KURDÎ
Sonuç yok
Tüm Sonuçları Göster
  • Anasayfa
  • Haberler
  • Polİtİk Analİz
  • Araştırmalar
  • Makaleler
  • Tüm Bölümler
    • Dizi Yazı
    • Kadın
    • Özgürlük Perspektifleri
    • Editörden
    • MİT Gerçekleri
    • Röportajlar
    • Dış Basından
    • Serbest Yazılar
KURDÎ
Sonuç yok
Tüm Sonuçları Göster

Li Herêmên Kurdistanî Mehekê de 37 Hezar Donim Zevî Şewitîn

15 March 2020
Kategori: Haberler
253 11
1.5k
GÖRÜNTÜLEME
Facebook İle PaylaşınTwitter İle Paylaşın

10 Haziran 2019 Pazartesi Saat 05:56

NAVENDA NUÇEYAN- Hat diyarkirin ku li herêmên Kurdistanê yên bi nakuk di nava mehekê de 272 caran agir bi zeviyên cotyaran ketiye û 37 hezar donim zevî şewitîne. Sedemên van şewatan piranî nayên zanîn û bi awayekî biguman şewitîne.

0

21

:” ”

:””

” “,

:” ”

Rêveberiya
giştî ya parastina şaristanî ya Iraqê bi daxuyaniyekê rêjeya şewatên mehekê li
herêmên Kurdistanê yên bi nakuk belav kir. Li gorî rêjeya rêveberiyê, di nava
mehekê de 272 caran agir bi zeviyê cotyaran ketiye. Di encama van şewatan de 37
hezar donim zevî şewitîne.

Li gorî
daneyên fermî yên tîmên agirkûjiyê ya Iraqê jî ji 8’ê Gulana 2019’an ve tenê li
herêma Kerkûkê 42 bûyerên şewatê pêk hatine.

Li herêma
Germiyan a Başûrê Kurdistanê tenê di meha Gulanê de 132 bûyerên şewata
dexlûdanê cotyaran derketiye û hemû bi guman in.

 

Buyerên Şewitandina Zeviyan Wihane

-Di 14’ê
Gulanê de çeteyên DAİŞ’ê
li gundê Elî Reş yê dikeve
quntara çiyayê Qereçox agir berdan 20 donim zeviyên ceh û genimê cotyaran.

-Di 23’ê Gulanê de li gudên Zenqere û Elî
Seray yên Daqûqa girêdayî Kerkûkê agir bi zeviyên ceh û genimên gundiyan ket. Çeteyên DAİŞ’ê şewat girt ser xwe.

-Di 26’ê Gulanê de li bajarokê Ebasiye ya
ser bi navçeya Hewîce girêdayî Kerkûkê, agir bi dexil û zeviyê cotyaran ket.
Mayîna ku di nava zeviyê de hatibu bi cihkirin teqiya û 4 kesan jiyana xwe ji
dest da. Di heman rojê de li navçeya Daqoq ya ser bi Kerkûkê jî bûyerek bi
heman awayî rûda û di encamê de pêşmergeyek jiyana xwe ji dest da û 4 polîs jî
birîndarbûn.

-Di 28’ê Gulanê de ji ber sedemek nediyar agir bi dexlûdanê cotyarên gundê Sewzblaxî
yê bajarokê Quretuw ket, di encama
şewatê de zêdetirî 70 donim zevî şewitîn.

-Di 30’ê Gulanê de li bajarokê Meydan yê ser bi navçeya Xaneqînê agir bi zeviyên welatiyan
ket û 400 donim zeviyên dexlûdan şewitî.

-Di 31’ê Gulanê de agir bi dexlûdanê gundên
Bîbanî, Kelur, Zerdik, Guldere û Dareman ên navçeya Pirdê ya Kerkûkê ketin. Şahidekî bûyerê jî eşkere kir ku hêzên
ewlehiyê kesên ku xwestin agir vemirînin gulebaran kirin.

-Di 4’ê Hezîranê de ji ber sedemek nediyar
agir bi Çiyayê Ezmer û Giwêje yên li bajarê Silêmaniyê ket.

