27 Aralık 2010 Pazartesi Saat 12:58
Endamê Konseya Serokatiya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik diyar kir hikûmeta AKP’ê siyaseteke taybet li hemberî Zogros û Botanê dimeşîne û got “Ji bo herema Botan û Zaxros siyaseteke taybet dimeşînin. Ji bo ku pêşiya xweseriya demokratîk bigirin û azadiyê bigirin. Ji bo vê dixwazin Gever û Cizîr bikin bajar. Dixwazin hêzên xwe yên artêşê û polîsên xwe di vir de bi cih bikin. Bi vê ji tegerên demokratîk di wir de bitemirînin. Siyaseta xwe di alî civakî, nîzamî, aborî û çandî de careke din bidin meşandin.
Endamê Konseya Serokatiya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik ji ANF’ê re axivî û diyar kir ku hikûmeta AKP’ê siyasetek taybet ji bo Botan û Zagrosê bikar tîne. Bayik bal kişand li ser ger û geştên rayedarên Tirk yên li Bakûrê Kurdistanê û got “Erdogan ji bo vê li Kurdistanê bajar bajar digere û mîtîngan pêş dixine. Bi şerê derûnî dixwaze pêşiya pêşketinan bigire. Hemû ketine di nava tevgerê de, di alîkî de Erdogan li Kurdistanê digere di aliyê di ne Abdula Gul dixwaze were Amedê. “
NAXWAZIN PIRSGIRÊKÊ ÇARESER BIKIN
*Tirkiyeyê dikeve di nava pêvajoya hilbijartinê de, armanca AKP’ê ya ku li Kurdistanê xebatên xwe ewqas zêde dike çî ye, û li hemberî vê xebatê li qadê siyasî ên demokratîk divê li ser çi esasî be?
-Mirov bala xwe bide, dema KCD’ê li Amedê ew civîna xweseriya demokratîk çêkir, ew nîqaşana encam derxist holê, li ser vê esasê li Tirkiyeyê nîqaş tên pêşxistin, AKP ê hema dem winda nekir û kete tevgerê. Netenê tehdît kir û pêşiya tehdîtan vekir, li gel van jî Erdogan bixwe hate Kurdistan û Kurdistanê dernakeve. Bajar bajar civînan li dardixine, li van civînan de hin axaftinan dike. Di van axaftinên xwe de, dibêje pirsgirêka Kurd nîne, ev mijar hin hêzên derve vê peyda dikin ji bo vê dibêjin provakasyon hene û em rê nadin provakasyonan. Berjewendiyên hinikan di vê mijarê de heye ji bo vê hin tevlîhevbûnan pêşdixinin. Dixwazin wisa bidin diyarkirin. Digel vê di aliye din de jî van gotinan ‘em biran e, kesek nikare yekîtiya me xirab bike, provakasyon pêş dikevin hemberî vê provakasyonê şîyar bin’ tînin ziman. Bi vê dixwazin vê bêjin ‘sazî û partiyên Kurd alîgirên şer in, şerxwazin’ dixwazin me jî wisa bidin diyarkirin. Yê ku naxwaze pirsgirêk çareser bibe sazî û partiyên Kurdan e. Em dixwazin pirsgirêkê çareser bikin, lê ew e ku sabote PKK’ê û saziyên Kurdin. Wisa berovajî didin diyarkirin. Esas bixwe naxwazin pirsgirêkê çareser bikin û îmhayê pêş bxînin, lê werdidin diyarkirin ku Kurd û PKK’ ê naxwaze çareserî pêk bê. Dîsa wisa didin diyarkirin ku hêzên navnetewî vê pirsgirêkê derxistiyê holê û naxwazin pirsgirêk çareser bibe, lê ew dixwazin çareser bikin. Lê berovajî vê ew naxwazin.
