• Türkçe
Sonuç yok
Tüm Sonuçları Göster
  • RUPELA GIŞTÎ
  • NÛÇE
  • ANALÎZÊN SIYASÎ
  • LÊKOLÎN
  • GOTAR
  • Hemû beş
    • Ji Edîtor
    • Jin
    • Perspektîfên Azadiyê
    • Rêze Nivîs
    • Rastiyên MIT
    • Hevpeyvîn
    • Ji Çapemeniya Derve
    • Nivîsên Azad
  • RUPELA GIŞTÎ
  • NÛÇE
  • ANALÎZÊN SIYASÎ
  • LÊKOLÎN
  • GOTAR
  • Hemû beş
    • Ji Edîtor
    • Jin
    • Perspektîfên Azadiyê
    • Rêze Nivîs
    • Rastiyên MIT
    • Hevpeyvîn
    • Ji Çapemeniya Derve
    • Nivîsên Azad
Sonuç yok
Tüm Sonuçları Göster
Turkçe
Anasayfa Beşên Hevpeyvîn

Karasû: Pêşketinên Demokratîk Her Tim Bi Têkoşîna Civakî Bûye

Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Mûstafa Karasû nêzîkatiya 'Dewlet wê gavê biavêje yan neavêje' rexne kir û destnîşan kir ku pêşketinên demokratîk timî bi têkoşîna civakê dibe.

Yayınlayan Lekolin
26 July 2026
Kategori: Hevpeyvîn
235 18
A A
Karasû: Pêşketinên Demokratîk Her Tim Bi Têkoşîna Civakî Bûye
Facebook İle PaylaşınTwitter İle Paylaşın
FacebookX

Endamê Konseya Rêveber a KCKê Mustafa Karasu derbarê hevdîtina dawî ya bi Rêber Apo re li Îmraliyê, qanûna çarçoveyî ya ku di qada giştî de tê nîqaşkirin û pirsgirêka Elewiyan de nirxandinên xwe ji Medya Haberê re parve kir.

Demek e têkildarî Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk nîqaş dewam dike. Di nava nîqaşa ‘Gelo krîzek heye yan na’ dawiya dawî hevdîtin pêk hat. Li Enqereyê gelekî liv û teger heye. Serokê Meclîsê serdana lîderên gelek partiyên siyasî kir. Li gorî daxuyaniya wî, qanûna çarçoveyê wê hefteya bê bikeve rojeva p arlamentê. Bêguman em bi naveroka wê nizanin, lê belê em ê vê ji we bipirsin. Rewşa dawî çi ye? Ti agahiyek li ser naveroka wê gihîştiye ber destê we?

Weke ku we jî got 2 meh bûn ku hevdîtin bi Rêber Apo re nedihate kirin. Ya rast ev yek li dijî karakterê pêvajoyê ye. Mijareke ewqasî girîng. Ew bi xwe jî gelekî girîng dibînin. Digotin ku wê pirsgirêkeke sed salî biqedînin, asoyên nû dînin ber Tirkiyeyê. Lê belê di mijareke bi vî rengî de astengkirina hevdîtina bi muzakerevanê sereke Rêberê Gelê Kurd Rêber Apo re ya du mehan, bivê nevê li nava me jî li nava derdorên cuda jî pirsa ‘Gelo çi dibe’ bi xwe re anî. Me ev yek rexne kir, helwesta xwe diyar kir. Em li ser wê yekê sekinînin bê divê dewlet çawa nêzîk bibe. Piştî vê nirxandina me bi Rêbertî re piştî du mehan hevdîtin hate kirin. Bêguman lidarketina vê hevdîtinê vê yekê nîşan dida; hin pirsgirêk hene lê belê ji bo çareserkirina van pirsgirêkan nîqaş hene. Nirxandin û nêzîkatiya me ew e ku bi vê hevdîtinê re tê xwestin ku ev pirsgirêk ji holê bê rakikrin.