-Disan di 4’ê hezîranê de agir bi zeviyên
cotyarên gundê Werdiyê a ser bi Şengalê
ket. Heya wê demê cara 4’emîn bu agir bi zeviyên cotyarên Şengalê di ket.

-Di 5’ê hezîranê de li gundê Dondar ê ser
bi navçeya Koyê ya Hewlêrê agir bi wesayîtek corê Opel ket û agir belavî
zeviyên gund bu. Ji ber şewatê sed donim genim şewitî

-Di 5’ê hezîranê de li gundên Serbîr,
Dermanaw û Qeresalim girêdayî bajaroka Pirdê ya dikeve bakurê Kerkûkê agir bi
dexlûdanê cotyarên Kurd ket. Herwiha li gundê Zenqîr girêdayî Daqûqê jî şewat
derket û sê zeviyên cotyaran bi temamî şewitîn. Sedemên şewatan nayên zanîn.

-Di 6’ê Heziranê de agir bi zeviyên
gûndên Sewz Balix, Xêr, Gewre, Gakul, Şêrewend û Hacî ya bajarokê Qûretwî
yê navçeya Xaneqîn ser bi bajarê Kerkûkê ket. Ji ber şewatê 50 hezar donûm
zeviyên cotyaran şewitî.

-Di 7’ê hezîranê de ji ber sedemek nediyar
agir girte çiyayê Kêwereş ê ser bi herêma Raperîn a Silêmaniyê.

-Di 8’ê
hezîranê de li bajarokê Zinane ya Germiyan û bajaroka Quretû ya ser bi Xaneqînê
ji ber sedemên nediyar agir bi zeviyên gundiyan ket û 70 donim genim şewitî.

-Her wiha
di heman rojê de li gundê Salih Axa girêdayî Germiyanê agir derket û ji ber
bayê, agir gihişt gundê Baryeke. Nêzî 2000 donin dexlûdan û puş şewitî. Beriya
niha jî li herêma Germiyan û Xaneqînê nêzî 5 hezar donim dexlûdan şewitîbû.

-Di 8’ê
Hezîranê de,
li gundê Glabatî yê ser bi Xaneqînê ji ber
sedemek nediyar şewat derket û ji ber şewatê 3 hezar donim genim şewitî. Li
gundên Çawereyî, Seleyî û Duracî yên bajaroka Zinane şewat derket û ji ber
şewatê 1500 donim zevî şewitî. Herwiha li gundê Pîre Veqîre yê ser bi bajaroka
Kifrî 500 donim dexlûdan şewitî. Heta niha nayê zanîn sedema şewatan çiye.

– Di 9’ê Heziranê de agir bi zeviyên gundên
başurê çiyayê Şengalê Til Qeseb , Solax , Hatimiya, derdora Şengalê, gundê Koço
û gundên bakurê çiyayê Şengalê Xanesor , Borik, Dohla , Gohbel , Zorave û Eya
Sinonê ket. Di dema vemirandina agir de ji ber dijwarbuna agir 2 kes şewitîn û
jiyana xwe ji dest dan kesek jî bi giranî birîndar bu. Heta niha sedema şewatê
nehatiye zanîn.

 

Zêdebuna Şewatên Bi Guman Metirsiyê Zêde
Dike

Di demên dawiyê de li herêmên Kurdistanê
yên bi nakuk bi hezaran donim zeviyên genimê welatiyên Kurd bi awayekî bi guman
şewitîne. Heya niha gelek caran hatiye diyarkirin ku li Kerkuk û derdora wê, bi
dehan berpirsên Kurd ji erkên wan hatine durxistin. Her wiha gelek buyerên
serdegirtina mal û milkên Kurdan, revandin û kuştina xelkê kurd her ku diçe
zêde dibe.

Hatibu diyarkirin ku, di 12’ê Gulanê ji
cotyar û parêzerên navçeya Mexmûrê şandeyek çû Parlamentoya Herêma Kurdistanê û
daxwazên xwe pêşkêş kirin. Şandeyê eşkere kir ku çeteyên DAIŞ’ê bacê ji
cotyaran distînin û gefê li wan dixwin.