DYE Û EWRÛPA JÎ NAXWAZIN PIRSGIRÊK ÇARESER BIBE
DYE û Ewrûpa jî naxwazin pirsgirêk çareser bibe. Ew bixwe jî dizanin pirsgirêk bi Rêber Apo çareser dibe. Ev jî nakeve di bin xizmeta sîstema modernîta kapîtalîst û NATO yê. Heta nakeve di bin xizmeta derdorên ku li Tirkiyeyê desthilatiya olîgarşî didin meşandin jî. Rêber Apo, PKK’ê û Kurd i bo ku pirsgirêk bê çareserkirin, her roj dimeşin, civînan pêş dixînin, nîqaş dikin û nêvengê ji vê re amade dikin. Ji bo ku pirsgirêk bi riya demokrasî û aştî çareser bibe bedêlên mezin didin. Ew çareserî naxwazin û çaresriyê rûxandin û bivir dikin. Bi şerê derûnî dixwazin îmhayê pêş bixînin. Di Kurdistanê de şerê derûnî bê sînor dide meşandin, her tiştî berovajî dike. Heke Erdogan wisa rihet diaxife sedemê vê ev e.
SEDEMÊ SERDANA RAYEDARÊN TIRK A KURDISTANÊ
Eger Erdogan di Kurdistanê de civîn û mîtîngan pêş dixine, sedemê sereke dixwaze nêveng a ku ji bo çareseriyê hatiye avakirin holê rake, û pêşiya ve bigire. Wê çi bikin ku pêşiya rojeva xweseriya demokratîk û çareseriyê bigirin? Li ser vê dihizirin. Û naxwazin ev rojev werê nîqaşkirin û fêmkirin. Dixwazin pêşiya vê bigirin. Erdogan ji bo vê li Kurdistanê bajar bajar digere û mîtîngan pêş dixine. Bi şerê derûnî dixwaze pêşiya pêşketinan bigire. Hemû ketine di nava tevgerê de, di alîkî de Erdogan li Kurdistanê digere di aliyê di ne Abdula Gul dixwaze were Amedê.
GEVER Û CIZÎR
Di aliyê din jî dixwazin Cizîr û Geverê bikin bajar. Cemîl Çîçek bi vekirî dibêje ‘em ji bo parastinê vê biryarê digirin’ ji bo ewlekariyê vê dikin. Ji ber ku di van deran de gel pergala heyî ya dagirker, destura wê ya bingehîn û siyaseta wê napejirîne. Bi referandûmê jî vê dan diyarkirin. Gel dixwaze di pergala xweseriya demokraîk de jiyana xwe tevger bike û bijî. Bi referandûmê biryara vê dan. Ji bo vê piştî referandûmê wezîrê wan hat herema Şirnex û Colamêrgê û heta navçeyan jî çû. Çû civîn û hevdîtin li darxistin. Ji bo herema Botan û Zaxros siyaseteke taybet dimeşînin. Ji bo ku pêşiya xweseriya demokratîk bigirin û azadiyê bigirin. Ji bo vê dixwazin Gever û Cizîr bikin bajar. Dixwazin hêzên xwe yên artêşê û polîsên xwe di vir de bi cih bikin. Bi vê ji tegerên demokratîk di wir de bitemirînin. Siyaseta xwe di alî civakî, nîzamî, aborî û çandî de careke din bidin meşandin.
TENÊ BI AXAFTINÊ GEFAN NAXWIN
Li Geverê xwestin ciwaneke Kurd qetil bikin, li Fargînê bombe teqandin û 8 kes birîndar kirin. Tenê di axaftinan de tehdît nakin, di heman demê de girtin, kuştinan jî pêş dixinin. Di alîkî de qirkirina siyasî pêş dixînin di alî din de jî girtin û kuştinan bingeh werdigirin. Di derbarê siyasetmedarê Kurd de hin qulp avakirin ku wan di girtigehan de bi cezayê mezin bigirin. Yên ku girtine dernaxinin dadgeriyê jî, bê dadgerî di girtigehan de dîl werdigirin. AKP û hikumeta wê heta dewlet bi temamî giraniya xwe dayê li Kurdistanê. Ji bo ku nîqaşên ku dikevin di bin xizmeta çareseriya pirsgirêka Kurd bigirin. Ji ber ku niha rojev rojeva ku Rêber Apo pêşxistiye ye. Her ku diçe ev rojev hîm mezintir dibe, hîn kûrtir dibe, di nava Kurdan de xweseriya demokratîk pêş dikeve.
