KURDÎ
No Result
View All Result
  • Anasayfa
  • Haberler
  • Politik Analiz
  • Araştırmalar
  • Makaleler
  • Tüm Bölümler
    • Dizi Yazı
    • Serbest Yazılar
    • Kadın
    • Özgürlük Perspektifleri
    • Editörden
    • MİT Gerçekleri
    • Röportajlar
    • Dış Basından
KURDÎ
No Result
View All Result

Çeteyên OSO Li Cindirêsê Zêdeyî 30 Sivîl Revandin, Pere û Zêrên Sivîlan dizîn

15 Mart 2020
in Haberler

30 Temmuz 2018 Pazartesi Saat 11:00

EFRÎN – Dîsa çeteyên OSO, dîsa revandin, dîsa talanî dîsa dizî. Hat diyarkirin ku OSO li navçeya Cindirês û gundewarên wê zêdetirê 30 sivîl revandin, mala wan talan kirine û zêr û zivên wan dizîne. Hat gotin ku ji bo kesên hatin revandin fidyê tê xwestin.

Dîsa çeteyên
OSO, dîsa revandin, dîsa talanî dîsa dizî. Hat diyarkirin ku OSO li navçeya
Cindirês û gundewarên wê zêdetirê 30 sivîl revandin, mala wan talan kirine û
zêr û zivên wan dizîne. Hat gotin ku ji bo kesên hatin revandin fidyê tê
xwestin. 

Kiryarên
çeteyên OSO yên girêdayî dewleta tirk ên weke dizî, talanî, revandin û xwestina
fidiyê piştî dagirkirina Efrînê neqediyan û ji ewqas dizî û talanî têr nebûn,
tersî wê her ku diçin van kiryarên qirêj zêde dikin. Lê her carê ji xwe re ji
bo van kiryarên dij mirovahî rêbazên cuda peyda dikin.

Çavkaniyekî ji
herêmê ragihand ku çeteyan duh bi ser navçeya Cindirêsê û gundên wê de girtin. Di
ser girtina malan de bi hinceta di mala wan de zêr û zîv tuneye ji bo fidye
bixwazin zêdeyî 30 kesî revandin,  Çavkanî
destnîşan kir ku OSO ya di serdegirtina malan dewam kir û ji gelek malan zêr û
zîvên heyî desteser kirine an jî dizîne. 

Çavkanî,
derbarê rêbazên nû ya çeteyan a dizî, talanî û taybet jî piştî revandina kesan
xwestina fidyeyê de jî ev agahî dan: “Çeteyan rêbazeke nû ji bo dizî, talanî û
xwestina fidiyê ji xwe re peyda kirine. Sivîlên ku niha direvînin fotografên wan
dikşînin û ji xizmên wan ên ku li Awrupa bi cih bûne (ap, bira, xal, kur ap û
kalik) re dişînin û ji wan re dibêjin “Eger hûn dolar û euro ji me re rê nekin
em ê xizmên we bikûjin.  

 

YÊN MALAN NİŞANÊ ÇETEYÊN OSO DIDE Kİ NE?

Li gorî çavkanî aşkere dike hin kesên ji Efrînê ku
piranî endam an jî alîgirên ENKS’ê ne didin pêşiya komên OSO û malbatên ku
aboriya wan baş be, pere, zêr û zivên wan hebin, an jî xizmên wan ên li derveyê
welat (Ewropa) hene, nîşan didin. Çeteyên OSO jî li ser nîşandana wan, davêjin
ser malan an kesan direvînin û fidye dixwazin an jî rasterast dest datînin ser
mal û pereyên wan.  Hat destnîşankirin ku
revandina zêdetirê 30 kesan û talan û diziya malan li ser vê rêbazî pêk hatiye.

Navenda Lêkolînên Stratejîk a Kurdistanê

www.lekolin.com – www.lekolin.org – www.lekolin.net –
www.lekolin.info -www.navendalekolin.com -http://kursam.org/index.html-
http://kursam.net/index.html

0

21

TR
KO

:” ”

:””

” “,” ”


0

21

KO

:” ”

:””

” “,” ”

:KO

Navenda Lêkolînên Stratejîk a Kurdistanêwww.lekolin.com – www.lekolin.org – www.lekolin.net –
www.lekolin.info -www.navendalekolin.com -http://kursam.org/index.html-
http://kursam.net/index.html

Tags: araştırmacetediziEfrinkurdiKurdishkurdistanLekolinOSOtalanTurkishTürkiye
Previous Post

Gelê Dihok û Zaxo Li Hember Bihabûna Ceyranê Ne Razîne

Next Post

Halk İnisiyatifi’nden Diyarbakırlılara Çağrı

Son HABERLER

Haberler

Halep’te İletişim Ağları Üzerinden Kuşatma- ÖZEL HABER

by Lekolin
14 Temmuz 2025
0
1.4k

İşgalci Türk devletinin Şam rejiminin...

Read moreDetails

MİT, Serêkaniyê’ye Koruculuk Sistemini Getiriyor – ÖZEL HABER

12 Temmuz 2025
1.5k

‘Silahlarımızı Özgür İrademizle İmha Ediyoruz’

11 Temmuz 2025
1.5k

Şehba’da Sivil Kurumlar İşgal Edildi; Kadın Öğretmenler Hedef Alındı- HABER ANALİZ

10 Temmuz 2025
1.5k
Kürdistan Stratejik Araştırmalar Merkezi | Lekolin

© 2025 Kürdistan Stratejik Araştırmalar Merkezi

KÜRDİSTAN ARAŞTIRMALAR MERKEZİ

  • Hakkımızda
  • İletişim
  • Yorum İlkesi

Takip Et