KURDÎ
Sonuç yok
Tüm Sonuçları Göster
  • Anasayfa
  • Haberler
  • Polİtİk Analİz
  • Araştırmalar
  • Makaleler
  • Tüm Bölümler
    • Dizi Yazı
    • Kadın
    • Özgürlük Perspektifleri
    • Editörden
    • MİT Gerçekleri
    • Röportajlar
    • Dış Basından
    • Serbest Yazılar
KURDÎ
Sonuç yok
Tüm Sonuçları Göster

Dijberên Gelê Kurd ên Sondxwarî Namzet in

15 March 2020
Kategori: Basından Seçmeler
261 3
1.5k
GÖRÜNTÜLEME
Facebook İle PaylaşınTwitter İle Paylaşın

14 Nisan 2011 Perşembe Saat 09:47

Lîsteya AKP’ê ya ji bo hilbijartinên 12’ê Hezîranê polîtîkayên wê yên pêşerojê nîşan dide.

Lîsteya AKP’ê ya ji bo hilbijartinên 12’ê Hezîranê polîtîkayên wê yên
pêşerojê nîşan dide. Ji vê lîsteyê AKP’ê xuya dike ku tu derdê AKP’ê yê
çareseriya pirsgirêka kurd tune ye. Hejmara midûrên polîsan û generalên
teqawît ku bûne namzet zêde ye.

Piştî lîsteya namzetên hilbijartinê yên AKP’ê radestî Desteya
Hilbijartinê hate kirin, polîtîkaya AKP’ê ya neçareseriyê careke din
derket holê. AKP’ê lîsteya xwe ji kesên alîgiriya şer û gladiyoya kesk
dikin, tijî kir.

AKP’ê di lîsteya xwe de, ji general û midûrên polîsên dijminên
sondxwariyên kurd bigire heta burokratên dijminên kurdan, cih daye gelek
endamên şerê taybet yê li dijî kurdan.

Vê lîsteya AKP’ê jî rê li ber şîroveyên wekî, ‘AKP’ê, lîsteya xwe li
gorî konsepta MGK’ê ya ji bo tasfiyekirina Tevgera Azadiya Kurd amade
kiriye’ vekir. Ev lîsteya AKP’ê jî careke din nîşan dide ku, niyeta wê
ya çareseriya pirsgirêka kurd nîn e, berovajî hewl dide siyaseta
tasfiyekirinê xurtir bike. Hin namzetên AKP’ê yên bi kirinên xwe yên
neyînê yên li dijî kurdan tên nasîn jî di vê lîsteyê de hene.

GENERALÊ AKP’Î UNAL

Tumgeneral Şîrin Unal ji Stenbolê herêma 2’yemîn hatiye nîşandan.
Unal fermandariya balafirên baregeha sereke,   alîkariya fermandarê
hêza   hewayî ya taktîkî ya Eskîşehîrê û serokatiya tevegera hêzên
hewayî kiriye. Unal, di dema wezîfeya xwe de fermana êrîşên bi  
balafiran ên bombekirina   Herêmên Parastina Medyayê û bakurê Kurdistanê
dane.

LIGEL GUMANAN GULER

Namzetê ji Mêrdînê Muammer Guler, dema ku waliyê Stenbolê bû, navê wî
tevli îhmalkariya kuştina Hrant Dînk bû. Paşê AKP’ê ew kir Serokê
Şêwirmendiya Ewlekariya Gelemperiyê. 2 sal li ser vê wezîfeyê ma û mohra
xwe li gelek operasyonên leşkerî û qirkirina siyasî xist.

ZILAMÊ KÛR AKSU

Abdulkadîr Aksu, yek ji endamê dewleta kûr ê di AKP de ye û AKP ew ji
Stenbolê herêma 3’yemîn kir namzet. Aksu di dema komkujiya Mereşê de li
vî bajarî midûrê emniyetê bû. Di salên 1991 û 92’yan de wezîrê karên
hundir bû. Wekî rêvberê şerê taybet hate nasîn. Di dema wezîrtiya wî de
li Kurdistanê bi hezaran bûyerên kuştinên bê pirs û îfade û windakirina
hezaran kesî rû dan.

DIJBERÊ ÇARESERIYÊ

Cemîl Çîçek jî ji Enqereyê herêma 2’yemîn bûye namzetê AKP’ê. Çîçek
di her demê de mirovê dewleta kûr bû, ji dema Ozal heta Erdogan wekî
mirovê dewletê nav û dengî wî belav bû. Her tim bi tundî li dijî
çareseriya pirsgirêka kurd sekinî.