TU PÊŞNÛMEYA AKP’Ê JI BO ÇARESERIYÊ NÎNE
Kurd êdî biryar dane ku ev pirsgirêka dewlet çareser nake, ew bixwe dibe ku pirsgirêka xwe çareser bikin. Alternatîfa xwe wê çawa pêşxinin û vê dewleta Tirkiyeyê bidin qebûlkirin, li ser vê bingehê Kurd gavan diavêjin. Ji ber ku Kurd fêm kirin ku AKP’ê pirsgirêkê çareser nake. Ti pêşnûmeyê AKP’ê ji bo çareseriyê nîne. Kurd dîtin ku ev hemû derew û xapandine, dixwazin dem qezencbikin û bi vê jî tasfiyê pêşbixinin. Kurd ji bo ku AKP’ê çareserî pêşbixinê çi hate xwestin kirin û pêk anîn. Rêber Apo û PKK’ê jî pêşengiya vê kir. Her çiqas AKP’ê û hikumeta wê û dewlet xwest vê provake bikin jî, lê Rêber Apo û PKK’ê israrkirin ku ev pirsgirêka bi riya demokratîk û aştiyane were çareserkirin. Me çiqas xwest di vî alî de gav biavêjin, an jî ewqas xwestin vê sabote bikin. Ji ber vê sedemê me serdema 4. a stratejîk da destpêkirin. Daku bi riya xweseriya demokratîk pirsgirêka Kurd çareser bikin. Me têkoşînek pêşxist, ji bo ku planê AKP’ê û dewlet yên kirêt û tasfiyê holê rakin. AKP dixwaze rojevek cuda ji bo xwe bide avakirin. Ji ber ku hilbijartin hene. Niha ketine xofek, tirsek jiyan dikin. Ji bo wê bi hemû hêzên xwe ketine di nava tevgerê de. Ji bo wê Erdogan û Abdullah Gul li Kurdistanê ne. Ji bo vê dixwazin Gever û Cizîr bikin bajar. Ji bo vê girtinan pêşdixînin, doz vedikin, saziyan digirin, kuştinan li Farqîn, Gever û bajarên din pêk tînin. Lînç û heqaretan pêşdixin, dixwazin Kurdan neheq derxînin. Tiştên ku naxwazin ji bo pêşiya wê bigirin her tiştî pêşdixin.
ERDOGAN Û GUL JI BO ŞERÊ DERÛNÎ YÊ LI KURDISTANÊ KÛRTIR BIKIN TÊN KURDISTANÊ
Niha çima Erdogan gera li Kurdistanê darxist û Gul jî tê Kurdistanê? Ji bo ku şerê derûnî hîn kûrtir bikin û hîmê şerê leşkerî ava bikin. Di mebesta wan de îmha heye. Bi vê dixwestin di warê siyasî de pêşbixin, lê dîtin ku nabe. Ji bo wê dixwazin di warê leşkerî de vê bikin. Ji bo bingeha vê amade bikin ketin di nava liv û tevgerê de. Gelê me gerê vê baş fêm bike û rê nede van tiştan. Herkes li dijî berovajîkirinê bi helwestek tund bisekine. Ti Kes divê ku tevlî mîtîngên Erdogan nebe. Divê ku heman helwestê li hemberî civînên Gul jî bidin diyarkirin û tevlî civîne nebin. Sedemên bajarkirina Cizîr û Geverê divê baş têbigîhêjin. Yên ku bixwazin Cizîr û Gever di nav jiyaneke baş de bijî, her roj êrîş nabin li ser wir û heqaretê wî gelê nakin. divê destpêkê zilma ku li ser wê heremê dikin holê rakin. Gelê li wir dijî her roj li hemberî vê zilm û zordariyê berxwedan dike û teslîm nabe. Gelê Cizîr û Geverê pir baş dizane ku dewlet dixwaze çi bîne serê wan. Dewlet hemû hêza xwe xistiye tevgerê ji bo ku berxwedana wan bişkîne û teslîm wergire. Çawa berê li hemberî lêstokên wan sêkinin û helwestên tund dan diyarkirin divê ku vê niha jî bikin. Hemû gelê me vê baş bizane ku Erdogan, Gul û dewleta Tirkiyeyê dixwaze hîmê şereke mezin li Kurdistanê avabike.
