• Türkçe
Sonuç yok
Tüm Sonuçları Göster
  • RUPELA GIŞTÎ
  • NÛÇE
  • ANALÎZÊN SIYASÎ
  • LÊKOLÎN
  • GOTAR
  • Hemû beş
    • Ji Edîtor
    • Jin
    • Perspektîfên Azadiyê
    • Rêze Nivîs
    • Rastiyên MIT
    • Hevpeyvîn
    • Ji Çapemeniya Derve
    • Nivîsên Azad
  • RUPELA GIŞTÎ
  • NÛÇE
  • ANALÎZÊN SIYASÎ
  • LÊKOLÎN
  • GOTAR
  • Hemû beş
    • Ji Edîtor
    • Jin
    • Perspektîfên Azadiyê
    • Rêze Nivîs
    • Rastiyên MIT
    • Hevpeyvîn
    • Ji Çapemeniya Derve
    • Nivîsên Azad
Sonuç yok
Tüm Sonuçları Göster
Turkçe
Anasayfa Beşên Nûçe

HPG: Em ê Dest Ji Armanca Xwe Ya Azadiya Rêberê Xwe Bernedin

HPG'ê salvegera 22'emîn a pêngava 1'ê Hezîranê pîroz kir û diyar kir ku wê rihê fedaî yê Apoyî di asta herî bilind de temsîl bikin û bi kûrbûneke mezintir di xeta milîtaniya Apoyî de qet û qet ji armanca misogerkirina azadiya Rêbretî û gel venegerin.

Yayınlayan Lekolin
1 June 2026
Kategori: Nûçe
246 11
A A
HPG: Em ê Dest Ji Armanca Xwe Ya Azadiya Rêberê Xwe Bernedin
Facebook İle PaylaşınTwitter İle Paylaşın
FacebookX

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya Hêzên Parastina Gel (HPG) bi wesîleya salvegera 22’emîn a Pêngava 1’ê Hezîrana 2004’an daxuyaniyek da.

Daxuyaniya HPG’ê bi vî rengî ye:

“Em salvegera 22’emîn a Pêngava Dîrokî ya 1’ê Hezîranê, ku di lêgerîna gelê Kurdistanê ya azadî, demokrasî û jiyana bi rûmet de xaleke zivirînê ya girîng e; berî her kesî li Rêber Apo, malbatên şehîdan, gelê me yê welatparêz, dostên gelê me û hemû hevalên xwe pîroz dikin. Di şexsê hevalên Fuat – Alî Haydar Kaytan, Sara – Sakîne Cansiz, Adil Bilikî, Nûda Karker, Delal Amed û Nûredîn Sofî de, ku bi girêdayîbûna xwe ya bi xeta Apoyî, dilpakî, wêrekî û fedayîtiyê bûne sembol û di Pêngava Dîrokî ya 1’ê Hezîranê de wekî neferên pêşeng û fermandarên nemir ên artêşa me ya gerîla cihê xwe girtine, em hemû şehîdên xwe bi rêzdarî, hezkirin, minetdariyeke mezin û dilsoziyeke kûr bi bîr tînin.

Komploya Navneteweyî ya ku di 15’ê Sibata 1999’an de di şexsê Rêber Apo de li dijî gelê me û Tevgera Azadiya Kurdistanê hate pêkanîn, wekî êrîşeke zalimane ku armanca wê bêçareserî hiştina pirsgirêka Kurd û tasfiyekirina îradeya gelê me ya paşeroja azad bû, di dîrokê de cihê xwe girt. Rêber Apo, tevî şertên Sîstema Êşkenceyê ya Îmraliyê, bi sebreke mezin, berxwedan, sekna xurt û israrê, bi Paradîgmaya Civaka Demokratîk û Ekolojîk a li ser azadiya jinê pêş xistî, li hemberî vê êrîşê perspektîfa çareseriya demokratîk û jiyana hevpar derxiste holê. Rêberiya me, li gorî paradîgmaya nû, derfeteke girîng afirand ku dikare li Tirkiyeyê rê li ber çareserkirina demokratîk û aştiyane ya pirsgirêka Kurd veke.

