo’nun İçinde Olmadığı Her Türlü Gelişmeyi Kuşkuyla Karşılarız

    507 Paylaşım
    Paylaş 203 Paylaş 127
  • Hazreti İbrahim’in Mirası, Kürtler, Yahudiler ve Ortadoğu’da Demokratik Barış Arayışı

    540 Paylaşım
    Paylaş 216 Paylaş 135
  • Emperyalist Komploya İlişkin Bazı Notlar

    12778 Paylaşım
    Paylaş 5111 Paylaş 3195

KCK: Rojava Halkımız Kazanımlarını Rêber Apo Çizgisinde Koruyup Geliştirmesini Bilecektir!

19 Temmuz Devrimi: Bir Halkın Hafızası, Kazanımları ve Geleceğe Dair Dersler

Demirtaş: Önder Apo’nun İçinde Olmadığı Her Türlü Gelişmeyi Kuşkuyla Karşılarız

Kalkan: Barışın Kilit Noktası İmralı, Siyasetin Önü Açılmalı

MİT’in İran İle İş birliği Ve Aşiretler Üzerindeki Planları- HABER ANALİZ

Hazreti İbrahim’in Mirası, Kürtler, Yahudiler ve Ortadoğu’da Demokratik Barış Arayışı

Kürdistan Stratejik Araştırmalar Merkezi | Lekolin

© 2025 Kürdistan Stratejik Araştırmalar Merkezi

KÜRDİSTAN ARAŞTIRMALAR MERKEZİ

  • Hakkımızda
  • İletişim
  • Yorum İlkesi

Takip Et

Tekrar hoşgeldiniz!

Hesaba giriş

Şifrenizimi unuttunuz?

Tüm alanlar zorunludur

Şifrenizi sıfırlamak için lütfen kullanıcı adınızı veya e-posta adresinizi girin.

Oturum aç