GELÊ KURD LI SER HÎMÊ PÊŞKETIN Û SERKEFTINAN DIKEVE SALA 2011’AN
*Peyema we ya ji bo sala nû ji bo gelê Kurd çî ye?
-Sala ku em li pişt xwe dihêlin, saleke ku gelê Kurd di pir aliyan ve serkeftin bi dest xistiye. Belkû weke ku me dixwest me encam nestandibe, lê Kurd jî nehiştin ku di 2010’ an de neyar jî encam bistînin. Neyar dixwestin 2010’an encam wergirin. Lê belê ,Rêber APO, PKK’ê û Kurdên xwe bi azadiyê ve kilît kirine nehîştin ku neyar encam bi dest bixinin. Ev ji bo Kurdan serkeftinek mezin e. Di 2010’an de Kurd gavên girîng jî avêtin. Kurd pirsgirêka xwe bi her awayî kirine pirsgirêkek siyasî. Meşrûbûyina Rêber Apo, PKK’ê û çareserkirina pirsgirêka Kurd li ser hîmê xweseriya demokratîk hate pêşxistin. Di roja me ya îro de Rêber Apo û PKK’ê rojev çêkiriye. Di eksena xweseriya demokratîk de rojev avakiriye û her kes li ser vê mijar gifto go dike, modelên ku di cîhanê de li ser xweseriya demokratîk de pirsgireêk çaresrkirine digirin rojevê xwe û nîqaş dikin. Gelê Kurd li ser hîmê pêşketin û serkeftinan dikeve sala 2011’an.
KURD JI DERVEYÊ XWESERIYA DEMOKRATÎK TU JIYANEK DIN NAPEJIRÎNE
Rêber Apo û PKK’ê ji bo pirsgirêka Kurd çareser bibe hîmeke bê hempa amade kiriye. Gelê Kurd jî, dibêjin dervê xweseriya demokratîk ti jiyanê napejirinim. Biryara vê daye û li ser vê bingehê jî têkoşîn dike. Hikumeta AKP û dewleta Tirkiyeyê jî vê rastiyê dibînin, ji bo ku vê vînê holê rakin ketine di nava liv û tevgerek mezin de. Dixwazin di hilbijartinan de ser bikevin, bi serkeftina destbixin jî destûra bingehîn a nû saz bikin. Ti guhertinek nû di vê destûra bingehîn de dernakeve. Ji ber ku hin guhartin di madê hevwelatî de hin guhartin jî di mafên takekesî de bidin çêkirin. Bi vê jî bêjin me destûra bingehîn guhert. Bi van guhertinan jî bêjin, me demokrasî pêş xist, me dad pêşxist, me mafê Kurdan da, Kurd jî bila vê qebûlbikin. Ew bixwe jî dizanin Kurd vê qebûl nakin. Ji ber ku Kurd di vê destûra bingehîn a nû de bi nasnameya xwe, bi nirxên xwe, bi vîna xwe di vê destûra bingehîn de cih nagire. Dema Kurd bi nasnameya xwe di wir de cih negire, xwe rêxistin neke, xwe bi meclîsê xwe rê ve nebe, çarenûsa xwe negire dest xwe, wê demê ne gengaz e ku vê destûra bingehîn qebûl bike. Ji ber ku ev destûra bingehîn jî li ser tinebûna Kurdan tê amadekirin. Vê destûra bingehîn dixwazin bikin hîmê tasfiyê, û êrîşeke leşkerî pêşbixin û derb tevgerê bixin.
