18 Ocak 2020 Cumartesi Saat 06:08
Ya rastî ji bo bersiva vê pirsê hewce nake em zêde baxivin û dirêj bikin. Bersiva herî eşkere em dikarin bibînin rastiya ku di her temenî de mirov dijî û rastiya pergala xwe bi sazûman dike bese ku mirov hinekê têbigihe. Lê belê ji bo vê jî ya hewce divê her kes pirsa ez çima dihizirim ji xwe bike.
Belê her kes dikare bihizire. Her
kes dikare biaxive. Her wiha her kes dikare li gorî xwe bersiva xwe jî bide.
Bes ya girîng em çi û çawa dihizirin. Li gorî çi û kî dihizirin. Ya girîng jî
hizra em dikin li gorî rastiya hişmendiya me çiqas jîndar dibe û xwe digihîne
çalekiyek jiyanê ye. Ger em bikarin bersiva van pirsan bidin, emê bikarin ferqa
mirovê kurd, civaka kurd û jiyana kurd a di vê pergalê de baş bibînin û şîrove
bikin. Ji bo hevoka bikar bînin ji hemû netew, civak û mirovê azadîxwaz,
têgihiştî û wekhevîxwaz lêborîna xwe dixwazim. Lê bawer bikin têgihiştina
rastiya kurd û kesayeta kurd a niha pir û pir zehmete.
Raste hêj Kurd nebûye yek. Hêj
yekîtiyek di navbera xwe de saz nekiriye. Hêj fikrek yekpare derneketiye holê.
Belê hêj bi yek dengî îsyana di hinavên xwe de nedane der. Lê belê ji bîr nekin
êşa kurd yeke. Jana wan yeke. Dert û kulê wan yeke. Ev jî bi xwe re enerjiyek
ku bikare li her qadê û her pêvajoyê xwe bigihîne hev û bi yek dengî qîr bike û
serî hilde derdixe holê.
Kurd dihizire çima heta niha mirî
bû? Kurd dibêje ez her tim xulamê li ber deriyê hinek din bûm. Kurd dibêje ji
sedî salan ve ez her tim leşkerê hinek din bûm. Kurd dibêje ez çima tine me?
Di şerên împaratoriyên Rojhilata
Navîn ên Osmaniyan û her weke din de fermandarên pêşeng Kurd bûn. Di parastina
qesrên Osmaniyan de fedaî Kurd bûn. Di avakirina desthilatiyên Îran, Iraq, Sûrî
û Tirkiyê de pêşeng û parazvanên sereke Kurd bûn. Feylesofên qesran, aqilmendên
siltan û qralan Kurd bûn. Pêşengên damezrîna Meclîsa Mezin a Miletê Tirkiyê
Kurd bûn. Qaşo Ataturk gotibû ev meclîsa herdu netewane. Pêşengên damezrîna
Komara Tirkiyê Kurd bûn. Di eniyan de yên beramberî Roma, Ermeniyan, Ereban,
Cihuyan, Asûriyan hwd û Kurdan bi xwe dan şerkirin û di goran de hatin rêzkirin
dîsa Kurd bûn. Heta hingê em bira bûn, em xwîşk bûn, em netewek bûn û welatek
bûn. Ne wisa.
Vêca her kes dikare xwe binase,
çanda xwe vebêje, zimanê xwe weke robaran biherikîne û li ser netewan ferz
bike, şerê xwe yê netewî bimeşîne. Her tişt rewa ye. Her tişt pîroze. Her tişt
mafe.
Mixabin çi dema dor hat Kurdan ku
gotin em jî mirovin, em jî civakin, em jî çandin, em jî hebûnekin, wê demê
tofan li ser bariya, erd hejiya, qiyamet rabû û henaseya jiyanê hat birîn.
Her pergalek ji bo xwe li ser
piyan bigire neçare hêzên bikare bikar bîne, bike berxê qurbanê, weke amûra çek
bikar bîne hebe. Ev ji bo hemû pergalan derbasdare. Lê dema em li tevahî
rastiya dîrokî û civakî dinêrin û binêrin, em dibînin ku miletê herî zêde weke
berxê qurbanê hatî bikaranîn Kurdin. Ev rastiyek nayê paşguhkirine.
