20 Şubat 2010 Cumartesi Saat 14:33
Endamê Kordînasyona KCK – Rojava Aldar Xelîl pêvajoya peymana stratejîk ya di navbera Sûriyê û Tirkiyê de nirxand. Xelîl destnîşan kir ku “Tirkiyê di warê siyasi, aborî û çandî de dewleta Sûriyê dagir kiriye. Xelîl Deklarasyona KCK’ê jî weke fersenda çareseriyê bi nav kir.
Endamê Kordînasyona KCK – Rojava Aldar Xelîl pêvajoya peymana stratejîk ya di navbera Sûriyê û Tirkiyê, helwesta dewleta Sûriyê li hember Kurdên Rojava, bêdengiya aliyên siyasî li hember siyaseta înkarê û deklarasyona ku ji aliyê KCK’ê ve hate ragihandin ji Malpera Lekolîn. org re nirxand.
Aldar Xelîl li ser pirsa pêwendiyên di navbera Sûriyê û Tirkiyê de axivî û destnîşan kir: “Ji bo em rastiya vê pêvajoyê derxînin holê, bi kurtasî be jî pêwîst e em behsa nakokiya şer û aştiya ku di Rojhilata Navîn de derbas bûye bikin. Bi taybet di Rojhilata Navîn de ne tenê di van salên dawî de, bi sedan salane şer tê meşandin. Ev şerê mijara gotinê ne şerekî normal di navbera du hêzan de yan şerekî demî ye. Di rastiya vî şerî de nakokiyên îdeolojîk hene. Ev nakokî di navbera pergala sermayedar û civakên ku bi nirxên dîrokî xwe diparêzin û bi çanda xwe hebûna xwe dewam dikin de derdikevin. Li aliyekî sekn û helwesta çanda Rojhilata Navîn ya ku li ber xwe dide û xwe diparêze, li aliyê din jî hêzên Kapîtalîst û sermayedar yên ku li pey ranta xwe ne, êrîş û hegemonya xwe li herêmê zêde dikin. Di Rojhilata Navîn de bi sedan sal e ku pirsgirêk xwe didomînin. Weke tê zanîn destê Ingilîzan di van polîtikayan de heye. Ji avakirina dewleta İsraîl bigre, heyanî danîna kesayetên ser desthilatê û danîna nexşeya Rojhilatan Navîn hemû bi destê van hêzan hatiye kirin. Ji ber vê yekê nakokî heyanî roja îro berdewam dike. Helbet Kurdistan jî beşeke ji erdnîgariya Rojhilata Navîn e. Di vê wateyê de Kurdistan û netewa Kurd ne tenê di warê erdnîgariya xwe de hatiye dagirkirin. Di warê çandî û civakî de jî hatiye dagirkirin ku nûnertiya hemû çandên Rojhilata Navîn dike. Ji ber vê yên ku dixwazin Rojhilata Navîn bi dest bixin, di serî de dixwazin vîna gelê Kurd bixin dest. Osmaniyan, Ingilîz û Firansiyan ji bo karibin di Rojhilata Navîn de xwedî gotin bin, Kurdistan ji xwe re kirin bingeh. Nexşeya niha li Rojhilata Navîn navnîşana vê siyasetê ye. Weke mînak dema Lawrence hate herêma Rojhilata Navîn, li herêmê li gor siyaseta Ingilîzan, hîmên siyaseta xwe dane avakirin û pêngavên xwe avêtin. Avakirina pergala desthilatê û danîna qiraliyetan, heyanî roja me ya îro jî bermahiyên xwe di nava Ereban de heye. Di heman demê de Ingilîzan Noel jî şandibûn herêmê. Lê Noel bi ser neket. Noel nikarîbû weke Lawrence eşîr û hêzên Kurdan bi tevger bike û li hember pergala wê demê bi rêxistin bike. Kurdan di wê demê de nikarîn bi awayekî baş şert û mercan binirxînin, nakokiyên heyî li gor xwe şîrove bikin û bi qezenc derkevin. Ji wê rojê û pê de Kurdistan bûye mijara nîqaş, nakokî û sedema şeran. Polîtikayên Tirkiyê, Sûriyê, Îranê û Iraqê yên ku li dijî Kurdan heya niha tên meşandin encam û berdewamiya vê siyasetê