Ji xwe hevdîtin pêk hat. Heyeta DEM Partiyê çû hevdîtinê. Daxuyanî dan. Nêzîkatiya Rêber Apo hebû. Bi taybetî destnîşan kir ku divê dewlet bi rengekî teng û sivik nêzîk nebe. Anî ziman ku divê xwişk û biratiya Kurd û Tirkan jinûve pêk were, di vê mijarê de em, gelê Kurd amade ye, ji vê xwişk û biratîbûnê re amade ye. Bêguman ev xwişk û biratîbûn divê li ser bingeha mafan be, li ser bingeha mafên bingehîn ê gelê Kurd be. Ji xwe em jî vê dibêjin, muxatabên me jî bi vê zanin. Lewma ji bilî yên di ser çapemeniyê re hate ragihandin agahiyeke kurt ji me re hat. Hate ragihandin ku wê di demeke nêz de li ser vê hevdîtina ji pênc saetan agahî ji me re bê dayin û nêrîna me bê wergirtin. Rêber Apo nêzîkatiyeke bi vî rengî nîşan da; Pêşnûmeyek radestî Rêber Apo hate kirin, li ser wê rawestiya. Rêber Apo ji bo vê pêşnûmeyê got, ‘Dibe ku kêmasiyên xwe hebe, lê belê ji bo avêtina gavekê, ji bo vekirina deriyekî destpêk e’, nêzîkatiyeke bi vî rengî nîşan da.

‘PIŞTÎ KU ME PÊŞNÛME DÎT EM Ê HELWESTA XWE BI ŞÊNBERÎ NÎŞAN BIDIN’

Rêber Apo bi eşkere got, qanûneke bi vî rengî dikare bibe, dikare bibe destpêkek lê belê piştî wê jî divê hebe. Bêguman em jî li benda pêşnûmeyê ne. Demekê pêşnûme hate gerandin, di ser çapemeniyê re gihîşt me jî. Bêguman aliyekî qebûlkirinê yê wê pêşnûmeyê tine bû. Diyar e li ser wê pêşnûmeyê kar hatiye kirin, lihevkirineke bi vî rengî pêk hatiye. Bi taybetî bikaranîna têgehên weke ‘rêxistina terorê’, ji aliyê pêvajoyeke bi vî rengî ve… Me partî fesix kir, li hemberî Tirkiyeyê têkoşîna çekdarî bi dawî kir. Me ragihand ku li ser bingeha statuya têkoşîna siyasî demokratîk dema ku merc bêne afirandin, azadiya fikrî û rêxistinbûnê tam be, di dema nirxandina têkildarî çareseriya prisgirêka Kurd û demokratîkbûnê de li astengiyan rast neyên em dikarin tevlî têkoşîna siyasî demokratîk bibin. Nêzîkatiya me ji xwe ew e. Ji xwe em pêvajoyê rast dibînin û piştgiriyê didin wê.

Bêguman ji ber nêzîkatiya desthilatdariyê gel, dost bi fikar in. Em ji fikaran wêdetir, ji aliyê rê û rêbazên pêşvebirina pêvajoyê ve helwestê nîşan didin, nêrînê diyar dikin. Li aliyê din em vê jî her tim zanin; Pirsgirêk ne ew e ku timî li ser wê yekê bisekinin bê dewlet çi gavê biavêje yan neavêje, yan jî di nava bendewariyê de bimîne. Ji bo rêveçûna pêvajoyê gelekî girîng e ku hêzên demokrasiyê, gelê Kurd bi hêza xwe ya rêxistinî bi xurtî bisekinin û helwestê nîşan bidin. Me ev yek her tim got. Ya ku divê bibe jî ew e. Ji xwe dema ku hat ber me em ê binirxînin. Weke ku Rêber Apo got eger ev destpêkek be, eger deriyek tê vekirin, qet nebe wê pêşî li pêşketinên dema pêş û gavên nû veke, bêguman em ê di nava nêzîkatiyeke teşwîqkirinê de bin. Lê bêguman em li benda pêşnûmeyê ne. Piştî ku me dît em ê helwesta xwe bi şênberî nîşan bidin.

Têkildarî nexşerêyê agahiyek gihîştiye ber destê we?

