• Türkçe
Sonuç yok
Tüm Sonuçları Göster
  • RUPELA GIŞTÎ
  • NÛÇE
  • ANALÎZÊN SIYASÎ
  • LÊKOLÎN
  • GOTAR
  • Hemû beş
    • Ji Edîtor
    • Jin
    • Perspektîfên Azadiyê
    • Rêze Nivîs
    • Rastiyên MIT
    • Hevpeyvîn
    • Ji Çapemeniya Derve
    • Nivîsên Azad
  • RUPELA GIŞTÎ
  • NÛÇE
  • ANALÎZÊN SIYASÎ
  • LÊKOLÎN
  • GOTAR
  • Hemû beş
    • Ji Edîtor
    • Jin
    • Perspektîfên Azadiyê
    • Rêze Nivîs
    • Rastiyên MIT
    • Hevpeyvîn
    • Ji Çapemeniya Derve
    • Nivîsên Azad
Sonuç yok
Tüm Sonuçları Göster
Turkçe
Anasayfa Beşên Lêkolîn

Karta Dawî Ya Dewleta Tirk: Çeteyên Ozbek ên DAIŞ’ê Li Qadê Hatin Bicihkirin – NÛÇE ANALÎZ

NAVENDA NÛÇEYAN - Dewleta Tirk a dagirker ku bi alîkariya çeteyên DAIŞ’ê di bin navê SMO’yê dest bi êrîşên dagirkeriyê li ser Rojava kir, piştî ku li Tişrîn û Qerekozak ketin tengasiyê, çeteyên Ozbek ên DAIŞ’ê yên bi taybet perwerdekirî li qadê bi cih kirin. Li aliyê din şaneyên razayî yên DAIŞ’ê yên li herêma Dêr Hafir a Minbicê hatin aktîfkirin.

Yayınlayan Militan Rêhat
23 January 2025
Kategori: Lêkolîn, Nûçe
253 5
A A
Karta Dawî Ya Dewleta Tirk: Çeteyên Ozbek ên DAIŞ’ê Li Qadê Hatin Bicihkirin – NÛÇE ANALÎZ
Facebook İle PaylaşınTwitter İle Paylaşın
FacebookX

Piştî ku dewleta Tirk a dagirker ku di 27’ê Mijdara 2024’an de hemwext bi êrîşên çeteyên Heyet Tehrîr El-Şam (HTŞ) yên li dijî Helebê re dest bi çalakiyan kir û dest bi êrîşên dagirkeriyê yên li ser Rojava kir, tevî F16, balafirên bêmirov, SÎHA çeteyên DAIŞ’ê yên di bin navê Artêşa Niştîmanî ya Sûriyê (SMO) nekarî ti pêşketinan bi dest bixe. Evcar wek karta dawî Çeteyên Ozbek ên DAIŞ’ê yên bi taybet perwerdekirî, xwekuj (întîxarî) derxistin pêş.

Dewleta Tirk a dagirker plan dikir ku hemû teknîka xwe ya leşkerî û şer xist meriyetê, piştî ku herêmên Tişrîn û Qerekozak xist bin kontrola xwe, bi alîkariya çeteyên ku bi salan perwerde kiribû û fînanse kiribû, dixwaze Kobanê dagir bike. Lê belê ev plana dagirkeriyê li dîwarê berxwedanê yê bendava Tişrîn û pira Qerekozak qelibî.