ye. Hemû hêzên desthilat dixwazin dîsa bi awayekî hevbeş Kurdan bikin qurbanê desthilatdariya xwe. Mînak li Başûrê Kurdistanê kesên ku bi xwe afirandine danîne ser desthilatê, ji bo ku parastina berjewendiyên xwe bikin. Çawa ku Ingilîzan di destpêka ketina xwe ya Rojhilata Navîn ev rêbaz bi kar anîn, îro jî Emerîka vê yekê dike. Tirkiyê jî bi salan e li dijî tekoşîna azadiya gelê Kurd şer dimeşîne û hebûna Kurdan înkar dike. Ev şerê di navbera Kurd û dewleta Tirk de jî beşek e ji şêrê îdeolojî ya li navçeyê ye. Belkî gelek tevger û partiyên cûda jî hebin di Rojhilata Navîn de. Lê ev partî li dijî pergala heyî bi rêbaza pergala desthilatê şerê desthilatê dikin. Ferq û cûdahiya di navbera Tevgera Azadiyê û van partiyan de jî ev e. Rêbaza tekoşîna azadiya gelê Kurd ast û nimuneya xwe di vê xalê de derdikeve holê. Pergala ku Tevgera Azadiyê dixwazê bide runiştandin, pergala alternatîf ya heyî ye ku em weke pergala ‘Konfederalîzma Demokratîk’ bi nav dikin.
Li ser vî esasî hem Ingilistan, hem Emerîka û hemû hêzên dagirker, li dijî Tevgera Azadiyê bûne yek ku derbeya xwe lêxin da ku ev tevger pêşve neçe. Di esasê xwe de pilangeriya navnetewî ya li dijî gelê Kurd û Rêber APO pêşxistin. Hemû hewldanên van hêzan tesfiyekirina tevgera PKK’ê bû. Ji bo vê yekê operasyonên leşkerî gelek cara pêşxistin. Di êrîşa ser Zapê de ispat bû ku bi êrîşên leşkerî PKK’ê tasfiye nabe. Vê carê di qada siyasî de jî dest bi operasyon û girtina siyasetmedarên Kurd kirin. Dema di vê mijarê de jî bi ser neketin gotin em konferansekê bi navê Kurdan sazbikin û di wê konferansê de bila Kurd biryara danîna çekan ji PKK’ê bixwazin. Dema ev pilana xwe danîn dixwestin bi encamê ku ji hilbijartinan derkeve bikin yek û bi ser tekoşîna azadiyê de werin û van êrîşên xwe rewa bidin nîşan dan. Ji ber heviyê wan nebûn Kurd nûnerên xwe di hilbijartina de derxînin. Lê encamê hilbijartinên şaredariyan yên 28’ê Adarê, hemû pilanên dagirkeran ser û binî hev kirin. Encamê hilbijartinan nîşan da ku Tevgera Azadiyê temsîla hemû gelê Kurd dike. Îcar me dît ku sazkirina konferansa mijara gotinê ji rojevê derxistin .
“Planên tasfiyê vala derketin
Xelîl di derbarê hewildanên tasfiye ya Tevgera Azadiya Kurd ya ku ji aliyê AKP’ê ve di bin navê qaşo ‘pêşîvekirina Kurd’ de jî şîrove kir û wiha dirêjî da gotinên xwe: “Dema hemû pilanên ku dane ber xwe bi serneketin, vê carê roleke nû dane ber AKP’ê. AKP’ê di bin navê qaşo “Pêşîvekirina Demokratîk de pilana tasfiya Kurdan xiste rojevê. Bi vê pilanê dewleta Tirk dixwest hemû derfetên azadiyê yên gelê Kurd ji dest bigre û bike malê AKP’ê. Lê di nava vê pêvajoya tevahiyê de, pêwîst e em ji bîr nekin ku êşkence û tecrîda li ser Rêber APO jî bêrawestan berdewam kirin. Armanca hêzên dagirker ji tecrîd û êşkenceya li ser Rêber APO, bêbandorkirina wî bû. Lê Rêber APO destnîşan kir ku ew ji pîvanên xwe yên azadiyê danakeve û heyanî dilopa xwîna xwe ya dawî wê ji bo aştî û azadiya gelê Kurd tekoşîn bike. Dema hêviyên xwe ji Rêber APO qut kirin vê carê mecbûr man tiştekî bikin ku xapandinên