Niha ji bilî Heyeta DEM Partiyê qenalek heye ku dem bi dem dixebite. Em bawer in wê di ser rê qenalê re agahî ji me re bê. Wê pêşnûme bigihêje me. Em ê binirxînin. Em dikarin vê bibêjin. Di mijara nexşerêyê de jî heta niha agahiyeke şênber ku gihîştiye me nîne. Dema ku agahî hat, dema ku ew nîqaşa ji pênc saetan gihîşt me, herhal li ser nexerêyê em ê hin tiştan hîn bibin. Lê belê tê gotin ku wê biçe Meclîsê, di demeke nêz de bê, di hefteya destpêkê ya meha Tebaxê de dikare derkeve. Nûman Kûrtûlmûş vê yekê piştrast dike. Beriya niha jî gelek caran anî ziman ku wê derkeve. Em jî li bendê ne. Bêguman ji bo me jî girîng e. Bi Partiya Gel a Komarê,  Yenî Yol û partiyên cuda re hevdîtin hatin kirin, ew girîng bûn. Bêguman em dixwazin bi saziyên demokratîk, rêxistinên civakî yên sivîl ên li Tirkiyeyê re jî hevdîtin bêne kirin, nêrînên wan bêne wergirtin.

Komîsyona Demokrasî û Xwişk-Biratiyê ava bûbû, li wir îfade hate dayin lê belê di mijara pêşnûmeyê de bêguman baştir dibû ku di asta herî berfireh de raya giştî pê zanîbûya. Divê pirsgirêkên bi vî rengî, bi vî awayî bêne çareserkirin. Bêguman di amadekariya destpêkê de, di hevdîtinên destpêkê de ji ber ku hîn bi têrkerî ne amade bû raya giştî nehatibe agahdarkirin. Lê belê piştî ku heta astekê diyar bû, baştir dibû ku bi saziyên demokratîk re jî bihata nirxandin. Bi partiyan re tê nirxandin. Partiyan ji xwe digotin, ku tiştek ji me re nehatiye. Herhal niha pêşnûme diçe ji partiyan re. Partî jî wê nêrînên xwe yên di vê derbarê de diyar bikin. Dema ket rojeva Meclîsê wê hemû partî nêrînên xwe diyar bikin. Wê bendewariyên xwe jî destnîşan bikin. Piştî ev qanûn derket, wê diyar bikin bê piştî wê divê çi bê kirin. Bi vî rengî herhal wê raya giştî li ser pêvajoyê bêhtir bibe xwedî agahiyan. Dema ku pêvajo hinekî din bi pêş ve çû bi rengekî xwezayî raya giştî jî li gorî van agahiyan wê rêveçûna pêvajoyê bişopîne. Em hêvî dikin ku wê pêşketinên erênî çê bibe.

Nîqaşeke dînamîk, meseleyeke ku du salên dawî em li ser diaxivin. Dema ku mirov li Enqereyê dinihêrin, dibînin ku li ser ewlekariyê li meseleyê dinihêre. Hûn jî dibêjin meseleya Kurd meseleyeke ewlekariyê nîne. Enqere bi giranî dixwaze li ser bêçekbûnê sererastkirina qanûnî bike. Çend gavên girîng hene. Gerîla, gelek girtî li zindanan hene. Di heman demê de gelek siyasetmedarên Kurd li sirgûnê hene. Ji bo tevlîbûna van li pêvajoya siyasî gelo pêşnûmeyeke çawa wê çareseriyê hêsan bike, bi pêş ve bibe?

Di vê mijarê de Komîsyona Demokrasî, Xwişk-Biratî û Piştevaniyê raporek pêşkêş kiribû. Di wê raporê de li çend deveran dihate gotin ku bi polîtîkayên ewlekariyê encam nikare bê bidestxistin. Li aliyê din xalên şeşemîn û heftemîn hebûn. Di wê çarçoveyê de diviyabû gav bihatina avêtin. Bêyî guhertinên qanûnî, destûra bingehîn diviyabû bihata kirin. Biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê, Dadgeha Destûra Bingehîn hene; ev bi cih nehatin anîn. Belê, komîsyon jî dibêje, nabe ku ev tenê pirsgirêka ewlekariyê be. Berê pirsgirêka ewlekariyê hebû lê belê encam bi dest neket. Nirxandineke bi vî rengî hebû. Wê demê divê qanûna nû jî bi vê nêzîkatiyê be.