DI ARMANCA AKP’Ê DE ÇARESERÎ NÎNE
Niha AKP hemû derfetên xwe ji bo vê bikar tîne. Hemû gelê me û mirovên me bizanibin ku, di armanca AKP’ê de çareserî nîne, tasfiye û tunekirin heye. Ji bo îmhakirinê dîalogan pêş dixin, xwapandinan pêş dixin, di bin de jî tasfiye pêş dixin. Ji aliyekî din ve şerê derûnî pêş dixin, li hêla din jî amadekariyên şerê leşkerî dike. Ji bo ku van pêk bîne divê hilbijartinan de serkeftin bi dest xwe bixin. Ji bo ku destûra bingehîm biguherîne, divê ku hilbijartinan qezenc bike. Em rê nedin wan ji bo tafiyê pêş bixin. Em hemberî vê polîtika tasfiyekirinê, têkoşîna xwe em hîn bilintir bikin ku em bikaribin xweseriya demokratîk pêk bînin. Û em pirsgirêka Kurd di vê eksenê de çareser bikin. Em vê rastiyê bi têkoşîna xwe AKP’ê û dewletê bidin qebûlkirin.
EM GAVAN PAŞVE VENAKIŞÎNIN
Ew çawa ji bo tasfîyekirine kar dikin, divê em jî ji bo çareseriyê kar bikin. Ji bo şoraşa çareseriyê divê em xebat bikin. Em li gorî vê rastiyê tempoyê xwe, uslubê xwe, şêwazê xwe pêşbixinin û xurtbikin. Li gorî şêwaz, uslub û tempoyên berê divê em kar nekin. Pêwiste ku gavên me avêtine em van gavan paş ve nekişînin, van gavan hîn bi xurtir pêş ve bibin. Xwendin û nivîsandina bi zimanê Kurdî em tevahiya Kurdistanê belav bikin û pêş bixin. Gelê Kurd di Kurd de hebe divê di serî de zimanê xwe bikar bîne û ji bo pêşxistina wê hewl bide. Hemû kar û barê xwe bi zimanê xe rê ve bibe. Di warê ziman de pêwîste ku ti gav ji paş ve neavêje. Ziman nasnama gelêkî ye, vîna gelêkî ye! Gelek bê ziman nabe. Heke gelê Kurd dixwaze bi nasnameya xwe bijî, wê demê divê ku li zimanê xwe xwedî derkeve.
DIVÊ ÊDÎ BI ZIMANÊ TIRKÎ BIKAR NEYNIN
Êdî pêwîste ku bi zimanê tirkî bikar neyê. Hemû mivovên Kurd divê bi zimanê xwe bikar bînin, ne bi zimanê tirkî. Pêwiste pêşiya bişavtin û oto-asîmîlasyonê bigirin. Em neyarê xwe bidin nîşandan ku êdî bişavtin nabe. Pêşiya bişavtinê bi karanîna zimanê xwe dikarin bigirin. Gelê Kurd encex dikare bi vî awayî qirkirina çandî ji holê rabike. Di çanda Kurdan de ziman bingeh e, dema te ziman rakir wê demê çandek jî ji holê radibe. Ziman çand bi xwe ye! Dema te zimanê Kurdan ji holê rakir wê demê çanda Kurd jî tu ji holê radikî. Nîqaşên ku derbarê xweseriya demokratîk de çêdibin, divê li ser danîna fêmkirina xweseriya demokratîk werin pêşxistin. Çi di warê ziman de dibe, çi di warê xweseriya demokratîk de dibe divê kes ti gav li paş ve neavêje. Ew êrîş dikin ku ji bo pêşiya ve bigirin. Dixwazin Kurd ji daxwazên xwe de gav paş ve biavêjin. Asta daxwaziya Kurdan dixwazin daxînin. Li beramberî van nêzîkatiyan divê Kurd hîn bi hêztir xwediyê ziman û xweseriya demokratîk derbikevin. Hîm zimanê xwe di alî perwerdê de pêşbixinin, hîm jî xweseriya demokratîk di pratikê de rêxistin bikin û pêşbixinin. Hemû Kurdan beşdarî vê nîqaşê bikin û bi van nîqaşana yekîtiya Kurdan pêş bixin. Vê yekîtîyê di nava Tirkiyeyê de ji gelê Tirkiyeyê, mirovên Tirkiyeyê bidin famkirin.