xwe veşêrin. Îcar dest bi weşana TRT 6 û guhertina hin zagonan kirin. Bi van hemû guhertinên ku behsa wan dihate kirin, Tirkiyê dixwest ji cîhanê re bêje, ‘vaye ez çareseriyê dixwazim lê yê li dijî çareseriyê PKK ye’. Lê li gel zanabûna polîtik û israra di aştî û demokrasiyê ya gelê Kurd, Rêber APO ‘nexşeya rê’ îlan kir û komên aştiyê jî ber bi Tirkiyê ve bi rê ketin. Beriya ku komên aştiyê biçin Tirkiyê, herkesî hevî dikir ku PKK’ê wê dest bi şer bike û xwe ji bo wê amade dike. Lê Rêber APO got ku bila komên aştiyê biçin Tirkiyê. Bi çûna komên aştiyê re pilana tasfiyê ya ku dihate amadekirin ji sedî 80 vala derket. Piştî derketina neşxeya rê û şandina qasidên aştiyê, hikumeta AKP’ê fêm kir ku nema dikarê ji hundur ve Kurdan bixapîne. Vê carê ji bo morkirina peymanên nû berê xwe da Sûrîye, Îran, Iraq û Başûrê Kurdistanê. Tirkiyê bi van welatan re hevdîtinên siyasî, bazirganiya rojane û pirojeyên hevbeş yên aboriyê zêde kirin. Weke mînak Tirkan beriya niha rêvebiriya Başûrê Kurdistanê rewa nedidît û ne dixwest hevdîtinan bi wan re bike. Lê pişt re rêveberiya Herêma Kurdistanê muhatab girtin û têkiliyên xwe yên diplomasî pêşxistin. Dîse bi Îranê re di meseleya Kurd de lihevkirin .
“Li şûna çanda Ereban, çanda Tirkîtiyê bi cih dikin
Mijara hevkariya Sûriyê û Tirkiyê jî Aldar Xelîl wiha nirxand: “Weke tê zanîn Tirkiyê sala 1983’an peymaneke ewlekariya sînor li gel Iraqê mor kiribû. Vê peymanê, ji bo dewletên ku ‘ewlekariya wan di bin xeteriyê de ye’ mafê mudexeleya sînor û derbaskirina 15 km ya axa welatê cîran esas digirt . Wê demê Tirkiyê daxwaz ji Sûriyê jî kiribû ku tevlî vê peymanê bibe, lê Sûriyê ev yek red kir. Sedemê neqebulkirina Sûriyê ji vê peymanê, dagirkirina Lîwa Iskenderun ku parek e ji axa Sûriyê, di destê Tirkiyê de bû. Ev nakokiya Sûriyê û Tirkiyê li ser Lîwa Iskenderun û Entakya, nakokiyeke dîrokî ye. Lê piştî peymana Edenê ya sala 1998’an, Tirkiyê bi awayekî periyodîk Sûriyê kişande aliyê xwe. Helbet di vê peymanê de fekterên derve û guhertinên li cîhanê bandora xwe hebûn. Lê di esasê xwe de, ev peyman li dijî gelê Kurd bû û beşek ji plangeriya navnetewî bû. Ji aliyekî din ve Sûriyê di riya peymana Edenê û bi nêzikatiya xwe ji Tirkan re xwest xwe entegreyî pergala gerdûnî bike. Lê di roja me ya îro de em dibînin Sûriyê ne tenê Lîwa Iskenderun ji çav derxistiye. Sûriyê xwe bi tevahî xistiye bin xizmeta Tirkiyê. Niha em dibînin ku Tirkiye, ji qada aborî û bazirganiyê em bigrin, heta warê çandî û bikaranîna qadên turîzmê li hemû bajarên Sûriyê dest bi projeyên mezin kiriye. Peymana Sûriyê û Tirkiyê gihiştiye asta avakirina bazarên serbest û wisa lê hatiye ku Tirkiyê rojane destê xwe bavêje hemû qadên kar yên Sûriyê. Tirkiyê bi fîrmayên xwe di qada turîzmê de weke Hotêl, Restoran û Kargehan de, li Sûriyê faliyetên xwe gelekî pêşxistiye. Bi peymana Sûriyê û Tirkiyê re, çanda Ereb ji nava civaka Sûriyê radibe û li şûna wê çanda Tirk tê bi cih kirin. Tirkiyê bi dublajkirina rêzefîlm û belavkirina çanda populer di Sûriyê de bandoreke çandî ya mezin pêkaniye .
