• kurdî
  • العربية
  • Anasayfa
  • Haber
  • Makale
  • Araştırma
  • Politik Analiz
  • MİT Gerçekleri
  • Tüm Bölümler
    • Anketler
    • Duyurular
    • Röportaj
    • Editörden
    • Ekoloji
    • Ekonomi
    • Kadın
    • Gençlik
    • Dış Basından
    • Kürdistan Tarihi ve Dili
    • Kim Kimdir?
    • Basın Bültenleri
    • Basından Seçmeler
    • Kronoloji
    • Belge
    • Dizi Yazı
    • Okuyucudan
    • Özgürlük Perspektifleri
    • Serbest Yazılar
    • Teknoloji
    • MİT Gerçekleri
Sonuç yok
Tüm Sonuçları Göster
  • Anasayfa
  • Haber
  • Makale
  • Araştırma
  • Politik Analiz
  • MİT Gerçekleri
  • Tüm Bölümler
    • Anketler
    • Duyurular
    • Röportaj
    • Editörden
    • Ekoloji
    • Ekonomi
    • Kadın
    • Gençlik
    • Dış Basından
    • Kürdistan Tarihi ve Dili
    • Kim Kimdir?
    • Basın Bültenleri
    • Basından Seçmeler
    • Kronoloji
    • Belge
    • Dizi Yazı
    • Okuyucudan
    • Özgürlük Perspektifleri
    • Serbest Yazılar
    • Teknoloji
    • MİT Gerçekleri
Sonuç yok
Tüm Sonuçları Göster
Sonuç yok
Tüm Sonuçları Göster
Anasayfa Bölümler Kürdistan Tarihi ve Dili

Dîroknasa Navdar a Kurd Û Helbestvan Mah Şeref-Xanim Kurdistanî

Yayınlayan Lekolin
15 Mart 2020
Kategori: Kürdistan Tarihi ve Dili
275 3
A A
Dîroknasa Navdar a Kurd Û Helbestvan Mah Şeref-Xanim Kurdistanî
Facebook İle PaylaşınTwitter İle Paylaşın

31 Temmuz 2012 Salı Saat 16:05

Di sedsala 19’emîn de navê herî girîng û di serdema xwe de yekane jina dîroknas a Rojhilata Navîn e.

Di nava nivîskar û wêjeya kurdî de yek ji navên herî girîng Mah Şeref-Xanim Musture (Kurdistanî) ye (1805-1847). Di sedsala 19’emîn de navê herî girîng û di serdema xwe de yekane jina dîroknas a Rojhilata Navîn e. Mestûre li qontarên çiyayê Zagrosê, li paytexta mîrên Erdalan ya bajarên Sineyê, di malbateke helbestvan de hatiye dinê û bi xweşikbûna xwe jî navdar bû. Mestûre di malbateke arîstokrat de ji dayik bû, bavê wê di Qesrên Erdalan Kadîrî de xwedî cihekî girîng bû.

Bavê Kurdistanî Ebdulhasan Beg eleqeya wî ji bo xebatên zanistî hebû. Bi wêjeyê re eleqeder dibû. Hebûna xwe dida ser zarokên xwe û bi taybetî jî dixwest bide Mah Şeref-Xanim. Di pirtûka Mah Şeref-Xanimê ya bi navê Dîroka Erdalan de hevokek wisa derbas dibe “Bi destûra Xweda em bi hezkirina dayîka xwe hatin dinê, em bi terbiyeya bavê xwe di jiyanê de têdikoşin. Reweşenbîr jî vê yekê, wiha şîrove dikin ku bav her tim dixwazin çanda xwe derbasî zarokên xwe bikin. Mestûre jî di zarokatiya xwe de eleqeya wê ji bo xwendin û nivîsandinê hebû. Gula yekemîn ya Gulîstan û Ebdulhesen bû. Ji ber vê yekê jî di pirtûka xwe de ji bo bavê xwe wiha dibêje “Me bi xêra bavê xwe bi pênûsê girt û xwedin û nivîsandin hîn bûn. Mah Şeref-Xanim helbestkareke gelek baş û dîroknaseke navdar bû. perwerdehiyeke baş girtibû. Pir zîrek bû, zimanên farsî û erebî jî gelek baş dizanibû.

Di aliyê wêne û kalîgrafî de jî gelek jêhatî bû. Di nivîsên xwe de ligel naveroka wê, di şêwaza şîkeste û nestelîk de jî mînakên gelek baş nîşan dida. Mamê wê Ronak Şînence di pirtûka xwe ya Hadîgaî Amanullhaî de Mestûre bi kalîgrafên rojhilat ên navdar Mîn Îşat Xazwînî (1024 hate kuştin), Murat Yaqup (667 bexda) û Ebdulmecît Talaganî ( sedsala 12) re wekhev didîtin.

