• kurdî
  • العربية
  • Anasayfa
  • Haber
  • Makale
  • Araştırma
  • Politik Analiz
  • MİT Gerçekleri
  • Tüm Bölümler
    • Anketler
    • Duyurular
    • Röportaj
    • Editörden
    • Ekoloji
    • Ekonomi
    • Kadın
    • Gençlik
    • Dış Basından
    • Kürdistan Tarihi ve Dili
    • Kim Kimdir?
    • Basın Bültenleri
    • Basından Seçmeler
    • Kronoloji
    • Belge
    • Dizi Yazı
    • Okuyucudan
    • Özgürlük Perspektifleri
    • Serbest Yazılar
    • Teknoloji
    • MİT Gerçekleri
Sonuç yok
Tüm Sonuçları Göster
  • Anasayfa
  • Haber
  • Makale
  • Araştırma
  • Politik Analiz
  • MİT Gerçekleri
  • Tüm Bölümler
    • Anketler
    • Duyurular
    • Röportaj
    • Editörden
    • Ekoloji
    • Ekonomi
    • Kadın
    • Gençlik
    • Dış Basından
    • Kürdistan Tarihi ve Dili
    • Kim Kimdir?
    • Basın Bültenleri
    • Basından Seçmeler
    • Kronoloji
    • Belge
    • Dizi Yazı
    • Okuyucudan
    • Özgürlük Perspektifleri
    • Serbest Yazılar
    • Teknoloji
    • MİT Gerçekleri
Sonuç yok
Tüm Sonuçları Göster
Sonuç yok
Tüm Sonuçları Göster
Anasayfa Bölümler Makaleler

Ev Der Warên Jiyan û Hebûna Me Ne

Yayınlayan Lekolin
15 Mart 2020
Kategori: Makaleler
257 2
A A
Ev Der Warên Jiyan û Hebûna Me Ne
Facebook İle PaylaşınTwitter İle Paylaşın

14 Mayıs 2018 Pazartesi Saat 11:33

Dema em wek mirov derketin ser dîka dîrokê, me bi xwe li ser vê dîkê rolê xwe diyar kir.

Dema em wek mirov derketin ser dîka
dîrokê, me bi xwe li ser vê dîkê rolê xwe diyar kir. Ji ber ku lîstika dê me lîstiba,
wê bi temama dîroka me vegotiba.  Lîstoka
ku me dilîst jî ji  hemû derew, nakokî,
fêlbazî, desthilatdarî û bindestiyê dûr bû. Ya rast van têgehan di nav lîstoka
me de cihê xwe nedigirtin.  Ji ber ku
mirovahiyê li dîjî van jiyan dikir.  Dûrî
van jiyan dikir. Tişta ku ji xwe re pîroz didîtin  xweza bû. Di vir de ya herî zêde di nav
xwezayê de civak bi hevhsengiyek şahene dimeşand jin- dayîk bû. Lewma di vir de
jin ji xwezayê nayê qutkirin û fikirandin. 
Di  civakê de ya ku hemû aliyên
civakê komî ser hev dikir dayîka xwedavend bû. 
Civak di nav xwezayê de yek bû. civak ji xwezayê dûr nebû. Yanî xwe pê
tiştên ku jin- dayîk di xwezayê de kişf dikirin xwedî dikir.  Vê jî dihêla civak bi xwezayê re hebe.

Di vê jiyana bi xwezayê re di nava
hevsengiyê de bû, kesê ji me re rol diyar nedikir. Me bi xwe rolê xwe diyar
dikir.  Me dizanî em ê çi bikin û çawa
rolên xwe bilîzin. Lîstoka me lîstokek  xwerû
û zelal bû. ji ber vê jî dihat fêmkirin.  Di wê demê de ev lîstoka ku me dilîst çawa ji
cewherê xwe hat dûrxistin?  Çawa bû
lîstokek  aloz  û ket rewşek wisa qet neyê fêmkirin?  Kê ev lîstoka me xirap kir?  Fêlbaziya ku ji aliyê serdestan ve derketî bû
sebeb ku lîstoka me xerap bibe.  Kete
rewşek wisa êdî ne em hinek din rolên me diyar bikin.  Lîstikvanên pêşeng  ji ser dîkê hatin avêtin. Li şûna wan
lîstikvanên ku dê her tiştî parçe pareçe bikin derketin ser dîka dîrokê.  Van lîstikvanên nû derketîn ser dikeya dîrokê
xwestin bibin serwerên dîrok, cîhan, jiyan û xwezayê bi giştî. Ger her tişt
parçe parçe bibe di wê demê de dê çawa agenga xweza û civakê weke xwe bikare
biherike?  Bêbuman ev dibe dûrketinek ji
cewhera hebûnê. 

