• Türkçe
Sonuç yok
Tüm Sonuçları Göster
  • RUPELA GIŞTÎ
  • NÛÇE
  • ANALÎZÊN SIYASÎ
  • LÊKOLÎN
  • GOTAR
  • Hemû beş
    • Ji Edîtor
    • Jin
    • Perspektîfên Azadiyê
    • Rêze Nivîs
    • Rastiyên MIT
    • Hevpeyvîn
    • Ji Çapemeniya Derve
    • Nivîsên Azad
  • RUPELA GIŞTÎ
  • NÛÇE
  • ANALÎZÊN SIYASÎ
  • LÊKOLÎN
  • GOTAR
  • Hemû beş
    • Ji Edîtor
    • Jin
    • Perspektîfên Azadiyê
    • Rêze Nivîs
    • Rastiyên MIT
    • Hevpeyvîn
    • Ji Çapemeniya Derve
    • Nivîsên Azad
Sonuç yok
Tüm Sonuçları Göster
Turkçe
Anasayfa Beşên Nûçe

Peyama Sersalê ya Rêber Abdullah Ocalan: Perspektîfa Aştî û Civaka Demokratîk Ne Tenê Hilbijêrek e!

Perspektîfa aştî û civaka demokratîk ne tenê wekî hilbijartinek, lê wekî pêdiviyek dîrokî li ber me ye. Ger bi awayekî rast were fêmkirin û nirxandin, ev perspektîf dij-jehrek e ku dikare pêşî li pevçûnên nû bigire û jiyana hevbeş a gelan di wekhevî û azadiyê de gengaz bike.

Yayınlayan Lekolin
30 December 2025
Kategori: Nûçe
255 8
A A
Ji Rêber Apo Peyama 25’ê Mijdarê
Facebook İle PaylaşınTwitter İle Paylaşın
FacebookX

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di derbarê sersalê de peyamek şand. Peyama sersalê ya Abdullah Ocalan nirxandinên girîng ên di derbarê pêvajoyê, Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û pêşketinên li herêmê de dihewîne. Rêber Apo bal kişand ser Peymana 10’ê Adarê ya ku di navbera QSD û Hikûmeta Demkî ya Şamê de hatiye îmzekirin û girîngiya pêkanîna wê destnîşan kir.

Peyama Rêber Apo wiha ye:

“Em dikevin saleke nû. Em neçar in dîsa bi bîr bixin ku di seranserî sedsala bihûrî de êrişên emperyalîst û nîjadperest di nav hev de li pêş ketin û Rojhilata Navîn xistin nav şer û pevçûnên dijwar. Vî şerî rê li ber wêranî û hilweşînên civakî vekir. Mezhebperestî û neteweperestiya etnîkî ya îro li herêmê tê kirin, tevek jî kokên xwe ji vê dîroka nêz û tije êş digire. Mixabin stratejiya ‘dabeş bike, sor bike û birêve bibe’ ya pergala hegomonîk, bi şêweyên cuda tê berdewamkirin.

Perspektîfa Aştî û Civaka Demokratîk ku me tam jî ji ber vê yekê pêş xist, ne tenê vebijêrkek e. Her wiha weke mecbûriyeteke dîrokî li pêşberî me disekine. Heke ev perspektîf rast were famkirin û were nirxandin, dê bikare pêşî li şer û pevçûnan bigire. Ev perspektîf, jehrkujek e ku dê zemîna jiyaneke bi hev re, aştiyane û azad ava bike. Berpirsyartiya me ya sereke ya ji bo dema pêş; pêşîlêgirtina pevçûneke îxtîmalî ya nû û encamên jêneveger e.

Krîz û pevçûnên polîtîk ên li Rojhilata Navîn roj bi roj kûrtir dibin, encama teqez a xitimîna feraseta şaristaniya despotîk, îktîdarê esas digire û dewletperest e ku bi hezaran sala ye didome.

Pirsgirêka Kurd di navenda van krîzan de cih digire. Çareseriya pirsgirêkê jî tenê dikare bi aştiyeke civakî û lihevkirinek demokratîk pêk were. Hewceye pirsgirêk ne bi rêbazên pevçûn, şer, leşkerî û ewlekariyê lê li ser zemîneke demokratîk ku îradeya gelan esas ji xwe re digire were çareserkirin û bi vî awayî were destgirtin girîngiyek jiyanî ye.

Divê em ji bîr nekin; heta ku jin azad nebe civak jî azad nabe, ev ne mimkûn e. Heta ku pirsgirêka zîhniyeta serdest a mêrsalar neyê çareserkirin, çanda şer bi dawî nabe û aştî jî mayînde nabe. Ji ber vê yekê ez azadiya jinan, wek avakarê civaka demokartîk û rêgeza jêveneger digirim dest.

Li Sûriyeyê jî tabloyek kaotîk derketiye holê. Pir bi awayekî eşkere li benda çareseriyeke demokratîk e û vê hewcedariyê dixwaze. Feraseta rêveberiya ku bi salan xwe li ser yekperestiyê, zext û înkarkirina nasnameyan bi rê ve bir; êdî ne mimkûne bidome û ev yek daxwaza wekhevî û azadiya Kurd, Ereb, Elewî û hemû gelan bi hêz kiriye. Di navbera HSD’ê û rêveberiya Şamê de Peymana 10’ê Adarê hatibû îmzekirin. Di çarçoveya vê peymanê de daxwazên ku tên ziman, modeleke siyasî ya demokratîk e ku hemû gel anku netew bi hev re xwe bi xwe bi rê ve bibin. Ev nêzîkatî, dikare bi rêveberiya navendî re muzakere bike û zemîneke entegrasyona demokratîk di nav xwe de bihewîne. Bicihanîna Peymana 10’ê Adarê dê pêşî li pêvajoyê veke û di heman demê de li pêş bixe.