Rejîma xwe li ser bingeha rêbazê
şerê taybet, faşîzma milîtarîst û şovenîzma sosyal ava kirî, ji destpêka
damezirandinê ve helandina miletan û bikaranîna kesan û pûçkirina civakê esas
digire. Hukumetên li ser bingeha şerê taybet çêbûne, hatine perwerdekirin û
desthilatiyê dimeşînin, di bin navê parastina dewlet û welat de her cure
kiryarên dij mirovî dimeşînin. Polîtîkaya Kurd ji cih û warên wan derkirinê bi
rûxandin û şewitandina gundan, bombebarankirina bajarên Kurdistanê ve destpê
kir. Her roj bi dehan kuştinên kiryarên wan nediyar çêbûn. Miletê kurd birçî û
tazî hiştin. Li bajarên mezin weke xulaman ji xwe re dan karkirin. Hewceyî
pariyek nan hiştin. Çanda malbatî, eşîrî û qîmeta hebûna civakî ya pîroz parçe
parçe kirin. Siyaseta qirkirinê ji Atatûrk ve destpê kir, bi Înoniyan,
Demîrelan, Ozal re hat heta roja me. Warên ku rasterast nekarîn ji holê rakin û
belav bikin, yekser destê xwe dirêjî nav wan kirin û çanda cerdevanî û
sîxurtiyê kûr kirin.
Wexta em îro rastiya Kurdistanê
dinêrin em baştir dikarin siyaseta qirkirina çandî, civakî û siyasî bibînin. Bi
hukumeta Erdoxan re xwestin Kurdistanê temamî ji destê Kurd bigirin û miletê
Kurd dorpêç bikin, heta ku bêzar dibe, dev ji mal, war û welatê xwe Kurdistanê
berde. Her roj bi rêya pereyan xwestin çavên hinekan dagirin, li dijî Kurd
xwedî bikin, daku tişta bixwazin li Kurdistanê bi wan bidin kirin. Jixwe îro
gelek ji wan wezîrin, wekîlên AKP’ê ne, karsazên di xizmeta hukumeta şerê
taybet de ne. Xwestin li her malê sîxurekê ava bikin, daku serweriya xwe li ser
civaka Kurd saz bikin.
Elbet ji bo rejîmek şerê taybet
Kurd bikeve ferqa xwe pir xetere. Ji hêla fikrî û hest ve yekbûna xwe ya civakî
saz bike darbeyek herî mezine. Bikare serî hilde, hişmendiyek alternatîf pêş
bixe rejîmê vale derdixe. Hêza xwe parastinê raber bike, kelha wî ji binî ve
dihejîne û heta ber bi hilweşandinê ve dibe. Vêca dema em rastiya Kurd a niha
dinêrin, mirov pir baş têkoşîna lêgerîna kurd a nasname, civak, siyaset, leşkerî,
ziman, wêje hwd dibîne. Êdî Kurdê ku dikare xwe birêve bibe heye. Kurdê ku
dikare xwe birêxistin bike heye. Kurdê ku dikare civaka xwe bixe liv û tevgerê
heye. Kurdê ku dikare ji civaka xwe re pêşengiyê bike heye. Ev hemû ji bo
rejîma şerê taybet gefin. Ji ber rejîmên şerê taybet ji bilî xwe kesek din nas
nakin. Hebûna tiştek din jî napejirînin. Di rastiya îro de jî Kurd şerê hebûnê,
parastina hebûnê dimeşînin.
