11 Ocak 2011 Salı Saat 11:31
Pirtûka Lêkolîner û Nivîskar Kerem Soylu ya li ser belgeyên Osmaniyan ên di dema Bedirxan Beg de ku rayedarên wê demê yên Osmanî ji hev re nivisandine ji nav weşanên Enstîtûya Amedê derket. Pirtûka bi navê ‘Mesail-i Mühimme-i Kürdistan’ ku 400 belgeyên fermî di nava xwe dihewîne, radixe ber çavan ka dewleta Osmanî çawa kurd bi kurdan dane kuştin û şerê birakujiyê di nava wan de belav kiriye.
Lêkolîner Kerem Soylu ku 15 sal in xebatên xwe yên akademîk di bin banê Enstîtuya Stenbolê de dimeşîne, di encama xebatên 7 salan de pirtûka xwe ya navê “Mesail-i Mühimme-i Kürdistan” lê kirî weşand. Pirtûka ji aliyê Enstîtûya Amedê ve hate weşandin ji belgeyên di navbera salên 1840-1847’ê yên di dema Bedirxan Paşa de rayedarên dewleta Osmaniyan ên li Kurdistanê ji hev re nivisandine pêk tê. Gelek belgeyên di pirtûkê de cih digirin jî bersiv û nameyên Bedirxan Beg ji qadirên wê demê yên Osmaniyan re nivîsandine. Pirtûka ku 400 belgeyên fermî pêk tê, der barê pirsgirêkên wê demê yên kurdan de, serhildanên mezin û biçûk ên mîrên kurd li hemberî Osmaniyan dane destpêkirin de agahiyên girîng û berfireh hene. Pirtûka 1120 rûpel e piranî der barê polîtîkayên Osmaniyan ên ku kurdan bi kurdan didin kuştin, di bin navê ol de dijminahiyê dixe nava kurdan û serhildanên kurdan ên li herêmên Botan Amed, Colemêrg, Wan, Mûş û Bedlisê de agahî dide. Balkêş e ku behsa van deveran wekî ‘Kurdistan’ tê kirin.
‘Osmaniyan bi dînamîkên civaka kurd lîst’
Di pêşgotina pirtûkê de nivîskar Soylu der barê vê xabata xwe de agahiyên girîng dan û wiha got: “Di salên 1840’an de li Eyaletên Erzirom, Erzingan, Dêrsîm, Sîvas, Mereş, Meletî û Dîlokê kurdan gelek caran serî hilda û di navbera Dewleta Osmanî û kurdên van devaran de nexweşî rûdan û van bûyeran jî cihê xwe di belgeyan de girtiye. Lê dema behsa van devaran tê kirin peyva ‘Kurd’ û ‘Kurdistan’ nayê bikaranîn.”
Soylu diyar kir ku zihniyeta der barê pirsgirêka Kurd de ya îro li Tirkiyeyê çêbûyî bingeha xwe ji Osmaniyan digire û wiha pê de çû: “Nêrîna Osmaniyan di avabûna zihniyeta niha ya dewleta fermî ya tirk de pir diyarker e. Mirov di van belgeyan de dibîne ka Osmaniyan çawa bi dînamîkên civakî, olî û eşîrtî yên kurdan lîstine.” Soylu sedema tercîhkirina navê ‘Mesail-i Mühimme-i Kürdistan’ jî wiha vedibêje: “Belgeyên ku min bi dest xistîn hemû di arşîva dewleta Osmaniyan de bi wî navî hatine qeydkirin. Wateya wî navî ‘Meseleyên Girîng ên Kurdistanê’ ye. Lewre jî min ev nav tercîh kir.”
Polîtîkaya nehatiye guhertin: Kurdan bi kurdan bide kuştin!
Belgeyên ku hatin weşandin de gelek aliyên der barê Mîr Bedirxan de yên nayên zanîn jî ronî dibin. Nêzîkahiya Dewleta Osmaniyan a ji bo kurdan jî bi hemû aliyên xwe bi belgeyan aşkera dibe. Dema mirov belgeyan dixwîne bi rehetî dibîne ku di navbera polîtîkayên niha tên meşandin û yên wê demê de ferqeke mezin tune ye. Hin rêbazên polîtîk ên wê demê li hemberî kurdan dihatin bikaranîn ev bûn Şikandina kurdan bi destê hev, lîstîna bi hestên olî yên civakê, bikaranîna mirên kurd li hemberî hev, bikaranîna terîqeta Nexşebendiyan li hemberî mîrekên kurd, bi pere û meqaman kirîna hin axa û began û bikaranîna wan li hemberî serhildanan. Her wiha ev belge bi naveroka xwe dê nîqaşeke nû di warê bîra dîrokî ya Kurdistanê de bide destpêkirin.