Li rexmê girtina gelek biryarên ji bo
parastin û lêpirsîna van buyerên metirsîdar, heya niha ne ji aliyê hukumeta
İraqê û ne jî hukumeta başurê Kurdistanê a Federal, tu pêngavên berbiçav ne
hatine avêtin. Bêdengiya berpirsan li hemberî van buyeran û zêdebuna
şewitandinên bi guman yên zeviyên welatiyan pirsa gelo ev şewat ji aliyê kêve û
çima tê kirin? di hişê mirovan de dide avakirin.

0

21

TR
KO

:” ”

:””

” “,

Navenda Lêkolînên Stratejîk a Kurdistanê

www.lekolin.com – www.lekolin.org – www.lekolin.net –
www.lekolin.info -www.navendalekolin.com -http://kursam.org/index.html-
http://kursam.net/index.html

Buyerên Şewitandina Zeviyan Wihane Zêdebuna Şewatên Bi Guman Metirsiyê Zêde
DikeNavenda Lêkolînên Stratejîk a Kurdistanê

Paylaş205Paylaş128
Önceki yazı

ARAP MİLLİYETÇİLİĞİNDE PAN ARABİZM

Sonraki Haber

Halk İnisiyatifi ‘Büyük Serhildan’a Çağırdı

Son HABERLER

Haberler

Önder Apo: Hukuki Ve Yasal Sürecin Başlaması İçin Herkes Elinden Geleni Yapmalıdır

Yayınlayan Lêkolîn
21 July 2026
0
1.4k

Halkların Eşitlik ve Demokrasi Partisi...

Daha fazla okuDetails

‘Önderliğinden Savaşçısına Kadar Demokratik Siyasete Katılımı Sağlayacak Bir Yasa Çıkarılmalı’

20 July 2026
1.5k

KCK: Rojava Halkımız Kazanımlarını Rêber Apo Çizgisinde Koruyup Geliştirmesini Bilecektir!

19 July 2026
1.4k

MİT’in İran İle İş birliği Ve Aşiretler Üzerindeki Planları- HABER ANALİZ

16 July 2026
1.6k

Öne Çıkan Yazılar

  • MİT ve Parastin’ın Yeni Ajan Ağını Deşifre Ediyoruz!- ÖZEL HABER

    847 Paylaşım
    Paylaş 339 Paylaş 212
  • ‘Önderliğinden Savaşçısına Kadar Demokratik Siyasete Katılımı Sağlayacak Bir Yasa Çıkarılmalı’

    509 Paylaşım
    Paylaş 204 Paylaş 127
  • MİT’in İran İle İş birliği Ve Aşiretler Üzerindeki Planları- HABER ANALİZ

    571 Paylaşım
    Paylaş 228 Paylaş 143
  • Bir Devrimin Sessiz Gücü

    504 Paylaşım
    Paylaş 202 Paylaş 126
  • Emperyalist Komploya İlişkin Bazı Notlar

    12887 Paylaşım
    Paylaş 5155 Paylaş 3222

Önder Apo: Hukuki Ve Yasal Sürecin Başlaması İçin Herkes Elinden Geleni Yapmalıdır

Suriye Sahilinde MİT Faaliyetleri: Radar, İletişim ve Askeri Altyapı – ÖZEL DOSYA

Bir Devrimin Sessiz Gücü

‘Önderliğinden Savaşçısına Kadar Demokratik Siyasete Katılımı Sağlayacak Bir Yasa Çıkarılmalı’

KCK: Rojava Halkımız Kazanımlarını Rêber Apo Çizgisinde Koruyup Geliştirmesini Bilecektir!

19 Temmuz Devrimi: Bir Halkın Hafızası, Kazanımları ve Geleceğe Dair Dersler

Kürdistan Stratejik Araştırmalar Merkezi | Lekolin

© 2025 Kürdistan Stratejik Araştırmalar Merkezi

KÜRDİSTAN ARAŞTIRMALAR MERKEZİ

  • Hakkımızda
  • İletişim
  • Yorum İlkesi

Takip Et

Tekrar hoşgeldiniz!

Hesaba giriş

Şifrenizimi unuttunuz?

Tüm alanlar zorunludur

Şifrenizi sıfırlamak için lütfen kullanıcı adınızı veya e-posta adresinizi girin.

Oturum aç