Yekem care di dîroka Kurdistanê
de partiyên siyasî yên Kurd bi siyasetek demokratîk, alternatîf, bi fikra azadî
û wekhevî têkoşînek civakî dimeşînin. Sazûmaniya yekbûna civakî saz dike ne li
gorî polîtîkaya rejîmê ya parçekirinê ye. Berovajî wê vale derdixe. Pergala
hevserokatî di qada siyasî û civakî de pêş dikeve, pêl bi pêl hêza fikir, zikir
û çalekî xurt dike, ne li gorî polîtîkaya rejîmê ya kolekirinê ye, berovajî wê
pûç dike. Birêxistinkirina sazî û dezgehên civakî, di qada siyasî de rol dana
hemû kes û saziyên civakî, ne li gorî polîtîkaya rejîma şerê taybete, ji ber ew
yekdestdarî û desthilatiya komek kes dixwaze. Lewra hişmendiya desthilatiya
heyî jî dihilweşîne. Lewma ev hemû ji bo rejîma şerê taybet darbene. Îro Kurd
pêşengiya hemû civakên Rojhilata Navîn, nexasim miletê Tirkiyê dike. Felsefe,
fikir û siyaseta xîtabî hest û bêriyên civaka dike, îro di hemû qadên civakê
yên jiyanê de di meriyetê de, xwe jîndar dike. Ji ber em dibînin hemû pêşengên
civakê di bin navê endamê PKK’ê de tên girtin, rehîne tên girtin, tên kuştin,
her kêlî û li her qada jiyanê gef li wan tên xwarin. Dixwazin fikir û hestên
wan di zindanan de birizînin. Her girtinek Kurd, gef li civaka Kurd xwarine.
Girtina her pêşengek Kurd, civaka Kurd bê serî hiştine. Girtina her mirovek
Kurd, şikandina baskê Kurde. Her yekê bi armancekê dike. Şerê taybet hemû
rastiya civakî û kesî berçav digire, wisa tevdigere. Di zanebûna her tiştî de
ye. Dixwaze çav bitirsîne, jiyanê şeht bike û her kesî di metirsiyê de bihêle,
daku kes serî nehilde û xwe neparêze.
Herî dawî jî kuştina jinan û
keçên ciwan pir di rojevê de ye. Her çendî yek ji sedema vê aloziya aborî,
siyasî û civakî be, sereke armanca rejîma şerê taybete. Pergal û rastiya dad û
darezîna rejîmê vê pir eşkere radixe ber çavan. Heta niha ne karîn destdirêjiya
li ser zarokan asteng bikin û cezayek heq dikin bidin tawanbaran, ne jî karîn
rê li kolanan kuştinên ciwan û jinan bigirin. Tev jî naveroka xwe şehtkirina
civakê ye. Yek zarok pêşeroja civakê ne, dibin hişê civakê û cewhera jiyan û
çand di nava xwe de dihewînin. Armanc ji van destdirêjiya jî pirsgirêkên derûnî
kûrkirin, hêza têgihiştina mejiyê zarokan pûçkirin û ew ji civakê tecrîdkirine.
Kuştina ciwanan bi serê xwe civak bêhêz hiştin, baskê civakê yê têgihiştin,
pêşveçûn, têkoşîn û parastinê şikandine. Ji ber civakek xwedî nasname, çand û
parastin her tişte. Ev jî valederxistina pergala desthilatiya şerê taybete.
Lewra di girtin û kuştinan de dixwazin vîna ciwanan bişkînin, daku civak êdî
nekare pişta xwe rast bike. Weke em di her qada jiyanê û çalekiyan de dibînin
yek ji pêşengên civakê ciwanin. Lê di salên dawî de şerê taybet hewl dide meyla
ciwanan ber bi hişbir, fikrên vale, torên cîhanî yên vale, kiryarên xirab û
sîxurtiyê ve bibe. Gelek ciwanên me jî bûne amûrên pêkanîna van kiryaran. Ev jî
rastiya civak ji heqîqet û cewhera wê dûrxistine.
Ya herî girîng jî kuştina jinan
e. Destdirêjî çêdibe helwestek civakî û zagonî tine ye. Jin li kolanê û malê tê
kuştin helwestek zagonî û edaletî nîne. Jin li kargehan, dibistanan û her qadê
jiyanê kêm dibînin, helwestek vîna civakî nayê raberkirin. Beramberî vê dema
hinek partiyên siyasî, sazî û dezgehên civakî yên jinan çalek bûn û di
çarçoveya parastin û têkoşeriya jinê de bûn xwedî hêzek fikrî, siyasî, çalekî û
çandî ya alternatîf her cure kiryarên xirab ên beramberî jinê rewa hatin dîtin.