Temam, bêçekbûn wê bibe. Ji xwe me got, me dawî li têkoşîna çekdarî a li dijî Tirkiyeyê anî. Di vê mijarê de pirsgirêk nîne. Eger pêvajoyek wê bi rê ve biçe, çek wê ji dewrê derkeve. Di vê mijarê de îtirazeke me nîne. Lê belê eger ev pirsgirêk tenê di asta bêçekbûnê de bê nirxandin, ev nêzîkatiyeke rast nîne. Ji xwe ew tê wateya neçareseriyê. Eger wê tenê bibe pêvajoya çekdanînê, zarokek jî wê zanibe ku ev çareseriyê bi xwe re nîne. Wê pirsgirêkên nû bi xwe re bîne. Ji ber vê yekê divê nêzîkatiyeke aqilane û maqûl bê nîşandan. Em vê nêzîkatiyê nîşan didin. Bêguman di vê dewlet û desthilatdarî jî heman nêzîkatiyê nîşan bide.

Du qadên pirsgirêkê hebûn. Ya destpêkê statuya Rêberê Gelê Kurd Abbdullah Ocalan. Ya rast Devlet Bahçelî bal kişandibû ser vê statuyê. Ya duyemîn jî ew bû ku dewletê, hikumetê timî dixwest kategorîze bike. Dawiya dawî hat vê nuqteyê. Temam, em ê kategorîze nekin, ji holê rakin. Qet nebe pêşnûmeya ku di çapemeniyê de hate weşandin bi vî rengî bû: em ê du sed rêveberan li derveyî mijarê bihêlin. Têkildarî van herdu pirsgirêkan pêşketinek heye?

Di pêşnûmeya li Îmraliyê hate nîqaşkirin de di vê mijarê de jî nîqaş hebû. Nêrînên cuda hebûn. Em baş nizanin bê nuqteyeke hevpar hate dîtin an na. Lê belê ev eşkere ye, rewşa Rêber Apo nabe ku weke berê be. Ev ne pêkan e. Eger weke berê bûya ev pêvajo nikarîbû bihata meşandin. Hem wê nikaribe têkiliyê bi raya giştî re dîne, nikaribe bi çapemeniyê re ji civakê re biaxive, nikaribe bi me re têkiliyê dîne. Eger rewşa heta niha dewam bike bêguman pêvajo li gorî pêwîstiyê nikare bi pêş ve biçe. Divê dewlet jî bi vê zanibe. Di vê mijarê de divê êdî gavek bê avêtin. Em ji xwe azadiya Rêber Apo dikin armanc. Armanca me ev e. Destpêkê divê xwedî derfetên karkirina azad be û piştî demeke kurt jî Rêber Apo azad bibe. Heta ku Rêber Apo azad nebe kî dikare qala çareseriya pirsgirêka Kurd bike? Di atmosfereke welê de ku neyê zanîn bê Rêber Apo wê azad bibe yan na, gelo kî dikare çi gavê biavêje, pêwîstiyan bi cih bîne? Lewma gerîla jî di vê mijarê de hesas e, em jî hesas in, gelê me jî hesas e.

Ji ber vê jî divê rêyek bê dîtin ku azadiya Rêber Apo pêk bîne. Rewşa niha ji xwe ne ya qebûlkirinê ye. Divê nêzîkatiyek ji wê wêdetir bê nîşandan û bêyî ku dirêj bike divê Rêber Apo azad bibe. Ji ber ku pêvajo bi vî rengî bi pêş ve diçe. Em dikarin vê bibêjin. Xala din a ku we qalê kir jî; eger qada siyaseta demokratîk wê bê vekirin, di vê mijarê de pêşketin wê çêbibe, beriya her tiştî yên ku li qada siyaseta demokratîk xebitîne û ketine rewşeke neqanûnî, neçar mane ku derkevin dikarin yekser vegerin. Gelek hevalên li zindanê divê derkevin. Daxwazên ku em berê gotin, daxwazê gel herhal wê di vê mijarê de pêşketinê pêk bîne. Eger qanûneke bi vî rengî wê derkeve divê van vehewîne. Divê pêşketineke bi vî rengî bibe. Li gorî me wê bibe.