Piştî rûxandina rejîma Baas, di navbera komên çete yên girêdayî dewleta Tirk a dagirker de nakokiyên didomin, komên çete yên sunnî yên bi eslê xwe Ereb nexwestin şer bikin û berê xwe dan Heleb, Hums û Şamê. Dema ku koma çete ya Sultan Murad gefa kuştinê li çeteyên ku dixwestin ji qada şer birevin dixwarin, 25 çete jî dîl girtin. Tevî ku hejmara çeteyên girêdayî wê li qada şer ji şervanên QSD’ê pir zêdetir e jî, dewleta Tirk a dagirker ku derbên giran xwar, ji aliyekê ve efser û çawîşên xwe yên bi peyman (bi pere) li gel çeteyên bi eslê xwe Tirkmen şandin eniya şer, di aliyê din de jî di bin kontrola MÎT’ê de çeteyên hov ên DAIŞ’ê hatin seferberkirin. Di vê demê de bi zelalî tê dîtin ku dewleta Tirk a dagirker gavek jî bi pêş ve neçûye û bi hedefgirtina hovane ya sivîlan hewl dide civaka xwe razî bike.

Bi serpereştiya Dewleta Tirk a dagirker re, çeteyan bi balafirên bêmirov û bi çek, çekên giran û hwd êrîşê ser civaka ku dixwaze ax û ava xwe ya li Bendava Tişrînê biparêze û dengê xwe ragihînin raya cîhanê dike û heya niha di nava wan de bijîşk, siyasetmedar, hunermend, jin û zarok jî heyî 21 kes hatin qetilkirin, 120 kes jî birîndar bûn. Bi giştî Rojavayê Kurdistanê jî di encama êrîşên hovane ya dewleta Tirk û çeteyên wê de ji wan 6 jin, 2 zarok 45 sivîl hatine qetilkirin û bi sedan kes jî birîndar bûn.

Hêzên Koalîsyonê ku hebûna xwe li herêma Bakur-Rojhilatê Sûriyê didomînin, rê didin dewleta Tirk a dagirker ku bi balafirên şer ên ÎHA/SÎHA û F16 qadên jiyanê û sivîlan li herêmê bombebaran bike û li hemberî hebûna komên çeteyên DAIŞ’ê yên herî hov ên Ozbekî, Uygur, Çeçenî (Şîşanî), Turkmenîstanî  ya li heremê tên bi cihkirin kor, ker û lal dilîze. Bêguman ev bêdengî berfirehî û kûrahiya planên qirêj radixe ber çavan.

Hate hînbûn ku dewleta Tirk a dagirker ku di çarçoveya van planên qirêj de qarta xwe ya dawî lîst, bi alîkariya MÎT’ê dest bi birina çeteyên Ozbek a DAIŞ’ê li Tişrîn û herêma Qerekozak kir.

DAIŞ’IYÊN KU JI ALIYÊ HÊZÊN KOALISYONÊ VE TÊN XWESTIN

Li gorî agahiyên ku me bi dest xistine, di 16’ê Çileya 2025’an de bi koordînasyona MÎT’ê dewleta Tirk a dagirker 13 çeteyên Ozbek ên DAIŞ’ê ku me navên wan ekît kir, dixwazin wan ji Pirsûsê di Deriyê Sînor ê Murşîd Pinarê re bişînin herêma Tişrîn û Qerekozakê. Ev navên çeteyên DAIŞ ên Ozbekî di heman demî de di lîsteya Hêzên Koalisyonê ya têne lêgerîn û xwestinê de ne.

Hate hînbûn ku çeteyên Ozbek ên DAIŞ’ê yên li Çiyayê Tirkmen ê herêma Latkiye ya Sûriyeyê bi cih bûne, ewil ji Deriyê Sînor ê Murşîd Pinarê derbasî kampeke taybet a Hatayê hatin kirin.

Nav û erkên çeteyên Ozbek ên DAIŞ’ê ku di nav wan de xwekuj, sabotaj û pisporên drone hene wiha ne;

-Ebdelah Kotsharov, yek ji serkirdeyên leşkerî yên koma çeteyên Ozbek e. Niha li Murşît Pinar bi endamên MÎT’ê û fermandarên Artêşa Tirk yên ku fermandariya operasyonê kirine, dimîne.

-Mislim Şaktar; serokê koma çete ya Ozbek e. Çeteya ku niha li herêma Murşîd Pinarê bi cih bûne jî pisporên droneyan in.