Herî dawî jî Erdoxan çi got, êdî zewac di temenê mezin de çêdibin, divê di
temenê biçûk de pêş bikevin. Ev jî diyar dike hişmendiya kolekirina keç û xort
ciwan, bûkên zarok cardin ji aliy hukumeta qesra şerê taybet ve di meriyetê de
ye. ji ber îro her malbatek bi pirsgirêkên aborî, çandî, civakî, siyasî û
malbatî pir dijwar dijî, dixwaze vê qeyranê jî kûr bike. daku kes nekeve ferqa
kiryarên ji aliyê dewletê ve tên kirin. mejî û dil li ser xerîzeyan kar bikin,
daku nekarin li ser tiştek din bihizirin. Armanc civakê ji vîna azad
dûrxistine. Di nav aloziyên xwe de fetisandine.
Ji ber îro hem di qada siyasî,
leşkerî hem jî civakî de xwedî rola sereke ye, yekane hêza serî li hember
rejîmê radike jine, her cure êrîş beramberî wê pêş dikevin. Çi di qada civakî,
çi parlemento, çi sazî û dezgehên perwerdeyî û çandî, çi jî çalekiyan de
pêşengiya ku jin dike, vîna berxwedêriya ku raber dike, pergala alternatîf a ku
dixe meriyetê metirsiyek mezin bi rejîma şerê taybet re dide avakirin. Lewra em
dibînin, her roj li kuderê pêşengên jin hene yan tên girtin an jî tên kuştin.
Em di hemû çalakî û serhildanên
civakê de dibînin ku pêşengên sereke jin û nexasim dayîkin. Bi taybet dema em
çalekiyên sala dawî berçav bigirin di her kêliya jiyanê de dayîkên bi vîna
berxwedêr û çanda xwedavenda pîroz serî hildayîn di nav çalekiyan de bûn,
mezinbûna vîna jina zane, xwedî vînek azad û bêtirs li hember her cure
dagirkeriyê têkoşînek bêhempa derket holê. Dayîkên me li kolanan xwedî li
rêbertiya xwe derketin. Xwedî li zarokên xwe yên neheq hatine girtin û kuştin
derketin. Xwedî li keçên destdirêjî li ser wan tê kirin derketin. Li hember
siyaseta qirêj û komkujiya civakî serî hildan. Şev û roj li kolan, gund û
bajaran bê navber birçî û tî li ber xwe dan. Di pêvajoya şerê taybet herî zêde
dijwar bi ser civakê diçû de, wan li ber xwe da. Serî netewand. Xwe ji ber ti
êrîşên dagirkerî nedan paş. Ev rastî vînek civakî diyar dike. Hişê civakê
destnîşan dike. Nasnameya civakê rave dike. Lewra demên dawî parçeyek ji şerê
taybet, hinek dayîkên leşker û polîsên dîlgirtî û gêrîlayan di berdêla çend
quruş pereyan de anîn danîn ber deriyê HDP’ê.
Her dayîk taca serê me ye. Her
dayîk efsûna jiyanê ye. Her dayîk nûra li ber çavê me ye. Ev ji kîjan milet û
netewî dibe bila be. Bes divê dayîkên me jî baş bizanin, her yek kesê dibe
parçeyek ji vê rastiya şerê taybet, ji rastiya xwe ya dîrokî û civakî qut dibe.
