27 Ocak 2019 Pazar Saat 06:58
Gelê bajarokê Şêladizê dema duh danê êvarê xwestin êrişên dewleta Tirkiyê
yên li ser xaka herêma Kurdistanê şemezar bikin li rastî mudaxeleya hêzên
asayişa PDK’ê hatin. Çalakvanan diyar kirin ku hêzên asayîşê gefên mirinê li
wan dixun. Çalakvanê bi navê Mistefa Salih Bamernî dema ku di derbarê çalakiyê
de li ser tora civakî weşana zindî dikir ji aliyê hêzên asayîşê ve gef lê dihat
xwarin û diyar kir ku demê ku wî weşana zindî dikir û gelê Kurdistanê agahdar
dikir bi telefon û peyaman ew gelek caran hatiye tehdît kirin û got: “Lê bila
bizanin ku em ji gefên tu kesî natirsin û em ê berdewam bikin. Mirov rojekê di
mire bila em her roj ne mirin.’’
Çalakvanekî din jî ev tişt gotin: ‘’Me xwest em bombebarana dewleta Tirk û
kuştina xelkê me yê sivîl bi çalakiyekê şermezar bikin. Lê leşkerên Tirk xwe li
vê nerazîbuna gelê me ranegirt û bi guleyan êrişê gelê me kirin. Dewleta Tirk
20 sale bi zorê xaka me dagir kiriye, em bang li hukumeta herêmê dikin ku li
hemberî bombebarana balafirên Tirk li ser xaka me hewildanan bikin. Bese bila
bes bi hêcetan xaka me dagir bikin, em Kurdin ev jî xaka meye.’’
Çalakvanan
kel û pelên leşkerî şewitandin
Gelê Navçeya Şêladizê ya girêdayî Dihokê ku di
navde xizmên kesên di bombebarana balafirên dewleta Tirk a dagirker de jiyana
xwe ji dest dayîn dema xwestin ku çalakiyekî protestoyî li darbixin ji aliyê
asayîşê ve hatin asteng kirin. Leşkerên Tirk piştî ku ditin gel di çalakiya xwe
de bi biryarin bi guleyan êrişê gel kirin. Li ser êrişa leşkerên Tirkiyê hêrsa
gel bilind bu û êriş kirin ser barageha Leşkerî ya ‘Sîryê’ û gelek kel û pelên
leşkerî hatin şewitandin, gelek çek jî hatin desteser kirin.
Di çalakiyê de 8 welatî birindar bun, birindar rakirin nexweşxaneya
bajarokê Şêladizê.
Li gorî agahiyan dema ku çalakvanan dest bi çalakiya xwe kirin û heya niha
jî balafirên şer yên dewleta Tirk a dagirker bê navber di ser herêmê re di
firin.
Bêdengî nebes bû bi fermî jî gef li çalakvanan xwar!
Bi pêşketina çalakiyên xûrt re, Hikumeta Herêma Kurdistanê ku ev bi salane
êrîşên balafirên dewleta tirk a dagirker û bi dehan sivîl şehîd xistî re bêdeng
maye, bi daxuyaniyekê niviskî gef li çalakvanan xwar. Di daxuyaniya hikumetê de
hat gotin “Li pişt bûyeran destên provakatoran heye. Saziyên ewlehiyê dê
lêpirsînek hûr û kur bikin û kesên bûne sedema gengeşiyê û provakator bên
cezakirin.
Navenda Lêkolînên Stratejîk a Kurdistanê
www.lekolin.com – www.lekolin.org – www.lekolin.net –
www.lekolin.info -www.navendalekolin.com -http://kursam.org/index.html-
http://kursam.net/index.html
www.lekolin.com – www.lekolin.org – www.lekolin.net –
www.lekolin.info -www.navendalekolin.com -http://kursam.org/index.html-
http://kursam.net/index.html