Di vê çarçoveyê de bendewariya we ji raya giştî ya demokratîk, gelê Kurd, muxalefeta li derveyî parlamentê têkildarî pêvajoyê çi ye? Ji ber ku gelek nîqaş hene. Bi giranî kiryarên antî demokratîk ên AKP’ê têne rexnekirin. Li meseleya bêbaweriyê asê dibe. Di vê mijarê de peyameke ku hûn dixwazin bidin heye?

Bêguman em hin kiryar û polîtîkayên AKP’ê rexne dikin. Karên divê di Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de neyên kirin hene. Li dijî muxalefetê, li dijî saziyên cuda. Bêguman ev mijar têne rexnekirin. Lê belê em bi vî rengî nêzîk dibin; rast nîne ku mirov timî bi fikaran, bi negatîf nêzî pêvajoyê bibin. Ev yek tevkarî û piştevaniyê li pêşveçûna pêvajoyê nake. Ev yek wê bibe temaşevaniyê. Bibe rewşeke tenê rexnekirinê. Pêvajoyeke bi vî rengî heye. Em dikarin vê pêvajoyê çawa bi pêş ve bibin? Em çawa dikarin ji qanûnên negatîf derbasî qanûnên pozîtîf bibin? Di vê mijarê de divê raya giştî ya demokratîk îradeyê nîşan bide. Pêwîste gelê me îradeyê nîşan bide. Gelên Tirkiyeyê îradeyê nîşan bide.

Di vê pêvajoye de divê hêzên demokrasiyê bikevin nava liv û tevgerê. Ev Pêvajoya Aştî û Civaka Demokrartîk derfeteke bi vî rengî dide. Di vê pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de her kes dibe xwedî wê zemînê ku gotinên ‘divê ev qanûn çawa derkeve, kîjan qanûn hebe, demokratîkbûn divê çawa be’ bi kar bîne. Bendewariya me ev e. Divê bi vî rengî bibe. Nêzîkatiya ‘Gelo wê dewlet gavê biavêje yan na’ li dijî feraseta têkoşîna demokratîk e. Pêşketina demokratîk her tim bi têkoşînê bûye. Bi bendewariyê nebûye, bi têkoşîna civakî bûye. Bi gotina herî sivik, di nava rageşiyeke bi dewletê re pêşketin dibe. Demokratîkbûyîn bêyî rageşiyê nabe, ne pêvajoyeke welê ye ku dewlet êvarê radizê, sibe jî gavê diavêje.

Demokrasî ne bi vî rengî ye. Bi vî rengî nehatiye. Girîng e mirov bi vî rengî li vê pêvajoyê binihêre. Divê gel tevlî vî karî bibe. Hêzên demokrasiyê tevlî bibe. Pirsgirêk ew e ku bêyî bê gotin bê AKP çawa nêzîk dibe, mirov helwesta xwe nîşan bide, helwesta xwe ya rêxistinî nîşan bide. Em li benda vê ne. Di vê mijarê de bi rastî jî kêmasî hene. Gelê Kurd hewl dide. Lê belê di nava hêzên demokrasiyê yên Tirkiyeyê de timî gilî û gazin heye, nêzîkatiyeke negatîf heye. Halbûkî em li bendê ne ku bi têkoşînê, ji bo xurtkirina Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk a Rêber Apo hêzên demokrasiyê piştevaniyê bikin.

Di vê mijarê de rexne li we jî tê kirin. Dibêjin, ‘Çima di nava van mercan de, di nava kiryarên antî demokratîk de hûn bi AKP’ê re diaxivin, aştî ji vir nayê, çareserî ji vir nayê. Ji ber ku bêyî demokrasiyê nabe’. Her wiha derdoreke cuda jî di analîzên xwe de dibêje; hikumet li hundir û derve ji bo çareseriya meseleya Kurd zextekê li ser xwe nabîne. Lewma gelekî bi rehetî tevdigere. Eger hûn van herduyan bi hev re binirxînin, gelo têkoşîn tenê bi gilî û bêbaweriyê dikare bê meşandin?