Ji bilî gêrîla bi deh hezaran ji miletê me di girtîgahan de tên rizandin. Ji
jiyanê, mal û hebûna wan tên qutkirin. Her kesî bi navê PKK’yî ye digire tecrîd
û teşîr dike. Ger hemû civaka Kurd, derdorên demokrat, sosyalîst, rewşenbîr,
rojnemavan, karker, gundî, bajarvan, zarok, jin, ciwan, dayîk û bavên me yên
pîr di bin navê PKK’yî de tên girtin û di wan dojehan de dirizînin divê em li
xwe vegerin û ji xwe bipirsin. Ger her kes PKK ye bîjî ji me re. Nexwe mafê wan
gerîn, xwedî li wan derketin û şûna wan têkoşîna azadiyê û wekheviyê meşandin
jî peywira me ya sereke ye. Bila her dayîkek gêrîla ji xwe bipirse. Ger di
civak û dewleta ez di nav jiyan dikim de parastina dayîk, bav, xwîşk, bira,
biçûk û mezinên min nîne, tişta divê ku bikim çiye? Ger di vê serdema qaşo herî
pêşketiye de hêj nikarim bi zimanê xwe baxivim, nûçe guhdar bikim, pirtûk
bixwînim, şano û flîm çêbikim, temaşe bikim, perwerde bibînim ez çima heme? Di
her welatî de mafê xwe zanînê, bûna xwedî nasname û hilbijartinan heye, çima ya
min tine ye? Ger Kurdek hêj nikare xwe weke Kurd binav bike, bide nasîn û ji
ber Kurde kuştina wan rewa tê dîtin, ez çima li nav vî welatî weke noker,
xulam, hemal, kole û xizmetkarekî dijîm?
Belê dayîkên hêja, her gêrîlayekê
ji bo lêgerîna bersiva van pirsan berê xwe daye çiyan. Mayîna li çiyan lêgerîna
heqîqet, nasname û zimanê zarok, jin, zilam û ciwanên Kurde. Ger xweseriyek
civakê hebe, dema ev zayendek û nifşek bikare xwe binase bike û cihê xwe di nav
jiyanê de hebe û bikare xwe li gorî xweserî û rastiya xwe bide axaftin, dikare
hebûna xwe biparêze. Di vê dîrokê de kesekî bi qasî dayîkan ne êş şiyan kiriye,
ne dil birîndare, ne xwîn rijandiye, ne jî rondik barandine. Ger serkeftinek
heye ew jî ya berxwedanî, êş û jana dayîkane. Ger binkeftinek jî heye berdêla
wê ya herî giran dîsa jî dayîka ji hinavên kezeba xwe dane. Em nikarin kesî
tawanbar bikin. Divê dayîkên me yên li ber deriyê HDP’ê jî rûniştî hinekê li
xwe vegerin û ji xwe bipirsin. Bersiva lêgerîna we ne HDP ye, ne partiyên
siyasî, ne sazî û dezgehên civakî û ne jî kesin. Bersiva we di helwest û
nêzîkbûna rejîma hukumeta şerê taybet de veşartî ye. Nexasim malbatên me yên
polîs û leşker, divê bizanin muxatabê wan ne ti partî ne. Di encama şerê qirêj
a dewleta şerê taybet meşandî de hatine girtin. Lewra muxatabê we ji bilî
hukumata şerê taybet ne ti kes diye. Biryara vê jî tenê dewlet dikare bide. Ji
ber ku zarokên we jî ji xwe dike qurban hewce nabîne, PKK’ê muxatab bigire.
Hebûna we ya li wir û zarokên we ji xwe ji bo pêşerojê dike amûrek bikaranînê.
Yek jî armanca dewletê tasfiyekirina partiya HDP’ê ye, vîna Kurd a siyasî
têkbirine. Bi destê we dixwaze hebûna Kurd a li wir bişkîne û teşîr bike. Lê
her kes dizane ku, rastî ne wisa ye, hinekê li paşerojê binêrin, heta ku
dewletê qasid neşandine ti leşker û polîs nehatine berdan. An jî PKK ji ber
wijdana xwe gelek mirovên dîl berdane. Lewma nebin amûra lîstoka siyaseta AKP’ê
û Erdoxan.
