KURDÎ
No Result
View All Result
  • Anasayfa
  • Haberler
  • Politik Analiz
  • Araştırmalar
  • Makaleler
  • Tüm Bölümler
    • Dizi Yazı
    • Serbest Yazılar
    • Kadın
    • Özgürlük Perspektifleri
    • Editörden
    • MİT Gerçekleri
    • Röportajlar
    • Dış Basından
KURDÎ
No Result
View All Result

CEJIN Û ŞAHIYA XWESERIYÊ

by Lekolin
15 Mart 2020
in Okuyucudan

08 Şubat 2014 Cumartesi Saat 08:39

Roj bi roj gelê Kurd bi saya xwîna şehîdan, ked û berxwedana gelê welatperwer, hêvî û xwestekên xwe yên ji bona jiyana azad demuqrat û wekhev bi hemû pêkateyên heremê re pêktîne.

Roj bi roj gelê Kurd bi saya xwîna şehîdan, ked û berxwedana gelê welatperwer, hêvî û xwestekên xwe yên ji bona jiyana azad  demuqrat û wekhev bi hemû pêkateyên heremê re pêktîne.

Cejna yekemîn îlankirina rêveberiya xweseriya demuqratîk ya kantona Cizîrê bû û ya duyemîn li Kobanê bû û ya siyemîn jî li Efrînê bû. Bi îlankirina hersê kantonan gelê Kurd careke din biryara xwe ya jiyana azad û wekhev da belîkirin û ji bona her kesî da nîşandan ku pêşeroja gelê Sûrî bi destê gelê Sûriye. Ango kesên ku li kongirê cinêv2 cihê xwe girtine nikarin temsîl û nûnertiya gelê Sûrî bikin û tu hêza wan ya çareserkirina pirsgirêkên heyî nîne. Ji ber ku her yekî ji van hêzên heyî li pey bercewendiyê xwe yê madî û çiqarên xwe ketine û hîna jî xwîna gelê Sûrî bi destê recîmê û bi destê hêzên çete tê rijandin û warê wî tê wêran û tûşî koçberî û birçîbûn û hemû rengê îşkenceyan tê.

Ev yek dide xuyakirin ku tu niyeta vê konkireyê nîne ku çareseriyekî demdirêj ji meseleyên heyî re bibîne û gelê Sûrî ji vê dojehê rizgarbike. Ji ber ku her aliyekî ji milê xwe ve vî agirî gur dike û hêzên ku berevaniya vê kongereyê dikin bi dstê wan kuştin û wêrana tê kirin, angu ew bi xwe mirovan dikujin û bi cenazeyê wan re jî dimeşin.

Ji bona vê yekê îlankirina xweseriya demuqratîk ya hersê kantonan mîna bersivekî berbiçav bû ji bona kesên ku li çareseriyê digerin û li dora wê dizivirin û nikarin destê xwe deynin li ser birînê, berûvajî vê yekê birînin heyî hîn kûrdikin û ev yek jî dibe sersebeb ku xwîn ji birînê bê navber biherike.

Lê gelê Kurd bi îlankirina rêveberiya xweseriya demuqratîk destê xwe danî li ser birînê û bi alîkariya hemû pêkateyên heyî dixwaze ku vê birînê derman bike û tişta ku cinêv 2 nikarî pêkbîne, îro gelê Kurd û hemû pêkateyên heyî pêktîne. Ango mirov dikare bibêje ku îlankirina vê yekê bi yekîtiya hemû pêkateyên heyî bi Ereb û Asûrî û Kurdên xwe pêkhat û yekîtiya biryara hemû netewên ku li ser vê xaka bîroz dijîn bû.

Kesên ku nûnertiya vî gelî jî bikin ji milê gel ve hatin hilbijartin û li pêşiya gel sûnd xwarin ku xizmeta vî gelî bikin û ji bona demuqrasî û azadiya vî gelê kar û xebatê bikin.

Dilovan Dilo

Kürdistan Stratejik Araştırmalar Merkezi

www.navendalekolin.com – www.lekolin.org – www.lekolin.net – www.lekolin.info

Tags: araştırmaCejincinev2CizirdemuqratikEfrinkantonKobankurdiKurdishkurdistanLekolinSahiyaTurkishTürkiyeUxweseriyaXweseriye
Previous Post

Halk İnisiyatifi’nden Diyarbakırlılara Çağrı

Next Post

HÜDA PAR NEREDEN BESLENİYOR

Son HABERLER

Okuyucudan

Batman Belediye işçilerinden AKP-Erdoğan rejimi ve kayyımına İslamiyet dersi

Gün geçmiyor AKP faşist rejiminin,...

by Lekolin
15 Mart 2020
1.5k
Okuyucudan

Kapitalizm, fabrika ayarlarına mı dönüyor?

Sanayi devrimi ve sonrasında giderek...

by Lekolin
15 Mart 2020
1.5k
Okuyucudan

Herkes AKP’li olmak zorunda mı? Tabi ki “Hayır!

Her gün bir vekil, bir...

by Lekolin
15 Mart 2020
1.5k
Okuyucudan

Türkiye Suriyeleşmiyorsa nedeni Öcalan’ın paradigmasıdır

ABD başkanlık seçiminde Donald Trump...

by Lekolin
15 Mart 2020
1.4k
Kürdistan Stratejik Araştırmalar Merkezi | Lekolin

© 2025 Kürdistan Stratejik Araştırmalar Merkezi

KÜRDİSTAN ARAŞTIRMALAR MERKEZİ

  • Hakkımızda
  • İletişim
  • Yorum İlkesi

Takip Et