POLÎTÎKAYA ÎNKAR Û TASFIYEYÊ BÛ SEDEMA DESTPÊKIRINA PÊNGAVA 1’Ê HEZÎRANÊ

Hêzên me yên gerîla jî li ser bingeha vê nêzîkatiya Rêber Apo, di pêvajoya pênc salan de ku ji biryara vekişînê ya 2’yê Tebaxa 1999’an heta 1’ê Hezîrana 2004’an derbas bû, pozîsyona agirbestê parastin û ji bo çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd bingeheke xurt ava kirin. Lê belê dewleta Tirk, li şûna ku vê pêvajoya derketî holê di rêya çareseriya demokratîk de binirxîne, armanc kir ku wê wekî amûreke tasfiyekirina Tevgera Apoyî bi kar bîne. Di vê serdemê de pêşneketina gavên mayînde û dilsoz di rêya çareseriyê de, berdewamkirina polîtîkayên înkar û tasfiyeyê, bû sedema derketina serdemeke dîrokî ya nû. Pêngava 1’ê Hezîrana 2004’an, di van şertan de, li ser bingeha parastina hebûn, vîn û daxwaza jiyana azad a gelê me, derketineke girîng bû.

Pêvajoya 22 salan a ku derbas bû, careke din nîşan da ku pirsgirêka Kurd bi polîtîkayên zext, înkar û bêçareseriyê nikare ji holê were rakirin. Di heman pêvajoyê de, rastiya ramanên Rêber Apo yên li ser bingeha çareseriya demokratîk, yekîtiya gelan, azadiya jinê û civaka demokratîk, bi pêvajoya dijwar a têkoşînê hate ceribandin; mafdariya wan bi hukmê dîrokê hate îspatkirin û tevî dema ku derbas bûye, wekî heqîqeteke hejandina wê nepêkan e û ronahiyê dide rastiya îro, hebûna xwe parastiye. Îro jî rêya çareseriya mayînde ya pirsgirêka Kurd; ji bidawîbûna nêzîkatiya klasîk a dewletê ya li hemberî Rêber Apo, misogerkirina azadiya wî ya tam, lîstina rola wî wekî sermuzakerevanê gelê Kurd, rêvekirina li ber siyaseta demokratîk û gihîştina gelan li ser bingeha jiyana wekhev û azad re derbas dibe. Esasgirtina perspektîfa çareseriya demokratîk a ku Rêber Apo daye pêş û ji aliyê dewleta Tirk ve bi cidiyet pêkanîna pêdiviyên wê, ne tenê ji bo gelê Kurd, lê di heman demê de ji bo paşeroja hevpar a gelên Tirkiye û Rojhilata Navîn û vala derxistina planên li ser herêmê jî girîngiyeke dîrokî dihewîne.

EM Ê TI CARÎ RÊ NEDIN KU HEWLDANÊN RÊBERÊ ME Û NIRXÊN GELÊ ME BÊNE PÛÇKIRIN Û BÊWATEKIRIN

Wekî Gerîlayên Azadiya Kurdistanê yên ku di xeta milîtantiya fedayî ya Apoyî de kûr bûne, bi hişmendiya berpirsiyariya dîrokî ya ku me hilgirtiye, em dibêjin ku; em ê tu carî destûrê nedin ku hewldanên bêhempa yên Rêberiya me û nirxên ku gelê me bi berdêl û kedeke mezin afirandine bên pûçkirin û bêwatekirin. Wekî heta îro, ji vir pê ve jî em ê di bicihanîna erk û berpirsiyariyên ku dikevin ser milê me de bêyî ku dudiliyek herî biçûk bijîn, bi vîn û biryardariyeke mezin tevbigerin.

EM Ê QET Û QET DEST JI ARMANCA AZADIYA RÊBERTÎ Û GELÊ XWE BERNEDIN

Rihê fedayî yê Apoyî di asta herî bilind de temsîl bikin û bi kûrbûneke hîn zêdetir di xeta milîtantiya Apoyî de, em ê qet û qet ji armanca misogerkirina azadiya Rêberiya me û gelê me venegerin. Li ser rêya ku Rêberiya me nîşan daye, di bin her şertî de, bi rê û rêbazên dewlemend û bi ruhê fedayî yê Apoyî, em careke din bi awayekî xurt biryardariya xwe ya têkoşînê tekez dikin.