Hevserê wê Xosrowxan yek ji pêşengên eşîra Erdalanê bû. Di warê usluba nivîsandinê de ji hevserê xwe re dibû alîkar.

DI SERDEMA XWE DE YEKANE JINA DÎROKNAS A ROJHILAHATA NAVÎN BÛ

Mah Şeref-Xanim bi şêwaza jiyana xwe û bi jîrbûna xwe , cihekî gelek girîng digirt. Xebata wê ya herî mezin berhema ‘Dîroka Erdalan’ bû. Ji bo vê pirtûkê binivîse pir xebitî û pir lêkolîn kir. Di encama lêkolîna xwe de dîroka eşîra Erdalan yan ku ji 8 hîcriyan dest pê dike heta dema xwe nivîsandiye. Bi duayan dest bi pirtûka xwe dike. Her wiha ji bo dua ji Xweda re kiriye û xeyalên wê pêk hatine, jî kêfxweşiya xwe tîne ziman. Bi hevokek wisa dest pê dike “Xweda bi xêra te xeyalên min pêk hatin û ez hatim van rojan û ez niha jî dest bi vê pirtûkê dikim. Min Kurd û dîroka kesên li welatî dijîn pir baş hîn kir û fêrî mirovan kir. Min çavkaniyên din xwedin û ez gihiştim vê qeneetê ku di dîroka Kurdistanê de (Behsa Erdalana dike) ez gihiştim hin encamên zelal û teqez. Her çiqas ku min bi vegotineke rastîn vegotibe jî dibe ku aliyên wê yên kêm jî hebin. Ev hirs û eşqa heqîqetê ya ku bi min re ji bo nivîsên dîroknasên ku berê nivîsandibûn dibe alîkar. Min di wê pirtûkê de demên ku eşîra Banî Erdalan têde jiyaye, min karê ku wan dikir hîn kir û ji mezinên xwe guhdarî kir û nivîsî. Her wiha ez bûm şahidê gelek tiştan. Piştî ez yek ji pêşengçn Erdalan, Xosrowxan re zewicîm şûn de min bi malbatên mezin re têkiliyên baş danîn. Min rastî baştir hîn kir… Li gorî gelek pisporan ev pirtûk li gorî gelek pirtûkên din rastî ne.

JI STÊRKA HELBESTKARAN 20 HEZAR BEYT

Ji bo wê digotin stêrka helbestkaran. Kevneşopiya gelê xwe baş dide xuyakirin. Şêwaza helbestan baş fêm dikir. Di nivîsên wî de sadebûn hebû. Her wiha behsa evîn û hezkirinê dikir. Usluba xwe bi kar dianî. Di pirtûkên xwe de zimanê Mestûre pir dewlemend girt. Mînak dema di taswîra xeyalan de ji bo wan bîne rewşa sembola evîn û azadiyê zimanê ku bi kar tîne balkêşe.

Di 1967’an de di kovara ‘Reş û Spî’ ya li Îranê hate weşandin de Mah Şeref-Xanim bi awayekî ku di lîteratura Kurd û Persan de jina herî navdar a helbestkar e hate nasandin. Pismamê Mestûre, Mîrza Ekber Sadiq di pirtûka xwe ya ‘Hadîgeyî Nasîriye’ de dibêje ku Mestûre 20 hezar beyt nivîsiye. Ev di nava demê de wenda bû. Di sala 1925’ê de 2 hezar beyta ku bi farsî hatibû nivîsin a Mah-Şeref Xanimê li Tehranê hate weşandin. Mestûre gelek nivîsên xwe bi zaraveya narîn a li Sine û Silêmaniyê tê bi kar anîn bi Goranî nivîsiye. Mînak li qesran jî Goranî zaraveyeke serwer bû.

Mestûre di 20 saliya xwe de bi Xûsrow Xan re re zewicî. Di herema Xosrow Xan de Husnut Şahan Xanim jî hebû. Ew jî keça Xanedanên Kaçar bû. Xosrow Xan evîndarê Mestûreyê bû, lê ev evîn 9 salan berdewam kir. Xosrow Xan ji ber nexweşiya kezebê mir. Zarokên Mah Şeref-Xanim Kurdistanê tune bû lê ji hevserê wê yê din 6 zarokên wî hebûn. Dema Hosrow Beg mir, kurê wê Riza Gullu Xan 11 salî bû. Ji ber vê yekê hevsera wê yên din ji bo desthilatdariyê bi dest bixe kete nava tevgerê li ser textê runişt. Dema kurê wê hate 18 saliya xwe bi wî re jî ketibû nava têkoşîneke mezin. Mirina Xosrow Xan ji bo Mestûreyê girîg bû. Mestûre piştî guherîna desthilatdariy pir zehmetî kişand û tu dibêjî qey tola rojên ku Hosrow Xan dijîya digirt. Mestûre dema dîroka Erdalan dinivîsî ev dem vegotin. Aliyê zehmet û xweş yên jiyanê vegot. Piştî mirina hevserê xwe helbestên xwe zêdetir bi êş dinivîsî.