-Yek ji fermandarên leşkerî yên koma çete ya Ozbek Murad Sabirof. Niha li herêma Sînor a Murşîd Pinarê ye.

-Yek ji fermandarên leşkerî yên koma çete ya Ozbek Şewket Yoldaşêf. Niha li herêma Tişrînê ye û pisporê teqemenî û sabotajê ye.

-Sarîn Hemîda Canova 36 salî ye. Ji bo êrîşên xwekujî hat perwerdekirin.

-Mihemed Encêla Edas, bi eslê xwe ji Ozbekistanê ye, ev çete jî xwediyê nasnameya Brîtanî ye.

-Ebdil Ezîz Seîdof yek ji çeteyên xwekuj e ku berê di dema dewriyeya Koalîsyonê ya li Minbicê de êrîşek plan kiribû.

-Elyor Kamilof, Ji bo êrîşên xwekujî amade ye.

-Sadiq Rezaqof yek ji emîrên şerîatê yên DAIŞê ye.

-Otrîk Sîyêfîf ku yek ji çeteyên payebilind ên DAIŞ’ê ye, niha li herêma Tişrînê di nava çeteyên El Emşat de koordînasyona çeteyan dike.

-Hesîb Bextiyar yek ji serçeteyan e ku niha di nava koma çeteyên El Hemzat de li dijî herêma Tişrînê êrîş pêk tîne.

-Cemşîd Bihrez berpirsê tora têkiliyên MÎT û koma çete ya El Emşat e.

-Îslam Riyaman, yek ji berpirsên leşkerî. Berpirsê bikaranîna çekên giran ên di nava çeteyên El Emşat de li gundê Qebîr Emo yê herêma Tişrînê ye.

LI DÊR HAFIRÊ TEVGERA ŞANEYÊN RAZAYÎ YÊN DAIŞ’Ê 

Tevî hemû êrîşên teknîkî, çekên giran û sûcê şer, dewleta Tirk a dagirker li herêmên Tişrîn û Qerakozak bi berxwedana şervanên QSD, YPG û YPJ’ê û gel, xitimî ye. Li ser vê esasî niha neçar dimîne ku şaneyên razayî yên DAIŞ’ê yên herî hov ku berê li herêma Dêr Hafir a Minbicê bi cih bûbûn bixe tevgerê.

Em gihîştin cih û navên şaneyên DAIŞ’ê yên ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve hatine bi cih kirin;

-Ebdelah Xalid El Ehmed; Navê Dayikê Hudaya ye û Amir Caca yê Dêr Hafirê li rojhilatê gund bi cih bûye.

-Ebdilhadî Elseîd El Ebterî; Li dawiya kolana Ebid El Mûsa ya Dêra Hafirê hate bicihkirin.

-Mistefa Ebdilxenî El Mihemed; Navê dayika wî Sîkera ye û li Dêra Hafirê li ber deriyê kolana El Tebeş bi cih bûye.

– Elî Ibrahîm Elnayif; Navê diya wî Eliya ye li rojavayê Dibistana Uqbes a Dêra Hafirê bi cih bû.

– Hesen Ebdil Mecîd; Navê dayikê Emûna ye. Di mala li kêleka Nexweşxaneya Fehmî ya Dêr Hafir de bi cih bû.

-Hesen Elî El Hesen; Navê dayika wê Fatma ye, li taxa El Tebeş a Dêra Hafirê bi cih bûye.

-Besam Riyad Ebû Risan; Navê dayikê Wesmiya ye, roja jidayikbûnê 1986 ye, li kêleka klînîka bi cih bûye.

-Fêsel Raxib Elhemkî; Navê dayika wî Erîk e, di sala 1988’an de hatiye dinê, li mala jimare 14 a li kolana Nexweşxana Fehmî ya Dêr Hafir bi cih bûye.