“Hevkariya hêzên tarî
Xelîl di vê mijarê de destnîşan kir ku hevkariya Sûriyê û Tirkiyê sînorê aboriyê derbas kiriye û wiha berdewam kir: “Sûriyê bûye weke bajarek ji 81 bajarê Tirkiyê. Êdî wisa lê hatiye ku dema li Çankaya ya Enqerê biryarek bê girtin, roja din li Sûriyê ev biryar pêk tê. Mînak dema ku Tirkiyê dest bi qaşo ‘pêşîvekirina demokratîk’ kir roja din serokomarê Sûriyê Beşar Esad jî daxuyaniyek da. Esad got ku, “Tirkiyê pêngaveke wiha davêje, em jî amade ne alîkariya wê bikin, lê hin gumanên me hene ku ev pêşîvekirin rê li perçebûna Tirkiyê veke . Rayedarên Tirkiyê di pêvajoya qaşo pêşîvekirinê de bi xwe ev gotin nekirinê lê Beşar Esad kirin. Hîn saziyên dadweriyê yên Sûriyê ‘lêborîna giştî’ nexistine rojeva xwe, Beşar Esad dibêje gerîllayên ku xwedî nasnameya Sûriyê ne, em dikarin efû bikin. Bi kurtasî peymana stratejîk ya Sûriyê û Tirkiyê sînorên hevkariya aborî derbas kiriye, bûye hevkariya hêzên tarî
“Ewlekariya Sûriyê ketiye destê Tirkiyê!
Xelîl li ser vê hevkariyê nirxandinên wiha domandin: “Tirkiyê karî bi riya peymana xwe li gel Sûriyê gelek armancên xwe pêk bîne. Hêzên ewlekariyê yên Tirkiyê ji bo girtina endamên Tevgera Azadiyê, bi dehan cara li herêma Efrînê li hin gundan bi ser malan de girt û operasyon li darxist. Di vê mijarê de dewleta Sûriyê bê îrade ye. Hem rê dide dewleta Tirkiyê ji bo operasyonan hem jî bi xwe endam û alîgirên Tevgera Azadiyê digre û teslîmî Tirkiyê dike. Dîse di warê aborî û bazirganiyê de ketiye bin bandora Tirkiyê. Fîrmayên Tirkan bi awayekî serbest li hemû bajarê Sûriyê xebatên xwe dikin. Dîse Tirkiyê dest avêtiye restorekirina cih û warên dîrokî, mînak di vê demê de Tirkiyê Keleha Helebê ku xwedî dîrokeke dûr û dirêj e û ya çanda Kurd û Ereb e, bi kêfa xwe tasarûf pê dike. Tirkiyê hem siyasî, hem aborî û hem jî di warê çandî de îradeya Sûriyê bi dest xwe ve aniye. Pergala sermayedar di riya Tirkiyê re hemû nirxên civaka Sûriyê binpê kiriye û li şûna çanda Erebî û Îslamî çandeke bê exlaq daye rûniştandin. Rêvebiriya Sûriyê weke rîmond (kumanda) di destê Tirkiyê û hikumeta wê AKP’ê de ye. Dîse rakirina vîze di navbera Sûriyê û Tirkiyê de, ji Sûriyê zêdetir, ji bo berjewendiya Tirkiyê ye. Tirkiyê bi rakirina vîze hîn bi rihetî dikarê sîxurên xwe yên MÎT’ê derbasî Sûriyê bike û agahiyên istixbaratî li ser rejîma Sûriyê û Tevgera Azadiyê bigre. Di vê mijarê de Tirkiyê hin alavên teknîkî yên weke guhdarîkirina telefon û şopandina şebekeyên internetê weke xelat dane Sûriyê. Xala herî kambax jî ew e ku qet nayê qebulkirinê, bêdengiya hêzên demokrat û partiyên din yên Kurd in, li hember van kiryarên Tirkiyê.