Li ser vê bingehê, em salvegera 22’emîn a Pêngava Dîrokî ya 1’ê Hezîranê careke din li gelê me, malbatên şehîdan, dostên me û hemû hevalên xwe pîroz dikin; di sala nû ya têkoşînê de serkeftinê dixwazin.”

Navenda Lêkolînên Stratejîk A Kurdistanê

Etiketler: Azadiya Rêber ApoDelal AmedHPGNureddîn SofîPêngava 1ê HezîranêTekoşîn
Önceki yazı

Kesayetiya Dewşirme û Biyanîbûna Ji Nasnameya Xwe

Sonraki Haber

Hevpeymaniya Rojhilat: Divê Civaka Navnetewî Li Dijî Darvekirinan Îranê Xwedî Helwest Be

Benzer Haberler

Hevkariya MÎT’ê Bi Îranê Re û Planên wê yên Derbarê Eşîran de – NÛÇE ANALÎZ
Lêkolîn

Hevkariya MÎT’ê Bi Îranê Re û Planên wê yên Derbarê Eşîran de – NÛÇE ANALÎZ

16 July 2026
KCK: Em ê hesreta berxwedêrên 14’ê Tîrmehê pêk bînin!
Nûçe

KCK: Em ê hesreta berxwedêrên 14’ê Tîrmehê pêk bînin!

13 July 2026
Tevgera Azadî: Gavên Yekalî Hatin Avêtin, Desthilatdariyê Bersiv Neda
Nûçe

Tevgera Azadî: Gavên Yekalî Hatin Avêtin, Desthilatdariyê Bersiv Neda

10 July 2026
Sonraki Haber
Hevpeymaniya Rojhilat: Divê Civaka Navnetewî Li Dijî Darvekirinan Îranê Xwedî Helwest Be

Hevpeymaniya Rojhilat: Divê Civaka Navnetewî Li Dijî Darvekirinan Îranê Xwedî Helwest Be

Nivîsên Ku Derdikevin Pêş

  • Em Toreke din a Sîxûrên MÎT û Parastinê Aşkere Dikin- NÛÇE TAYBET

    Em Toreke din a Sîxûrên MÎT û Parastinê Aşkere Dikin- NÛÇE TAYBET

    587 Paylaşım
    Paylaş 235 Paylaş 147
  • Öcalan: Kürtler Arasında Kan Dökülmesin

    671 Paylaşım
    Paylaş 268 Paylaş 168
  • KÜRDİSTAN’DA COĞRAFYA VE KÜLTÜR

    567 Paylaşım
    Paylaş 227 Paylaş 142
  • Hevkariya MÎT’ê Bi Îranê Re û Planên wê yên Derbarê Eşîran de – NÛÇE ANALÎZ

    501 Paylaşım
    Paylaş 200 Paylaş 125
  • KCK: Em ê hesreta berxwedêrên 14’ê Tîrmehê pêk bînin!

    501 Paylaşım
    Paylaş 200 Paylaş 125

Kalkan: Mifteya Aştiyê Îmraliyê Ye, Divê Rêya Siyasetê Were Vekirin

Hevkariya MÎT’ê Bi Îranê Re û Planên wê yên Derbarê Eşîran de – NÛÇE ANALÎZ

Mîrateya Hz.Birahîm, Kurd, Cihû û Li Rojhilata Navîn Lêgerîna Aştiya Demokratîk

Di Germahiya Tîrmehê De Azadî

KCK: Em ê hesreta berxwedêrên 14’ê Tîrmehê pêk bînin!

Andok: Em Qanûnek Yek alî Qebûl Nakin

  • DERBAR DE
  • PEYWENDÎ
  • HEMÛ NIVÎS
LÊKOLÎN

© NAVENDA LÊKOLÎNÊN STRATEJÎK A KURDISTANÊ 2025

Tekrar hoşgeldiniz!

Hesaba giriş

Şifrenizimi unuttunuz?

Tüm alanlar zorunludur

Şifrenizi sıfırlamak için lütfen kullanıcı adınızı veya e-posta adresinizi girin.

Oturum aç

Add New Playlist