Derdekî hêzên derve ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd a li Tirkiyeyê nîne. Derdekî wan ê bi vî rengî nîne. Ya wan li ser berjewendiya bi dewletê re ye. Demekê Tony Blair gotibû. Hîn jî tê bîra min. Mijar hatibû ser çi gelo bêhemdî gotibû yan jî pêwîstî bi bilêvkirina wê dîtibû nizanim. Gotibû, ‘Em li her derê nirxên demokratîk diparêzin. Em demokratîkbûnê diparêzin. Hewldanên me bi vî rengî ne. Dema ku dor tê Rojhilata Navîn em vê nêzîkatiyê nikarin nîşan bidin’. Bi rengekî eşkere dibêjin, dema ku dor tê Rojhilata Navîn ew berjewendiyan ji xwe re dikin esas. Niha NATO civiya. NATO çi kir? Di mijara demokratîkbûnê de tiştekî nabêje. Dema ku cih tê xwe weke parêzvanê demokrasiyê nîşan dide. Her wiha dibêjin, ‘Em hewl didin demokrasiya xwe biparêzin. Rûsya li dijî demokrasiya me ye’. Lê belê dema dor tê Tirkiyeyê di vê mijarê de tiştek nayê gotin. Lewma em ji wir tiştekî hêvî nakin.

Ji bo me ya girîng têkoşîna demokrasiyê ya gelên Tirkiyeyê û gelê Kurd e ku bi sedan sal in dimeşînin. Em van biçûk nebînin. Berdêlên giran hate dayin. Bi rastî jî berdêlên mezin hatin dayin. Van hin encam bi xwe re anîn. Me berê di pirtûkên dîrokê de dixwend, sosyolojiya civakî dinirxand, nirxandinên ‘Li filan devera Ewropayê gundiyan serî hildan, li ber desthilatdariyê rabûn, kedkaran li dijî dewletê çalakî kirin’ dikirin û dihate gotin ku van pêşî li demokratîkbûna li wê derê vekirin. Pirtûkên dîrokê bi vî rengî ne, pirtûkên sosyolojiyê jî bi heman rengî ne. Li Tirkiyeyê jî kêm têkoşîn hate meşandin? Gelê Kurd zêdeyî pêncî sal in li ser piyan e. Gelo gund hebû ku ranebû ser piyan, bajar hebû ku ranebû ser piyan? Hema bibêje her devera Kurdistanê kete bin bandora têkoşînê. Li Tirkiyeyê demokrasiya demokrasiyê hate meşandin. Em xwe dispêrin vê. Aştî wê bi yên şer dikin re bibe, em şer dikin. Wê çawa bibe?

Yên şer dikin wê di astekê de bibînin ku êdî ev şer encamê bi xwe re nîne, wê li hev bikin an jî heta dawiyê şer bikin. Yek wê têk biçe, yek jî bi ser bikeve. Ya wê bi wî rengî çareser bibe yan jî eger çareser nabe ku rastiya me jî welê ye. Dewleta Tirk li gel ewqas êrişan nekarî bigihêje armanca xwe. Tevgera me jî têkoşîneke mezin meşand, guhertinên girîng ên civakî bi xwe re anî. Dewleta Tirk nekarî têkoşîna demokrasî û azadiyê ya li nava civakê biqedîne, tine bike. Di rewşeke bi vî rengî de nuqteyeke hevpar, lêgerîneke lihevkirinê afirî. Rêbertî ji xwe ji sala 1993’an û vir ve li vê digere. Bi Tûrgût Ozal re lê geriya. Ya rast Ozal ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd tiştekî gelekî radîka destnîşan nedikir. Lê belê Ozal çi kir? Di polîtîkaya Kurd a şêst, heftê salî de cudahiyek danî holê. Çi bû? Hate kuştin. Ev rewşeke cidî ye. Li Tirkiyeyê rastiyeke bi vî rengî ya pirsgirêka Kurd heye.