Ya herî girîng jî her dayîkek
gêrîla pîroze. Xwedî qedir û qîmete. Nabe gotin li ser wan bê kirin. Lê divê ew
jî ji xwe bipirsin, çima zarokên me rêyek wisa hilbijartin. Ma kes dikare kesî
birevîne bîne serê van çiyan. Çiya warên pîrozin, azadin. Rihek azad, vînek
azad û hêzek azad dixwaze. Ev jî bi kes re nebin nikarin li serê van çiyan
bimînin, li ber xwe bidin û şehîd bikevin. Ger mirovek her kêliya xwe ya jiyanê
feda dike ji bo bigihe armanca wekhevî, azadî û welatê serbixwe, malbat, xizim
û hezkiriyên xwe li pey xwe dihêlin, dikarin biryara derketina serê çiyê bidin,
ev ne karê henekane, ku hinek wan birevînin. Ev raman û biryar hêzek kûr, vînek
azad dixwaze. Bila ti malbatê me wisa ji rêzê negire dest. Her gêrîlayek,
milîtanê vê şoreşê xwedî hêzek avakirina kesayet û civakê ye. Weke rejîma şerê
taybet pênase dike, ger her milîtanek PKK’ê tolaz, eşqiya, çete, kujer bûya,
dewleta şerê taybet evqas mirovên bêguneh di bin navê PKK’yî ne di girtîgehan
de ne dirizandin û li her derî ne dikuştin. Hemû kiryarên pêk tîne metirsiya wî
ji hêz û vîna gêrîla ye. Ger evqasî ji vîna azad, rihê fedayî, cengaweriya
PKK’ê, wêrekî û têkoşîna şervanê PKK’ê netirsîbûya gêrîlayên şehîd di morgan de
nedigirtin, ji malbatên wan veşartî venedişartin, tazî nedikirin li nav bajar
ne digerandin, dayîkên heftî-heştî salî di girtîgehande ne dikuştin, serê
gêrîla jê nedikirin.
Emê li dijî vê rejîma şerê taybet
a hoveber, dervî mirovî, ji bilî xwe ti kes din nas nake, mafê jiyanê nade ti
kes din şer nekin, li ber xwe nedin, ji bo serfirazî û azadiyê şehîd nekevin,
emê çi bikin? Hemû dayîkên Kurd baş dizanin ku, her şervanek Kurd xwedî hêza
biryardayînê ne. Her kes di derheqê xwe de dikare biryara pêşeroja xwe bide û
xwedî li xwe û civaka xwe derbikeve. Kes nikare vî mafî ji ti mirovî bistîne.
Ji bo dayîkên li ber deriyê HDP’ê
li zarokên xwe digerin dibêjim tişta hûn dikin ne serbilindiye. Serê zarokên
xwe û civaka xwe li hember dijminê dagirker û hov tewandine. Ger zarokên we bi
hêz û biryara bikare hemû cîhanê bigire beramberî xwe şer dike û li ber xwe
bide, dide diyarkirin ku tirsa wan ji ti kesî û tiştekê nîne. Lewra tirsa hûn
beramberî dewleta şerê taybet dijîn, ne zarokên we vedigerîne, ne jî we
serbilind dike. Şanaziya herî mezin berdêla wê çi dibe bila be li pey armancên
zarokên xwe meşe, li ber xwe dayîne, serî netewandine û hewce jî bike mirine.
Kes mirinê ji kesî naxwaze. Lê
ger mirov bizane di wê mirinê de serfirazî û serbilindiyek civakî, welat,
nasname û kesî heye, bila hezar carî xêr were. Hingê jiyan jî watedare. Hebûn
jî watedare. Kes, malbat û civak jî watedare. Me dayîka Taybet ji bîr nekir. Me
pêşengê mezin Mehmet Tunç ji bîr nekir. Emê ti carî jî ji bîr nekin. Ev sonda
hemû civaka Kurd, mirovên demokrat, sosyalîst û azadîxwaze. Bi taybet jî sonda
her gêrîlayek, milîtanên PKK’ê ye.
Zînê LEHİ
Kürdistan Stratejik Araştırmalar Merkezi
www.lekolin.com – www.lekolin.org – www.lekolin.net –
www.lekolin.info -www.navendalekolin.com -http://kursam.org/index.html-
http://kursam.net/index.html