        Bi derketina lîstikvanên nû re her
tişt hat berovajikirin. Mirov ji xwezayê ewqas hat dûrxistin ku êdî nema dikare
li cewherê xwe vegere. Xweza û mirov bûn du cîhanên ji hev dûr û biyanî.  Ji ber ku xweza dergûşa mirovahiyê ye.   Mirovan xwe li ser vê xwezayê  nas kir û 
bûn mirov. Di encama hewla serweriya lîstikvanên nû de her çû xweza û
civak ji hev hatin dûrxistin, mirov ji rastiya cewherê xwe hat biyanîkirin.  Mîna xweza hov e, divê bê kedîkirin, mirov
divê bibe serdestê xwezayê têgihiştinek çewt û dijberê cewhera xwezaya mirov
hat afirandin. Sînor hatin diyarkirin di navbera civak û xwezayê de. Di
destpêkê de têgihiştina xweza hove divê vê kedîkirin paşê vegeriya têgiha civak
hove divê bê kedîkirin. Di encama vê têgihiştina mirovan wekî keriyên lawiran
dibîne de pêdivî bi cihên kedîkirinê ji hatin dîtin. Ev cih bajar bûn, an ku
hevşiyên mirovên civaka nû.  Mirov ji cih
û warên wan dûr kirin. Bê mal hiştin û neçarî bêkarî û bêkiriyê hiştin. Bi vî
awayî civak anîn rewşa koletiyê, neçarî jiyanekî bindest  hat hiştin.  Di roja me ya îro de nivê mirovan bêkar in. Ji
ber ku her tiştên wan ji destê wan hatiye girtin. Neçarî li ber deriyên
dewletan li kar bigerin hatine hiştin.

Dema ez
îro lî ser van tiştan dihizirîm, li bilindiya çiyayekê bûm. Rojê xwe ji
lutkeyan berdabû ser singa mêrgên şîn û têr giya. Li gel baya hênik û herikîna
avên zozanan bi hezaran curegiya di wan mêrgan de guliyên xwe dihejandin. Li
aliyekê kereng, rêvas, loş, pûng, tûzîk û bi dehan curegiyayên din. Li gel
giya, baya hênik, avên zelal, bêhna gul û kulîlkên renk bi reng dilê mirov
dixist kulmek aramî û bedewiya jiyanê digotîn bi zimanê xwe. Li aliyê din hizra
min çûbû ser mirovên vê xakê yên neçarî jiyana bajaran hatîn hiştin bû.

Ev tenê
cîhek bû ji xaka welatê me. Her cih û deverên warê me şûn û şûnwarên jiyan û
civakî yên kevnar û dewlemend in. Ev zozan û mêrg bi sedsalan bûne warên koçer
û zozaniyên Kurdistanî. Mirovan di nava xwezayê de bi dostanî, hevsengî û
rêzdarî jiyan kirine. Li ser vê xakê bi xwezayê re di nava hev de jiyane û hev
xwedî kirine. Ji ber dewlemendî û xweşikbûna vê xakê mirovên vî welatî bi hezar
salan karîne debara jiyana xwe li ser vê axê bikin, li hemberî hemû zilm û
serdestiyê heyîna xwe bidomînîn.  Lê îro
ev ax, war, zozan hatine bêmirovkirin. Mirovên bi sedsalan bi dewlemendiyên vê
axê jiyayîn û neçarî ti kesê nebûyîn îro li bajaran hatine kom kirin. Ji bo
debara jiyana xwe bikin li deriyên hêzên serdest dixin ku nanê xwe yê rojê
peyda bikin. Ev cih û warên jiyana rast û xwezayî jî mîna warên tirsê, mirinê
hatine terkirin. Ev zozanên dewlemend, axên bi bereket hatine çolkirin,
xwecîhên wan berê xwe dane bajaran.

Ji ber ev ax û warên kevnar, zozanên
têr gul û giya yên welatê me bûne warên ku dagirker û neyarên vê axê li ser
bombeyan dibarînîn. Xwediyên vê axê yên xwecîh û rast terkî jiyanekî nîvtêr
hatine kirin. Ditirsin bên ser erd û axên xwe. Nikarin sûd ji dewlenedî û
spehîbûna vê xakê bigirin. Gelo ev tirs çî ye, çima ditirsin?

Ditirsin. Ji ber di nûneriyê de şaşî hene.
Gelê vê xak û erdnîgariyê tê kuştin, bombe li ser gund û zozanên wan tên
barandin. Dema gelê vê axê dibêje, ‘ev bêmafiye, divê pêşî li vê bêmafî û
tevkujiyê bêgirtin, hînek nûner derdîkevin û  dibêjin, “Tirkiye mafdar e bê li wir bombe û
qazanan li ser xweza, gund û zozanên we bibarîne. Ji ber hêzekî Kurd a çekdar
li wir e. Dema gel dibêje, ‘ew jî Kurd in, ne li ser xaka kesekî din dijîn vê
carê jî nûner dibêjin ew ji parçeyekî din hatine, an wan derbixin, an tişta
bibe para we kuştin e.