Rêber Apo ji sala 1993’an û vir ve dixwaze gavên bi vî rengî biavêje. Nû nîne. Em di cih de negihîştin vê pêvajoyê. 1993 bû, 1999 bû, 2005 bû, 2012 bû. Pêvajoyên rawestandina şer bû, hevdîtin bûn. Di encama van hemû danheviyan de hem me hem jî dewleta Tirk anî vê nuqteyê. Lewma, belê heta pêvajoyeke bi vî rengî destpê bike şerekî gelekî giran qewimî. Şerekî giran hebû. Mehek beriya ku Devlet Bahçelî wê bangê bike ji bo me tine bikin serî li her rê û rêbazê didan. Rastî ev bû. Demokrasî li aliyekî li wê derê zilmeke mezin hebû, zexteke giran hebû, dîktatorî hebû. Di nava atmosfereke bi vî rengî de mercên navxweyî û derve kir ku bangeke bi vî rengî bê kirin û rewşeke bi vî rengî derkete holê. Lewma gotina ‘AKP li holê ye, wê çi bibe?’ gotineke gelekî ji rêzê ye.

LI SER BINGEHA PEYMANA LOZANÊ LI DIJÎ GELÊ KURD POLÎTÎKAYA QIRKIRINÊ HATE MEŞANDIN

Bila hemû mînakên çareseriya şer ên li cîhanê bê lêkolîn. Li Efrîkaya Başûr jî beriya çareseriyê desthilatdariyeke rastgir hebû. Ew jî otorîter bûn. Bi giştî bi vî rengî ye. Lê bellê eger wê muzakereyek bibe, rêyeke çareseriyê bê peydakirin rewş wê biguhere. Dibêjin, çima bi AKP’ê re li çareseriyê digerin? Desthilatdarî ew e, dewlet jî ew e. Yê ku xitimiye jî ew e, yê li lihevkirinê digere jî ew e. Ji xwe me got bi rêyên siyasî demokratîk bi lihevkirinê çareserî dibe, em ji vê re amade ne û pêvajo dimeşe. Bêguman Peymana Lozanê peymaneke balkêş e. Niha hûn zanin li Sêwasê Mîsakî Mîllî hate ragihandin. Di nava Mîsakî Mîllî de çi hebû? Başûrê Kurdistanê hebû, Rojava hebû. Lê belê piştî ku lihevkirin nebû rewşeke bi vî rengî derkete holê. Îngilistanê got, ‘Tu dest ji van deveran berde, başûr bide me, Rojava ji Fransayê re bihêle, li Bakur jî tu çi dike bike’.

Desthilatdarî û hikumeta Mûstafa Kemal ji bo li nava sînorên heyî yên Tirkiyeyê desthilatdariya xwe xurt bike û polîtîkaya tinekirina Kurdan bimeşîne, dest ji Mûsil û Kerkûkê berda. Peymaneke bi vî rengî ya qirêj e. Bi Îngilistanê re mercên wê demê bi vî rengî bû. Wekî din di destpêka sedsala 20’emîn de li Îngilstanê, li Elmanyayê jî li her derê rejîmên otorîter hebûn. Atmosfereke bi vî rengî hebû û Peymaneke Lozanê derkete holê. Li ser bingeha Peymana Lozanê polîtîkaya qirkirinê li dijî Kurdan hate meşandin. Darvekirina Şêx Seîd, qetilkirina zêdeyî 70 hezar mirovî li Dersimê, ev hemû encama wê serbestiyê bûn ku Peymana Lozanê da hikumeta Komara Tirkiyeyê û gotin, ‘Tu dikare bike’. Lê belê sed sal derbas bûn. Kurdan timî îtiraz kirin. Ev polîtîkaya Tirkiyeyê qebûl nekirin. Kurd û Tirkiye di dema Osmanî de ewqasî ji hev qut nebû bûn. Di Şerê Rizgariyê de jî qut nebû bûn. Di Meclîsa Yekemîn de jî hebûn, piştgirî jî dan.