Pir girîng e ku Tirkiye di vê pêvajoyê de bi roleke kar hêsan dike, çêker û rê li ber diyalogê vedike rabe. Ev yek hem ji bo aştiya herêmî hem jî ji bo xurtkirina aştiya navxweyî pir krîtîk e.

Dîroka Rojhilata Navîn a modern, bi giranî dîroko ‘şoreşên neyînî’ ne. Şer, zordarî, înkar û hilweşîn… Li hemberî vê yekê jî pêşniyara me ‘şoreşa erênî’ ye. Anku ji nû ve avakirina civakê ya bi şêwazên demokratîk, aştiyane û exlaqî ye. Aştiya ku em bi israr diparêzin ne encamek e, divê bibe destpêkeke nû. Û têkoşîna maf, hiqûq û demokratîkbûnê ya di nava aştiyê de tê meşandin dê kîn, dijbertî û hêrsê ji holê rake û ji bo her kesê deriyê jiyaneke nû vebike.

Bi vê zanebûnê; sala nû bila nebe sala şer, hilweşîn û cihêkariyan, hêvî dikim bibe sala îradebûna avakirina lihevkirina demokratîk, aştiyê û bi hev re bikim îradebûna hevpar a avakirina paşeroja gelan.

Daxwaza min ew e ku sala nû li Tirkiye, Rojhilta Navîn û cîhanê, rê li ber aştî azadî û paşerojeke demokratîk veke. Di serî de sala gelên ku têdikoşin, ez sersala hemû dostan pîroz dikim.

Hêvî dikim ku sala nû ji bo tevahiya gelê me aştî û jiyaneke birûmet bîne, heskirin û silavên xwe radigihînim.

Dê ev dem bi azadiya jinê ve xurt bibe, di nav aştiyê de gel dê bi demokratîkbûnê ve bibin yek.

Abdullah OCALAN

Îmrali.”

30’yê Kanûna 2025’an

Navenda Lêkolînên Stratejîka Kurdistanê

 

 

Etiketler: ApoNUPeyamREBERSERSALA
Önceki yazı

Faaliyetên Leşkerî yên Tirkiyê li Sûriyê Berdewam Dike– NÛÇE TAYBET

Sonraki Haber

Kirîz û Berjewendiyên “Dijmine Diho, Dostê Îro”

Benzer Haberler

Hevkariya MÎT’ê Bi Îranê Re û Planên wê yên Derbarê Eşîran de – NÛÇE ANALÎZ
Lêkolîn

Hevkariya MÎT’ê Bi Îranê Re û Planên wê yên Derbarê Eşîran de – NÛÇE ANALÎZ

16 July 2026
KCK: Em ê hesreta berxwedêrên 14’ê Tîrmehê pêk bînin!
Nûçe

KCK: Em ê hesreta berxwedêrên 14’ê Tîrmehê pêk bînin!

13 July 2026
Tevgera Azadî: Gavên Yekalî Hatin Avêtin, Desthilatdariyê Bersiv Neda
Nûçe

Tevgera Azadî: Gavên Yekalî Hatin Avêtin, Desthilatdariyê Bersiv Neda

10 July 2026
Sonraki Haber
Kirîz û Berjewendiyên “Dijmine Diho, Dostê Îro”

Kirîz û Berjewendiyên "Dijmine Diho, Dostê Îro"

Nivîsên Ku Derdikevin Pêş

  • Em Toreke din a Sîxûrên MÎT û Parastinê Aşkere Dikin- NÛÇE TAYBET

    Em Toreke din a Sîxûrên MÎT û Parastinê Aşkere Dikin- NÛÇE TAYBET

    587 Paylaşım
    Paylaş 235 Paylaş 147
  • Öcalan: Kürtler Arasında Kan Dökülmesin

    671 Paylaşım
    Paylaş 268 Paylaş 168
  • KÜRDİSTAN’DA COĞRAFYA VE KÜLTÜR

    567 Paylaşım
    Paylaş 227 Paylaş 142
  • Hevkariya MÎT’ê Bi Îranê Re û Planên wê yên Derbarê Eşîran de – NÛÇE ANALÎZ

    501 Paylaşım
    Paylaş 200 Paylaş 125
  • KCK: Em ê hesreta berxwedêrên 14’ê Tîrmehê pêk bînin!

    501 Paylaşım
    Paylaş 200 Paylaş 125

Kalkan: Mifteya Aştiyê Îmraliyê Ye, Divê Rêya Siyasetê Were Vekirin

Hevkariya MÎT’ê Bi Îranê Re û Planên wê yên Derbarê Eşîran de – NÛÇE ANALÎZ

Mîrateya Hz.Birahîm, Kurd, Cihû û Li Rojhilata Navîn Lêgerîna Aştiya Demokratîk

Di Germahiya Tîrmehê De Azadî

KCK: Em ê hesreta berxwedêrên 14’ê Tîrmehê pêk bînin!

Andok: Em Qanûnek Yek alî Qebûl Nakin

  • DERBAR DE
  • PEYWENDÎ
  • HEMÛ NIVÎS
LÊKOLÎN

© NAVENDA LÊKOLÎNÊN STRATEJÎK A KURDISTANÊ 2025

Tekrar hoşgeldiniz!

Hesaba giriş

Şifrenizimi unuttunuz?

Tüm alanlar zorunludur

Şifrenizi sıfırlamak için lütfen kullanıcı adınızı veya e-posta adresinizi girin.

Oturum aç

Add New Playlist