KURDÎ
Sonuç yok
Tüm Sonuçları Göster
  • Anasayfa
  • Haberler
  • Polİtİk Analİz
  • Araştırmalar
  • Makaleler
  • Tüm Bölümler
    • Dizi Yazı
    • Kadın
    • Özgürlük Perspektifleri
    • Editörden
    • MİT Gerçekleri
    • Röportajlar
    • Dış Basından
    • Serbest Yazılar
KURDÎ
Sonuç yok
Tüm Sonuçları Göster

Pirtûka Li Ser Bûyera Kuştina Gundiyên Kurd “33 Gule” Vê Carê Bi Kurdî Derket.

15 March 2020
Kategori: Kürdistan Tarihi ve Dili
263 3
1.5k
GÖRÜNTÜLEME
Facebook İle PaylaşınTwitter İle Paylaşın

03 Mayıs 2011 Salı Saat 09:17

BÛYER: Bi gulelêreşandinê kuştina 33 gundiyên kurd ên xizan.CIH: Bajarê Wanê, Navçeya Qelqeliyê, gundê Qoçqirana Jorîn, Geliyê Sefo

BÛYER: Bi gulelêreşandinê kuştina 33 gundiyên kurd ên xizan.CIH: Bajarê Wanê, Navçeya Qelqeliyê, gundê Qoçqirana Jorîn, Geliyê Sefo (Sînorê Tirkiye û Îranê, herêma kevirê sînor ê bi nimreya 356’an)…

DÎROK: 28 Tîrmeh 1943…

‘SÛC’Ê KU TÊ ÎDÎAKIRIN: Sîxurî/casûsî…

HINCETA BINÇAVKIRINÊ: Dizî…

BIRYARA DADGEHÊ: 33 kes bêguneh / mehsûm in…

KESÊ KU FERMANA KUŞTINÊ DA: Fermandarê Artêşa 3’yem Orgeneral Mustafa Muglali…

RASTIYA BÛYERÊ: Ji Muglali Paşa: “Ne mimkûn e ku bûyerên derbarê kurdan de, li gor pîvanên normal û feraseta dewletê werin birêvebirin…”

Ev xalên jorîn kunyeya bûyereke dîrokî ye di nav dîroka kurdan de. Wisa dîrokekî ye ku hê jî sûcdar nehatine cezakirin, birîna kurdan nehatiye kewandin.

Wisa bûyerekî ye ku li bajarê Wanê, li Qelqeliyê, 33 kesên ji eşîra Milan ên ji gundên Xirabsork, Êngiza Milan, Rûnexar û Heretêlê, li herêma Geliyê Sefo destê wan li pişt ve girêdayî, li ser çongan, têne gulebarankirin û qetilkirin ku hê jî dilê kurdan diêşîne.

Heta niha di serî de Musa Anter gelek kesî li ser vê bûyerê gotar nivîsîn. Helbestvan Ahmet Arîf bi navê “33 Gule” helbestek nivîsî û kir mijara wêjeyê. Dûre ev bû stran, ji devan derbasî guhan bû, derbasî dilan bû. Yek ji xebatên ku li ser vê yekê hatiye kirin jî derxistina pirtûkê ye.
Rojnameger Gunay Aslan di sala 1989’an de li ser vê bûyerê bi şahidan re hevpeyvînek kir û di rojnameya Cumhuriyetê de weşand. Aslan, bi vê hevpeyvînê heman salê di Pêşbaziya Xelata Yunus Nadi de “Xelata Hevpeyvînê” girt û heman salê Weşanên Pencere ev hevpeyvîn jî têde, digel hin gotarên Aslan bi tirkî pirtûkek bi navê “33 Kurşun, Yas Tutan Tarih” weşand.