Bêguman dewleta Tirk a dagirker û MÎT’ê ji aliyê çeteyên Ozbek ên DAIŞ’ê yên ku bi taybet hatine perwerdekirin, li qadê amadekariya êrîş û komkujiyên mezintir dikin. Her wiha dîmenên ku ji kameraya balafirên bê mirov ên aliyê QSD’ê ve hatibû xistin derket holê ku dewleta Tirk a dagirker bi riya MÎT’ê kesên sivîl çawa dike hedef û kordîne dike.

Milîtan RÊHAT

Navenda Lêkolînên Stratejîk A Kurdistanê

Etiketler: DAISDeyr HafirMITÖzbekQerekozakQSDTişrîn
Önceki yazı

Em Durûtiya Dagirkeriya Tirk Radixin Ber Çavan-NÛÇEYA TAYBET

Sonraki Haber

Xwenasîn Hêz e: Dîrok Mamostayê Herî Mezin e -1

Benzer Haberler

Hevkariya MÎT’ê Bi Îranê Re û Planên wê yên Derbarê Eşîran de – NÛÇE ANALÎZ
Lêkolîn

Hevkariya MÎT’ê Bi Îranê Re û Planên wê yên Derbarê Eşîran de – NÛÇE ANALÎZ

16 July 2026
KCK: Em ê hesreta berxwedêrên 14’ê Tîrmehê pêk bînin!
Nûçe

KCK: Em ê hesreta berxwedêrên 14’ê Tîrmehê pêk bînin!

13 July 2026
Tevgera Azadî: Gavên Yekalî Hatin Avêtin, Desthilatdariyê Bersiv Neda
Nûçe

Tevgera Azadî: Gavên Yekalî Hatin Avêtin, Desthilatdariyê Bersiv Neda

10 July 2026
Sonraki Haber
Xwenasîn Hêz e: Dîrok Mamostayê Herî Mezin e -1

Xwenasîn Hêz e: Dîrok Mamostayê Herî Mezin e -1

Nivîsên Ku Derdikevin Pêş

  • Em Toreke din a Sîxûrên MÎT û Parastinê Aşkere Dikin- NÛÇE TAYBET

    Em Toreke din a Sîxûrên MÎT û Parastinê Aşkere Dikin- NÛÇE TAYBET

    587 Paylaşım
    Paylaş 235 Paylaş 147
  • Öcalan: Kürtler Arasında Kan Dökülmesin

    671 Paylaşım
    Paylaş 268 Paylaş 168
  • KÜRDİSTAN’DA COĞRAFYA VE KÜLTÜR

    567 Paylaşım
    Paylaş 227 Paylaş 142
  • Hevkariya MÎT’ê Bi Îranê Re û Planên wê yên Derbarê Eşîran de – NÛÇE ANALÎZ

    501 Paylaşım
    Paylaş 200 Paylaş 125
  • KCK: Em ê hesreta berxwedêrên 14’ê Tîrmehê pêk bînin!

    501 Paylaşım
    Paylaş 200 Paylaş 125

Kalkan: Mifteya Aştiyê Îmraliyê Ye, Divê Rêya Siyasetê Were Vekirin

Hevkariya MÎT’ê Bi Îranê Re û Planên wê yên Derbarê Eşîran de – NÛÇE ANALÎZ

Mîrateya Hz.Birahîm, Kurd, Cihû û Li Rojhilata Navîn Lêgerîna Aştiya Demokratîk

Di Germahiya Tîrmehê De Azadî

KCK: Em ê hesreta berxwedêrên 14’ê Tîrmehê pêk bînin!

Andok: Em Qanûnek Yek alî Qebûl Nakin

  • DERBAR DE
  • PEYWENDÎ
  • HEMÛ NIVÎS
LÊKOLÎN

© NAVENDA LÊKOLÎNÊN STRATEJÎK A KURDISTANÊ 2025

Tekrar hoşgeldiniz!

Hesaba giriş

Şifrenizimi unuttunuz?

Tüm alanlar zorunludur

Şifrenizi sıfırlamak için lütfen kullanıcı adınızı veya e-posta adresinizi girin.

Oturum aç

Add New Playlist