MIDÛRÊ POLÎSAN

Necatî Çetînkaya jî ji Edenê bû namzetê AKP’ê. Bi rêzê li Hatay û
Gîresun midûriyeta emniyetê kir. Demek bû alîkarê midûrê giştî yê
emniyetê. Di sala 1991-92’yan de li Kurdistanê bû waliyê herêma rewşa
awarte û di dema wî de li hember serhildanên gel komkujiyên mezin pêk
hatin.

DIYAKERÊ AKP’Ê AKDOGAN

Yalçin Akdogan jî ji Enqereyê bûye namzetê AKP’ê. Ji sala 2002’yan û
vir ve şêwirmendiya Erdogan dikir. Di siyaseta li hember kurdan de
bandoreke wî ya zêde çêbû û her wiha mîmartiya qirkirinên siyasî yên ji
sala 2009’an ve li hemberî siyasetvanên kurd kir û ew bi rê ve birin.

POLÎSÊ TUNDIYÊ KOKSAL

Oguz Kagan Koksal ji Kirikkaleyê bûye namzetê AKP’ê. Di dema AKP’ê de
wezîfeya midûriyeta giştî ya emniyetê kir. Di dema midûriyeta wî de
tundiya polîsan a li dijî kurdan û derdorên demokratîk gihîşte asta herî
dijwar. Zarok hatin qetilkirin û yek ji rêveberên operasyonên qirkirina
siyasî bû. –Azadiya Welat

Navenda Lêkolînên Stratejîk a Kurdistanê

www.navendalekolin.com www.lekolin.org -www.lekolin.net – www.lekolin.info

Paylaş205Paylaş128
Önceki yazı

Recep Güven Kimdir?

Sonraki Haber

11 – 20 Ocak 10 Kronolojisi

Son HABERLER

Basından Seçmeler

Cizre belediyesi AKP’liler tarafından talan ediliyor

Yayınlayan Lêkolîn
5 May 2020
0
1.5k

Cizre Belediyesi’ne kayyum atandıktan sonra...

Daha fazla okuDetails

NCT: PKK İsveç’in güvenliği için tehdit oluşturmuyor

5 May 2020
1.6k

Başkanlık Rejimi ve Ekonomi

5 May 2020
1.5k

Astana öncesi Bab ateşi

5 May 2020
1.5k

Öne Çıkan Yazılar

  • MİT ve Parastin’ın Yeni Ajan Ağını Deşifre Ediyoruz!- ÖZEL HABER

    848 Paylaşım
    Paylaş 339 Paylaş 212
  • ‘Önderliğinden Savaşçısına Kadar Demokratik Siyasete Katılımı Sağlayacak Bir Yasa Çıkarılmalı’

    510 Paylaşım
    Paylaş 204 Paylaş 128
  • MİT’in İran İle İş birliği Ve Aşiretler Üzerindeki Planları- HABER ANALİZ

    573 Paylaşım
    Paylaş 229 Paylaş 143
  • Bir Devrimin Sessiz Gücü

    505 Paylaşım
    Paylaş 202 Paylaş 126
  • Emperyalist Komploya İlişkin Bazı Notlar

    12903 Paylaşım
    Paylaş 5161 Paylaş 3226

Önder Apo: Hukuki Ve Yasal Sürecin Başlaması İçin Herkes Elinden Geleni Yapmalıdır

Suriye Sahilinde MİT Faaliyetleri: Radar, İletişim ve Askeri Altyapı – ÖZEL DOSYA

Bir Devrimin Sessiz Gücü

‘Önderliğinden Savaşçısına Kadar Demokratik Siyasete Katılımı Sağlayacak Bir Yasa Çıkarılmalı’

KCK: Rojava Halkımız Kazanımlarını Rêber Apo Çizgisinde Koruyup Geliştirmesini Bilecektir!

19 Temmuz Devrimi: Bir Halkın Hafızası, Kazanımları ve Geleceğe Dair Dersler

Kürdistan Stratejik Araştırmalar Merkezi | Lekolin

© 2025 Kürdistan Stratejik Araştırmalar Merkezi

KÜRDİSTAN ARAŞTIRMALAR MERKEZİ

  • Hakkımızda
  • İletişim
  • Yorum İlkesi

Takip Et

Tekrar hoşgeldiniz!

Hesaba giriş

Şifrenizimi unuttunuz?

Tüm alanlar zorunludur

Şifrenizi sıfırlamak için lütfen kullanıcı adınızı veya e-posta adresinizi girin.

Oturum aç