Dadgehên wê demê, Dadgeha Ewlekariya Dewletê (DGM) pirtûkê berhev dike û cezaya hepsê li Aslan dibe. Zagon diguhere, ceza betal dibe, lê bi zagona nû re dîsa doz tê vekirin û dîsa ceza li Aslan tê birîn û wî davêjin girtîgehê. Aslan, li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) dozê vedike û DMME Tirkiyeyê mehkûm dike.

Pirtûka ku heta niha bi tirkî hatibû weşandin yekem car ji bo kurdî bi navê “33 Gule, Dîroka di şînê de” hat amadekirin. Pirtûka ku rojnameger Dawud Rêbiwar wergerandiye kurdî û ji bo weşanê amade kiriye ji Weşanên Avestayê derket.

Ji bo çapa kurdî rojnameger Gunay Aslan wisa dibêje: “Wezareta Parastina Neteweyî, di 6’ê gulana 2004’an de navê Orgeneral Muglali ku fermana kuştina 33 gundiyên kurd dabû, li erdê nehişt! Wezaretê, navê Mustafa Muglali li Tabûra Sînor a Cendirmeyan ku li navçeya Qelqeliyê ye kir. 33 gundiyên kurd li hêla heman tabûrê hatibûn kuştin.

A rast tiştê li dewletê dihat jî ev bû! Ew tam layiq û hêjayî vî navî bû!

Di demeke ku dewlet hewl dide rihê Muglali li ser wan sînorên ku wî qetlîam lê çêkiye bide jiyîn, divê bûyera 33 Guleyan ji nû ve were bibîranîn. Divê ev bûyer neyê ji bîrkirin, divê em nedin jibîrkirin.

Ev berpirsiyarî, wekî wezîfeyeke însanî li ber min disekinî. Min nekarî ji vê birevim careke din min guh da dengê dilê xwe, careke din min bi ya dilê xwe kir û min kitêb ji nû ve, ji bo çapa nû ku wê li kurdî were wergerandin amade kir.”

Pirtûk çîroka rastîn a bûyerê tîne ziman. Di pirtûka hatiye amadekirin de pêşgotina rewşenbîr Musa Anter, nûçeya Aslan li ser bûyerê nivîsiye û helbesta Ahmet Arif bi navê “33 Gule” nivîsî bû cih digire. Di pirtûka ku bi kurdî hatiye amadekirin de ji pirtûka ku bi tirkî hatibû weşandin cihêtir tenê bûyerê tîne ziman, gotarên Aslan yên din jê hatine derxistin û di heman demê de di salên dawî de bûyerên li ser vê çîrokê derketine holê jî têde hatine bi cih kirin.

“33 Gule, Dîroka di şînê de” ji bo kuştina 33 gundiyên reben neyê ji bîr kirin, rastî neyê veşartin çavkaniyeke sereke û bingehîn e.

Û kunyeya amadekaran:

Gunay Aslan kî ye?

Gunay Aslan di sala 1960’î de li Wanê hatiye dinê. Wî di Cumhuriyet, Hurriyet, Ulusal Basin Ajansi, 2000’e Dogru Dergisi, Sokak Dergisi, Halk Gerçegi, Yeni Halk Gerçegi, Yeni Ulke de kar kiriye.

Wî, di MED TV de wekî midûrê nûçeyan, moderator û bernameçêker xebat kiriye.

Ew hê li Almanyayê wekî penaberekî polîtîk dijî û di Yenî Ozgur Polîtîkayê de qunciknivîskarî dike di heman demê de nîqaşger beşdarî bernameya bi navê Medya Krîtîk a Roj TV dibe. Heta niha 12 pirtûkên wî bi tirkî hatine weşandin û ji van 2 heb li almanî hatine wergerandin. Yekemîn car pirtûkek Aslan li kurdî tê wergerandin.

Dawud Rêbiwar kî ye?

