05 Ocak 2011 Çarşamba Saat 16:54
Li gorî lêkolîna nivîskar Rênas Jiyan kurdan beriya tirk, ereb û farisan çîrok bi awayekî sîstematîk nivîsandine. Melayê Bazîdî destpêka çîroknûsiya Rojhilata Navîn e. Li gorî çavkaniyên heyî yekem pirtûka çîrokan a sîstematîk “Decameron a Boccaio’yê îtalî ye. Boccaio di navbera salên 1313 û 1375’an de jiyaye.
Di “Decameron a wî de 10 kesên ku ji ber nexweşiya “weba yê reviyane di malekê de vedihewin û di maweya 10 rojan de ji bo ku wensa xwe pê bînin ji hev re bi dor 100 çîrokî vedibêjin. Mijara û navenda van çîrokan “mirov e di van çîrokan de hestên sereke pirsgirêkên mirovî, hêrs, bengînî û xerabî ye. Di cîhanê de yekem nivîskarê ku bi “awayê modern çîrok nivîsine Edgar Allan Poe’yê amerîkî ye ji ber teknîk, şêwaz, tevnsazî, mijar û vegotina xwe E.A. Poe (1809-1849) avakarê çîroka nûjen e. Poe’yê ku zarokekî sêwî û xwediyê evîneke nîvcomayî ye di çîrokên xwe de cih daye, nepenî, çavdêrî, alegorî û zanyariyê. Ligel nasnameya xwe ya çîroknivîsiyê helbestkarekî mezin e jî, gava ku li Baltimor’ê dimire peyva ku hemû jiyana wî rave dike “hejarî ye.
Piştî Poe’yî, yê ku serboriya çîrokê didomîne û bi rastî jî çîroknivîsiyeke bilind derdixe holê Guy de Maupassant’ê (1850-1893) fransî ye. Maupassant’ê ku merivê Flaubert’î û mêvanê civînên wêjeyî yê mala Emile Zola’yî ye qet bêguman di lewnê çîrokê de hosteyekî mezin e. Şêwaza wî zelal, zexm û bêxeml e, wî ji 260’î zêdetir çîrok nivîsîne. Bi reşbînî û naturalîstî êşên jiyanê, bexîltî û hîlekariyên mirovî vedikole. Têgehên ku herî pir jê hez dike başî û dilpakî ye, di vegotinê de balkêşî û efsûnî jê re pir girîng e. Kesayeteke obsesîf û şîzofren e, gava ku dimire ew jî wekî Poe’yî hêj ciwan e.
Melayê Bazîdî jî (1797-1867) wekî Poe û Maupassant’î çîroknivîs û însanekî sedsala 19’em e. Sedsala 19’em sedsala çîrokê ye, di vê sedsalê de çîrok şîn û geş dibe û nasname û karakterekê ji xwe re peyda dike. Di dawiya heman sedsalê de Rojhilata Navîn jî di bin bandora Rojavayê/Ewropayê de lewnê çîrokê nas dike lê ji Melayê Bazîdî û ji Kurdan derengtir ji ber ku di nav ereban de çîroknivîsê yekem Muhammed Teymûr’ê Misrî (1894-1973) û çîroka wî ya bi navê “Fi’l-Kitar e, çapa vê çîrokê 1915 e, lê çapa “Çil Çîrokên Mela Mehmûdê Bazîdî 1860 e. Di nav tirkan de destpêka çîrokê Ahmet Mîthat Efendî û pirtûka wî ya bi navê “Letaîfe-î Rîvayet e, dîroka çapa vê pirtûkê 1870 ye. Piştî wî Samî Paşazade Sezaî bi awayekî “rojavayî pirtûka xwe ya bi navê “Kuçuk Şeyler çap dike ku çapa vê pirtûkê jî 1892 ye, ev herdu çîroknivîsên tirk jî piştî Melayê Bazîdî ne. Gava ku mirov li çîroka farisî ya nûjen dinihêre mirov dibîne ku “pexşan a farisî di bin bandora Osmaniyan de di ser Stenbolê re xwe ava kiriye, ji ber vê yekê, ji ber ku çîroka Tirkî piştî Bazîdî ye di her hal û karî de çîroka farisî jî piştî çîroka Kurdî û Bazîdî ye.
Di farisî de yekem pirtûka çîrokê “Yekî Bûd Yekî Nebûd e û çîroknivîsê wê Seyyîd Muhammed Alî Cemalzade ye, jidayikbûna vî nivîskarî 1891 e, piştî wî Sâdiq Hîdayet, Bozorg-î Alewî û Sâdiq-î Çûçek tên. Di navbera mirina Melayê Bazîdî û jidayikbûna Cemalzade’yê Faris de 24 sal ferq heye. Bi vî awayî Melayê Bazîdî ne bi tenê destpêka çîroka Kurdî her weha destpêka çîroka Rojhilata Navîn e jî. Melayê Bazîdî, di çîrokê de ji bo hemû herêmê û Kurdan “qonax û “qeder ek e.-ANF
Navenda Lêkolînên Stratejîk a Kurdistanê
www.navendalekolin.com www.lekolin.org -www.lekolin.net – www.lekolin.info