PÊWÎSTE KU AKP’Ê BI VÊ HILBIJARTINÊ TÊK BIBIN
Li pêşme hilbijartinek heye. Ji niha ve her însanek Kurd ji bo vê holbijartinê kar bike. Wisa karbikin ku yek rayek jî bila neçe AKP’ê. Bi xebatên xwe nehêlin ku yek Kurd raya xwe bide AKP’ê. Pêwîste ku AKP’ê bi vê hilbijartinê têk bibin. Kurd hilbijartinên berê mezintir dive vê hilbihjartinê qezenc bike. Xwe di Kurdistanê de bike yek îrade. Bi vê îradebûnê bidin nîşandankirin ku, bê Kurdan çareserî nabe. Yek riyek li pêşiya AKP’ê û dewleta Tirk heye, ew jî ev e bi riya xweseriya demokratik çareserkirina pirsgirêka Kurd qebûlkirin e. Divê ku ev hilbijartin bikeve dibin xizmeta çareserkirina pirsgirêka Kurd. Gelê Kurd, hêviyê AKP’ê û dewletê ya ji bo tasfiyekirinê, divê têk bibin. Hilbijartin divê li ser xweseriya demokratîk were pêş istin. Lewaziyên ku di aliyê qadro û pêşengiyê de tên hene, divê ku ji holê bên rakirin. Gelê Kurd divê, pêşnûmeya xweseriya demokratîk pêş bixinê û bijî. Hemû daxwaziyê Kurdan yên cuda cuda cuda bikin yek, vîn û daxwaziyên Kurdan bikin yek. Wisa bikin ku AKP’ê û dewlet nikaribe di nava Kurdan de parçebûnê pêş bixîne. Teqtîkê wan ew ê ku, di nava Kurdan de parçebûnê pêş bixin û Kurdan lewaz bikin. Dema Kurd lewaz ketin wê demê ew çi bixwazin dikarin wê bidin Kurdan, Kurdan neçarê vê bikin. Beramberî vê teqtîke dive Kurd stratejiya xwe û daxwazên xwe hevbeş bikin. Hêzên demokratîk ên Tirkiyeyê re jî, Kurd têkiliyên xwe bihêz bikin.
DENGÊ DIÇE AKP’Ê DIÇE JI CELADÊN TE BI XWE RE
Divê ku pêşnûmeya destûra bingehîn a demokratîk pêş bixin. Pêşnûmeya destûra bingehîn bi hêzên demokratîk ên Tirkiyeyê re dikare were pêşxistin. Bi hev re vê pêş bixin ku bi vê pêşnûmeya destûra bingehîn pirsgirêka Kurd were çareserkirin. Ji bo vê xebat bên meşandin. Hemû kes û mirovê Kurd yek eqe xwe vala derbas nekin, xebatek bê hempa bidin meşandin. Divê xwe bigîhînin hemû mîrovên Kurd û kesên demokratîk. Bila hemû rayê xwe bidin xwe, bidin jî bo azadiya xwe. Dengê xwe nedin neyarên xwe, neyarên ku wan tune dihesibîne. Divê gelê Kurd baş têbigîhêje ku, di Kurdistanê de her raya ku diçe AKP’ê re di eynî demê de diçe ji bo şer û tasfiyekirinê jî. Dengê ku biçe AKP’ê ew dengê tu bizanibî ku diçe celadê te bi xwe.