Dawud Rêbiwar, li gundê Melehesena Jêrê yê Qelqeliya Wanê hatiye dinê. Wî di Azadiya Welat de dest bi karê rojnamegerî kiriye, di Diyarnameyê de karê xwe yê rojnamegeriyê didomîne. Rêbiwar, heta niha ji bo 100 saliya rojbûna Cegerxwîn pirtûkek amade kiriye û weşandiye. Ji bilî vê bi navê “Duzimanî” pirtûkek (tevî Cemil Oguz) amade kiriye û weşandiye (Weşanên Hîvda). Rêbiwar, digel wergera “33 Gule, Dîroka di şînê de”, ji bo saziyên sivîl hin lêkolînên wan wergerandine.

33 Gule, Dîroka di şînê de / Gunay Aslan / Wergera ji tirkî: Dawud Rêbiwar / Weşanên Avesta / 78 rûpel-Diyarname

Navenda Lêkolînên Stratejîk a Kurdistanê

www.navendalekolin.com www.lekolin.org -www.lekolin.net – www.lekolin.info

Paylaş207Paylaş129
Önceki yazı

ANF’ê Dest Bi Weşana Kurmaciya Jêrîn û Farsî Kir

Sonraki Haber

DEMOKRATİK SURİYE FEDERASYONU HALKLAR İÇİN UMUT

Son HABERLER

Kadın

Tanrıça Kültürüne Yüreğini ve Zihnini Dayayan Kürt Asıllı Hitit Kraliçesi Puduhepa

Yayınlayan Lekolin
13 April 2021
0
1.9k

Din ve inançlarda ahlaki politik...

Daha fazla okuDetails

Tarih Şimdidir-Kürdistan Tarihine Özlü Bir Bakış-15

15 March 2020
1.9k

Tarih Şimdidir-Kürdistan Tarihine Özlü Bir Bakış-14

15 March 2020
1.8k

Tarih Şimdidir-Kürdistan Tarihine Özlü Bir Bakış-13

15 March 2020
1.8k

Öne Çıkan Yazılar

  • ShamCash Uygulaması — Telefonunuzda Gerçekte Ne Yapıyor?- ÖZEL HABER

    558 Paylaşım
    Paylaş 223 Paylaş 140
  • Devşirme Kişiliği ve Kimlik Yabancılaşması

    539 Paylaşım
    Paylaş 216 Paylaş 135
  • Sanatçı Mem Ararat Ne Yapmak İstiyor?

    730 Paylaşım
    Paylaş 292 Paylaş 183
  • BAE’nin Suriye Hamlesi Ve Türkiye’nin Rahatsızlığı- ÖZEL DOSYA

    541 Paylaşım
    Paylaş 216 Paylaş 135
  • MİT ve Parastin’ın Kirli Planını Deşifre Ediyoruz!- ÖZEL HABER

    919 Paylaşım
    Paylaş 368 Paylaş 230

ShamCash Uygulaması — Telefonunuzda Gerçekte Ne Yapıyor?- ÖZEL HABER

Rojhilat İttifakı: Uluslararası Toplum, İran’ın İdam Suçlarına Karşı Tutum Almalıdır

HPG: Önderliğimizin Özgürlüğünü Sağlama Hedefinden Sapmayacağız

Devşirme Kişiliği ve Kimlik Yabancılaşması

BAE’nin Suriye Hamlesi Ve Türkiye’nin Rahatsızlığı- ÖZEL DOSYA

Rusya-Türkiye-Çin İş birliği: İran’a Drone ve Hizbullah’a Silah Desteği- HABER ANALİZ

Kürdistan Stratejik Araştırmalar Merkezi | Lekolin

© 2025 Kürdistan Stratejik Araştırmalar Merkezi

KÜRDİSTAN ARAŞTIRMALAR MERKEZİ

  • Hakkımızda
  • İletişim
  • Yorum İlkesi

Takip Et

Tekrar hoşgeldiniz!

Hesaba giriş

Şifrenizimi unuttunuz?

Tüm alanlar zorunludur

Şifrenizi sıfırlamak için lütfen kullanıcı adınızı veya e-posta adresinizi girin.

Oturum aç