Di bêçareseriyê de bandora kevneşopiya Osmaniyan
Pirsgirêka Kurd a ku bi avakirina komarê ji Osmaniyan derbasî dewleta Tirkiyeyê bû heta îro jî bêçareserî maye. Bi belgeyên ku Soylu di pirtûka xwe de weşandine, mirov dibîne ku kevneşopiya fermî ya Tirkiyeyê bingeha xwe ji polîtîkayên Osmaniyan ên wê demê digire. Ziman, nêzîkahî û polîtîka rayedarên dewletê yên wê demê û yên niha pir nêzî hev in. Bi van belgeyan tê dîtin ku polîtîkayên di sedsala 18’emîn û 19’emîn de li dijî kurdan hatine meşandin rewşa aborî-civakî ya kurdan hatine guhertin. Her çiqas bi destê rayedarên dewletê ve jî hatibin nivîsandin, dîsa der barê jiyana civakî ya kurdan a wê demê de ev belge derfetekî xurt didin lêkolînerên xwedî mereq.
Belgeyên aliyê kurd kêm in
Di pirtûkê de belgeyên Dewleta Osmanî yên fermî cih digirin, lê belge, nêrîn û nivisarên mîrên kurd ên ku serî li hemberî Osmaniyan rakirine cih nagirin. Ji ber vê yekê jî Enstîtûya Amedê ya pirtûk weşandî li ser mijarê ev şîrove kiriye: “Em nizanin ka mîrekên kurd ên li dijî dewletê di nava berxwedanê de bûn, rewşê çawa dinirxînin û bersivên çawa di nava xwe de didin van polîtîkayan. Lewre jî ev berhem bi tenê belgeyên fermî, ango nêrîna fermî ya dewleta Osmaniyan tîne ziman û aliyê kurdan kêm maye. Em bawer dikin ku rojekê dê belgeyên di navbera kurdan de hatine nivisandin jî derkevin holê. Wekî tê zanîn piştî Mîr Bedirxan li hemberî Osmaniyan serhildan da destpêkirin, ew hate girtin. Îhtîmaleke mezin ew nivîsên ku ji hêzên xwe re şandine di arşîva wî de bûn û ev arşîv jî ketiye destê dewletê. Dibe ku Bedirxan Beg beriya ku bê girtin arşîva xwe teslîmî hin kesan jî kiribe. Bi hêviya ku rojekê dê ev yek jî ronî bibe.”
Bûyera Keleha Xoşebê
Di nameyeke Muşirê (General) Erziromê Halîl Kamilî di 16’ê qanûna 1841’an de ji Bedirxan Beg re şandî de ji wî tê xwestin ku bi artêşa xwe re biçe Keleha Xoşebê û serhildana Xan Abdal û Xan Mehmûd li hemberî leşkerên Osmanî daye destpêkirin, tepeser bike û Xoşebê ji herdu birayên Xan bistîne. Li ser vê yekê Mîr Bedirxan bi artêşa xwe re diçe Xoşebê û piştre vedigere Cizîrê. Lê vê carê Halîl Kamilî nameyekê ji xelefê (berpirsyar) xwe Hafiz Paşa re dişîne û wiha dibêje: “Bedirxan Begê ku çû Xoşebê, keleh ji Xan Abdal û Xan Mehmûd nestand û ji bo ku xwe li heremê bike hêz bi wan û Mîrê Hekariyê Nasrullah Beg re li hev kir û vegeriya Cizîrê.” Li ser vê îdiayê Bedîrxan Beg nameyekê ji Waliyê Amedê re dişîne û heqaretên giran li Nasrullah Beg, Xan Abdal û Xan Mehmûd dike û girêdana xwe ya bi Osmaniyan re tîne ziman. Lê balkêş e ku piştî Bedirxan Beg serî li hemberî Osmaniyan radike, zimanê xwe yê li hemberî rayedarên Osmanî tûj dike û di belgeyan de diyar dibe ku fermanên Osmaniyan jî yên der barê Bedirxan Beg de dijwar dibin.
Ji pirtûkê belgeyeke balkêş
Her wiha nameya ku Waliyê Musilê Mehmed Abduhu di 2’yê Cotmeha 1843’yan de ji Pedîşahê wê demê re şandî wiha ye:
“Qabîleya Tayarî (Tiyarî) ku bi qasî 40- 50 hezar kes in û li çiyayên bilind ên di navbera Îmadiye, Wan û Colemêrgê wekî şervan dijîn van demên dawî bi hin keşîş û ednezyarên ewropî re danûstandina xwe zêde kiriye. Her wiha dêreke mezin û gelek ode ava kirine. Ev kom her diçe têkiliyên xwe yên bi ewropiyan re zêdetir dikin. Bedirxan Beg artêşa xwe şand ser vê komê, hemû ceza kirin û dêra ku hatiye avakirin jî hilweşandiye. Lewre jî min bihîst ku der barê Bedirxan Beg de li ser vê meseleyê hin gazinc û gilî hene. Heke gazinc ji ber vê yekê bin, tiştên ku Bedirxan Beg kirin rast in. Hêvîdar im ku ew tiştên ku xeternak in di demeke kin de dê bên sererastkirin.
Ferman a Pedîşahê min e
2 Cotmeh 1843 / Waliyê Musilê Mehmed Abduhu.”
Tayîp Temel
Navenda Lêkolînên Stratejîk a Kurdistanê
www.navendalekolin.com www.lekolin.org -www.lekolin.net – www.lekolin.info