Her wiha em dikarin vê jî bibêjin. Dema ku Mîsakî Mîlî hate qebûlkirin Mûsil û Kerkûk jî di nav de bûn. Piştî ku Peymana Lozanê hate îmzekirin, yên ku destpêkê li ber rabûn parlamenterên Kurd bûn, bi gotina ‘Çima hûn dest ji Mûsilê, dest ji Kurdistanê berdidin’ îtiraz kirin. Kurd sed sal in îtiraz dikin. Êdî ev polîtîka nikare bê meşandin. Mercên wê demê polîtîkayeke bi vî rengî bi xwe re anî lê belê Kurdan ev qebûl nekirin. Îtirazên wan gihîşt heta vê demê. Di qonaxa heyî de ji bo Kurd û Tirkiye li hev bikin, nêzîkatiyeke nû divê. Ji ber ku qutbûnek çêbû. Ji ber vê Rêbertî dibêje entegrasyona demokratîk. Dibêje bila bi nêzîkatiyên demokratîk li ser bingeha naskirina mafên bingehîn û hebûna Kurdan di navbera Tirkiye û Kurdan de entegrasyona demokratîk pêk were. Em jî di salvegera Lozanê de vê bangê careke din dikin.

Navenda Lêkolînên Stratejîk A Kurdistanê

Etiketler: ElewiKurdMîsaki MîlîPêvajoRêber APOTIRKIYE
Önceki yazı

Vejîna Ji Nû ve ya Kurdîtiya Parçebûyî li Lozanê

Benzer Haberler

Kalkan: Mifteya Aştiyê Îmraliyê Ye, Divê Rêya Siyasetê Were Vekirin
Hevpeyvîn

Kalkan: Mifteya Aştiyê Îmraliyê Ye, Divê Rêya Siyasetê Were Vekirin

18 July 2026
Andok: Em Qanûnek Yek alî Qebûl Nakin
Hevpeyvîn

Andok: Em Qanûnek Yek alî Qebûl Nakin

13 July 2026
Murat Karayilan: Bê Rêber Apo Pêşveçûn Nabe
Hevpeyvîn

Murat Karayilan: Bê Rêber Apo Pêşveçûn Nabe

7 July 2026

Nivîsên Ku Derdikevin Pêş

  • Rêber Apo: Divê Rapora Komîsyonê Li Gorî Rastiyên Bingehîn Ên Civakê Be

    Rêber Apo: Ji Bo Destpêkirina Pêvajoya Hiqûqî û Qanûnî Çi Ji Dest Kê Tê Divê Bike

    504 Paylaşım
    Paylaş 202 Paylaş 126
  • Li Perava Suriyê Tevgera MÎT: Radar, Ragihandin û Binesaziya Leşkerî- DOSYA TAYBET

    503 Paylaşım
    Paylaş 201 Paylaş 126
  • ‘Qanûneke Ku Ji Rêbertî Heta Bi Şervanan Her Kesî Tevlî Siyaseta Demokratîk Dike, Divê Bê Derxistin’

    499 Paylaşım
    Paylaş 200 Paylaş 125
  • Hêza Bêdeng a Şoreşê

    497 Paylaşım
    Paylaş 199 Paylaş 124
  • Vejîna Ji Nû ve ya Kurdîtiya Parçebûyî li Lozanê

    496 Paylaşım
    Paylaş 198 Paylaş 124

Karasû: Pêşketinên Demokratîk Her Tim Bi Têkoşîna Civakî Bûye

Vejîna Ji Nû ve ya Kurdîtiya Parçebûyî li Lozanê

Manîfestoya Civaka Demokratîk a Komûnal – BEŞA 6

Rêber Apo: Ji Bo Destpêkirina Pêvajoya Hiqûqî û Qanûnî Çi Ji Dest Kê Tê Divê Bike

Li Perava Suriyê Tevgera MÎT: Radar, Ragihandin û Binesaziya Leşkerî- DOSYA TAYBET

Hêza Bêdeng a Şoreşê

  • DERBAR DE
  • PEYWENDÎ
  • HEMÛ NIVÎS
LÊKOLÎN

© NAVENDA LÊKOLÎNÊN STRATEJÎK A KURDISTANÊ 2025

Tekrar hoşgeldiniz!

Hesaba giriş

Şifrenizimi unuttunuz?

Tüm alanlar zorunludur

Şifrenizi sıfırlamak için lütfen kullanıcı adınızı veya e-posta adresinizi girin.

Oturum aç

Add New Playlist