“Garantiya çareseriyê Bakurê Kurdistanê ye
Xelîl di berdewamiya gotinê xwe de behsa girîngiya hişyariya gel kir û wiha axivî: “Ji ber ku felsefeya Tirkiyê û Sûriyê li dijî pergala Konfederalîzma Demokratîk e, gelê Kurd ji hemû lîstik û polîtîkayan re hişyar e. Gelê Kurd li Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê, di wê zanabûnê de ye ku çareserkirina pirsgirêka Kurd li Sûriyê, ji sedî sed girêdayî çareserkirina pirsgirêka Kurd li Tirkiyê ye. Neqebulkirina hebûna Kurd li Tirkiyê tê wateya neqebulkirina Kurd li Sûriyê. Di roja me ya îro de Sûriyê mafê Kurdan bide jî dîse ev pirsgirêk bi temamî çareser nabe. Vaye mînak li ber çavan e. Li Başûrê Kurdistanê realîteyeke Kurd heye, lê pirsgirêka Kurdan nehatiye çareser kirin. Heta rayedarên Başûrê Kurdistanê jî vê yekê dibêjin. Dibêjin ku heya li Bakurê Kurdistanê pirsgirêka Kurd çareser nebe, berjewendiyên me li Başûrê Kurdistanê jî mîsoger nabin.
“Hejmara girtiyên me bi qasî hejmara endamên 17 partiya ne
Li ser bêdengiya partiyên Kurd li Rojavayê Kurdistanê, li hember polîtikayên Sûriyê jî Xelîl mixabiniya xwe anî ziman û wiha got: “Mixabin rastî tehl in, tu dengek ji van partiyan derneketiye. Sûriyê hemû riyên xebata siyasî ji bo Kurdan qedexe kiriye. Ger partiyeke Kurd an ku hin serok û endamên partiyên Kurd îro li Sûriyê kardikin, ew jî bi pejirandina Sûriyê tê kirin. 17 rêxistinên Kurd li Rojavayê Kurdistanê hene û serokê van hemû rêxistinan li Sûriyê dimînin, ev tê çi wateyê? Tê wateya ku ev partî û rêxistin di bin baskên hêzên ewlekariyê de tevger dikin. Dema vê rastiyê ez tînim ser ziman em bi xwe jî pê dêşin. Di encamê de em Kurd in. Partiyên ku nêrîna wê ne li gor pergala Sûriyê be hem endamên wê hem jî serokê partiyê tên qedexe kirin û têne girtin. Mînak partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) hemû endamên wê û serokê PYD bi xwe jî nikarin li Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê bimînin. Yên lê hene jî bi awayekî illegal kardikin. Çima PYD’ê weke van partiyan nikarê li Sûriyê kar bike? Hejmara girtiyên PYD’ê di zîndanên Sûriyê de, bi qasî hejmara 17 partiyên Kurd yên li Sûriyê ne. Ev tê wateya ku ne yekser be jî, ev partî di xizmeta rejîma Sûriyê de ne.
‘Helwesta KCK’ê fersenda çareseriyê ye’
Xelîl li ser deklerasyona dawî ya KCK jî wiha got: “KCK – Rojava di warê raman de, Konfederalîzma Demokratîk esas digre. Îlankirina deklerasyonê ji aliyê KCK’ê ve fersendeke ji bo çareseriyê, li çar aliyên Kurdistanê. Pêngaveke bi nirx e ji bo çareseriyê. Ji ber vê yekê min di serî de jî destnîşan kir, qedera çareseriya pirgirêka kurd bi çareseriya Bakurê Kurdistanê ve girêdayiye. Gelê me yê Rojavayê Kurdistanê bi hemû derfetên xwe yên madî û manewî piştgiriyê dide xeta nexşeya çareseriya KCK’ê. Ji ber ku gelê Rojavayê Kurdistanê bi vê yekê xwe ikna kiriye. Ji bo em biserkevin divê ku li Rojhilat, Başûr û Bakurê Kurdistanê çareserî çêbibe. Ji ber ku hem qeder hem jî vîna Kurdan yek e. Ji bo vê em weke KCK – Rojava pêngava ku KCK’ê avêtiye ji bo aştiyê weke fersend em bi nav dikin û pîroz dikin.
Navenda Lêkolînên Stratejîk a Kurdistanê
www.lekolin.org – www.lekolin.net – www.lekolin.info