Mah Şeref-Xanim jiyaneke pir asayî jiya. Hem wekî Keybanûyekê hem jî bû penaber. Di vê demê de gel ji bo wê bû alîkar. Bi fermana eşîra Erdelan sirgunê herêma Baban kirin. Wan li çiyayên Avraman rêwitiyeke zehmet kirin. Mah Şeref-Xanim yek ji wan bû. Ji ser axa xwe hatibû dûrxistin û Mestûre jî di nava penaberan de dijiya. Ji ber vê yekê di nava gel de ew wekî jinek mînak dihat dîtin. Lê ew jî wekî gelek in din bû..

Mah Şeref-Xanim ji ax û dostên xwe dûr di sala 1847’an de li Qontara girên Seywana spartin axê. Li wir helbestkarên sedsala 19’emîn hatine definkirin. Jiyana vê jina rewşenbîr 150 sal şûnde ji aliyê jinek din ve hate nivîsin. Nivîskar Yevgeniya Îlîçna Vasîlîyevna ku kurdologek girîng ya St Petersburgê ye jiyan û bermehên Mah Şeref Xanim kir pirtûk.-ANF/Moskow

Rahmî Yagmur / Kurdistan Lezgîyeva

Navenda Lêkolînên Stratejîk a Kurdistanê

www.navendalekolin.com www.lekolin.org -www.lekolin.net – www.lekolin.info

Etiketler: araştırmakurdiKurdishkurdistanLekolinTurkishTürkiye
Önceki yazı

Tu Jî Bibe Nûçegihanê Dildar(Dilak)

Sonraki Haber

Halkın Gündem’i yaşıyor Hayat’ın Sesi daha gür çıkıyor-çıkacak!

Benzer Haberler

Tanrıça Kültürüne Yüreğini ve Zihnini Dayayan Kürt Asıllı Hitit Kraliçesi Puduhepa
Kadın

Tanrıça Kültürüne Yüreğini ve Zihnini Dayayan Kürt Asıllı Hitit Kraliçesi Puduhepa

13 Nisan 2021
Tarih Şimdidir-Kürdistan Tarihine Özlü Bir Bakış-15
Kürdistan Tarihi ve Dili

Tarih Şimdidir-Kürdistan Tarihine Özlü Bir Bakış-15

15 Mart 2020
Tarih Şimdidir-Kürdistan Tarihine Özlü Bir Bakış-14
Kürdistan Tarihi ve Dili

Tarih Şimdidir-Kürdistan Tarihine Özlü Bir Bakış-14

15 Mart 2020
Sonraki Haber
Halkın Gündem’i yaşıyor Hayat’ın Sesi daha gür çıkıyor-çıkacak!

Halkın Gündem’i yaşıyor Hayat’ın Sesi daha gür çıkıyor-çıkacak!

Öne Çıkan Yazılar

  • İktidarsız Ve Parasız Sosyalistçe Yaşamak-1

    İktidarsız Ve Parasız Sosyalistçe Yaşamak-1

    514 Paylaşım
    Paylaş 206 Paylaş 129
  • MİT 66. Ve 86. Tümen İçerisinde Özel Güç Oluşturuyor- ÖZEL HABER

    554 Paylaşım
    Paylaş 222 Paylaş 139
  • PKK 12 Kongresi’nde Alınan Tarihi Kararlar

    512 Paylaşım
    Paylaş 205 Paylaş 128
  • Ortadoğu Karmaşasında Yaşanan Ve Beklenen Önemli Gelişmeler-EDİTÖRDEN

    525 Paylaşım
    Paylaş 210 Paylaş 131
  • İktidarsız Ve Parasız Sosyalistçe Yaşamak-2

    497 Paylaşım
    Paylaş 199 Paylaş 124

Önerilenler

İktidarsız Ve Parasız Sosyalistçe Yaşamak-2

İktidarsız Ve Parasız Sosyalistçe Yaşamak-1

PKK 12 Kongresi’nde Alınan Tarihi Kararlar

MİT 66. Ve 86. Tümen İçerisinde Özel Güç Oluşturuyor- ÖZEL HABER

Ortadoğu Karmaşasında Yaşanan Ve Beklenen Önemli Gelişmeler-EDİTÖRDEN

  • Hakkımızda
  • İletişim
  • Tüm Yazılar
KÜRDİSTAN ARAŞTIRMALAR MERKEZİ

© 2020 Kürdistan Stratejik Araştırmalar Merkezi

Tekrar hoşgeldiniz!

Hesaba giriş

Şifrenizimi unuttunuz?

Tüm alanlar zorunludur

Şifrenizi sıfırlamak için lütfen kullanıcı adınızı veya e-posta adresinizi girin.

Oturum aç