Dagirker û neyar dixwazin sala 2011’dan bikin saleke tasfiyekirina Kurdan. Bi hilbijartinan dixwazin destûra bingehîn ya weke saln 1924’an pêş bxin . 1919 heya 1924 pêwistiyê wan Kurdan hebû li ser vê pêwistiyê îttîfaq pêşxistin. Bi destûra bingehîn ya sala 1924’an Kurd dan aliyek. Niha jî dixwazin vê yekê bikin. propoganda xwe li ser destûra bingehîn dikin. lê belê destûra bingehîn ya ku amadekariya wê dikin weke destûrê bingehîn yên berê ne. Bi destûra bingehîn a sala 1924’an qirkirin û komkujiya Kurdan pêş xistin. Niha nikarin vê bikin, ji ber ku rêxistinek wan heye, hêzên parastina Kurdan gerîla heye. guhartinên mezin di nava Kurdan de pêş ketiye, Kurd êdî zanebûna pir tiştandene. Kurd ne weke Kurdên sala 1924’an nin. Kurd şaş gavan neavêjin ew nikarin ti tiştî bikin. divê Kurd di vî warî de pir bi şiyarbin. Hemû krd ji bo azadiya xwe têkişîn bikin, ji bo jiyanek demokrat û azad têbikoşin. Ya ku ji Kurdan tê xwestin ev e. Heke wisa têvbigerin we demê dikarin sala 2011’an bikin saleke azadî û serkeftinê. Ew êş û berdêlên ku me kişandin, em dikarin bi azadî û serkeftinek mezin bi tac bikin. Heke em bi azadî û serkeftinek mezin bi tac bikin wê demê em xwediyê nirxên xwe derdikevin, wê demê em xwedî li şehîdên xwe derdikevin û daxwazên wan bi jiyanî dikin.
SEKNA LI DIJÎ AKP’Ê SEKNA LI DIJÎ ŞER E
Her salê zêdetir em nêzîkî çareseriyê ne. Dervê çareseriyê ti tişt me nade jiyankirin. Heke Kurd di gel AKP’ê cih negirin wê bizanibin ku pirsgirêka Kurd hîn zûtir çareser dibe. Yên ku naxwazin şer, kuştin, girtin, qirkirin, bêdadî, bêrûmetî û bênasnameyî çênebe we demê divê ku dengên xwe nedin AKP’ê. Li dijî AKP’ê sekinandin dijî şer, kuştin, girtin û tasfiyekirinê derketinê. Serkeftina Kurdan dê eynî demê serkeftina hemû Rojhilata Navîn be. Windakirina Kurdan jî di heman demê de windakirina Rojhilata Navîn e. Dîroka Kurdan dîrokek bi rûmete, dîrokek pir mezin e. Çawa ku di destpêka mîrovahiyê de, şoreşek mezin, çandek mezin ji bo mîrovahiyê afirandin û dan jiyankirin, niha jî wê şoreşê hîn mezintir û bilintir jiyanek û çandek dikare ji bo mirovahiyê bide afirandin û bide jiyankirin. Ji bo vê têkoşînê û gihiştiye di pratîke de pêk anîna vê. Eger bi wêrekî, bi birayarî kar bike wê demê dê bikaribe vê pêk bîne. Sala 2011’an dê bikaribê bike salek serkeftin û azadiyê.-ANF
TÊBINÎ:
-Bayik derbarê 13. Kongreya PDK’ê de çi got?
-Bayik axaftina Barzanî ya ku dibêje “Mafê Kurdan heye ku çarenûsa xwe bi xwe diyar bike çawa nirxand?
Sibe tên weşandin…
Navenda Lêkolînên Stratejîk a Kurdistanê
www.navendalekolin.com www.lekolin.org -www.lekolin.net – www.lekolin.info