Lê em li Efrînê binêrin. Ma ew li ser
axa kê bûn? Gelê Kurd li wir welatê kê dagir kiribû? Çîrokên Kerkûk, Germiyan,
Xaneqîn, an jî kolberên li ser sînorê Rojhilatê Kurdistanê dê bi kîjan egeran
ve bên girêdan? Dê kuştinên li van cihan bi çi bên pînekirin? Bi ya min şaşiyek
heye. An yekbûna Kurdistanê têgihek ne rast e, an jî ger em bi yekbûna Kurdistanê
bawerin divê kuştina Kurdan bi ti awayî û ji aliyê ti pêşeng û nûnerên Kurd ve
rewa neyê nîşandan. Kurdek li kîjan parçeyî, an jî li kîjan devera Kurdistanê
bê kuştin divê em li dijî kujeran derkevin. Ne bêjin kujer ji ber filan egerê
mafdarin û kuştîna gelê xwe rewa nedin nîşan.

Kajîn Botan

Kürdistan Stratejik Araştırmalar Merkezi

www.lekolin.com – www.lekolin.org – www.lekolin.net –
www.lekolin.info -www.navendalekolin.com -http://kursam.org/index.html-
http://kursam.net/index.html

0

21

TR

:” ”

:””

” “,” ”

Kajîn Botan

Etiketler: araştırmadirokjinjiyankurdiKurdishkurdistanLekolinrastiTurkishTürkiyexweza
Önceki yazı

SINIRLARINI AŞAN AKP!

Sonraki Haber

Güney Kürdistan Siyasetinin Pusuları

Benzer Haberler

Önder Apo’nun Yeni Yaşam Çizgisi Üzerine
Makaleler

Önder Apo’nun Yeni Yaşam Çizgisi Üzerine

10 Mayıs 2025
Kürt Sorunu Çözülmeyene Kadar Sol Gelişmez
Makaleler

Kürt Sorunu Çözülmeyene Kadar Sol Gelişmez

25 Nisan 2025
Önder Apo’nun Çağrısı Ve Tişrin Direnişi
Makaleler

Önder Apo’nun Çağrısı Ve Tişrin Direnişi

16 Nisan 2025
Sonraki Haber
Güney Kürdistan Siyasetinin Pusuları

Güney Kürdistan Siyasetinin Pusuları

Öne Çıkan Yazılar

  • Önder Apo’nun Yeni Yaşam Çizgisi Üzerine

    Önder Apo’nun Yeni Yaşam Çizgisi Üzerine

    520 Paylaşım
    Paylaş 208 Paylaş 130
  • PKK 12. Kongresi Başarıyla Gerçekleştirildi!

    535 Paylaşım
    Paylaş 214 Paylaş 134
  • MİT’in Suriye Çölüne Geçirdiği DAIŞ’lilerin İsimleri- ÖZEL HABER

    524 Paylaşım
    Paylaş 210 Paylaş 131
  • Önder APO: Çözüm İçin Kürt-Türk İlişkileri Tarihsel Olarak Anlaşılmalı

    533 Paylaşım
    Paylaş 213 Paylaş 133
  • Tüm Egemen Güçlerin Politikalarını Şekillendiren Enerji Rekabet Alanı: Doğu Akdeniz!

    531 Paylaşım
    Paylaş 212 Paylaş 133

Önerilenler

Önder Apo’nun Yeni Yaşam Çizgisi Üzerine

PKK 12. Kongresi Başarıyla Gerçekleştirildi!

MİT’in Suriye Çölüne Geçirdiği DAIŞ’lilerin İsimleri- ÖZEL HABER

Önder APO: Çözüm İçin Kürt-Türk İlişkileri Tarihsel Olarak Anlaşılmalı

Tüm Egemen Güçlerin Politikalarını Şekillendiren Enerji Rekabet Alanı: Doğu Akdeniz!

  • Hakkımızda
  • İletişim
  • Tüm Yazılar
KÜRDİSTAN ARAŞTIRMALAR MERKEZİ

© 2020 Kürdistan Stratejik Araştırmalar Merkezi

Tekrar hoşgeldiniz!

Hesaba giriş

Şifrenizimi unuttunuz?

Tüm alanlar zorunludur

Şifrenizi sıfırlamak için lütfen kullanıcı adınızı veya e-posta adresinizi girin.

Oturum aç